(New York) -- Li gorî Rêxistina Human Rights Watch, milîtanin çekdar tê bawerkirin ku endamên Dewleta Îslamî ya ku weke DAÎŞê tê nasîn, ji qestan kesên ku wan dizanîbûn ku sivîl in kirin armanc di êrîşa 25a tîrmeha 2015an de li dora û nava bajarê Kobaniyê li bakurî Sûriyê. Desthilatên kurdên Sûrî û komên mafên mirovan yên xwemalî dibêjin ku ji 233-262 sivîlan hatin kuştin û bi kêmanî 273 hatin birîndarkirin.
Pazdeh govan, heşt ji wan ji birîndaran in, ji Human Rights Watch re salix da derheqê kuştina ji qestan a sivîlan li ser destê êrîşkaran yên ku desthilat û gelê deverê ew weke DAÎŞiyan nas kirin. Govanan got ku êrîşkaran daku gel bixapînin û bihêlin ew lê ewle bikin, ciline li xwe kirin weke cilên komên ku şerê DAÎŞê li Kobaniyê (bi erebî `Eyn al-`Ereb) dikin. Govan û desthilatên herêmî dibêjin ku di nava çekên ku êrîşkaran bikar anîbûn bo kuştina sivîlan, tifingên êrîşê hebûn, mîtralyoz (şeştîr), û hin caran kêr û narincok.
Letta Tayler, lêkolînera berz a teror û dijterorê li Human Rights Watch got: “Vemayiyan salixa sorbûyîna kuştinê ya DAÎŞê da ku armanca wê ya sereke çavtirsandina nişteciyan bû. Li gorî hemî vebêjeran, ew êrîşeke plankirî bû li dijî gelê sivîl ê devera han.”
Êrîş demjimêr çarê sibehê, roja 25ê tîrmeha 2015an dest pê kir dema êrîşkaran sê bombe-turimbêl li kenara bajêr teqandin, dûre di turimbêlin sipî an jî li ser piyan nava bajêr geriyan, gule reşandin li sivîlên ku di kolanan de direviyan an jî hewl dida bi turimbêlan biçin cihine ewle. Govan, çalakvanên xwemalî û merivên kuştiyan dibêjin ku hin êrîşkaran dan dû sivîlan û ketin xaniyan daku hejmarine mezin ji endamên malbatan bikujin.
Êrîşkaran nasnameya xwe veşartin xwe bi cilên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ew jî hêzên ku kobaniyê kontrol dikin, û Artêşa Sûrî ya Azad, ew jî komeke rikeberiyê ye ya ku di mehên dawîn de li kêleka YPG li dijî DAÎŞê şer dike.
Wekî din segmanan ji ser baniyan de gule avêtin sivîlan, û sivîlên hewl dida kuştî û birîndaran bikişandana, û bi dehan sivîlan kirin rehîne. Weke ku rehîne, govanan û bêtirî dazdeh ji merivên kuştiyan, û şeş çalakvanên xwemalî ji Human Rights Watch re got. Wan jî got ku piraniya kuştiyan ji çarê sibeha 25a tîrmehê heta nîvrojê hatin kuştin. Piraniya gelheya Kobaniyê Kurd in û govan dibêjin ku bara bitir ji kuştiyan heger ne hemî bin, kurd bûn.
Dûre şer nava hêzên kurdî û hêzên ku hat gotin yên DAÎŞê ne derket û berdwam kir hetanî ku hêzên kurdan bajar kontrol kir di 27ê tîrmehê.
Hin desthilat ji Partiya Yekîtiya Demokrat a sûrî (PYD) –Partiya siyasî ya sereke li herêmê– û yên YPG jî got ku di êrîşê de 233 kes hatin kuştin, ji nav de 23 kes li gundê Berx Botan bûn li keviya başûrî a navçeya Kobaniyê. Du vemayîyan ji gundê Berx Botan ji Human Rights Watch re got ku milîtanên çekdar gelek kes di gundê wan de bi kêran kuşt û ku wan bi xwe heşt zarok ji nava kuştiyan nas kirin.
Navenda Sûrî a Belgekirina Tundekariyan, ew jî komeke çavdêriyê ye, navên 262 kuştiyan ên ku hat gotin ew sivîl in weşandin, di nav de, 12 zarok û 67 jin hene. Rêxistina Rojava ya Mafên Mirovan, ew jî komeke Kurdên Sûriyê ye, lîsteke ne temamkirî ya navên 118 miriyan derxist, tê de, 14 zarok û 18 kal û pîr hene û ji nav wan de kalekî 71-salî heye ku sedema mirina wî serjêkirin bû.
