Skip to main content
Çekdarekî Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê, ku Tirkiye piştgiriya wê dike, beşdarî merasîmeke leşkerî li gundewarê parêzgeha Helebê dibe di 9ê Hezîrana 2022an de, di çarçoveya amadekariyên wê hêzê de ji bo çalakiyên leşkerî li ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de. © 2022 Anas Alkharboutli/picture-alliance/dpa/AP Images

Ji Gulana 2022an ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefa êrîşek leşkerî li ser bakurê rojhilatê Sûriyê dixwe, ku dê bajarokên Tel Rifaat û Minbicê yên parêzgeha Helebê bike armanc. Her du bajarok, li rojavayê çemê Firatê, di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne, ku komeke çekdar a bi pêşengiya Kurdan e û Amerîka piştgiriya wê dike. Ew kom bi awayekî leşkerî piraniya bakurê rojhilatê Sûriyê, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye ragihandin, kontrol dike. Ev êrîşa plankirî ya Tirkiyê dê ya çaremîn be ji sala 2016an ve li ser bakurê Sûriyê.

Herî dawî Tirkiyê di Cotmeha 2019an de, ligel Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, ku hevpeymaniyeke komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ye, operasyoneke leşkerî li ser herêmê pêk anîbû. Ji wê demê ve, Tirkiyê beşek ji sînorê ku berê di destê Rêveberiya Xweser de bû, di navbera bajarê Ras El-Eyn (bi Kurdî Serê Kaniyê) û navçeyên derdorê li parêzgeha Hesekê û bajarokên Til Ebyadê (bi kurdî Girê Spî) û Eyn Îsa li parêzgeha Reqayê, dagîr kirine.

Belgeya pirs û bersivan a li jêr, balê dikişîne ser erkên li ser Tirkiyê yên girdêyî yasa şer, eger ew dest bi êrîşeke nû li bakurê rojhilatê Sûriyê bike, metirsiyên têkildarî penaber û derbiderên navxweyî û bandora li ser Sûrî û biyaniyên ku li herêmê hatine girtin ji ber gumana têkeliya wan bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) re. Ew her weha pêşiniyên mafên mirovan ên ku divê hêzên bi pêşengiya Kurd û aliyên din ên şer di dema her êrîşek nêzîk de bipejirînin, dihewîne.

 

1. Çima Tirkiye gefa operasyoneke leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê dixwe?

2. Rewşa mirovî ya niha li bakurê Sûriyê çawa ye?

3. Encamên êrîşên berê yên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê çi bûn?

4. Di dema her operasyoneke leşkerî de li Sûriyê, erkên Tirkiyê li gor yasay navdewletî ya mirovî û mafên mirovan çi ne?

5. Li gorî yasaya navdewletî erkên Tirkiyê yên li hemberî sivîlên ku dixwazin ji operasyonê wê yên leşkerî birevin çi ne?

6. Erkên Tirkiyê li gorî yasay navdewletî li hember sivîlên herêmên ku di encama operasyona xwe ya leşkerî de dagir kirine çi ne?

7. Qeydên girêdayî mafên mirovan yên desthilatdarên Kurd û komên din ên çekdar ên li ser erdê li bakurê rojhilatê Sûriyê çi ne?

8. Kîjan komên çekdar ên din li bakurê rojhilatê Sûriyê yan derdora wê kar dikin?

9. Bersiva niha ya Tirkiyê li hember kirîza penaberên Sûriyê çi ye?

10. "Herêmên ewle" û "navçeya ewle" çi ne?

11. Ma gelo "herêmên ewle" ewle bûne?

12. Dagirkeriya Tirkiyê bo bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo mêr, jin û zarokên ku bi awayekî neyasayî li bakurê rojhilatê Sûriyê wek bergumanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtî ne, wê çi wateyê bide?

 

   1. Çima Tirkiye gefa operasyoneke leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê dixwe?

Demeke dirêj e ku Erdogan armanca xwe ya avakirina "herêma ewle" ya bi kûrahiya 32 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê wek bersivdayîna gefên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) ku pêkhateyên herî mezin ên HSDê ne, eşkere kiriye. Hikûmeta Tirkiyê YPG û YPJê wek grûpên terorîstî yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya çekdar dibîne, ku Tirkiye ji dehan sal ve li ser axa xwe di nav şer û pevçûnan de ye ligel wê. Êrîşên leşkerî yên berê yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê, ku di heman demê de bi armanca paşdexistina hêzên ser bi Kurdan ve bû, tije binpêkirina mafên mirovan e.

