Skip to main content
Paşmahiyên droneke ji berhemanîna Tirkiyê ku di êrîşeke li ser bexçeyekî li başûrê Kobanî de hatibû bikaranîn, û di encamê de deh endamên malbata Ebdo hatibûn kuştin, Adara 2025.   © Adara 2025an Taybe

(Beyrût, 29ê Gulana 2025an) – Human Rights Watch îro got ku êrîşeke bi firokeyeke bê firokevan (dron) roja 16ê Adara 2025an ji aliyê Tirkiyê an jî komên Sûrî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve, heft zarokên Kurd, xwişka wan a 18 salî û dê û bavên wan, ku xuya ye hemû sivîl in, kuştin. Êrîş metirsiyên ciddî derdixe holê ku êrîşkaran pêngavên têrker negirtine da ku ziyanên li ser sivîlan kêm bikin.

Adam Coogle, Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Human Rights Watch got, "Heta eger armancek leşkerî li nêzîk bûya jî, divê hêzên berpirsiyar her tiştê ku ji destê wan dihat bikirana da ku ziyanên sivîlan kêm bikin." Got jî: "Ji ber hejmara wêranker a ku li ser malbatekê çêbûye, xuya ye ku êrîşkaran pêngavên têrker negirtine da ku sivîlan biparêzin.”

Ev êrîş, a dibe ku neyasayî be, metirsiyên li ser binpêkirinên berdewam li Sûriyê zêde dike, him ji ber ku hikûmeta nû hêzên xwedan qeydên binpêkirinê tevlî xwe dike, û him jî li ser piştgiriya berdewam a Tirkiyê ji bo van koman. Ev bîranîneke eşkere ye ku şer hîn jî Sûriyên sivîl dikuje.

Di 10ê Adarê de, Serokkomarê Sûriyê Ehmed El-Şeraa û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên ku ji hêla Amerîkayê ve têne piştgirîkirin û bi pêşengiya Kurdan têne rêvebirin, Mezlûm Ebdî, peymanek îmze kirin, ji bo tevlîbûna HSDê di nav artêşa Sûriyê de, û vegera derbiderên navxweyî.

Di 16ê Adarê de, dronekê teqemeniyên ji berhemanîna Tirkiyê li ser bexçeyekî nêzîkî gundên ku di bin kontrola HSDê de ne li başûrê Kobanê avêtin xwar û malbatek kuşt. Bexçe li nêzîkî xeta rûbirûbûnê û deverên ku berê di bin kontrola komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiye piştgiriyê dike, de bû. Tenê yek ji endamên malbatê, keçeke 9 salî, sax ma. Gelek komên berê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku niha bi Wezareta Bergirî ya Hikûmeta Veguhêz ve girêdayî ne, li herêmê çalak in.

Human Rights Watch hevpeyvîn bi xwediyê bexçe, sê cîranên ku şahidê encamên êrîşê bûn û çalakvanekî mafên mirovan ê xwecihî re kir. Lêkolîneran 21 wêne û vîdyoyên ku ji hêla niştecihan ve hatine peydakirin û li ser înternetê hatine belavkirin vekolandin, di nav wan de dîmenên teqînê û derxistina qurbaniyan, û herweha wêneyên ziyanan, bermahiyên cebilxaneyê û cilên bi xwîn hebûn.

Şêraz Qamişlo, 33 salî, xwediyê bexçe, got ku wî Osman Ebdo, 44 ​​salî, wekî karkerê çandiniyê ku li bexçe dima, 25 kîlometre li başûrê Kobanî, 10 roj berî êrîşê dest bikar kiribû. Qamişlo got ku ti têkiliyên Ebdo yên eşkere bi komên çekdar ên Kurd re nebûn.

Xwediyê bexçe û sê cîranan gotin ku bexçe bi qasî 15 kîlometreyan dûrî baregeheke leşkerî ye ku hêzên berê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û hêzên Tirk bi hev re lê çalak in. Human Rights Watch nekarî cihê rastîn ê baregehê piştrast bike.

Helîm Ehmed, ku kîlometrekê li bakur dijî, û tenê zeviyek di navbera wî û bexçe de ye, got ku di 16ê Adarê de, nêzîkî 20 xulekan beriya nîvê şevê, wî dengê dronekê kir û piştre çend "teqînên bi hêz" li aliyê baregeha leşkerî bihîstibû. Û weha berdewam kir: "Piştî du xulekan, top li newala li kêleka bexçe ket."

Cîranekî din, Eqîd Xeşom, ku li avahiya li kêleka Helîm dijî, got ku wî jî dengê dronekê û tiştê ku wî digot qey "topbaran" bû ji aliyê baregehê bihîstibû, û di pey wê re jî qîrîna zarokan. Wî got ku topbaran û êrîşa dronê nêzîkî 15 xulekan dom kiriye.

Cîranekî din ê bi navê Ocalan Ehmed got ku wî dengê "teqînan" bihîst û dît ku bexçe dişewite: “Piştî çend xulekan, min bihîst ku dron li newalê dixe, û piştî wê, min êdî deng nebihîst."

Vîdyoyek ku cîranekî got ku wî ji cihekî bilind ber bi bexçe ve kişandiye, roniyên pêşiyê yên otomobîlekê, dûmanek û teqînek li dûr nîşan dide. Reng û cihê heyvê bi dem û dîroka êrîşê re lihev dikin.

Piştî demek kurt, zilamekî li ser motor ku ji aliyê bexçe ve dihat, agahî da Helîm û Ocalan ji qurbaniyan. Herduyan jî gotin ku ew zilam cîranekî din ê Ebdo bû ku serdana malbatê kiribû, lê wan bi xwe ew nas nedikirin.

