Skip to main content

Sûriye: Malên Sivîlan Di Operasyoneke Ewlekariyê de Hatin Hilweşandin

Divê Hêza bi Pêşeniya Kurdan Alîkariya Malbatên Ziyandîtî Bike û Şertûmercan Vekole

Leşkerên Amerîkî û Hêzên Sûriya Demokratîk saet 14:00 li taxa Xiwêrana Rojhilat li ber barker û erebeyên leşkerî rawestiyane, di 29ê Çileya 2022an de. © 2022 AFP via Getty Images

(Beyrût) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bakurê-rojhilatê Sûriyê herî kêm 140 xaniyên ku 147 malbat dihewandin, hilweşandin an jî ziyan gihandin wan, di Çile û Sibata 2022an de, di dema hewldana girtina zindaniyên reviyayî û çekdarên Dewleta îslamî (DAIS) ên ku êrîşî girtîgeheke li wê derdorê kirin, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îro got. Şahidan got ku HSD boldozer bikar anî ji bo hilweşandina xaiyên li taxên Xiwêrana Rojhilat û el-Zuhûr ên bajarê Hesekê.

Şahidan û komîteyeke lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî gotin ku, hevdemê operasyona leşkerî çekdarên DAIŞê ketin nava xaniyan, û HSDê ji Human Rights Watch re got ku wê ew teqemeniyên ku DAIŞê di dema "operasyonên lêgerînê" de çandibûn, teqandin. Divê HSD kesên ku malên wan bi awayekî neyasayî zerar dîtine yan wêran bûne, qerebû bike, bi rêya dayîna pereyan an rêyên din, divê jî hemû kesên din ên ku ji wêrankirinê zerar dîtine, qerebû bike. Divê HSD zelal bike ka çima gihişte wê encamê ku ti çareyeke din li pêş nîne da ewlehiya xelkê biparêze ji bilî hilweşandina xaniyan. Endamên hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê ya ku alîkariya HSDê kir di ewlekariya girtîgehê de, divê HSDê han bidin guhertinan çêbike, û di vî warî jêre alîkar bin.

"Hêzên Sûriya Demokratîk hîna bi temamî û eşkere negotiye çima pêwîstiya wan bi wêrankirina bi dehan xaniyan hebû ji bo girtina êrîşkerên zindanê û peydakirina ewlehiya deverê," rêveberê krîz û pevçûnan li HRW, Gerry Simpsn, got, û wiha berdewam kir: "Di vê navberê de, divê ew alîkariya malbatên ziyandîtî bikin ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin."

Di 20ê Çileyê de çekdarên DAIŞê êrîşî Girtîgeha el-Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kirin, di encamê de şerekî 10 rojan qewimî ligel Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştgiriya operasyonên esmanî û bejayî yên Amerîkayê û Brîtanyayê wek beşekê ji hevpymaniya navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê ji bo têkbirina DAIŞê. Amerîka bi sed mîlyon dolaran piştgiriya teknîkî û aborî dide HSDê.

Di girtîgehê de nêzî 4 hezar gumanbarên DAIŞ ên nêr an endamên malbatên wan hebûn, di nav wan de 700 kur, ji Sûriyê û nêzîkî 2 dozîneyên welatên din bûn. HSDê di 31ê Çile de ragihand ku wê bi temamî kontrola girtîgehê û taxên derdorê bidest xist, û di encama wî şerî de bêhtirî 500 kesî hat kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di şer de herî kêm 45 hezar niştecî derbider bûn.

Di navbera 21ê Çile û herî kêm 11ê Sibatê de, HSDê û hêzên Asayişê (ewlekariya xwecihî) li çendîn deverên bajêr belav bûbûn ji bo dîtina girtiyên reviyayî û çedkarên DAIŞê yên ku êrîşî girtîgehê kiribûn, di nav de li taxên Xiwêran, el-Muftî, el-Nasira, û el-Zuhûr. Komîteya NY ya Vekolînê derbarê Sûriyê got ku hin çekdarên DAIŞê "xwe li deverên niştecihbûnê girtin", û operasyona ku wek "Çakûça Gel" tê binavkirin, destpê kir, û heta 23 Çileyê, 6 hezar niştecihên Xiwêran û el-Zuhûr ji malên xwe reviyan.

Di navbera 2yê Sibatê û 20ê Hezîranê de, HRWê bi rêya telefonê bi 18 nişteciyên taxa Xiwêranê re hevpeyvîn kirin, û wan got ku di operasyonê de xaniyên wan hatine hilweşandin. Tevî ku dibe hin ziyan ji encama pevçûnên çekdarî yên di navbera hêzên HSDê û gumanbarên DAIŞê de çêbûbin, 3ê nişteciyan got ku wan dîtiye yan jî bihîstiye ku erebeyên (mekîneyên) giran ku li gor gotina wan buldozer bûn xaniyên wan an ên kesên din hilweşandine, û 11 kesên din jî gotin ku dema ew vegeriyan taxa xwe, cîranan ji wan re gotin ku HSDê malûmilkên wan û kesên din bi buldozeran hilweşandine. NY dibêje ku analîza wê ya wêneyên satelîtê yên têkildarî 40 avahiyên ziyandîtî li taxên nêzî girtîgehê eşkere dike ku hin ji wan bi "buldozerên leşkerî" hatine hilweşandin.

