Skip to main content

Aliyên Şerê Sûriyê Belaya Kolêrayê Dijwartir Dikin

Desthilatdarên Tirkiyê Çavkaniyên Avê Asteng Dikin; Hikûmeta Sûriyê Keleman Li Pêş Alîkariyan Datîne

Dayikekê zaroka xwe ya bi Kolêrayê ketî hilgirtiye li nexweşxaneyeke Dêra Zorê, li Sûriyê, di 29ê Îlona 2022an de. © 2022 AP/Bedirxan Ehmed

(Beyrût, 7ê Mijdara 2022an) – Desthilatdarên Tirkiyê qeyrana avê ya tûj dijwartir dikin, ku tê bawer kirin ew bûye sedema derketina nexweşiya Kolêra ya kujer li Sûriyê û belavbûna wê li welatên derdorê, Rêxistina Navdewletî Ya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îro got. Pêwîst e hemû aliyên şer mafên ava paqij û tenduristiyê ji her kesê li Sûriyê re misoger bikin.

Desthilatdarên Tirkiyê biserneketin di misogerkirina herikîna avê li jêrî çemê Firatê ya di bin destê Sûriyan de û peydakirina avê ji wêstgeha avê ya Elûkê, ku çavkaniyeke girîng a avê ye û dikeve devereke li jêr kontola wan li bakurê Sûriyê, bo deverên di destê hêzên bi pêşengiya Kurd de li bakurê rojhilatê Sûriyê. Veguheztina cudaxwazî ya alîkarî û xizmetguzariyên bingehîn ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve û herwiha astengiyên berdewam ên ewlekarî û gihîştinê li seranserî Sûriyê rê li ber bersiveke mirovî û bilez a têr li beşên welat ên ziyandîtî digire.

"Belvbûna Kolêra ya wêranker, dê nebe nexweşiya herî dawî ku bi rêya avê belav dibe bandorê li Sûriyan dike, eger pitsgirêkên dijwar ên avê ya welat neyê çareser kirin, bi taybet li bakurê rojhilat," Adam Coogle, cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn li HRW, got, û wiha dom kir: "Tirkiye dikare, û divê, yekser dev ji alozkirina krîza avê ya li Sûriyê berde."

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê di 10ê Îlona 2022an de belavbûna Kolêrayê ragihand. Kordînatorê alîkariyên mirovî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî, Imran Riza ev nexweşî weke "metirsiyeke cidî li ser gelê Sûriyê" û tevahiya herêma Rojhilata Navîn, binav kir. Ji 1ê Mijdarê ve, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) 81 rewşên mirina ji ber Kolêrayê li Sûriyê û behtirî 24 hezar rewşên gumanbar, tomar kiriye. Kolêra ji wê demê ve li Libnanê jî belav bû, welatek ku di gelek qeyranan de derbas dibe.

HRW bi 10 karmendên mirovahî re ji pênc rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî yên ku li Sûriyê kar dikin re, axivî. Wan krîza avê, kêmbûna pêdiviyên bijîşkî li bakurê rojhilat, û nebûna zanyariyên hevgirtî ji hemû herêmên Sûriyê, wek astengên sereke li pêş bersiveke bibandor, anîn ziman. Lêkolîneran herwiha raporên navxweyî yên rêxistinên mirovahî li ser krîza avê ya ji Gulana 2021an û vir ve û li ser derketina Kolêrayê ya herî dawî, lêkolîn kirin.

Şerê ji bêthtirî 10 salan ve Sûriye jihev xistiye, binesaziya sivîl û xizmetguzariyên wê têk birin, di nav de dezgehên guhdana tenduristî, pergalên av û paqijiyê, û torên elektrîkê. Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku du ji sê parên wêstgehên paqijkirina avê, nîvê wêstgehên wê yên pompekirinê û sêyek ji bircên wê yên avê ji sala 2011an û vir ve ziyan dîtine. "Nabe ku Kolêra kujer be," karmendekî alîkariyê ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê got, û tekez kir ku rêjeya kêmxwarinê, pergala guhdana tenduristî ya welat ya bi tundî zerar dîtî, û nebûna ava vexwarinê ya li ber dest ji bo gelek kesan rewşê dijwar dike.

Krîza avê ya dijwar a ku herî zêde ji dawiya sala 2020an û vir ve li bakurê rojhilatê Sûriyê diqewime, bûye sedema derketina gelek astengiyan, di nav de kêmbûna metirsîdar a ava ku ji Tirkiyê derbasî beşê çemê Firatê yê di bin destê Sûriyê de dibe, ku zêdetirî pênc milyon kes li Sûriyê ji bo peydakirina avê rasterast pê ve girêdayî ne. Ev bandorê li karîna karbidestên avê dike ji bo xizmetkirina civakê, û rêjeya zêde ya gemarê di avê de dikare bibe sedema belavbûna nexweşiyê. Li gorî raporeke Hezîrana 2021an ya Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), 54 ji 73 wêstgehên avê yên li kêleka rojavayê Firatê bi awayekî mezin an jî bi giranî ji asta avê ya pir kêm bandor bûne.