Helîm û Ocalan bi lez çûn cihê bûyerê û malbat li zeviyê di navbera malên wan û bexçe de dîtin, ku xuya bû ji ber êrîşa yekem reviya bûn. Tenê du endamên malbatê sax bûn; yek ji wan paşê li nexweşxaneyê mir. Xeşom got: "Ew komkujiyek bû.”

Qurbanî ev bûn: Osman Berkel Ebdo, 44 ​​salî; Xezale Osman Ebdo, 41 salî; Ronîda, 18 salî; Ahîn, 14 salî; Dicle, 12 salî; Dilovan, 11 salî; Yasir, 7 salî; Salîhe, 5 salî; Fewaz, 4 salî; û Avêsta, 9 mehî. Narîn, 9 salî, ya tenê sax maye, bi perçeyên topê yên di ling, serî û zik de birîndar bûbû.

Gundî û hejmarek ji xelkê Kobanê ji bo bixakspartina deh endamên malbata Ebdo, ku hemû di êrîşa bi dronekê de hatibûn kuştin, lihev civiyan, Adara 2025an.  © Adara 2025an Taybet

Heşt wêne û vîdyoyek ku ji hêla Human Rights Watch ve hatine nirxandin, laşên xwînî yên herî kêm pênc zarok, jinek û zilamekî nîşan didin ku dişibin Osman Ebdo.

Ronîda di nîvê sala 2024an de tevlî Asayîşê, hêzên bicihkirina yasayê yên Kurd li bakurê rojhilatê Sûriyê, bûbû.

Vîdyoyek ji bermahiyên cebilxaneyê li cihê ku ji hêla Human Rights Watch ve hatî vekolînkirin, bi perçeyên bombeya MAM-L ya bi rêberiya laser ji berhemanîna Tirkiyê re lihevhatî bû, ku ji hêla dronan ve tê avêtin û ji hêla lêgerînerek laser a nîv-çalak ve tê rêvekirin, ev yek nîşan dide ku bikarhêner dikare êrîşê di wextê rast de temaşe bike. Wêneyên ziyanan zirara perçebûnê ya yekreng nîşan didin ku lihevhatî ye bi cebilxaneyek ku perçeyên pêşwext hatine çêkirin, ku di laşê cebilxaneyê de hatine bicihkirin da ku bandora wê ya çêkirina qurbaniyan zêde bike, bi taybet li ser kesên neparastî ên li derve.

Human Rights Watch nekarî piştrast bike ka wê şevê hêzên çekdar ên bi pêşengiya Kurdan li bexçe hebûn an na. Qamişlo, cîranan û kesê çalakvan gotin ku nêzîktirîn pêgeha HSDê 15 heta 20 kîlometreyan dûr e, û wan ti delîlên li ser hebûna hêzên çekdar li bexçe an jî bersivdayîna topbaranê nedîtin. Wêne û vîdyoyên ku ji hêla Human Rights Watch ve hatine vekolandin nîşan nedan ku di nav kavilan de ti kesên leşker, alav an çek hebûn.

Yasaya mirovî ya navdewletî êrîşên ku bi zanebûn li dijî sivîlan û tiştên sivîl têne kirin, an jî yên ku bêserûber in, an jî di ziyana sivîlan de nehevseng in, qedexe dike. Sivîl ji êrîşkirinê parastî ne, heya ku ew rasterast beşdarî karên dijminatiyê bibin. Di pêkanîna operasyonên leşkerî de, divê aliyên pevçûnê bi berdewamî baldar bin ku kesên sivîl û tiştên sivîl ji bandorên dijminatiyê biparêzin. Ji aliyan tê xwestin ku hemû pêngavên li berdest bigirin da ku ziyana li sivîlan û tiştên sivîl kêm bikin, çi di êrîşê de be çi di bergiriyê de be, û divê hewl bidin ku êrîşê hilweşînin an rawestînin eger ew diyar bikin ku armanc ne armancek leşkerî ye an jî dê ziyanên nehevseng bide sivîlan.

Eger êrîş ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibe kirin, berpirsiyariya dawî li ser milê Tirkiyê ye. Eger ji aliyê komên berê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve hatibe kirin, rayedarên Sûriyê ji bo binpêkirinên hêzên ku di nav artêşê de cih girtine û herweha ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan û misogerkirina lêpirsîne berpirsiyar in. Tirkiye, ku hîn jî serperiştiya hin komên berê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike û çek, mûçe, perwerde û piştgiriya lojîstîk ji wan re peyda dike, dibe ku berpirsiyariya binpêkirinên wan jî li ser milê xwe bigire.

Divê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi lezgînî artêşa xwe di bin fermandariyeke berpirsiyar de bi çavdêriya sivîl bike yek û pabendbûna bi yasaya mirovî ya navdewletî misoger bike. Divê gavan bavêje da ku pêşî li binpêkirinên li dijî Kurd û niştecihên din ên bakurê Sûriyê bigire û binpêkirinan bi rêbazên qanûnî yên dadperwer lêkolîn bike. Divê Tirkiye dev ji piştgiriya fermandar û komên destdirêjker berde û qurbaniyan jî qerebû bike.

Coogle got: "Divê Tirkiye û desthilatên veguhêz ên Sûriyê lêpirsînên bêalî, berfereh û zelal li ser êrîşê bikin. Divê ew qurbaniyên her êrîşeke neyasayî qerebû bikin, û hemû pêngavên li berdest bigirin da ku qurbaniyên sivîl kêm bikin.”

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country