Rapirsîeke ku ji aliyê çalakvanên xwecihî ve ku li bajar û gundên derdora wê hatiye pêkanîn, destnîşan kir ku operasyona HSDê bû sedema hilweşandin, an ziyankirina, 140 avahiyan di navbera 21ê Çile û 11ê Sibatê de.

Jinek ji devereke taxa Xiwêrana Rojhilat, di 21ê Çile de ligel malbata xwe ya mezin ku ligel wê dijiyan, ji deverê reviya. Ew di 2yê Sibatê de vegeriya û piştî tiştên ku dîtin wiha vegot: “Xaniyê me û nêzî 10 xaniyên li derdorê, bi erdê êxistin. Tiştek bê ziyan nemaye ... Paşma hê jî li wir in [di nîva Adarê de] û em bêxanî ne.”

Wê got ku cîranan jê re got ku çekdarên DAIŞê di mala wê de bûn û dema ku wan red kir ku derkevin, HSDê buldozer anî û xaniyê wê û hin xaniyên din ên li derdorê hilweşandin.

Human Rights Watch di 28ê Hezîranê de kurteyek derbarê encamên xwe û pirsên girêdayî wê ji HSD re şand. Di bersivekê de roja 21 Tîrmehê, Fermandarê Giştî yê grûpê (HSD), Mezlûm Ebdî, got ku endamên DAIŞê malên niştecihan "wek veşartgeh û depoyên çekan" bikar anîn, sivîl dîl girtin, sivîl kuştin, xwe radest nekirin, piştre mîn û teqemenî danîn li malên ku HSDê "di dema [operasyonên] lêgerînê de ji ber pêwîstiya ewlehî û leşkerî" teqandin.

Ebdî herwiha got ku grûpê (HSD) di operasyonê de tenê çekên sivik û navîn bikar anîne û bi "hûrî û hişyarî ji bo parastina can û milkê sivîlan" tevdigeriya. Fermandar di dawiya axaftina xwe de got ku civaka navdewletî "bi taybetî welatên ku welatiyên wan li bakur û rojhilatê Sûriyê di zindana El-Sînaa de girtî ne, berpirsyariya herî mezin hildigrin li hember her [bûyereke] weke êrîşa li ser girtîgeha El-Sînaa."

HRWê nekarîbû piştrast bike ka çekdarên DAIŞê bombeyên teqemenî li xaniyan danîne yan na û nekariye ti lêpirsînên tawankarî an darizandinên dozgerî yên têkildarî wêrankirina malûmilkan destnîşan bike. HSDê niştecihên ziyandîtî derbarê ti planên qerebûkirin, nûavakirin, an jî planên bicihkirinê yên alternatîv agahdar nekirine.

Di 7ê Cotmehê de, HRWê jî ji Wezaretên Derve û Berevaniyê yên Amerîkayê re bi kurtî encamên xwe nivîsandin û ji wan xwest ku hûragahiyan li ser tevlîbûna hevpeymaniyê di operasyonên leşkerî de ku di encamê de wêranbûn û ziyan gihiştin xaniyên li Hesekê zelal bike. HRWê ti bersiv wernegirt.

Hemê aliyên şerê çekdarî yê navxweyî yê Sûriyê, pêwîst e rêzê li yasaya mirovî ya navdewletî bigrin, ya ku êrîşên li ser cihên sivîl, wek xaniyên sivîlan, qedexe dike. Eger tişteke sivîlan weke avahî ji bo armancên leşkerî were bikaranîn, û bibe armanceke leşkerî, nabe êrîşên ku li ser têne kirin bêserûber û nehevseng bin, ji ber vê yekê jî divê ku ziyana ku bigihe jiyana sivîlan û ya ku bigihe tiştên sivîlan ne zêde be, beramberî avantaja leşkerî ya konkret û rasterasta ku tê pêşbînîkirin. Nabe malûmilk werin wêrankirin û desteserkirin, eger ti sedemên pêwîstiya leşkerî ya mecbûrî nebin.

Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser herwiha berpirsyar in ku rêzê li yasaya mafên mirovan bigrin, di nav de mafê vehewandina guncaw, ku parastina li hember wêrankirin û hilweşandina bizorê ya xaniyan, û erka pêşkêşkirina qerebûkirineke guncaw û sitargehekê ji kesên ku ziyan dîtine re, lixwe digre. HRWê got ku divê HSD vekolînekê bike da ku diyar bike ka wêrankirina xaniyan li gorî yasaya mirovî û pîvanên mafên mirovan lihevhatî ye yan na û qerebûkirina her kesê ku xaniyê wî bi awayekî neyasayî zirar dîtiye yan jî hatiye rûxandin, bike.