Armanca duyemîn a diyarkirî jî ew e ku milyonek penaberên Sûriyê bi zorê ji Tirkiyê bên derxistin û li herêmê bên bicihkirin. Tirkiye zêdetir ji 3.6 milyon penaberên Sûriyê dihewîne, ku parastineke demkî wergirtine. Nêzîkî 500.000 ji wan li Stenbolê ne. Li Tirkiyê ji hemû welatên din zêdetir penaber hene û biqasî çar qat ji tevahiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bêhtir penaber lê hene. Lê belê, Tirkiye bi erkê nevegerandina bi darê zorê ranebûye, ya ku vegerandina her kesî bo welatekî ku têde tirsa binpêkirinên cidî yên mafên mirovan hene, qedexe dike.

Di nava çend mehên bihurî de, êrîşên balafirên bêfirokevan ên Tirkiyê û topbarana hêzên Sûriyê yên bi piştevaniya Tirkiyê li ser bajar û bajarokên bakurê rojhilatê Sûriyê yên ku di destê hêzên Kurdên Sûriyê de ne, zêde bûne, û di encamê de kesên sivîl ku di nav wan de zarok hene, hatine kuştin û birîndar bûn, ew jî li gorî Navenda Ragihandinê ya Rojava - ku rêxistineke medyayî û lêkolînê ya xwebexş e li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Di 11ê Tebaxê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan di sê operasyonên cuda de wek bersivekê di roja 8ê Tebaxê de hin leşkerên Tirkiyê kuştine.

Amerîka, Rûsiya û Îranê bi eşkere hişiyarî dan hember her êrîşeke din ji aliyê Tirkiyê ve li ser bakurê rojhilatê Sûriyê.

 

   2. Rewşa mirovî ya niha li bakurê Sûriyê çawa ye?

Pevçûnên deh salan jêrxana Sûriyê û xizmetguzariyên civakî wêran kirin, û di encamê de pêwîstiyên mirovahî yên mezin peyda kirin. Ji destpêka sala 2021ê ve pêwîstiya bêhtir ji 13 milyon Sûrî bi alîkariya mirovî çêbûye. Bi milyonan kes li bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê, ku gelek ji wan derbiderên navxweyî ne, xwe dispêrin herikîna xwarin û dermanên ku bi rêya sînor tên derbaskirin û alîkariyên din ên ku jiyanê diparêzin.

Di sala 2020an de, Rûsyayê mafê xwe yê Vetoyê bikar anî da ku Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî neçar bike ku sê ji çar deriyên sînorî yên destûrkirî yên li bakurê Sûriyê bigire, di encamê de alîkariyên Neteweyên Yekbûyî yên bi rêyên sînorî bo bakurê rojhilat tên derbaskirin bi tevahî qut kir û proseya belavkirina alîkariyê li bakurê rojava jî dijwartir kir. Niha, hemû bakurê Sûriyê bi tenê xwe dispêre dergehê sînorî yê mayî ji aliyê Tirkiyê ve bo bakurê rojavayê Sûriyê, ji bo gihandina hemû alîkariyên mirovî û pizîşkî yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bo sivîlan tên pêşkêşkirin. Di 12ê Tîrmeha 2022an de, piştî ku Rûsyayê dirêjkirina 12-mehî ya gihandina alîkariyên pêwîst bo parastina jiyanê bi rêya dergehê mayî re Veto kir, Encûmena Ewlekariyê vekirina dergeh tenê bo şeş mehan dirêj kir, dengdanek din jî ji bo nîvê zivistanê hat destnîşankirin, vê yekê hişt ku ajansên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî têkevin hewildanên xwe amadekirinê de.

Li gorî rapora 20ê Hezîranê ya Ofîsa Hevrêziya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, tenê li bakurê rojavayê Sûriyê, bêewlehiya xwarinê gihîştiye asta herî bilind. Bihayên xwarinê êdî zêde bilind dibin, karûbarên bingehîn bi dijwarî sînordar dimînin, û 2.8 mîlyon derbiderên navxweyî jî hene. Ji 1.7 mîlyon mirovên ku li kampan an cihên nefermî dijîn, 800,000 di konan de dijîn, ku gelek ji wan kevin û qerebalix û ji keş û hewaya dijwar re neguncan in.

Ligel ku hêj berferehiya operasyona leşkerî ya pêşbînîkirî ya Tirkiyê nayê zanîn, her êrîşek mezin dibe ku bi hezaran kesên din koçber bike, û bersivdayîna alîkariyên mirovî, ya ku gihiştiye sînorê xwe yê dawî, dijwartir bike.

