Skip to main content

Sûriye

Bûyerên 2024an

Jineke ku ala opozisyona Sûriyê li xwe kiriye dema serdana zindana Sednaya li nêzîkî Şamê, Sûriyê, 12ê Kanûnê, 2024an.

© 2024 Antonio Pedro Santos/EPA-EFE/Shutterstock.

Hikûmeta Beşar el-Esed di 8ê Kanûna 2024an de ji aliyê hevpeymaniya komên çekdar ên opozisyonê ve hat hilweşandin, û bi vê yekê dawî li desthilatdariya Partiya Beis a 50 salî li Sûriyê hat. Dema ku grûpên opozisyonê bajar kontrol kirin, wan girtiyên zindan û navendên binçavkirinê li sernaserî Sûriyê azad kirin, û rojnamevanên xwecihî û navdewletî serdana cihên binçavkirinê yên berê û cihên gorên komî û hovîtiyên din kirin, ku derfeteke nû ji berpirsiyariyê re hat peydakirin.

Komên çekdar ên nehikûmî li Sûriyê, di nav de Desteya Tehrîr el-Şam (HTS) û komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA), ku di 27ê Mijdarê de dest bi êrîşan kiribûn û hikûmeta Sûriyê piştî êrîşeke 12 rojan hilweşandibû, di heman demê de ji binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer jî berpirsyar in.

Di dirêjahiya sala 2024an de, xelkê Sûriyê ji ber şer û pevçûnên berdewam, xirabtirbûna rewşa aborî û bêewlehiya giştî rastî binpêkirin û zehmetiyan hatin. Rûsya û Îran heta hilweşîna hikûmeta Sûriyê alîkariya leşkerî û darayî jêre pêşkêş dikirin, di heman demê de Amerîka piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bakurê rojhilatê Sûriyê, û Tirkiyê jî piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) dike. Îsraîl di tevahiya sala 2024an de êrîşên asmanî li ser Sûriyê pêk anîn, û piştî 8ê Kanûnê, dest bi êrîşan kir û jêrxaneya leşkerî ya Sûriyê li seranserê welat têk bir, û dagîrkirina xwe ya leşkerî li ser axa Sûriyê bi dirêjahiya quntara başûrê Çiyayê Hermon (Cebel el-Şêx) berfereh kir.

Tevî ku şert û mercên hundirê Sûriyê ji bo vegera ewle û birûmet a penaberên Sûrî yên ku li derveyî welat dimînin, ne guncaw in, welatên mêvandarên penaberan, Tirkiyê û Libnanê bi hezaran Sûrî vegerandin Sûriyê, û hewildanên vegerandina penaberên Sûrî li seranserî Ewropayê zêde bûne, û çîroka vegera penaberên Sûrî li seranserê welatên Ewropî tundtir bû, ku gelek ji wan pêvajoya daxwazên penaberiyê yên bo Sûriyan piştî 8ê Kanûnê, rawestandin.

Berî hilweşîna wê, hikûmeta Sûrî ya berê binpêkirin nerawestandin û lêpirsîn misoger nekir tevî fermana Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî (ICJ) ji bo rêgirtina li îşkencekirina bi piştgirîya dewletê. Hin hewildanên lêpirsînê li derveyî Sûriyê bi tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê li dadgehên Ewropî berdewam bûn.

Herêmên di bin destê hikûmetê de (Navend, Rojava û Başûrê Sûriyê) Beriya 8ê Kanûnê

Berî ku hikûmeta el-Esed di 8ê Kanûnê de were hilweşandin, hêzên ewlekariya Sûriyê û komên çekdar ên girêdayî hikûmetê bi awayekî neyasayî binçavkirin, windakirin, û danûstana xerab li dijî sivîlan berdewam kirin. Piraniya caran binpêkirin derheqê kesên ku wek dijberê hikûmetê têne hejmartin an jî bi deverên berê yên di destê opozisyonê de girêdayî ne hatine kirin, li gel guhdanek gelek kêm jî bi pêngavên yasayî. Desthilatdarên berê herweha desteserkirina neyasayî ya mal û milkan û sînordarkirina hatinûçûnê li deverên xwecihî ji bo Sûriyên vegeriyayî, berdewam kirin. Ji destpêka sala 2024an ve, Wezareta berê ya Darayî cemidandina neyasayî ya mal û milkan li ser 

bi sedan kes û malbatan sepand li bajarokekî ku berê di destê opozisyonê de bû li başûrê Şamê, ew jî kiriyarek sizadana giştî ye.

Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (COI) ya Îlona 2024an li ser Sûriyê binpêkirinên berdewam bibelge kirin, ligel kêmbûna lêbirsînê ligel sûcdaran. Girtinên neyasayî, bi taybet li gorî yasaya berferehkirî ya Tawanên Elektronî (Sîber) a 2022an, di heman demê de amûrek zordariyê ma, ku herî kêm, du kes ji ber postên li ser medyaya civakî hatin girtin û bi "xerabkirina pêgeha dewletê" hatin tawanbarkirin, li gorî COI.

Di vê navberê de, hilweşdandina dadgehên meydanî yên leşkerî di sala 2023an de, ku demek dirêj ji hêla parêzvanên mafên mirovan ve dihat xwestin, bandorek wê ya mezin nebû da ku zelaliyê peyda bike ji bo bi hezaran kesên ku bêyî şopandina pêngavên yasayî yên pêwîst, hatine sizadan. Tevî hilweşandina van dadgehan jî, ti hewildanek berçav ji aiyê hikûmetê ve ji bo zelalkirina çarenivîsa bi hezaran kesên wendayî û nediyar nehatiye kirin.

Di Îlonê de, Beşar el-Esed lêborînek giştî ji bo kesên ku ji erka leşkerî reviyabûn û kesên ku bi tawanên biçûk hatibûn tohmetbarkirin, derxist, lê lêborînê girtiyên ku ji ber dijberiya siyasî hatine binçavkirin, venegirt. Lêborînên berê jî bi heman awayî nekarîne pirsgirêka girtiyan a berdewam çareser bikin, ku bi deh hezaran kes hîn binçavkirî yan jî winda ne.

Di Çileyê de, êrîşên asmanî yên Urdunê li ser Swêda li başûrê Sûriyê 10 kes kuştin, di nav wan de du keçên ciwan hebûn, ev yek bû sedema bangên ji bo lêpirsîn û qerebûkirina kesên ku di van operasyonên dijî qaçaxçîtiyê de ziyan dîtine.

Li gel zêdebûna aloziyên herêmî ji ber kiriyarên dijminatiyê li Xezayê, Îsraîlê êrîşên asmanî li Sûriyê zêde kirin, di nav de li ser çekdar û navendên leşkerî yên Îran û Hizbullah. Êrîşên Îsraîlê li Şam, Hims û Dêrezorê li deverên niştecihbûnê yên pir qelebalix xistin û di encamê de sivîl hatin kuştin.

Bakurê Rojavayê Sûriyê

Di 27ê Mijdarê de, grûpa çekdar a Îslamî Desteya Tehrîr el-Şam (HTS), ligel komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) ku Tirkiye piştgiriya wê dike, êrîşeke nû li Sûriyê ji baregeha xwe li parêzgeha Idlibê destpê kirin, û hikûmeta Sûriyê di 8ê Kanûnêde piştî operasyona leşkerî ya 12 rojan, hilweşandin.

Di salên dawî de bakurê rojavayê Sûriyê ji 4.1 milyon kes re bibû wargeh, herî kêm nîvê wan ji destpêka şer û vir ve bi kêmanî carekê derbider bûne. Berî ketina hikûmeta el-Esed di Kanûnê de, xelkê van deveran bi awayekî bibandor dorpêçkirî mabûn, û ji karîn û şiyanên veguhestinê bêpar bûn, nekarîn li Tirkiyê mafê penaberiyê bixwazin, û ji tolhildan û çewisandina hikûmetê ditirsiyan, eger hewl bidin ku barkin deverên di bin destê hikûmetê de.

Li Idlib û rojavayê Helebê, êrîşên neyasayî yên hêzên leşkerî yên Sûrî û Rûsî di sala 2024an de 
berdewam bûn û heta hilweşandina hikûmeta el-Esed, sivîl hatin kuştin û ziyan gihîşt binesaziya sivîl.

Di meha Sibatê de, ji ber raporên îşkenceyê ji aliyê HTSê ve, xwepêşandanên mezin li Idlibê derketin ku daxwaza serbestberdana girtiyan, reformên rêveberî û civakî û aborî, û dûrxistina serokê HTS Ebû Mihemed El-Colanî (ku bi navê Ehmed el-Şera’a jî tê naskirin) hate kirin. Rapora COI ya Îlonê bêparkirina neyasayî ji azadiyê, îşkence û danûstana xerab, darvekirin, û mirina di girtîgehê de ji aliyê HTSê ve, belge kirin.