Hikûmeta Amerîkayê li gorî beşa 1213an a Yasaya Destûrnameya Parastina Neteweyî ya sala 2020-an destûr û çavkanî dane ku dayînekê ango “wek xêrekê” (“wek xêr” an “ji dilovaniyekê”) weke dirav bide sivîlên ku ji ber operasyonên leşkerî yên Amerîkî an operasyonên hevbeş ên li ser asta cîhanî zirar dîtine. Dibe ku ew dayîn ji aliyê kesekî, rêxistinekê, an hikûmetekê ve bo aliyekî din bê dayîn bêyî hilgirtina ti berpirsiyariyê. Hikûmeta Amerîkî jî hevdemê alîkariya ewlekarî ya ku dide Hêzên Sûriya Demokratîk, dikare ku alîkariya wê bike ku van pereyan bide.

"Divê HSD mexdûrên operasyona ‘Çakûça Gel’ qerebû bike, û divê endamên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê piştgiriyê di vî warî de bidin," Simpson ragihand, û got jî: "Di vê navberê de, pêwîstiya malbatên bêxanî bi alîkariya bilez heye, bi taybetî ligel hatina zivistanê."

 

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011an de, Human Rights Watch û komên din ên mafên mirovan hilweşandina neyasayî ya xaniyan, wêrankirina milkan, û desteserkirina malûmilkên sivîlan, di nav de ji aliyê hêzên ewlekarî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve belge kirine, bêyî ku kesên ziyandîtî bêne qerebûkirin. Bêhtirî sê salan e ku, Rêveberiya Xweser bi awayekî neyasayî bi deh hezaran gumanbarên biyanî yên DAIŞê û endamên malbatên wan di zindan û kampan de girtine, piştî ku ew desteser kirin dema ku HSDê û hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê pêgeha DAIŞ ya dawî li Sûriyê di sala 2019an de têk bir. Rêveberiya Xweser û Hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê gelek caran ji hikûmetan xwestiye ku hemwelatiyên xwe vegerînin welatê wan, lê piraniya wan red kirin ku hemwelatiyên xwe vegerînin an pêşwazî bikin.

Metodologî

Di navbera 2yê Sibatê û 20ê Hezîranê de, HRWê bi telefonê bi 18 kesan re li ser hilweşandina tevahî yan beşekî ji xaniyên wan di dema operasyonên HSDê li Hesekê di navbera 21ê Çile û 2yê Sibatê de hevpeyvîn kirin. HRWê wêne û vîdeoyên ku malên hilweşandî yên sê kesên ku bi wan re hevpeyvîn hatine kirin nîşan didin, di nav wan de du ji sê şahidên ku di dema hilweşandina xaniyên wan de amade bûn, nirxandin. Di nav wan de wêneyên ku di meha Çileyê de li ser medyaya civakî hatine weşandin, wêneyên ku ji hêla Ajansa France-Presse  di 29ê Çile de hatine kişandin, û girteyên vîdyoyî û wêneyên ku di navbera Çile û Nîsana 2022an de hatine kişandin ku şahidan rasterast parve kirine.

HRWê herwiha li vîdyo û wêneyên din ên ku di mehên Çile û Sibatê de li ser medyaya civakî hatin weşandin temaşe kir, ku avahiyên wêrankirî li taxa Xiwêrana Rojhilat nîşan didin, di nav de hevpeyvînên televizyonê bi niştecihên avahiyên wêrankirî re, wêne û vîdyoyên avahiyên wêrankirî yan jî ziyandîtî, û agahiyên din ên ku ji aliyê çalakvanên xwecihî ve hatine pêşkêşkirin, ku lêkolîn li ser ziyan û wêrankirinê pêk anîne.

Wekî din, HRW dîmenên satelîtê yên girtîgeha el-Sînaa û taxên derdora wê ku berî û piştî 20ê Çile hatine tomarkirin, analîz kirin, ku ziyana gihaye nêzîkî 110 avahiyan li Xiwêrana Rojhilat û taxên el-Zuhûr nîşan didin ku bi piranî di navbera 25ê Çileya 2022an û 6ê Sibata 2022an de çêbûye. Wêneyên satelîtê sedema ziyanê eşkere nekiriye.

Ji bo parastina nasnameya şahidan, HRWê ti wêneyên têkildarî malûmilkên destnîşankirî belav nekirine.

Çalakvanên xwecihî yên ku rapirsî pêk anîne gotin ku wan bi nûnerên 84 ji 147 malbatên ku bê xanî mane re li taxên Xiwêrana Rojhilat û el-Zuhûr hevpeyvîn kirine. Di rapirsîyê de hat diyarkirin ku 48 avahiyên pir-qatî ku 49 malbat vedihewandin bi temamî hatine hilweşandin, 26 avahiyên ku 26 malbat vedihewandin ziyanek mezin dîtine, 26 avahiyên ku 31 malbat vedihewandin bi sivikî ziyan dîtine û beşek ji 40 avahiyên ku 41 malbat vedihewandin ziyan dîtine. Rapirsiyê diyar kir ku 131 avahî li Xiwêrana Rojhilat û 9 jî li el-Zuhûr bûn.