 

   3. Encamên êrîşên berê yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê çi bûn?

Êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê tije binpêkirinên mafên mirovan bûn, û li herêmên ku îro di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, Tirkiyê û grûpên xwecihî yên Sûriyê mafên sivîlan binpê dikin û azadiya wan sînordar dikin bêyî ku ti lêpirîsn bê kirin.

Hevdem û yekser piştî dagirkirina Cotmeha 2019an, Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, ku grûpeke çekdar a nehikûmî ye û ji aliyê Tirkiyê ve piştgiriyê li bakurê rojhilatê Sûrîye distîne, bêserûber avahiyên sîvîl topbaran kirin û bi awayekî sîstematîk milkên taybet ên di destê gelê Kurd yê herêmê de talan kirin, bi sedan kes girtin, û di cî de şervanên Kurd, çalakvanên siyasî û hêzên hawarçûnê li deverên ku ew li bakurê rojhilatê Sûriyê dagîr dikin, kuştin.

Di Çileya Pêşîn a 2019an de, rayedarên Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê herî kêm 63 hemwelatiyên Sûriyê ji bakurê rojhilatê Sûriyê girtin û bi awayekî neyasayî ew veguheztin Tirkiyê da ku bi tohmeta tawanên giran ên ku sizaya wa digihe zindan heta hetayê, werin dadgehkirin. Li gor ku hatiye ragihandin, piraniya wan hîn li Tirkiyeyê girtî ne û li benda encamên dadgehkirinên wan ên berdewam in. Artêşa Niştimanî ya Sûriyê her weha bi awayekî eşkere rê li malbatên Kurd ên ku ji ber operasyonên artêşa Tirk koçber bûne digire û nahêle ew vegerin malên xwe.

Li gorî Komîteya Lêkolîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi Sûriyê ve, hêzên bi piştgirîya Tirkiyê li herêmên di bin kontrola wan de tundiya cinsî/seksî jî li dijî jin û mêran pêk anîne, di nav de herî kêm 30 bûyerên destdirêjiya seksî. Di sala 2021ê de, rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadperweriyê, ew jî rêxistineke nehikûmî ya Sûrî ye û bingeha wê li Ewropayê ye, ragihand ku komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê zarokan tecnîd/leşker dikin, û herî kêm 20 rewşên wiha belge kirin.

Tirkiye û grûpên ku ew piştgiriya wan dike jî nekarîn avê ji herêmên di bin destê Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê misoger bikin. Nêzîkî 460,000 kes li van deveran girêdayî ava wêstgeha  Elûk a li nêzî bajarê Serê Kaniyê ne. Piştî ku di Cotmeha 2019an de ji aliyê Tirkiyê û hêzên bi piştgiriya wê ve hatiye dagirkirin, ava wêstgehê gelek caran hatibû qutkirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di êrîşa artêşa Tirkiyê ya sala 2018an a li ser Efrînê de bi dehan sivîl hatine kuştin û bi dehê hezaran jî koçber bûn. Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) lêkolîn li ser sê êrîşên li bakurê rojavayê Sûriyê di wê demê de kir, ku di encamê de 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, vê yekê ew pirs derxist holê ku gelo hêzên çekdar ên Tirkiyê hemû pêngavên pêwîst girtine ber ji bo kêmkirina ziyanên li ser sivîlan. Grûpên çekdar ên nehikûmî yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike jî dest danîne ser malên sivîlên Kurd ên Efrînê û milkên wan wêran û talankirin bêyî ku xwediyên wan qerebû bikin, û çekdar û malbatên wan li malên niştecihên Kurd bi cih kirin. Çalakvanên xwecihî wê demê herî kêm 86 bûyerên destdirêjiyê ragihandin yên ku digihin asta girtinên neyasayî, îşkencekirin û windakirinê ji aliyê wan grûpan ve.

 

   4. Di dema her operasyoneke leşkerî de li ser Sûriyê, erkên Tirkiyê li gor yasay navdewletî ya mirovî û mafên mirovan çi ne?

Li gorî yasaya navdewletî, divê hêzên çekdar ên Tirkiyê hemû tedbîran û pêngavan bigirin ber da ku di dema operasyonên leşkerî de jidestdana jiyana sivîlan, birîndarbûna sivîlan û ziyayên ku digihêjin cihên sivîl tune bin, û di her rewşê de kêm bikin. Ev tê wê wateyê ku divê ew bi cidî pabendî pîvan û rêbazên navdewletî bibin ên derbarê rêbaz û taktîkên leşkerî de ji bo ti ziyan negihêje sivîlan, û divê bi awayekî cidî û zelal êrîşên asmanî û ziyanên ku digihin dijmin û sivîlan ragihînin.