Ku Human Rights Watch nikare bi awakî ser bi xwe hejmara giştî ya kuştiyan pesend bike, govan û merivên miriyan navên 60 kuştî dan, û got ku ew sivîl bûn. Ew kesên hevdîtin bi wan re hatin çêkirin, daxuyaniyine cihê baweriyê dan ku milîtanên çekdar êrîşî van sivîlan kir, ta jî dema tu şervanên kurd jê nêzîk nebûn. Ev daxuyanî bi awakî bihêz nîşan didin ku armanca pêşîn ya erîşkaran kuştina sivîlan û belavkirina tirsê nava gelheya herêmê bû.
Rêdûr Xelîl, berdevkê hêzên kurdî ji Human Rights Watch re got ku, tevî ku DAÎŞê nivîsgeha Desteya Parastinê ya rêveberiya kobaniyê dorpêç kir û êrîşî zalgehan (xalên kontrolê) kirin, wê gelek navendên din ên leşkerî li bajêr nekirin armanc. Daxuyaniya YPG ya 28a tîrmehê dibêje ku 21 şervanên YPG ligel 14 endamên polîsên kurdî hatin kuştin. Daxuyanî bêyî ku hejmara wan aşkere bike dibêje ku êrîşkar hemî hatin kuştin ji bilî heft kesên ku reviyan Tirkiyê.
Xelîl ji Human Rights Watch re got ku Desthilatên kurdî milîtanekî DAÎŞê yê misrî bin çav kir. Govanan got ku piraniya êrîşkaran erebên sûrî bûn lê hinek ji wan bi zaravine biyanî diaxivîn û ku bi ya wan e hinên din kurd bûn ji ber kurdiya wan a herikbar. Govanekê got ku şervanê ku wê û merivên wê girtibûn mexrîbî bû.
“Wan ji qestan gule berdan me, em ne şervan bûn, me tenê hewl dida xwe bigihanda nexweşxaneyê,” wisa Fatmaya 33salî dibêje, wê turimbêlê dajote nexweşxaneyê daku laşê bavê xwe baniya, wî şeva berê ji ber nexweşiyekê miribû. Wê ji nexweşxaneyekê li bajarê Şanliurfayê li Başûrî Tirkiyê diaxivî, Fatima dibêje DAÎŞê mêrê wê û hevalekî wî kuştin, du gule avêtinê, yek li lingê wê û ya din li destê wê ket:
Me du turimbêl dîtin, bi jin û mêrên yên ku cilên YPG li wan bû tijî bûn. Ji me ye ew şervanên YPG ne lome me şik nebir ku kêşeyek heye. Wan çek arastî me kirin û dest bi gulebaranê kir. Wan mêrê min û hevalê wî kuştin. Gule li seriyê mêrê min ket û xwîna wî li turimbêlê pijiqî.
Dûre şervanên YPG ên rastîn bi xwe hatin û şer derket. Şervanan sixêfan bi YPGiyan dikirin û ji wan re digot “kafir”. Min dengên gule û teqînan li der û dora xwe dibihîstin. Ez nava turimbêlê aliqî bûm, xwîn ji min diherikî ji 5:30ê sibê heta nivrojê dema endamên YPG ez rizgar kirim.
Fatima ducanî ye, di meha nehan de û wê ji Human Rights Watch re got ku bijîşkan ew welidandin dotira wê rojê di heman demê de, wan birînên wê derman dikirin. Çavdêrên herêmî yên mafên mirovan got ku neşterkarî li Tirkiyê qewimî. Human Rights Watch navên temam yên govanan aşkere nake daku wan ji îhtîmala tolevaniyê biparêze.
Gelek govan ji Human Rights Watch re got ku dema wan beriya berbangê dengên teqîna guleyan bihîstin, ji wan e ku hêzên kurdî şabûna xwe ji ber dawetekê an jî serkeftineke li dijî DAÎŞê li bajarekî din nîşan didin.