Barîna baranê bi rêjeyên kêm û astengiyên li wêstgeha avê ya Elûkê, ku xizmeta bi sed hezaran mirovên li herêmê dike, bûne sedema qeyranê.

Wêneyeke asmanî ku bi dronê di 5ê Tebaxa 2022an de hatiye kişandin, dîmeneke giştî ya çemê Firatê bi asteke avê ya nizm li gundewarê rojavayê Reqayê nîşan dide di 5ê Tebaxa 2022an de.  © 2022 Delil Souleiman/AFP via Getty Images

Nebûna ava vexwarinê ya liberdest, hilbirîna elektrîkê, û ava avdaniyê ji bo mîlyonan mirov re bandorê li tenduristiya mirovan, debara jiyanê, ewlehiya xwarinê û gihîştina elektrîkê dike. Riza di daxuyaniyekê de di 13ê Îlonê de got ku çavkaniya belayê "tê bawer kirin ku bi kesên ku ava ne ewle ji çemê Firatê vedixwin û ava gemarî ji bo avdana zeviyan bikar tînin ve girêdayî be."

Çemê Firatê çavkaniya herî girîng a av û elektrîkê ye ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê û deverên din ên welat. Ji Sibata 2021an ve, desthilatdarên Tirkiyê herikîna avê bo beşê çem ê di bin destê Sûriyê de bi dijwarî sînordar kiriye, di jêrî 500 metreyê sêca de ku di peymana sala 1987an de di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hatiye destnîşankirin. Berî niha, di Tîrmeha sala 2020an de, raporeke OCHA li ser Sûriyê behsa wê yekê kiribû ku, rêjeya herikandina avê bo beşê çem ê di bin destê Sûriyan de, ji sedî 65 kêm bûye.

Tirkiye, di sala borî de, berpirsiyariya kêmkirina asta avê red kir û da zanîn ku ew bi xwe bi kêmbûna avê re rûbirû bûye. Lê belê, li gorî raporek ji hêla rêxistineke navneteweyî ya neqezenc ve tê gotin ku di navbera Çile û Gulana 2021 de, di dema ku asta avê li xezanên Sûriyê bi tundî kêm bû û gihiştibû asta gihandina zirarek mezin bi bendavên hîdroelektrîkê, asta avê di xezanên Ataturk de, ku yek ji çend bendavên di kar de yên li ser beşê Firatê yê di bin destê Tirkiyê de ye, bildind dibû.

Di sala derbasbûyî de hem Sûriye û hem jî Iraq, ku ji aliyê xwarin, av û pîşesazî ve girêdayî çemê Firatê ne, guvaş li desthilatdarên Tirkiyê kirin da asta avê zêde bikin. Iraq jî di qeyraneke giran a avê û belaya Kolêrayê de derbas dibe.

Ligel ku welatan peymanên dualî îmze kirine, di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de li ser parvekirina avê ti peymaneke berfireh û demdirêj nîne. Demek dirjê e ku Sûriye û Iraq, Tirkiye bi bikaranîna desthilata xwe ya li ser çem wek alavek siyasî sûcdar dikin, di heman demê de Tirkiye carcaran destnîşan dike ku hem Sûriye û hem jî Iraq, di rastiyê de li ser dîtina mifayê ji çavkaniyên Tirkiyê azad in.

Gelek pirensîbên gerdûnî bikaranîna avên hevbeş rêk dixin. Di nav wan de parvekirina dadmend û gungaw a çavkaniyên avê, erka ku zirarek girîng negihe dewletên hevbend, û berpirsiyariya giştî ya agahdarkirin û şêwirkirina bi dewletên hevbendî re dema plansazkirina her çalakiyek aborî ya têkildar hebe. Nepejirandina “Peymana Rêyên Avê” ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1997an ji aliyê Tirkiyê ve, pêkanîna van prensîbên navneteweyî asteng dike.

Tirkiye li hin beşên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hêzeke dagirker e. Di dema dagirkirina sala 2019an de, Tirkiyê û hêzên ser bi Tirkiyê ve wêstgeha avê ya Elûkê ya nêzîkî bajarê Serêkaniyê kontrol kirin. Ev wêstgeha avê xizmeta bêhtir ji 460 hezar kes li parêzgeha Hesekê dike, û NY wê wek take çavkaniya avê ji bo bajarê Hesekê û deverên derdora wê binav dike.

Pompekirina avê li wêstgehê, ku yekem car di operasyona leşkerî ya 2019an de li bakurê Sûriyê zirar dît, pir kêm bûye û gelek caran hatiye qutkirin, xelkê Hesekê jî neçarbûn ku xwe bispêrin tankerên taybet ên biha û nepêbawer.