Yasayên şer bi tundî êrîşên ku sivîlan an avahiyên sivîl dikin armanc qedexe dike, heya ku ew ji bo armancên leşkerî neyên bikaranîn, û êrîşên bêserûber ên ku cudahiyê naxin navbera armancên leşkerî û sivîl jî qedexe dike. Her weha divê êrîş bi rêje û guncaw bin, ew jî tê vê wateyê ku li gor avantaja leşkerî ya konkrêt a pêşbînîkirî, divê her ziyana pêşbînîkirî di nava sivîlan de an jî her ziyanek li avahiyên sivîlan ne zêde be.

Divê Tirkiye bi awayekî bilez, bêalî û bi hûrgilî li ser ziyanên ku digihêjin sivîlan ji encama operasyonên wê, vekolîne. Divê ew kesên berpirs di ber kuştina sivîlan de ji ber binpêkirinên yasaya mirovî ya navdewletî destnîşan bike û wan darizîne, di nav de bi rêya dadgehkirinên tawankarî di dema tawanên şer de. Divê Tirkiye ji bo mirin û birîndarên sivîl ên bi neheqî qerebûyê bide û ji bo zirara sivîlan "serxweşî" an jî berdêl bide.

 

   5. Li gorî yasaya navdewletî, erkên Tirkiyê yên li hemberî sivîlên ku dixwazin ji operasyonê wê yên leşkerî birevin çi ne?

Yasayên şer daxwaz ji hemû aliyên şer dikin ku hemû pêngavên li berdest biavêjin ji bo derxistina sivîlan ji herêmên ku şer lê diqewime an cihê ku şervan lê bicih bûne, her weha rê li ber derxistina kesên ku dixwazin derkevin, negirin an asteng nekin.

Ji Tirkiyê û hemû aliyên şer tê xwestin ku rê bidin sivîlan da ji şerên berdewam birevin û alîkariyê werbigirin. Divê aliyên pevçûnê wê yekê piştrast bikin ku sivîlên reviyane ewle binmînin û alîkariyên mirovî bigihêjin wan, û her dem ewlehî û ewlehiya karmendên alîkariyên mirovî misoger bikin.

Di dema êrîşa Tirkiyê ya sala 2018an de bo ser Efrînê, grûpên çekdar ên girêdayî HSDê rê nedan sivîlan ku birevin û ew neçar kirin ku li deverên ku şer lê diqewime, bimînin, di heman demê de hikûmeta Sûriyê rê li ber sivîlên ku ji ber operasyonên leşkerî yên bi serkêşiya Tirkiyê girt, û nehişt ku ew sivîl derbasî nav herêmên di bin kontrola hikûmetê de bibin.

 

 

   6. Erkên Tirkiyê li gorî yasay navdewletî li hember sivîlên herêmên ku di encama operasyona wê ya leşkerî de dagir kirine çi ne?

Weke hêzeke dagirker û/an jî wek piştgirê her aliyekî xwecihî ku li herêmên di bin kontrola wê de tevdigerin, divê rayedarên Tirkiyê piştrast bin ku karbidestên wê û yên di bin fermana wê de bi awayekî neyasayî kesî negirin û ne jî destdirêjiyê li wan bikin.

Divê Tirkiye misoger bike ku ti talankirin an bi desteserkirina milkên taybet bi darê zorê pêk neyê ji bo bikaranîna takekesî. Li gorî yasayên şer ev yek qedexe ye û dibe ku bibe yek ji tawanên şer. Destûr nayê dayîn ku şervan dest deynin ser mal û milkan ji bo bikaranîna takekesî, mîna bicihkirina malbatên xwe di wan malan de. Di yasayên şer de jî wêrankirina mal û milkên ku ne ji ber pêwîstiya leşkerî ya rewa be, qedexe ye.

Ligel ku yasayên şer rê didin rayedarên Tirkiyê ku bi hincetên ewlehiyê sivîlan li herêmên dagirkirî bi awayekî demkî binçav bikin an jî desteser bikin, lê ji wan re qedexe ye ku hemwelatiyên Sûrî ji deverek dagirkirî veguhêzin Tirkiyê, çi ji bo mebestên binçavkirinê an jî dadgehkirinê be.

Desthilatdar neçar in ku li ser binpêkirinên îdiakirî lêkolînê bikin û piştrast bikin ku berpirsiyar bi awayekî guncaw têne siza dan. Dibe ku beripirsiyariyek tawanbariyê bikeve ser milê wan fermandaran ên ku agehdar bûn an diviyabû agehdarê wan tawanan bin ên ku ji aliyên endamên bindestên wan ve hatine kirin, lê wan rê li pêş qewmandina wan tawanan negirtin û ne jî ew endam sizakirin.