“Dema min dengê guleyan bihîst, ez berve derî çûme û min çar zilamên tam rihteraşkirî bi cilên YPG dîtin,” wisa Hemodê, 28 salî, yê ku di êrîşê de birîndar bû got. “Min ji bavê xwe re got, ‘Ew ne DAÎŞ in,’ lê wan tavilê bang kir ‘Allahu Ekber’ û gule avêtin ling û berranê min.” Hemodê got ku ew zivîrî mala xwe û pestênkereke seretayî li ranê xwe aland, û bi alîkariya merivên xwe kun di dîwarên sê xaniyên kêlekê re vekirin daku birevin.
Qedexe ye bo hemû aliyên di nava şer de ne, komên ne-dewletî tê de jî, ku êrîşên ku ji qestan sivîlan dikin armanc pêk bînin, û êrîşên ku cudahî naxin navbera sivîl û şervanan, an jî ziyanên ku digihînin sivîlan ne hêjayî destkeftiyên leşkerî bin. Plandanîn, fermandan, an jî cîbicîkirina êrîşên derqanûnê bi mebestine tawankar hemû tawanbarên şerî ne.
Human Rights Watch got ku divê Lîjneya Lêpirsînê ya navdewletî ya serbixwe li Komara Sûrî ya Erebî bi awakî lezgîn dest bi lêkolînê bike û rapora xwe derxîne derheqê êrîşên Kobaniyê. Encûmena Asayişa Neteweyên Yekgirtî rewşa heyî li Sûriyê radestî Dadgeha Navdewletî ya Tawankariyan bike bi awakî ku rûdanine mîna kuştara 25ê tîrmehê li Kobaniyê, û tundekariyên din ji aliyên beşdar di şera Sûriyê de, dibe ku bi awakî temam bêne vekolan û kesên berpirsiyar bêne dadgehkirin.
Di tebaxa 2014an de, Encûmena Asayişa NY biryara 2170 stend, yaku sezayan dide DAÎŞê û bang dide dewletan daku tedbîran bistînin daku li dijî serbazkirin û paradana bo DAÎŞê tê bokoşin.
Tayler got, “Êrîşên ji qestan li dijî sivîlan li Kobaniyê bi awakî bilez tîne bîrê ku divê hemî dewlet tedbîrên xwe xurt bikin daku komên milîtan weke DAÎŞê qels bikin,” û berdewam kir, “ Û bi heman paye divê hemû tedbîr li gorî qanûnê bin daku çerxeyên tundûtîjê neyên domandin.”
Govan Salixa Êrîşa Kobaniyê Dikin
DAÎŞê berê êrîşî Kobaniyê kiribû û hin perçeyên wê kontrol kirin di tebaxa 2014an de. Şervanên hêzên kurdî û yên rikeberiya Sûrî, bi piştevaniya lêdana esmanî bi rêberiya DYAyê DAÎŞ di rêbendanê de qeşitand. Behreke mezin ji bajêr di dema dorpêçkirinê de hat rûxandin, hê divê karker gelek bixebitin daku bajêr ji hemû defkên bombeyî û cebilxaneyên ne teqiyayî yên DAÎŞê, YPG and lêdanên esmanî yên koalisiyonê paqij bikin. Nişteciyan ji Human Rights Watch re got ku ji nava 130,000 nişteciyên bajêr, tenê 24,000 vegeriyan heta dawiya tîrmehê. Di gulana 2014an de DAÎŞê 153 kurên kurd ji Kobaniyê revandin. Wê nêzî sed ji wan bo çar mehan girtin û tehde li wan kir.
Human Raights Watch piraniya hevdîtinên xwe bi govan û merivên qurbaniyan li bajaroka Suruçê ya girêdayî Şanliurfayê ya Tirkiyê kirin, ew dikeve li hember Kobaniyê li aliyê din a sînora Sûriye-Tirkiyê, û wekî din li ser xeta telefonê jî.
Malbatên Kuştî
Govan û çalakvanan ji Human Rights Watch re got derbarê sê haletan ku tê de milîtanine bi cilên YPG an jî Artêşa Sûrî ya Azad li Kobaniyê ji malekê diketin ya din, narincokan davêtin û gule li komên endamên malbatan diavêtin.