Analîza HRWê li ser dîmenên satelîtê nîşan dide ku herî kêm ziyan gihîştiye 100 avahiyan li taxa Xiwêrana Rojhilat û nêzîkî 10 avahiyan li taxa el-Zuhûr ku piştî 20ê Çile çêbûye. Wêneyên satelîtê yên ku di 28ê Çileyê de hatine tomarkirin piştrast dikin ku piraniya ziyanan wê demê li herdu taxan çêbûne. Wêneyên satelîtê yên ku di destpêka 6ê Sibatê de hatine berhevkirin destnîşan dikin ku hin karên hilweşandinê yên din piştî 28ê Çileyê pêk hatine.

Satellite imagery of East Ghweran neighborhood in al-Hasakah city, Northeast Syria, showing intact buildings on December 14, 2021.Satellite imagery of East Ghweran neighborhood in al-Hasakah city, Northeast Syria, showing damaged buildings on January 28, 2022.

Berî: Xiwêrana Rojhilat, 14ê Kanûna 2021an.: © 2022 Planet Labs Inc. Piştî: Xiwêrana Rojhilat, 28ê Çileya 2022an.: © 2022 Maxar Technologies

Wêneyên satelîtê yên taxa Xiwêrana Rojhilat li bajarê Hesekê, li bakurê rojhilatê Sûriyê, ku jin saxlem di 14ê Kanûna 2021an de nîşan didin û ku avahiyên ziyandîtî di 28ê Çileya 2022an de nîşan didin.

HRWê dîmenên satelîtê bi 31 deverên giştî yên ku hatine wêrankirin ku çalakvanên xwecihî di rapirsiya xwe de destnîşan kiribûn, dane ber hev. Wêneyan avahiyên wêrankirî û yên zêde ziyandîtî li hin ji wan deveran destnîşan kirin, di nav wan de avahiyên ku herî zêde zerar li wan bûye, lê nekarîne ziyanên piçûk yên ku gihane hin avahiyan bibînin, di nav de derûyên avahiyan (dîwarê pêş), ku rapirsiyê destnîşan kirine, diyar bikin.

Avahiyên wêrankirin û ziyandîtî li taxa Xiwêrana Rojhilat, bajarê Hesekê, li bakurê rojhilatê Sûriyê, li ser bingeha lêkolîna ku ji aliyê çalakvanên xwecihî ve hatiye kirin û wêneyên satelîtê yên ku ji aliyê Human Rights Watch ve hatine vekolandin.
Avahiyên wêrankirin û ziyandîtî li taxa el-Zuhûr, bajarê Hesekê, li bakurê rojhilatê Sûriyê, li ser bingeha lêkolîna ku ji aliyê çalakvanên xwecihî ve hatiye kirin û wêneyên satelîtê yên ku ji aliyê Human Rights Watch ve hatine vekolandin.

Daxuyaniyên giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di daxuyaniyekê de di 31ê Çile de, Fermandariya Giştî ya HSDê got ku wê "operasyoneke paqijkirin û kontrolkirinê li dijî terorîstên Daiş [DAIŞ] li derdora girtîgehê pêk anî" û di encamê de "hemû girtiyên terorîst dubare … hatin desteserkirin." Lê belê, di heman rojê de, fermandarekî HSDê ji grûpê, Heqî Kobanî, got ku hêz "hîn jî ew li hemû taxên Hesekê li şaneyên DAIŞê digerin, û yên ku dibe ku ji girtîgeha el-Sînaayê birevin û xwe li malên sivîlan veşêrin."

Di 20ê Nîsanê de, berpirsekî Rêveberiya Xweser, ku desteya rêveberiyê ya bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi eşkere got ku yek ji komîteyên wê li wêrankirinê nihêrî û gihişte wê encamê ku 62 avahî bi temamî wêran bûne û ziyan gihaye beşekî ji 58 avahiyan li taxên Xiwêran û el-Zuhûr, bê ku diyar bike ka ziyan ji ber çi bûye. Rayedar da zanîn ku komîteyê rapora xwe pêşkêşî Encûmena Rêveber a Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser kiriye, ku yek ji girîngtirîn desteyên wê yên biryardayînê yên li parêzgeha Hesekê ye. Li gorî nûçeyeke din a medyayê, Rêveberiya Xweser ragihand ku ewê encamên xwe yên li ser wêrankirinê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re parve bike.

Xaniyên Hilweşandî li Hesekê, 21ê Çileyê heta 11ê Sibatê

Di nav 18 kesên ku bi wan re hevpeyvîn hatine kirin, yekî got ku dema ew di hundurê xaniyê xwe de bû, HSDê buldozerek ji bo hilweşandina beşek ji xaniyê wî bikar anî. Yekî din got ku wî dît ku hêz buldozerekê bikar tînin ji bo xaniyê kesên din hilweşîne, kesekî sêyem jî got ku wî dît ku wê hêzê li kêleka buldozerekê gule li bergumanên DAIŞê yên li tenişta avahiyekê de bûn dibarandin û piştre bihîst ku, bi baweriya wî bulldozer, xaniyan dihilweşîne.