Divê Tirkiye hemû komên çekdar ên ku alîkariya wan dike vekolîne, û pabendbûna bi yasayên mirovî yên navneteweyî bike merc ji bû pêşkêşkirina alîkariyê, û divê çavdêriya wê pabendbûnê bike. Divê eşkere bike ku talankirin, girtinên neyasayî û danûstana xerab neyasayî ne, û ew dê li ser her îdiayên pêbawer ên binpêkirinên komên li ser erdê lêkolînan bike.

 

   7. Qeydên girêdayî mafên mirovan yên desthilatdarên Kurd û komên din ên çekdar ên li ser erdê li bakurê rojhilatê Sûriyê çi ne?

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hevbendiyek ji komên çekdar ên Kurd û Ereb e bi pêşengiya YPGê, di Cotmeha 2015an de ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hat avakirin, ji ber ku DAIŞ destkeftiyên mezin li herêmên bakurê Sûriyê bidest dixistin. Amerîka û welatên din ên rojavayî bi awayekî aktîv piştgirî û çekdarkirina HSDê di şerê li dijî grûpa çekdar a radîkal de, di nav de wek beşek ji Hevpeymaniya Cîhanî ya bi serokatiya Amerîka bo têkbirina DAIŞê.

HSDê li dijî sivîlan di nav de çalakvan, rojnamevan û mamoste jî kampanyayên girtinê yên girseyî pêk anîn. Di sala 2017an de, Rêxistina Navadewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) raporên îşkence û mameleya xerab li navendên binçavkirinê yên di bin kontrola HSDê de wergirtibûn. Niştecihên xwecihî gotin ku HSDê kesên bê sûc girtin û garantiyên dadgehkirinek dadmend binpê dike. Çalakvanên xwecihî her weha gotin ku HSDê azadiya tevgerê ya derbiderên Reqa û parêzgeha Dêrazorê li kampên koçberan yên ku HSDê kontrol dikin, sînordar kir.

Di dawiya Tîrmeha 2022an de, di nava aloziyên bi Tirkiyê re, HSDê herî kêm 16 çalakvan û xebatkarên medyayê girtin. Li gorî Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, girtin bi behaneya “sîxuriyê” hatine kirin.

Hevpeymaniya cîhanî ya têkbirina DAIŞê bi hevkariya HSDê, bi êrîşên bêserûber li bakurê rojhilatê Sûriyê ku di encamê de sivîl hatin kuştin û wêrankirin, yasayên mirovî yên navneteweyî binpê kirin.

Divê pêşîniyên mafên mirovan ji bo hêzên bi pêşengiya Kurd û komên çekdar ên din ên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê û li derdora wê tevdigerin, girtina hemî pêngavên li ber dest ji bo rêgirtin li ketina qurbaniyên sivîl bigire, êrîşên neyasayî yên gumanbar lêkolîn bike, û misogerkirina wê yekê ku sivîl dikarin bi ewlehî ji şer birevin.

Divê hemû aliyên ku herêmên li bakurê rojhilatê Sûriyê bi awayekî aktîv kontrol dikin, piştgiriyê bidin mirovên derbider û tekez bikin ku hêzên bejayî niştecihên ku dixwazin li cihê xwe bimînin, aciz nakin, bi awayekî neyasayî wan nagirin, yan jî xerabiyê li wan nakin.

 

   8. Kîjan komên çekdar ên din li bakurê rojhilatê Sûriyê yan derdora wê kar dikin?

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê wek beşek ji Hevpeymaniya Cîhanî ya li dijî DAIŞê hene. Brîtaniya jî di çarçoveya Hevpeymaniya Cîhanî de hêzên bejayî li bakurê rojhilatê Sûriyê bicih kiribûn. Ew di şerê 10 rojan de çalak bûn ji bo vegerandina girtîgehekê ji destê DAIŞê li herêma Hesekê di Çileya 2022an de.

Di demekê de ku Tirkiyê gefên operasyonek leşkerî berdewam dike, hêzên Rûsî û hikûmeta Sûriyê pêgeha xwe li bakurê Sûriyê bihêz dikin. Hem hêzên leşkerî yên Sûrî û hem jî yên Rûsî qeydek wan a tawanên şer ên eşkere û tawanên gumanbar ên li dijî mirovahiyê li Sûriyê, heye.

 

   9. Bersiva niha ya Tirkiyê li hember kirîza penaberên Sûrî çi ye?

Tirkiye hîn jî mêvandariya hejmara herî zêde ya penaber û penaxwazan li cîhanê dike, û di sala 2016an de bi Yekîtiya Ewropîayê re peymanek îmze kir, ku bi mîlyaran euro alîkarî pêşkêşî wê kir di berdêla rêgirtina li pêş koçberiya ber bi Yewnanîstan û giravên wê ve.