Sê meriv ku du ji wan govan bûn, got ku çekdarên DAÎŞê 11 merivên wan ên nêzîk kuştin û du zarokên din birîndar kirin, nava û li ber sê xaniyên teniştî hev in nêzî Banka Ziraî li navenda başûrê Kobaniyê. Du ji govanan gulebaranan li du malan bi çavên xwe dîtin û ya sisiyan li xaniyekî nêzîk bû:
Min ji derve dengê guleyan bihîst nêzî çarê sibehê. Birayê min ê biçûk çû derve bibîne ka çi diqewime; komeke mêrên çekdar gule avêtinê. Îca jina wî jî çû derve bibîne çi bûye. Wê mêrê xwe li erdê dirêjkirî dît. Dema wê hewl da ew rake, wan gule berdana wê jî. Zarokê wê yê dumehî li ser destê wê bûbû, lê wê da destê xwîşka min. Dûre, birayê min ê din çû derve. Wan gule li lingê wî dan, lê ew karîbû vegera malê. Dayika min jî çû derve daku birayê min û jina wî bîne, lê wan ew jî kuşt.
Muhemed dibêje ku êrîşkaran dan dû birayê birîndar jî û di nava mala wî de ew kuşt. Dûre li xwîşka Muhemed jî ya ku li paş derî li ser daketibû ser çokan jî reşandin, zarokê dumehî li ser destê wê de bû. Zarok zindî ma. Du xwîşkên Muhemed yên gihayî di odeyeke din de xwe veşartibûn. “Min dikarî dengê guleberdanê bibihîsta, min dikarî giriya zarok bibihîsta, lê min nikarî derketa derve,” Bêrîvan, 25salî wisa got. “Min telefonî wezîrê parastinê kir [ê rêveberiya xweseriyê] ê ku nivîsgeha wî nêzîk bû. Wî got, ‘Em nikarin alî te bikin, em jî dorpêçkirî ne. ’”
apek hat daku alî bike, “Lê wan ew jî kuşt,” wisa Muhemed got. “Jina apekî din hat daku bibîne çi qewimî. Wan ew di kolanê de kuşt. Dûre pismamê min bi turimbêla xwe hat daku wan rizgar bike. Wan ew di turimbêlê de kuşt. Pismamek min ê din jî hat, wan ew jî kuşt. Jina pismamê min li xanî [yê sisiyan] bû, wan gule berdanê û ew kuşt.”
Muhemed û merivên din got ku beriya ku ew birevin, çekdar di mala apê wî ya diduyan de, gule avêtin du keçên birayê wî jî û ew birîndar kirin, yeke 16 salî û ya din10-12 salî bû. Û wan got ku apê 70 salî dûre ji wan re got ku çekdar nava xwe gotûbêj kir ka wî bikujin an na, û wan ew berda ji ber temena wî ya mezin, dûre jî sê merivên wan ên din bi temenê 55 an jî mestir kuştin.
Ev cara sisiyan bû di nava sê salan de ku malbat tê de endamine xwe di Kobaniyê de di êrîşine têkildarî DAÎŞê de wenda dike. Sala 2013yan, teqîna bombe-turimbêlekê li hemberî nivîsgeha Heyva Sor bavê Muhemed ê 67 salî kuşt. Sala 2014an jî, Şêrîn xwîşka Muhemed a 19 salî, tevlî Yekîtiya Parastina Jinan bû, ew jî hevtaya jinane ya YPG ye, û ew jî di kemîneke DAÎŞê de hat kuştin.
Di nava seredana Şanlîurfayê de, Human Rights Watch jineke ciwan dît. Li gorî gotina heval û çalakvanên mafên mirovan yên xwemalî. Wê dîtibû çawa milîtanên çekdar li pêşiya çavên wî gule berdan dê û bavê wê û merivine wê yên din. Dûre milîtanan gule avêtin rûyê wê jî. Çavê jinê pêçayî bû û ketibû rewşeke xemgîniya sozî ya giran.
Jin, Zarok û Pîr Bûbûm Armanc
Tevî ku di hin haletan de milîtanên çekdar sivîlên herî biçûk û yên mezin serbest berdan, govanan û parêzvanên mafên mirovan got ku dîsa jî çekdar bi kêmanî 14 sivîlan binî 18 salî kuştin. Di lîsteya Rêxistina Rojava ya Mafên Mirovan zarokek 3 salî heye. Li gorî Navenda Belgekirina Tundekariyan, bi kêmanî 67 ji kuştiyan jin bûn. Û li gorî rêxistina Rojava jî, qene be 18 ji kuştiyan ji 55 sal û bi jor de bûn.