HRW di Adara 2020an de, di dema pandemiya COVID-19 de, serneketina Tirkiyê di misogerkirina dabînkirina avê ya têr ji wêstgeha Elûkê ji bo herêmên di bin destê Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê belge kir. Di wê demê de, 49 komên Sûrî tiştê ku wan wekî "qutkirina avê bi anqest" ji aliyê  Tirkiyê li wêstgehê şermezar kirin.

Lihevkirinên bi navbeynkariya Rûsyayê ya di navbera hêzên Tirkiyê û desthilatdarên ser bi Kurdan ve ji bo peydakirina avê bi rêya wêstgeha Elûkê ji bo civakên girêdayî wê, di berdêla dabînkirina elektrîkê  de ji deverên di bin kontrola desthilatdarên Kurd de ji bo hin deverên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, gelek caran têk çû.

Yek ji karmendên alîkariyê got ku her ku Tirkiye ber bi girêdana deverên ku li bakurê Sûriyê dagîr dike bi tora xwe ya elektrîkê ve digre nêzîk dibe, dibe ku ew êdî rûbirûyê guvaşek watedar nebe ji bo berdewamkirina dabînkirina avê ji wêstgeha Elûk bo Hesekê.

Sê karmendên alîkariyê gotin ku wêstgeh ji dest hêza karkirinê ya kêm û têkçûnên pir caran dinalêne, beşek jê jî vedigere çakkirina pir pêwîst û gihîştina nehevgirtî ya tîmên çakkirinê. Ji bo çakkirinê erêkirina hemî aliyên têkildar pêwîst dike. Di 25ê Cotmehê de, nûnerê taybet ê NY bo Sûriyê got ku wêstgeha avê ya Elûkê ji 11ê Tebaxê heta 20ê Cotmehê ji kar ketiye.

Di 20ê Cotmehê de, Forumên NGO yên ku nûneratiya bêhtir ji 150 rêxistinên mirovahî dikin, hişyarî li ser belavbûna bilez a Kolêrayê li seranserê Sûriyê dan û banga "gihîştina bê sînordarkirin bi hemû awayan bo hevkariyên mirovî û karmendan bo bersivdayîna belavbûan nexweşiyê, û bo hemû pêwîstiyên mirovahî li Sûriyê" kirin.

Sînorkirinên demdirêj li ser alîkariyên ku digihêjin herêmên di destê Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ya li Şamê hatine sepandin, hiştiye ku dezgehên guhdana tenduristî û komên mirovî yên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê kar dikin, bi zehmetî hewl bidin ku bersivê bidin nexweşiyek ku dikare bi lez li deverên ku binesaziya av û paqijiyê ya nebaş belav bibe.

Karmendekî alîkariyê got: "Hin malbatên ku bi temamî nexweş in li cem me hene, dezgehên tenduristiyê gelek qerebalix in, mirov li erdê radizên," û dema ku ajansên NY soz dabûn ku ew alavên bijîşkî, di nav de antîbiyotîk û şilavên hundirîn, ji Şamê radest bikin, lê heta 7ê Cotmehê, mehek piştî ragihandina belavbûna nexweşiyê, nehatibûn peydakirin. "Ew berdewam dibêjin ‘Hefteya bê’ û ‘hefteya bê’ û em ji vê yekê tênagihin. " Karmednekî alîkariyê got ku ajansên Neteweyên Yekbûyî bi awayekî eşkere rûbirûyê pirsgirêkan dibin ku erêkirina hikûmeta Sûrî ji bo veguhestina kelûpelan werbigirin.

Heman karmendî got: "Wek nimûneyekê", amaje bi rojên destpêkê yên pandemiya Covid-19 kir, "hevkariyên bijîjkî yên ku ji me re soz dabûn salek bi derengî ketin, tê vê wateyê ku dema hatin tenê mehek ji tarîxên qedandina wan re mabû."

Hikûmeta Sûriyê ji mêj ve astengiyan derdixe pêş proseya ku bi navê "alîkariyên xaçerê" tê zanîn, ew alîkariyên ku di xetên pêşîn de ji beşên di bin destê hikûmetê de ji welat derbasî xaka ne di bin kontrola hikûmetê de dibin.

HRW got ku divê Tirkiye garantiyê bide ku ew çavkaniyên avê yên çemê Firatê bi awayekî dadmend bi Sûriye û Iraqê re parve bike, û wêstgeha avê ya Elûk bilez dest bi peydakirina avê ji bo civakên xwedan pêwîst bike. Divê hemû aliyên şer rê bidin karmendên alîkariyê ku rasterast û bêasteng bigihin hemû herêmên Sûriyê bibin.

"Sûrî di sala 2011an de li hemberî hikûmeteke hovane rawestiyan da xebatê ji bo mafên xwe yên sivîl û siyasî bikin," Coogle got, wiha dom kir: "Niha, piştî bêhtirî deh sal, ew niha têdikoşin da pêdiviyên xwe yên herî bingehîn peyda bikin."

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country
Topic