Tirkiye nêzîkî 3.6 milyon Sûriyên ku di bin rêziknameya "parastina demkî" de hatine tomarkirin, vedihewîne, ew jî mafek li gor rayedarên Tirkiyê dibêjin ku bi awayekî otomatîkî ji bo hemû penaxwazên Sûrî, misoger e. Ev yek helwesta Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî nîşan dide ku "piraniya mezin a penaxwazên Sûriyê berdewam... pêwîstiya wan bi parastina penaberên navdewletî heye" û ku "dewlet [divê] bi zorê welatiyên Sûriyê û niştecihên berê yên asayî yên Sûriyê venegerînin."

Nêzîkî 200 hezar Sûrî regeznameya Tirkî wergirtine. Di demekê de ku hin Sûrî li Tirkiyê bi awayekî serkeftî karsazî ava kirine, çûne dibistanê, û zanîngeh qedandine, gelek kes bi hejarî û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin, zû dest ji xwendinê berdidin, û mûçeyên kêmtir ji yên hemwelatiyên Tirk distînin ên ku di aboriya nefermî ya Tirkiyê de kar dikin. Li gorî sînordariyeke erdnîgarî ya ku Tirkiyê li gorî Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî daniye, Tirkiyê statuya tam a penaberiyê nade wan Sûrî û kesên din ên ku ji welatên başûr, rojhilat û bakurê sînorên Tirkiyê tên nav wî welatî.

Ji destpêka sala 2015an ve, Tirkiyê hemû sînorên xwe li ber Sûriyên ku ji şer direvin girtiye, û ew neçar bûne ku qaçaxçiyan bikar bînin da ku xwe bigihînin Tirkiyê. Di dawiya salên 2015 û 2018an de, Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ew yek belge kir ku zêrevanên sînor (Cindirme) ên Tirkiyê rê li pêşiya wan Sûriyan girtin ên ku bi alîkariya qaçaxçiyan dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, û di hin rewşan de li wan xistin, gule avêtin wan, ew kuştin an jî birîndar kirin, û ew û bi dehan kesên din paşve xistin bo Sûriyê yan jî binçav kirin, û paşê bi kurtî ew dersînor kirin.

Li gorî peymana Adara 2016an a bi Tirkiyê re, Yekîtiya Ewropayê amaje bi wê yekê dike ku Tirkiye welatekî ewle ye, lewma dibe ku penaxwazên Sûriyê ji Yunanistanê bo Tirkiyê bên vegerandin. Tirkiyê ti carî pîvanên welatê sêyem ên ewledar ên Yekîtiya Ewropî bicîh neanîne, lê lêkolîna HRWê ya vê dawiyê ku dersînorkirina neyasayî ya penaberên Sûrî ji Stenbol û bajarên din ên Tirkiyê belge dike, nîşan dide ku her Sûriyê ku bi zorê ji Yunanîstanê hatiye vegerandin, dibe ku rûbirûyê metirsiya dersînorkirina bi darê zorê bo Sûriyê bibe.

Di van du salên bihurî de, nîşanên zêdebûna êrîşên nijadperestî û biyanofobî li dijî biyaniyan, bi taybet li dijî Sûriyan, hene. Di 11ê Tebaxa 2021an de hin komên ciwanan êrîşî kargeh û malên welatiyên Sûrî li taxeke Enqereyê kirin, piştî rojekê ji şerekî ku di encamê de ciwanekî Tirk ku ji aliyê ciwanekî Sûrî ve hatibû kuştin. Ciwanê Sûrî û xortekî din ê Sûrî ji ber sûcê kuştinê tên dadgehkirin.

Siyasetmedarên opozîsyonê bi gotarên ku hestên dijî penaberan geş dikin, bang dikin, û pêşniyar dikin ku Sûrî vegerin Sûriya ku şer ew wêran kiriye. Hikûmeta hevbendiyê ya Serokomar Erdogan bi soza bicihkirina Sûriyan li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li bakurê Sûriyê bersiv da, di hewlekê de ji bo bersivdana çekdarkirina aliyên opozisyonê li ser pirsa penaberan di heyamên beriya hilbijartinên serokomarî û parlemanî yên Tirkiyê de, ku dibe di sala 2023an de pêk werin.