Zarga, 41 salî e, ji gundê Berx Botan ji Human Right Watch re got ku segmanekî DAÎŞê ew û biraziyeke wê kiribûn armanc piştî ku reviyan kolanê piştî ku ew berbangê hişyar bûn li ser dengine têkel ên li du hev: Rewîna segan, qêrîn û girîna keçekê, dûre dengê guleyan:
Min û birazîka xwe behsa keçikê dikir. Me nizanî bê çi qewimîbû. Dûre ji nişkê ve me tîrêja lazerê dît. Me li jêdera roniyê nêrî û me du segmanên DAÎŞê dîtin ku çekên xwe arastî me kirine. Me dest bi bezê kir. Birazîka min ket û xwe li paş dîwarekî veşart. Min jî beza xwe domand. Ez zîg-zag dibeziyam daku xwe ji segmên vedizînim. Dûre êşek ket stûyê min.
Gule di nava hestiyên milê min re gihiştibû aliyê rastê yê stûyê min. Wan pênc gule avêtin min, lê tenê yek ji wan li min ket. Ez ketim, min ji xwe re got, “Ez ê bimirim, beriya ku bikevim destên wan jî.” Dûre hiş ji serê min çû.
Zarga got ku dema ew ser hişê xwe ve hat, birazîka wê ew dîtibû û wan xwe gihand turimbêleke merivên wê tê de bûn nêzî 250 metroyan dûr. Wê go, “Min xwe ber bi turimbêlê ve dixuşand û dikir hawar.” Bi wêrekî di bin guleyan de, endamên malbatê ew bir nexweşxaneyeke deverê û dûre Tirkiyê. Zarga got,“Me hîç nizanî bê çi hat serê wê keçika ku diqêriya.”
Êrîşkar Xwe Kiribû Hêzeke Dostane
Govanan got ku milîtanên çekdar ciline weke yên YPG û Artêşa Sûrî ya Azad li xwe kiribûn. Wan got ku di hin haletan de endamên DAÎŞê bi kurdî gazî dikir, “Ka bihêlin em têkevin, em YPG ne,” daku têkevin malan.
Merivekî ji Human Rights Watch re got ku milîtanekî bi cilên fermî yên YPG gule avêt Şêxo Etto yê 65 salî û ew kuşt, dema ew ji malê derdiket daku silavê li çekdêr bike.
Li gorî Şêx Nebî merivê wî, Etto pirsî, “Hêvîdar im ku DAÎŞ li vir nebin!” Çekdar bi erebî qêrî, “Paşde vegere!”, bi dû Etto re ket mala wî û gule berdan lingê wî û kêleka jina wî, û herdu kuştin, û dûre gule li keça wan jî avêt û ew birîndar kir.
Guleberdana Rizgarkeran
Govanan got ku DAÎŞ li sivîlên ku hewl didan ku merivên wan an jî şervanên YPG yên birîndar rizgar bikirana jî gule avêtin. Sê govanan got ku çekdar gule li sivîlan didan ji serê dibistaneke berê ya çarqatî nêzîkî çiyayê Miştenûrê ya ku ser bi nexweşxaneyekê ve tê veguhertin. Nûçeyan ragihand ku milîtanên çekdar di avahiyê de asê bûn û ku ziyaneke mezin pê ket di şera digel hêzên kurdî de.
Nişteciyekî birîndar ê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin got, “Turimbêleke birayê min heye; ew çûbû hawara hin birîndaran. Li ser rê, DAÎŞ gule avêtinê û ew kuşt. Min du cara telefonî birayê xwe kir, wî bersiv neda. Min zanîbû ku tiştek şaş heye. Ez çûm daku wî bibînim, lê dema ez nêzîkî turimbêla wî bûm, wan gule avêtine min li kêleka min ket. Min xwe li kolanê dirêj kir, ji 7ê sibehê heta 2yê nîvrojê min xwe kiribû qey mirî me.”
Xelîlê 40 salî got ku guleyekê li stûyê wî ket dema wî bi turimbêlê şervanekî YPG yê birîndar yê ku li pêşiya deriyê xwe dîtibû dibir naxweşxaneyê:
Min komeke DAÎŞiyan bi cilên YPG xwe li qurzîkê veşartibûn dît. Tenê 20 metroyên me mabûn daku xwe bigihînin ciyên ewle. Dema wan gule avêt stûyê min. Min dît çawa xwîn li pêşiya min bi ser cama pêşîin de pijiqî. Min ajotin domand, destek li ser dîreksiyonê û yê din li ser gepirê xwe.