Bakurê Sûriyê yê ku Tirkiyê dagîr kiriye

Li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, komên Artêşa Niştmanî ya Sûriyê (SNA) û Polîsên Leşkerî, hêzeke ku ji aliyê Hikûmeta Sûrî ya Demkî (SIG) ve hatiye avakirin, ji bo rêgirtina li binpêkirinên frakisyonan, bi dehan kes rastî girtinên neyasayî, windakirinên bi zorê, îşkence û danûstana xerab, destdirêjiya zayendî (cinsî), û darizandinên leşkerî yên nedadmend kirin, ev hemû bêyî ku bê sizadan.

Komên SNAyê berdewam mafên mal, zevî û milkê sivîlan binpê kirin, di nav de bi zorê desteserkirina mal, zevî û kargehan. Û bi sedhezaran Sûriyên ku ji malen xwe reviyan di dema operasyonên leşkerî yên li dû hev ên Tirkiyê li herêmê de û piştî wê jî, bê cih û war man.

Di sala 2024an de, SNA bi NY re planek çalakiyê îmze kir da ku pêşî li leşkerkirina zarokan bigire.

Piştî ketina hikûmeta el-Esed di Kanûnê de, SNA bi piştevaniya Tirkiyê dest bi helmeteke leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi serkêşiya Kurdan li bakurê Sûriyê kir, û HSD ji deverên parêzgeha Helebê di nav de Menbic derxistin, û di dema nivîsandina vê raporê de, gefa zevtkirina herêmên zêde dixwarin. Şer bû sedem ku zêdetirî 100 hezar kes, ku piraniya wan Kurd in, ber bi bakurê rojhilat ve birevin û li wir rastî şert û mercên mirovahî yên xirab hatin.

Bakurê rojhilatê Sûriyê

Di sala 2024an de, li gorî raporta Îlonê ya COI, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser girtina çalakvanên siyasî, berdewam bû.

HSD û komên girêdayî wê li ser karê leşkerkirina zarokan ji bo armancên leşkerî berdewam kirin, tevî ku soz dabûn dawî li vê yekê bîne.

Nerazîbûn li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilat dijwartir bûn, ligel ku HSDê êrîşên ewlekarî pêk anîn û bû sedema kuştina sivîlan. Êrîşên asmanî yên Tirkiyê navendên sivîl li seranserî bakurê rojhilatê kirin armanc, û jiyana xelkê xiste metirsiyê û ji elektrîk, guhdana bijîşkî û xizmetên din ên bingehîn qut kirin.

HSD û hêzên ewlekariya herêmê yên Asayîşê hêj nêzîkî 44 hezar bergumanên DAIŞê (Dewleta Îslamî) û endamên malbatên wan ji Sûriyê û nêzîkî 60 welatên din, di bin şert û mercên xerab de li kampên Hol û Roj û bi awayekî neyasayî binçav dike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (AANES), baskê sivîl ê HSD, di Tîrmehê de yasayek pejirand ku rê dide girtiyên ku berê li gorî yasayên pir berfireh ên dijî terorê di dadgehên şaş de hatine mehkûmkirin, carek din pêşberî dagehê bên kirin.

Bilindahiyên Colanê yên ku Îsraîlê dagîr kirine

Di sala 2024an de, Îsraîlê binpêkirina yasaya dagîrkeriyê li bilindahiyên Colanê yên Sûriyê, ku ji sala 1967an ve dagîr kiriye, berdewam kir û rê li vegera bi dehhezaran Sûriyên ku wê demê ji malên xwe reviyan deverên din ên Sûriyê, asteng kir. Plana Îsraîlê ya sala 2021ê ya ku nifûsa nişteciyan li Bilindahiyên Colana Sûrî heta sala 2027an du qat bike, berdewam e. Li gorî Cîgirê Komîsyarê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî di Adarê de, ev berfireh bûn, ligel çalakiyên bazirganî yên pejirandî ji bo îstixlalkirina çavkaniyên xwezayî, metirsiya sînordarkirina gihiştina niştecihên Sûriyê ji erd û avê re, derdixe holê.

Di 27ê Tîrmehê de, di nava aloziyên herêmî yên ku ji ber şerê Îsraîlê li ser Xezayê derketin, êrîşeke bi mûşekan li ser lîstikgeheke futbolê li gundê Mejdel Şems, ku yek ji çar civakên mezin ên Durziyên Sûrî yên mayî li Bilindahiyên Colanê ye, 12 kes kuştin, ku piraniya wan zarok bûn. Îsraîlê digot kir ku Hîzbullah berpirsyar e, lê Hîzbullah red kir ku ew êrîş pêk anîbe.