Yazdeh kesên ku di 21ê Çileyê de ji deverê derketin ji bo ku ji şerê li taxa xwe birevin, gotin ku dema ew vegeriyan û xaniyê xwe hilweşandî dîtin, cîranan ji wan re got ku HSDê malûmilkên wan û xelkên din bi buldozeran hilweşandin. Çar kesên din ne dizanîn û ne jî ji kesên din bihîstin ka çawa xaniyên wan hatine hilweşandin. Her 18 kesan got ku rayedaran ti têkilî bi wan re nekirine da bibêjin ka ew dê ji ber hilweşandin an ziyana ku gihiştiye xaniyên wan çawa wan qerebû bikin.

Zilamekî wesif kir bê çawa hêzên HSDê beşek ji mala wî li taxa Xiwêrana Rojhilat bi buldozerekê hilweşand, dema ku ew hîn di hundur de bû di saet 17:00 de ji roja 22ê Çileyê:

        Ez di mala xwe de bi tenê bûm. Min dengê teqe û teqînekê li derdorê bihîst. Piştre her tişt pir   zû qewimî. Dîwarê odeyekê bi buldozerê anîn xwarê. Odeyê dest bi lerizînê kir, û dîwar hilweşiya. Ez derketim derve û min nêzî 50 leşkerên HSDê bi 3-4 erebeyên zirxî û buldozereke mezin a zer dîtin. Ji min re gotin destên xwe bilind bike û gotin DAIŞ di mala min de ye. Min ji wan re got ku ez xwediyê xanî me û ew dikarin biçin hundur û kontrol bikin. Ew ketin hundur, her tişt kontrol kirin û dîtin ku kes li wir tune bû.

       Roja din HSDê ji min û cîranên min xwest ku em ji deverê derkevin û min jî ew yek kir. Piştî vê yekê xeber giha min ku xaniyê min hatiye hilweşandin. Nêzîkî hefteyekê şûnde ez vegeriyam. Xaniyê min hat hilweşandin, ligel neh xaniyên din jî.

Çalakvanên xwecihî cihê tam yê avahiya hilweşandî pêşkêş kir, ligel du vîdyo û du wêneyên ku wan got ku wan di 4ê Nîsanê de kişandine û kavilên mala wî zilamî nîşan didin. Wêneyeke ku di 26ê Çileyê de li ser Facebookê hatiye weşandin jî xaniyê hilweşandî nîşan dide. Mêrik got ku ew nizane ka xaniyê wî çawa hatiye hilweşandin, piştî hilweşîna beşekî ya destpêkê ya bi buldozerê ku wî bi çavê xwe dît.

HRWê bi awayekî serbixwe cihê xanî û ziyana ku dîtiye piştrast kir bi rêya berhevdayîna kolanan û avahiyan, û asta wêranbûna ku di wêne û vîdyoyan de xuya dike bi wêneyên satelîtê yên di 28ê Çileyê de hatine kişandin re. Wêneyên satelîtê herwiha herî kêm heft avahiyên din ên bi tevahî hilweşandî yên li derdorê nîşan didin. Wêneyên satelîtê yên bi kalîtiya kêm ên heman cihî ku serê sibê di 21ê Çileyê de hatine kişandin nîşan dide ku xanî saxlem bûne, lê dîmenên satelîtê yên di 25ê çile de hatine kişandin nîşan didin ku xaniyên wêrankirî ne.

HRWê herwiha vîdyoyek bidest xist ku têde derdikeve ku erebeyeke mezin paşmayan di nav devereke niştecihbûnê de vediguhêze û otombîleke leşkerî ya bi rengê xakî, ku ji cûreyê Oshkosh M-ATV ye, li nêzîkê wê rawestiyaye, ku ew jî yek ji erebeyên zirxpoş e yên ku hêzên hevpeymaniyê û hêzên HSDê li bakurê rojhilatê Sûriyê bikar tînin.

Heman zilamî got ku ew vîdyo di 2ê Sibatê de ji hêla yek ji cîranên wî ve hatiye kişandin. HRWê şeklê avahî û kolanên ku di vîdyoyê de xuya dibin bi dîmenên satelîtê re dan ber hev da ku cihê erebeya paşmayan vediguhêze, ku bi qasî 30 metreyan li bakurê mala hatiye hilweşandin e, diyar bike.

HRW bi telefonê bi du kesên din re li Sûriyê axivî û gotin ku wan dît ku Hêzên Sûriya Demokratîk   bi buldozeran xaniyê çend kesên din dihilweşîne.

