Skip to main content

Bakurê-rojhilatê Sûriyê: Gumana Tawanên Şer ji aliyê Hêzên bi Piştgiriya Tirkiyê ve

Divê Enqere lêprsînê bike û tawanbaran darizîne

Çekdarekî Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike, li bombebaraneke nêzîkî Bendava Tişrînê li derdora Minbicê, li rojhilatê parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê, di 10ê Çileya 2025an de, dinêre.   © 2025 AAREF WATAD/AFP bi rêya Getty Images

(Beyrût) - Human Rights Watch (HRW) îro ragihand ku êrîşeke firokeyên bêfirokevan (dron) ku hevpaymaniya Tirkiye-Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) di 18ê Çileya 2025an de li dijî ambulanseke Heyva Sor a Kurd li bakurê Sûriyê encam daye, dighêje asta gumana tawana şer. Êrîşê ambulansek armanc girt ku keçek sivîl a birîndar bi êrîşeke dronan a di wê rojê de li ser xwepêşanderên Bendava Tişrînê vediguhast, şahidan got. Di êrîşên wê rojê de 6 sivîl hatin kuştin ku di nav wan de lîstikvanekî Kurd ê navdar hebû û herî kêm 16 kesên din jî birîndar bûn, li gor ku ANF News ragihand.

Rûpeleke girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê vîdyoyeka kameraya dronê ya lêdana kesên li bendavê belav kir, her çende Human Rights Watch nekarî diyar bike ka ew êrîşên dronê ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirk an Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve hatine kirin. Xwepêşander li derdora Bendava Tişrînê kom bûne ji bo rêgirtin li êrîşên berdewam ên hevpeymaniya Tirkiye-Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li derdora wê ji ber tirsa ku bendav hilweşe. Herî kêm 4 êrîşên hevpeymaniya Tirkiye-Artêşa Niştimanî ya Sûriyê di meha Çileyê de li xwepêşanderan li nêzîkî vê deverê ketine, 20 kes hatine kuştin û zêdetirî 120an jî birîndar bûne, li gorî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a ku ji aliyê Amerîka ve tê piştgirîkirin,

Hîba Zeyadîn, lêkolînera payebilind a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê li Human Rights Watch, got: "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û hêzên Tirk şêwazek eşkere û xemgîn a êrîşên neyasayî li dijî sivîlan û cihên sivîl nîşan dan, û xuya dike jî ku herdu alî wan êrîşan pîroz dikin." Got jî: "Tirkiye wek piştgira sereke ya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê neçar e ku rêgiriyê li binpêkirina ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve bike, yan jî dê xwe têxe wê metirsiyê ku bibe hevapara tawên wan."

Human Rights Watch bi du beşdarên xwenîşandana 18 Çileyê û şofêrê  ambulansê re hevpeyvînek kir, û vîdyoyên êrîşa li ser xwepêşandana bendavê, ku di navbera demjimêr 1 û 2 yê piştî nîvro de qewimî, û bûyerên piştî wê jî, vekolîn kirin. HRW li ser sê vîdyoyên ku wê vekolandin û gotinên şahidan, nikariye ti armancên leşkerî yan çekên xuya yên li derdora xwenîşandanê, bibîne.

Armanc Mihemed, 37 salî, ji Qamişlo, ji Human Rights Watch re got: "Em bi awayekî aştiyane çûne Bendava Tişrînê da ku li dijî êrîşa Tirkiyê û komên girêdayî wê rawestin, ji bo parastina axa xwe û daxwaza rawestandina armanckirina av, elektrîk û binesaziyê." Got jî: "Me bi beşdariya jin, zarok û kal û pîran stranên Kurdî digotin. Li cihê xwepêşandanê ti hêzên leşkerî û HSDê tune bûn." Xwepêşander bi qasî pênc kîlometreyan ji eniya şer dûr bûn.

Dîmenên dronê yên ku di 22ê Çileyê de ji hêla kanalek Telegramê ya girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve hatî weşandin, ku ji hêla Human Rights Watch ve hatî vekolandin, nîşan dide ku du cebilxaneyên piçûk ên ku ji asmanan hatine avêtin di nav girseya jin û mêran de li Bendava Tişrînê diteqînin, ku li wir xwepêşandan dikirin û dîlanek kevneşopî ya Kurdî dikirin. Di sernivîsê de weha hatibû nivîsandin: "Firokeya bêfirokevan a çekdar pîrozbahiyê ji şahiyên HSDê yên li Bendava Tişrînê re dişîne."

Vîdyoyên encamên êrîşê ku di 18ê Çileyê û piştî wê li ser kanalên medyaya civakî hatin weşandin, nîşan didin ku xwepêşanderên bêçek bilez diçin cem kesên ku birîndar bûne yan jî xuya ye jiyana xwe jidest dane.

Nûçegihan û pêşkêşkara JinTVyê Jiyan Xelîl ku dîmenên xwepêşandanê dikişandin, got: "Dîmen tirsnak bû û nayê vegotin." Got jî: "Beriya bombebaranê ti hişyariyek nehtaibû dayîn. Êrîş gelekî hovane bû û rasterast du caran li pey hev sivîl armanc kirin."

Hikûmeta Tirkiyê, HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî li Bendava Tişrîn tometbar dike.