Li hember van hestên li dijî penaberan, Tirkiye bi awayekî neyasayî bi sedan mêr û hin ciwanên Sûrî dersînorî Bakurê Sûriyê dike. HRW vê dawiyê belge kiriye ku desthilat û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi sedan penaberên Sûrî girtin, binçav kirin û dersînor kirin, gelek caran ew neçar kirin ku formên vegera "dilxwazî" îmze bikin û ew neçar kirin ku bi rêya Öncupınar/Bab el-Salam û Cilvegözü/Bab el-Hewa derbasî bakurê Sûriyê bibin.

Tirkiye bi erkê nedersînorkirina bi darê zorê ve girêdayî ye, ew jî beşek ji Yasaya Navdewletî ye, ku vegerandina her kesî bo cîhekî ku rastî metirsiya çewisandin, îşkencekirin an mameleya xerab, an jî metirsiya li ser jiyanê hebe, qedexe dike. Nabe Tirkiye jî tundûtûjiyê an gefa tundiyê an binçavkirinê bikar bîne da ku mirovan neçar bike da vegerin cihên ku lê zirarê dibînin. HRW di vê çarçoveyê de pêşniyarên jêrîn derdixe ber çavan:

1- Eger êrîşek çêbibe, divê Tirkiye sînorên xwe ji kesên hewcedar re veke û kesên ku ji pevçûnê direvin li hundirê Tirkiyê li parastinê bigerin.

2- Divê Tirkiye demlidest dev ji dersînorkirina penaberên Sûrî ya ber bi Bakurê Sûriyê ve berde, di nav de dawî li bikaranîna şaş a formên vegera dilxwazî bîne.

 

   10. "Herêmên ewle" û "navçeya ewle" çi ne?

"Herêmên ewle" an "navçeya ewle" ew dever in ku bi lihevkirina aliyên şerê çekdarî hatine destnîşankirin ku hêzên leşkerî têde cih nagirin an êrîşan pêk nayînin. Herêmên wiha jî bi biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatine çêkirin. Ew dibe ku navçeyên "qedexeya firînê" bihewînin, ku nabe hin an jî hemî aliyên pevçûnê operasyonên esmanî têde pêk bînin. Armanc ji navçeyên bi vî rengî ew e ji bo parastina sivîlên ku ji şer direvin û ji bo hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo wan e. Dibe ku ew naveçe ji aiyê Hêzên Aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî yan hêzên din ve werin parastin.

Tevî ku Peymanên Cenêvê ya 1949an û protokolên wê ên paşê bi taybetî behsa herêmên ewle an navçeyên ewle nakin, lê ew rêkeftinên bi heman rengî, bi taybetî "herêmên parastî" û "herêmên bêçekbûyî" dipejirîne. Evên dawîn avahî an deverên piçûk in ku aliyên şer li wan dipejirînin ku sîvîl dikarin parastinê werbigirin ji bilî yên ku berê li gorî yasaya mirovî yên navdewletî, an yasayên şer hatine pêşkêşkirin. Peymanên Cenêvê her weha rê didin aliyên şer ku "peymanên taybet" pêkbînin ji bo parastina sivîlan bi rengekî baştir.

Ti peywendiya çêkirina herêmên ewle bi qedexekirina li gorî yasaya mirovî ya navdewletî ya êrîşên ku sivîlan dikin armanc re, tine ye, çi ew sivîl li hundir an jî li derveyî herêma ewle ya destnîşankirî bin. Sivîlên li derveyî herêmên ewle ji êrîşên bi enqestî tên parastin.

 

   11. Ma gelo "herêmên ewle" ewle bûne?

Ezmûna navdewletî nîşan dide ku "herêmên ewle" û "navçeyên ewle" kêm caran ewle dimînin. Herêmên bi vî rengî gelek caran ji bo xelkên sivîl ên di nava wan de dijîn metirsiyên mezin çêdikin. Bêyî garantiyên pêwîst, dibe ku soza ewlehiyê tenê xeyalek be, û "herêmên ewle" dikarin rastî êrîşek bi zanebûn werin. Her weha dibe ku guvaş li ser ajansên mirovahî hebin da ku bi hêzên leşkerî yên ku gihiştina bo herêmên ewle kontrol dikin re hevkariyê bikin bi awayên ku prensîpên mirovî yên ajansê yên bêalîbûn û serxwebûnê têk bibin.

Aliyên ku herêmên ewle ava dikin, dibe ku niyeta wan ew be ku wan herêman bikar bînin ji bo rêgirtin li derbasbûna sîvîlên ku direvin ji sînoran, li şûna ku bi rastî parastinê bikin. Herêmên bi vî rengî weke hincetekê ji bo pêşîgirtina li revîna penaxwazan ber bi welatên cîran ve û ji bo vegerandina penaberan bo welatê ku jê reviyane, hatine bikaranîn.

