Skip to main content

Sûriye: Derfet ji bo bidawîkirina çewisandin û binpêkirinê

Misogerkirina lêpirsîna tawanên hovane û parastina Sûriyên ji hemû pêkhateyan

Jineke ku ala opozisyona Sûriyê li xwe kiriye dema serdana zindana Sednaya li nêzîkî Şamê, Sûriyê, 12ê Kanûnê, 2024an. © 2024 Antonio Pedro Santos/EPA-EFE/Shutterstock.

(Beyrût) – Human Rights Watch, îro, di rapora xwe ya cîhanî ya sala 2025an de got ku, jinavbirina hikûmeta Beşar el-Esed di Kanûna 2024an de şiyanekên nû afirandin da ku lêpirsîna derbarê tawanên hovane yên bi salan de were misogerkirin, û derfeta avakirina hikûmeteke nû ku rêzê li mafên mirovan bigire jî were afirandin. Divê desthilatên Sûrî yên veguhêz gavên bilez bavêjin ji bo parastina delîlên fizîkî yên tawanên giran li seranserî welat ku ji aliyê endamên hikûmeta berê ve hatine kirin.

Di rapora xwe ya cîhanê de ku ji 546 rûpelan pêk tê, û di çapa 35an de, Human Rights Watch rewşa mafên mirovan li zêdetirî 100 welatan nirxand. Li piraniya cîhanê, Rêvebera Cîbicîkar Tîrana Hesen di pêşgotina xwe de dinivîse, hikûmetan dijberên siyasî, çalakvan û rojnamevan bi neheqî girtin û zindan kirin. Komên çekdar û hêzên hikûmetan bi awayekî neyasayî sivîl kuştin, gelek ji malên wan derxistin, û rê li ber gihandina alîkariyên mirovî girtin. Di gelek hilbijartinên niştimanî yên sala 2024an de, ku hejmara wan 70 hilbijartinan derbas dike, rêberên sitemkar bi gotin û polîtîkayên xwe yên cihêkar biser ketin.

"Piştî 13 salên şer û dehsalan ji otorîterîzmê, derfeta bo Sûriyan hat afirandin ku ber bi misogerkirina lêpirsiyariya tawanên ku hikûmeta Esed kirine tevbigerin, û rêyeke nû binexşînin da ber bi pêkanîn û parastina mafên her kesî ve pêşve biçin", cîgirê rêveberê Rojhilata Navîn di Human Rights Watch de, Adam Coogle, got û weha berdewam kr: "Divê desthilatdarên veguhêz rê li ber wan negirin û bi kiryaran nîşan bidin, ne tenê bi gotinan, ku ew bi pêkanîna wê armancê ve pabend in."

  • Di sala 2024an de bêhtir ji sedî 90ê gelê Sûriyê di bin xêza hejariyê de dijiyan. Nêzîkî 12.9 mîlyon kes - bêtirî nîvê nifûsê - ji bo gihîştina xwarinên bi kalîte û ya ku têra wan dike, têdikoşîn, û pêwîstiya herî kêm 16.7 mîlyon Sûrî bi alîkariyên mirovî hebû. Lê dîsa jî, alikariyên mirovahî ji bo Sûriyê daketin asta herî nizm di salên dawî de.
  • Tevî fermana ku ji aliyê Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî ve ji bo rêgirtina li îşkencekirina ji aliyê dewletê ve derketî, hikûmeta Sûriyê ya berê nekarî binpêkirinan rawestîne yan jî lêpirsînê misoger bike. Dadgehên Ewropî bi mehkûmkirina tawanên şer û sûcên li dijî mirovahiyê, hewldanên lêpirsîna takekesî şopandin.
  • Komên çekdar ên nehikûmî yên ku li Sûriyê çalak in, di nav de Desteya Tahrîr el-Şam (HTS) û komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) yên ku êrîşa di 27ê Mijdarê de destpêkiribûn ku hikûmeta Esed hilweşand, berpirsên binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer bûn.
  • Tirkiye û Libnanê bi awayekî bilez bi hezaran Sûriyî vegerandin Sûriyê. Piştî 8ê Kanûnê, gelek welatên Ewropî proseya serlêdana penaberiyê ji bo Sûriyan rawestandin.

Divê serkirdayetiya nû ya Sûriyê derfeteke nedîtî bi kar bîne da ku bibe mînak di warê mafên mirovan de, di nav de parastina mafên bingehîn ên hemû Sûriyan di destûreke nû de. Divê rayedarên nû li ser rêkeftin û peymanên yasayî û mafên mirovan ên navdewletî îmze bikin û bicîh bikin.

Welatên cîran û yên din ku mêvandariya hejmareke mezin ji penaberên Sûrî dikin, divê bi her awayekî lezê nekin ku Sûriyan ji herêmên xwe dersînor bikin, û divê rewaşa wan a demkî wek penabaer û wan jî biparêze. Divê welatên din bi lez li ser rakirina sizayên giştî yan sektorî hizir bikin, di nav de yên bi operasyonên mirovahî ve girêdayî ne, û herweha sizayên li ser saziyên darayî yên Sûrî.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country