Hemodê birîndarekî 28 salî û apekî wî got ku yek ji merivên wan birîndar ket bi guleyên milîtanên çekdar dema hewl dida birayê xwe rizgar bikira, ew jî kureke naşî bû yê ku segman guleyekê li wî jî dabû. Hemode got ku ciyê qewimîna gulebaranê nêzî Banka Ziraî ya bajêr bû, ew jî ji şanogehê herî bixwîn ên êrîşê bû.
Hemodê got,“Dema pismamê min ê 15 salî destê sibê dengê guleyan bihîst, ew çû ber derî. DAÎŞê li ber bankê gule berdanê û ew kuşt. Dema pismamê min ê din jî bezî daku laşê birayê xwe bikişîne, DAÎŞê li wî jî da, û destê wî birîndar kir.”
Ibrahîm nanpêjê 28 salî got ku segmanekî ji avahiyê berê yê dibistanê gule davêtin li bazinê dêst û li sîngê wî da dema wî berve nanexaneya xwe dilezand piştî ku bihîst ku karkerek birîndar bûbû:
Dema ez gihîştim nanexaneyê, min gelek dengên teqîna guleyan dibihîtin. Dema ji turimbêla xwe peya bûm, segmanekî gule avêt destê min ê çepê. Min şervanên DAÎŞê li jorê li ser baniya bilind a avahiyê [a dibistana berê] dîtin. Destê min ji piyê min hêl dibû. Min bi destê hêlbûyî girt û ez bezîm nanexaneyê. Di hundir de, em nêzî 30 kes bûn. Hin karker kun di dîwarê nanexaneyê de vekirin. Em revîn nexweşxxaneya Al-Emel [ya nêzîk], me xwe di ber dîwaran re dixuşand.
Şêx Nebî got ku êrîşkaran gule berdabûn merivê wî Etto û jina Etto di mala wan de, dûre gule avêtin mobayla di destê keça wan Dilşan a 23 salî, dema wê bi telefonê hawara wî dikir. Dûre çekdar gule avêtin bedena keçikê, sipila wê û pişikekê û gurçikekê birîdar bûn. Şêxo, mêrê xwîşka Dilşanê got ku jina sawgirtî nêzî 4:45ê sibehê telefonî wî kir.
Wî got: “Ew digiriya û digot, ‘wan gule berdan bavê min, wan gule berdan daika min.’ Dûre xet qut bû.” Xwîn zaf ji Dilşanê diherikî dema wê rahişt mobayla bavê xwe û xwe xuşand heta sînorên Sûriyê û Tirkiyê, nêzî 150 metroyan dûrî mala wan a ku li beşê bakur-rojhilata bajêr bû, û Şêx li ser xeta telefonê bû. Beriya bigihe sînorê bi çend metroyan, nema ew dikarî biaxiva, lê yekî ji Kobaniyê ji wir derbas dibû rahişt telefonê û bi Şêx re axivî, û herdu zilam berpisrên sînorê yên tirk agahdar kir daku wê bibin Tirkiyê.
Kuştina Sivîlan Dema Revînê
Govan ji Human Rights Watch re got ku milîtanan dan dû sivîlên sawgirtî dema ew li ser piyan an jî bi turimbêlan direviyan, û avêtin wan, bi tifingên êrîşê hebûn, mîtralyoz (şeştîr) û ta jî bi narincokên moşekî (RPG). Lezgînê 24 salî got ku ew di nava komeke şêst sivîlan de bû, yên ku derketibûn kolanê nêzî 5:15ê sibehê dema wî li ser dengê teqîneke bilind li Dergeha Murşitê [Murşıtpınar] li bakur-rojhilatî Kobaniyê hişyar bû, dûre ew zanî ku ew teqîna bombe-turimbêlekê bû. Dema ew têgihêşt ku ew koma çekdarên li hemberî wan in ne YPG ne, wî girseyê hişyar kir daku birevin:
Min bang kir, “Milet, birevin! Ew dê me bikujin! Hevalê min Hemodê li paş min dibeziya. 13 salî bû. Ew diqêriya, “wan ez şewitandin!”. Dema min li paş xwe lê nêrî, min dît çawa kunekî mezin di zikê wî de vebûye.
Dema lezgîn gihîşt kolana li pêşiya xaniyê xwe, yê ku 30 metroyan dirêj e, wî neh laş li erdê dîtin. Wî got: “Di nav de, pismamê min, mêrê xwîşka min û cîranên min hebûn.”