Zilamekî din ku li taxa Xiwêrana Rojhilat bi malbata xwe re dijiya, derbarê tişta ku cîranan jêre got dema ku ew ji deverê reviyabû û tişta ku wî dît ku hêz bi malên din ên derdorê re kir piştî ku vegeriya, wiha wesif kir:

     Roja piştî bûyera girtîgehê, HSDê ferman da malbata min ku xanî bicih bihêlin û em çûne cihekî ewletir. Piraniya kesên ku devera me vala kirin piştî 10 heta 15 rojan vegeriyan, lê tirseke min hebû ku mala me were talankirin, ji ber vê yekê ez hefteyekê şûnde vegeriyam [derdora 28ê Çileyê]. Tevahiya deverê hatibû dorpêçkirin, lê HSDê rê da ku ez derbasî deverê bibim. Dema ez gihiştim mala xwe, min dît ku bi temamî hatiye hilweşandin. Min dît jî ku sê xaniyên cîranên min hatine hilweşandin û pênc xaniyên din jî yên nêzîk, nîva wan an jî sê-çarik ji wan wêran bûye. Ew karesat bû û mejiyê min jihev ket.

     Li kêleka xaniyê min ê wêrankirî, şopa tekerên buldozerê li ser erdê diyar bû. Cîranên min ji min re gotin ku wan dît ku HSDê bi buldozerê mala min hilweşand. Gotin jî dema ku min mal bicih hiştibû, xelkê agahdarî dabû HSDê  ku endamên DAIŞê ketin nava xaniyê min, piştre HSDê hat daku danûstandinan bi wan re bike derbarê radestkirina wan. Eger ew xwe radest nekin, dê HSDê guleyan berde wan û piştre bi buldozerê xanî hilweşîne.

     Dema ez vegeriyam, ez li mala kurê xwe rûniştim, ku ti ziyan nedîtibû. Min bihîst ku endamên DAIŞê hîn li du taxên li kêleka me ne. Roja duyemîn piştî ku ez vegeriyam, li nêzî mizgefta el-Axawat dora saet 10ê sibehê pevçûn derketin û ez çûm da bibînim çi diqewime. HSDê rê girtibû, lê gelek kesan ji me dît ku HSDê buldozerek anî û xaniyekî du-qatî ku dermanxaneyek li qata jêrîn bû tevî xaniyekî din li kêleka wî hilweşandin.

     Roja paşê dora saet 1ê nîvro pevçûnên din li hawîrdor çêbûn. Ez çûm da bibînim çi diqewime. Gelek leşkerên HSDê hebûn û rê girtibûn. Nêzîkî saetekê gule berdidan hin xaniyan û piştre jî buldozereke mezin a zer ji cureya Caterpillar anîn û 2-3 xanî hilweşandin.

Çalakvanên xwecihî yên ku rapirsî pêk anîne, cihê tekez yê avahiya wî zilamî, li başûrê taxa Xiwêrana Rojhilat, diyar kirin. HRWê li ser dîmenên satelîtê yên 28ê Çileyê dît ku wê avahiyê û herî kêm du avahiyên din ên li kêleka wê ziyan dîtine.

Jineke ku li taxa Xiwêrana Rojhilat dijî got ku wê di 29ê Çileyê de dît ku hêzên HSDê li kêleka buldozerekê bûn û paşê bihîst, ku bi baweriya wê dengê buldozerekê bû, ku avahiyan dihilweşînin:

     Saet 08:30 bû, ez li malê bûm, cîranên min ji min re gotin ku çar kesên xerîb ketin yek ji xaniyên li taxa me û wan têkilî bi HSDê re kiriye da agahdariyê li ser wan xerîban bigihînin. Gelek [xanî] vala bûn ji ber ku malbat ji ber şerê di navbera HSDê û gumanbarên DAIŞê de ji taxê derketibûn.

     Di saet 9ê sibehê de min dest bi bihîstina dengê teqeyên kurt ên gulebaranê kir ku pênc saetan berdewam kir. Saet 2ê nîvro gulebaran zêde bû, û ez ji mala xwe derketim da bibînim çi diqewime. Ez bi qasî pênc deqeyan bi rê ve çûm da ez xwe bigihînim qada ku deng jê dihat, li kêleka avahiya me. Min buldozereke sor û çar erebeyên leşkerî dîtin. Du [ji erebeyên leşkerî] yên HSDê bûn û du jî yên hevpeymaniyê [ya navdewletî ya li dijî DAIŞê] bûn. Ne leşker di nav erebeyan de hebûn û ne jî al li ser wan hebûn, lê ez dizanim ku ew ên hevpeymaniyê bûn ji ber ku erebeyên wan ji erebeyên HSDê mezintir in. Herwiha nêzî 15 leşkerên HSDê cilûbergên xwe yên reş li xwe kiribûn.

     Buldozer ne diliviya. Di kolanê de parkkirî bû û ti avahiyên li kolanê yên li derdorê ziyan nedîtibûn. HSDê bi mîkrofonan ji endamên DAIŞê yên li avahiyekê xwest ku xwe radest bikin, lê wan bersiv neda.