Human Rights Watch bi yek ji şofêrên ambulansê yên Heyva Sor a Kurd re ku piştî êrîşê ber bi bendavê ve çûn re axivî. Wî got: "Dema ku em ber bi bendavê ve diçûn, berî gundê Huriya ku bi qasî 30 kîlometreyan dûrî bendavê ye, otomobîlek sivîl îşaret li me kir ku em rawestin û gotin ku keçeke wan a birîndar heye."

Wî keça, ku bi gotina wî birînek di zikê wê de hebû piştî êrîşa li Bendava Tişrînê, derbasî nav ambulansê kir, û got: "Piştî ku ez careke din ketim nav ambûlansê, dronekê êrîşî me kir. Di encama teqînê de deriyên ambûlansê hatin vekirin û hem camên wê û hem jî deriyên wê şikestin."

Wî ji Human Rights Watch re got ku perçeyek hesin ket di destê hevkarê wî de û bi sivikî birîndar bû. "Ambulansa duyemîn gihişt cihê bûyerê û keça birîndar li gel me bo nexweşxaneya lezgîn veguhestin. Bi xweşbextî, her kes saxlem bû."

Du wêneyên ku di 18ê Çileyê de li ser Telegramê hatin weşandin encamên êrîşa li ser ambulansê, ku têkçûyî xuya bû û di nîvê rê de bi deriyên xwe yên vekirî rawestiyaye, nîşan dide. Li ser ambulansê amajeyên eşkere yên ku dide xuyakirin ku ew ambulans e hebûn, û diviyabû ji asmanan ve jî xuya bûba. HRW nikarîbû cihê tam ên wêneyan piştrast bike, yên ku li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarê Tebqayê de hatine kişandin.

Bendava Tişrînê ji Kanûna 2024an ve bûye navenda şerê di navbera hevpeymaniya Tirkiye-Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û HSDê de. Bendava ji 10ê Kanûnê ve ku di pevçûnan de zirar dîtibû ji kar ketiye, û nêzî 413 hezar kes li herêmên Minbic û Kobanê ji av û elektrîkê bêpar mane, li gorî Foruma Rêxistinên NeHikûmî yê Bakurê-Rojhilatê Sûriyê (NES), ku hevpeymaniyek rêxistinên navneteweyî ye ku li bakurê rojhilat kar dike. Ji bo vegerandina xizmetên bingehîn û parastina jîngehê pêwîstî bi karê bilez heye.

Komîteya Xaça Sor a Navdewletî hişyarî da ku eger bendav zirarê bibîne, "dê ziyanên mirovî û wêraniya ji ber lehiyê wêranker bin û dibe ku zirarek mezin bide jîngehê."

Ji dawiya Cotmeha 2023an ve, êrîşên Tirkiyê li ser deverên di bin destê Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê bûye sedema birîna av û elektrîkê ji bo bi milyonan kesan. Herweha êrîşên berdewam li ser binesaziya sivîl hişt ku gelek dezgehên bingehîn, di nav de wêstgehên av û elektrîkê, dezgehên petrolê, û navendên gazê wêran bibin, û nexweşxane, nanpêjxane, û dezgehên avê ji kar bikevin.

Hêzên Çekdar ên Tirk û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li herêmên Bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de xwedî qeydek kambax a mafên mirovan in. Human Rights Watch eşkere kir ku komên Artêşa Nişimanî ya Sûriyê û komên din, di nav de endamên Hêzên Çekdar ên Tirk û dezgehên îstîxbaratê jî, hejmarek kes di nav de zarok revandina û girtin û binçavkirin, tudniya zayendî (cinsî) û êşkence kir, bêyî ku ti lêpirsîn were kirin; û di  talankirin, diziya zevî û xaniyan de hevpar bû.

Yasaya Navdewletî ya Mirovahî (IHL), an jî yasayên şer, ji aliyên şerker daxwaz dike ku birîndar û nexweşan berhev bikin û guh bidin wan. Ambulans, mîna nexweşxaneyan, xwedî parastina taybetî ne. Nabe ku ew werin armancgirtin eger ji bo peydakirina lênihêrîna bijîjkî ya her cûre, tevî dermankirina şervanên dijmin, werin bikaranîn. Divê destûr bi ambulans û veguheztinên bijîjkî yên din were dayîn, da ku di her şert û mercî de kar bikin û bêne parastin.

Avahiyên wekî bendav jî, li gor Yasaya Navdewletî ya Mirovahî (IHL), ji tiştên taybet in ên ku pêwîst e werin parastin. Yasaya Navdewletî ya Mirovahî diyar dike ku di pevçûnan de divê bendav û dezgehên mîna wan bi "guhdanek taybet" mamele ligel bê kirin, da ku ava ku bibe lehiyeke metisîdar dernekeve ku di encamê de zirarên giran di nav gelê sivîl de çê bike.

Her çende ku eger bendav ji bo operasyonên leşkerî yan jî nêzîk wan were bikaranîn, divê êrîş guncaw bin, pêwîst e ku hemî tedbîrên guncaw bêne girtin da ku zirarên zêde yên bûyeran çênebin, herweha ji birîndarbûn an jî jiyana sivîlan dûr kevin. Divê derbasbûna ewle ji bo xizmetên bijîjkî yên lezgîn û dermankirina birîndaran û ji bo karmendan ku tamîrên bingehîn pêk bînin, were misogerkirin.

"Nabe ku armancgirtina ambulanseke ku sivîlên birîndar vediguhezîne li ser rêyeke vekirî bûyerek ango qeza be. Ev wek tawanek şer xuya dike û divê lêpirsîn derheqê hevpeymaniya Tirkiye-SNAyê de were kirin", Zeyadîn dibêje.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.