Li ber mizgefta Hec Reşad, teniştî mala wî, Lezgîn dibêje ku wî û du merivên xwe zilameke mirî ê ku li ser zik dirêjkirî dît, wan ew nas kir, ermeniyekî bi navê Hovsîp bû. Wî got “Me ew ji ser rê rakir,” dûre wî nîşanî lekeyeke tarî li ser rana pantalona xwe kir û got, “Ev xwîna wî ye.”
Lezgîn piştî êrîşê bi du rojan bi Human Rights Watch re axivî, li derveyî nexweşxaneyê li Şanlîurfayê, cihê ku Aye, xwîşka wî ya 8 salî rastî sexbîriya tîndar dibû ji ber perçikine bombeyê yên di seriyê de. Wî got ku gule li lingê birayê wî Cengîn jî ket, û ew niha li nexweşxaneyeke li Sirûcê 60 KM dûr rehet dibe.
Girtina Sivîlan
Govan û komên mafên mirovan ên xwemalî agahîne hûrgilîdar derbarê çawaniya girtina êrîşkaran li sivîlan bi kêmanî li çar avahiyan li Kobaniyê û nêzîkî wê.
Du govana salixa girtina wan dan ji aliyê milîtanên çekdar li Meqtelê li keviya başûrî ya Kobaniyê, dema ku hêzên kurdî dest bi êrîşa xwe ya dijber kir di 25ê tîrmehê de. Mêrekî birîndar ê ku ji ser texta nexweşxaneyê de bi Human Rights Watch re axivî got ku ew yek ji 55 girtiyan bû- piraniya wan jin bûn- ew di du xaniyan de li Meqtelê bo maweya du demjimêran hatibûn girtin hetanî ku hêzên kurdî êrîşî pasvanên milîtanên çekdar li derve kir û rê ji wan re vekir daku birevin.
Nişteciyeke din a Kobaniyê ,Rîhaba 23 salî, got ku du zilamên çekdar ew, tev bavê wê, sê birazî û birazê, û du hevalan di xaniyekî Meqtelê de bo nîv-demjimêrekê girtin. Wê got ku çekdaran ew girtin piştî ku wan gule li turimbêla ku ew û merivên xwe pê direvîn barandin, gule li jinbiraya wê û hevalekî malbatê ketin, û birayê wê jî di turimbêlekê cuda hat kutşin. Rîhab got ku yeke ji kesên ew girtibûn, ew û merivên wê weke mertalan bi kar anîn, dema hişt tevahiya koma sivîlan pê re bimeşin hetanî şervanekî kurd derbas bikira û têketa xaniyekî li Meqtelê cihê ku emîrekî DAÎŞê xwe tê de asê kiribû. Wê got ku şervanê kurd çeka xwe arastî komê kiribû.
Rîhab got,“Em ji tirsa cemidîbûn. Me nizanîbû ka dê çi bibe. Ji xwe hê me du meriv hatibûn kuştin, gulebaran li her derî bû, em ji tirsa mirin.” Wê got ku hêzên kurdî girtiyan rizgar kirin, û lê zêde kir ku ji wê ye şervanan kesên ku ew digirtin kuştin.
Rêxistina Rojava ya Mafên Mirovan got ku milîtanên çekdar 30-40 kesî girtin di nava avahiyeke berê ya dibistanê nêzîkî çiyayê Miştenûrê.
Welat, çalakvanekî li Kobanê bicih bûye, ji Human Rights Watch re got ku DAÎŞê 80 kesî , di nav de çend zarok jî, di dukanekê de girtin li kolana Expressê li navenda bajêr. Wî got ku yek ji rehîneyan jê re got ku DAÎŞiyan xwe di ser dîwarê xaniyê wî de avêtin, ew û jina wî û çar zarên wî girtin û birin navendê, li wir jî şeş çekdaran pasvaniya komê dikir. Pênc ji çekdaran reviyan dema şer di cihekî nêzîk de derket û DAÎŞiyê şeşan li ber derî hiştin. Dema girtiyan deriyê xwe dada ew jî reviya. Hêzên YPG piştî 12 demjimêran girtî rizgar kirin.
Qanûna şeran li aliyên şer qedexe dike ku sivîlan bi kar bînin daku hêzên leşkerî an jî deveran ji êrîşan ewle bikin.