     Dema leşkeran ez dîtim, ji min xwestin ku ez biçim malê, ji ber vê yekê ez 50 metreyan dûr ketim û bi qasî saetekê li wir mam û min temaşe dikir. Leşkeran mala ku digotin DAIŞ lê veşartiye gulebaran kir. Kesî bersiva wê gulebarandinê neda. Paşê ez çûm malê. Hema piştî ku ez gihiştim malê, min dengekî pir bilind bihîst ku bi qasî 30 çirkeyan dom kir. Di baweriya min de ew deng mîna ku buldozerek xaniyekî dihilweşîne. Em wî dengî nas dikin, ji ber ku dema mirov dixwazin xaniyê xwe ji nû ve ava bike, bi buldozerê xaniyê kevin xera dikin.

     Ez li mala xwe mam û wê rojê careke din derneketim. Roja paşê ez ji malê derketim û min berê xwe da heman deverê. Dema ku ez gihiştim wir, min dît ku du xanî bi tevahî hatine hilweşandin, yek ji wan dikanek telefonan bû û ya din jî dermanxaneyek bû. Wan beşek ji du xaniyên din ên cîran jî hilweşandibû, dibe ku ji sedî 60 ji her xaniyekî ziyan dîtibe.

Wê jinê wêneyên sê avahiyên hatin hilewşandin pêşkêş kirin, û got ku wê di 30ê Çileyê de kişandibûn, ku bi wesifdana ku wê vegotî re hevaheng bûn. Çalakvanên xwecihî cihê avahiyên ziyan dîtine, li bakurê taxa Xiwêrana Rojhilat diyar kir.

HRWê bi awayekî serbixwe cihê hersê avahiyên ku hatin hilweşandin, li nêzîk Mizgefta Fatima el-Zehra piştrast kir, ku şeklê avahî û nîşanên di wêneyan de bi wêneyên satelîtê re yek bûn. Wêneyên ku di 28ê Çileyê de hatine kişandin ti nîşaneke ziyanê têde derneketine, lê wêneyeke ku di 1ê Sibatê de hatiye berhevkirin komeke avahiyên ku pir ziyan dîtine nîşan dide.

HRWê çar wêneyên ku ji aliyê ajansa France-Presse ve di 29ê Çile de hatine kişandin, di nav de du wêneyên leşkeran, analîze kirin, ku di wan de hejmareke erebeyên ku li nêzîkî hersê malan parkkirî bûn nîşan didin.

Bi berhevkirina avahî û stûnên elektrîkê di herdu komên wêneyan de, HRWê destnîşan kir ku ew li heman cihî hatine kişandin.

Wêneyên ajansa France-Presse çar erebeyan nîşan didin, di nav de barhilgireke sor, ku ji bo veguheztina madeyên weke ax an paşmayan bo erebeyeke din da ji wan xilas bibe, û erebeyeke leşkerî ya reş, û bi kêmî ve du erebeyên leşkerî yên bi rengê xakî. Li gorî wênegir, hêzên ku cilên xakî li xwe kirine leşkerên Amerîkî ye, û hêzên ku cilên leskerî yên reş û tarî li xwe kirin ji Hêzên Sûriya Demokratîk in. Erebeyên bi rengê xakî jî Oshkosh M-ATV ne. Wêneyên ajansa France-Presse yên ku seat 2yê piştî nîvroya roja 29ê Çile hatine kişandin nîşan didin ku xanî hîn saxlem in, lê nayê zanîn ku ew di kîjan saetê de hatine kişandin.

Zilamekî ku ji mala xwe reviyabû û ji cîranan bihîst bê çi qewimî, got ku ew bi birayê xwe re li bakurê Girtîgeha El-Sînaa li taxa Xiwêrana Rojhilat dijiya. Mala wan nêzîkî mala wî zilamî ye ku ji HRWê re got ku ew di hundurê malê de bû dema ku HSDê bi buldozerê xaniyê wî hilweşand. Wî wiha got:

     Roja Înê [21ê Çileyê] HSDê ferman da ku divê em ji deverê derkevin, lewma min malbata xwe bir cem xizmên xwe. Piştî du rojan, min ji kesekî ku hîn li taxa min bû bihîst ku HSDê beşek ji xaniyê min hilweşandiye, ji ber ku wan guman dikir ku du endamên DAIŞê di hundir de bûn. Roja paşê cîranekî min telefon kir û got ku HSDê bi buldozerê 13 xanî li taxa me hilweşandin û xaniyê min jî di nav de. HSDê di 31ê Çile de destûr da ku em vegerin taxa xwe. Wê rojê ez vegeriyam û min dît ku xaniyê min hatiye hilweşandin û min gelek xaniyên din ên hilweşiyayî li devera xwe dîtin.

Wî zilamî çar wêneyên xaniyê xwe yê hilweşiyayî û malûmilkên wêrankirî yên li kêleka wî pêşkêş kirin, û got ku wî di 3yê Sibatê de kişandine. Wêne şopa tekerên mezin û kûr li ser erdê nîşan didin ku ew jî hebûna erebeyeke giran piştrast dike.