Wekî din, hebûna kesên leşkerî, hin caran bi gelên sivîl re têkel dibin û carinan jî dest bi êrîşan ji devera ewle dikin, ew jî dike ku ew herêma ewle bibe armancek leşkerî, berevajî herêmek bi rastî ewle. Her weha dibe ku hêz şervanan, di nav wan de zarok, li herêmek ewle çekdar bikin.

Herêmên ewle û navçeyên ewle jî rastî heman pirsgirêkan tên ku kampên derbiderên navxweyî rû bi rû dibin. Bo nimûne, dibe ku niştecih nikaribin bigihêjin kar an zeviyên xwe, û ji ber vê yekê dê çavê wan li alîkariyên xwarin, av, û karûbarên din be, tevî guhdana tenduristî. Dibe ku jin rastî destdirêjiya seksî bibin  ji ber qerebalixbûn û dînamîkên civakî yên tengezar, û ji ber derketina wan bo derve ji bo kar, av, anîna êzingan an jî sedemên di. Dibe ku Hêzên Aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî an yên din ên di bin kontrolê de ne xwediyê şiyana pêkanîna yasayê û sîstemê bin.

Bi kurtasî, qeydên dîrokî yên li ser herêmên ewle yên ku sivîlan diparêzin nebaş in - ji Srebrenica li Bosna-Hersekê, bo Kibeho li Rwandayê, heya Mullaitivu li Sri Lankayê.

Di Mijdara 2019an de, piştî êrîşa herî dawî ya Tirkiyê bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan komek binpêkirinên mafên mirovan belge kir ku ji aliyê komên Artêşa Niştimanî ya Sûrî, grûpa çekdar a nehikûmî ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, li herêmên ku Tirkiyê kontrola wan dike. Binpêkirinên ku hatine belgekirin, kuştinên û windakirinên bi zorê, her weha desteserkirina mal û milkan, talankirin, û astengkirina vegera nişteciyên Kurd e. Ev qeyda binpêkirinan, dike ku egera peydabûna ewlehiyê li "herêmên ewle" yên ku Tirkiyê pêşniyar dike, gelek kêm be.

 

   12. Dagirkeriya Tirkiyê bo bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo mêr, jin û zarokên ku bi awayekî neyasayî li bakurê rojhilatê Sûriyê wek bergumanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtî ne, wê çi wateyê bide?

Nêzîkî 60 hezar mêr, jin û zarok bi tawana girêdana bi DAIŞ re di şertûmercên pir qelebalix, pir xirab û pir caran metirsîdar de li kamp û zindanên girtî li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne. Piraniya wan ji destpêka 2019an û vir ve û hin ev bêhtir ji 5 salan e binçavkirî ne. Rayedarên herêmî di Gulanê de ji HRW re ragihandin ku, zêdetirî 41 hezarî ji wan biyanî ne, ku dora sê ji çaran ji Iraqê ne û zêdetirî 12 hezaran ji 60 welatên din in.

Piraniya biyaniyan zarok in, piraniya wan jî di biniya 12 salî de ne. Kesek ji biyaniyan nehatine derxistin pêşberî dadger ku pêwîstî û rewabûna girtina wan diyar bike, lewma girtina wan neyasayî û ne rewa ye.

Kesên binçavkirî ji xwarina têr, ava paqij, lênerîna pizîşkî û stargehê bêpar in. Bi sedan kes ji ber nexweşiyên ku mirov dikare jxwe jê biparêze, qeza, an jî tundiya li kamp û zindanan jiyana xwe ji dest dane. Komên mirovahî hişyariyê didin ku dive her êrîşeke nû ji aliyê Tirkiyê ve bibe sedema kêmbûnek zêde ya pêdiviyên bingehîn ên jiyanê. Her weha dibe ku Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Asayîşa Herêmê ji erkê parastina girtiyan bên dûrxistin û berê xwe bidin şerê li dijî hêzên Tirkiyê. Ev dikare hem metirsiyên ewlehiyê li ser girtiyan û hem jî egera derketina serhildananekê aliyê çekdarên radîkal ên gumanbarên DAIŞê ve zêde bike.

Dibe ku vegerandina biyaniyan, a jixwe hêdî û perçe perçe, were rawestandin ji ber tirsa welatên wan kesên binçavkirî derbarê şandina dîplomatên xwe yan hemwelatiyên din bo bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo derxistina girtiyan di nav şerekî berdewam de. HSDê hêzên xwe ji parastina van girtiyan dûr xist û gelek girtî reviyan, di nav de ji kampeke girtî ya ku ji aliyê balafirên Tirk ve hatibû armanckirin, di dema êrîşa Tirkiyê ya sala 2019an de.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.