Çalakvanên xwecihî jî cihê avahiyê destnîşan kirin. HRWê di dîmenên satelîtê yên 28ê Çileyê de destnîşankir ku avahiyeke li wê deverê hilweşiyayî ye. Wêne û dîmenên satelîtê çend nîşanên ku li hev dikin didin xuyakirin, di nav de nexşe û şeklê avahiyan û cihê du daran. Alî û bilindahiya tîrêjên tavê li ser avahiyekê, bi heman dema rojê re diguncin ku wêne têde hatine kişandin, li gorî metadatayên wêneyê.

Lê belê ji ber kalîteya wêneyên satelîtê û rewşa avahiyên li herêmê ku bi tevahî an jî beşek ji wan hatine hilweşandin, HRWê nekarî bi awayekî serbixwe bi tekez piştrast bike ku cihê avahiyan di wêneyan de bi cihê taybetî re yê ku çalakvanên xwecihî ve dane, li hev dikin.

Peywerên Yasayî

Li gorî yasaya mirovî ya navdewletî, aliyên aloziyeke çekdarî ya navxweyî wek ya li Sûriyê, dikarin tenê êrîşan li dijî armancên leşkerî bikin, an jî tiştên ku "ji hêla cewher, cih, armanc an bikaranîna xwe ve  beşdariyeke bibandor di çalakiya leşkerî de dikin û herwiha tiştên ku wêrankirina wan bi tevahî an jî beşek ji wan, an jî girtin an bêbandorkirina wan, di şertûmercên wê demê de, avantajeke leşkerî ya tekez dide.”

Hilweşandina biqesd an jî bimebest a tiştên sivîl, ku xaniyên taybet jî di nav de, neyasayî ye. Hilweşandina tiştên sivîlan ji bo sizadana xelkê hertim qedexe ye. Armanceke sivîl dibe cihê êrîşkirinê dema ku tevkariyeke bibandor di çalakiya leşkerî de bike. Ji nimûneyan dema ku hêzên dijber li milkê sivîlan bicih dibin an jî tê çaverêkirin ku hêzên dijber di demeke nêzîk de li milkê sivîlan bicîh bibin daku êrîşekê pêk bînin. Di rewşa gumanbariyê de, qebûlkirine destpêkî heye ku tiştên ku gelemperî ji bo mebestên sivîl têne terxandin, mîna xanî, dibistan, û cihên îbadetê ne armancên êrîşan ne.

Her êrîşek, her çend li ser armanceke leşkerî jî be, nabe bêcudahî û bêserûber be. Êrîşa bêhevseng ew e ku têde ziyanên li ser jiyan û milkên sivîlan zêdetirî avantajên leşkerî yên konkrêt û rasterast yên ku tên pêşbînîkirin. Hilweşandin an desteserkirina malûmilkan ji bilî sedemên pêwîstiya leşkerî ya mecbûrî nayê qebûlkirin. Wêrankirina malêmilkên sivîlan biqesd an jî bimebest dibe ku bigihêje asta tawanên şer û divê berpirsyar bên darizandin.

Li gorî yasaya mafên mirovan, mafê niştecîbûna guncaw, ku beşek ji mafê standardeke guncaw a jiyanê ye, parastina li dijî derxistina bi neçarî û wêrankirin û hilweşandina bi zorê ya xaniyê kesekî, lixwe digre. Kesên têkildar xwedî maf in ku ji bo her malûmilkê ku ziyan dîtî, qerebûkirineke guncaw bistînin, weke beşekê ji çareseriyeke konkrêt  li hember binpêkirina mafên wan. Kesên ku di encama derbiderî an hilweşandina xaniyên wan de bêxanî mane, mafê wan ê bidestxistina sitargehekê heye.

Pêşniyar

Hêzên Sûriya Demokratîk divê hemû gavên pêwîst bavêje ji bo bidawîanîna hilweşandin û ziyankirina xanî û malûmilkên sivîlan ji aliyê hêzên xwe ve di dema nebûna girîngiyeke leşkerî ya mecbûrî de. Divê ew vekolîneke zelal li ser hilweşandin û ziyankirina xaniyên li Hesekê di operasyona leşkerî ya Çile û Sibatê de bide destpêkirin, kesên ku malên wan bi awayekî neyasayî zerar dîtine, bi awayekî dadperwerane qerebû bikin, û hizira wê yekê bike ku pereyan dayîna Amerîkî ango "wek xêr" bide kesên ziyandîtî û yan xaniyan ji wan re peyda bike. Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li ser wêraniyê lêkolînan bike û pêşniyaran bide HSDê ji bo bersivdayînê, li gorî yasayên navdewletî.

Hevpeymaniya navdewletî ya têkbirina DAIŞê, di nav de Amerîka û Brîtanya, yên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya HSDê bicih bûne, divê HSD han bide ku qerebûkirinek dadperwer, di nav de peydakirina xaniyan, bide ziyandîtiyên wêrankirina xaniyan li Hesekê, di dema operasyonên çile û Sibatê de. Divê ew li ser peydakirina piştgirîya darayî ji HSDê re hizir bikin, da di warê dayîna pereyan de hevakr bin. Her wiha divê guvaşê li HSD’ê bikin ku lêkolînek zelal û bêalî li ser wêrankirinê veke.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country