Di Kanûna 2024an de, hêzên Îsraîlî bi armanca ku "herêma tampon" ava bikin, li quntara başûrê Çiyayê Hermon (Cebel el-Şêx) erdek din bidest xistibû. Hêzên Îsraîlî bi gelek êrîşan alavên leşkerî û binesaziya Sûriyê kirin armanc.

Krîza Aborî û Astengiyên li Pêş Alîkariyên Mirovî

Di sala 2024an de ji sedî 90ê xelkê Sûriyê di bin xêza hejariyê de dijîn. Nêzîkî 12.9 mîlyon kes - bêtirî nîvê nifûsê - ji bo gihîştina xwarinên bi kwalîtî ku têra wan bike, têkoşînê dikin, û herî kêm pêwîstiya 16.7 mîlyon Sûrî bi alîkariyên mirovî hebû, ku ev yek ji sedî neh zêdebûnek ji sala borî nîşan dide. Lê dîsa jî alîkariyên mirovahî ji bo Sûriyê daketin asta herî nizm di salên dawî de.

Zêdetirî 12 salên şer binesaziya sivîl û xizmetguzariyên Sûriyê têk birine, û bandoreke giran li gihîştina penageh, guhdana tenduristî, elektrîk, perwerde, veguhestina giştî, av, û paqijiyê kirine. Xelk li seranserî welêt ji ber kêmbûna dijwar a sotemeniyê û zêdebûna bihayê xwarinê rastî zehmetiyan hatin. Rewş li deverên di bin kontrola hikûmetê de ji ber birîna piştevaniya ewlehiya civakî ji aiyê hikûmetê ve - ku pir caran bi rengekî neyasayî tê kirin, xirabtir bûye.

Berî hilweşandina wê di Kanûnê de, hikûmeta Sûriyê berdewam bû li ser danîna sînordarkirinên tund li ser gihandina alîkariyên mirovî li deverên bin destê hikûmetê li Sûriyê û deverên din ên welat û beralîkirina alîkariyan bo sizakirina deverên berê yên opozîsyonê. Kêmbûna tedbîrên têr di pratîkên kirînê de ji aliyê ajansên Neteweyên Yekbûyî ve ku alîkariyê li Sûriyê pêşkêş dikin, bûye sedema metirsiyek ciddî ya fînansekirina saziyên destdirêjker.

Sizayên komplex û berfereh ku ji aliyê Amerîka, Brîtanya, Yekîtiya Ewropa û welatên din ve li ser hikûmet, karbidest û saziyên girêdayî Sûriyê hatine sepandin, gihandina pirensîpî û bêalî ya alîkariyên mirovî ji bo civakên xwedî pêwîst û nûavakirina binesaziya bingehîn, wek jêrxana tenduristiyê û paqijiyê, asteng kirin.

Penaber û Derbiderên Navxweyî

Derbiderî yek ji encamên herî dijwar û dirêj ên şer dimîne. Ji destpêka şerê çekdarî di 2011 de, li gorî OCHA, 12,3 mîlyon kes neçar bûne ku welatê xwe bicih bihêlin, ku 6,7 mîlyon niha li seranserî welêt derbider bûne.

Piştî ketina hikûmeta el-Esed di Kanûna 2024an de, gelek welatên Ewropî rawestandina proseya daxwazên penaberiyê yên Sûriyê, ragihandin.

Li hember hestên dijî penaberan, Tirkiyê, ku mêvandariya nêzîkî 3,3 milyon penaberên Sûriyê dike, bi hezaran kes dersînor kirin an jî bi awayekî din guvaş li wan kir ku di sala 2024an de ji Tirkiyê vegerin bakurê Sûriyê, di nav de Girê Spî (Tel Abyad), ku navçeyeke ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, ku têde nebûna yasayê û şert û mercên mirovahî yên kambax serdest in.

Penaberên Sûrî yên ku hewl didin ji Libnanê bigihêjin Ewropayê, ji hêla desthilatdarên Libnanî û Qibrisê ve hatine girtin û paşde hatine dersînorkirin, û gelek ji wan bi zorê ji hêla Artêşa Libnanê ve bo Sûriyê hatine vegerandin. Libnan mêvandariya zêdetirî 1.5 milyon penaberên Sûriyê dike.

Desthilatdarên Iraqê li Bexda û Hewlêrê jî bi awayekî neyasayî Sûrî girtin û dersînor kirin Şamê û beşên bakurê rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola hêzên Kurdî de.

Mafên Jin û Keçan

Pevçûn li Sûriyê newekheviya zayendî girantir kir, ku wê jî kir ku jin û keç rastî tundutûjiyê, derbiderî û yasayên cudakariyê yên ku mafên wan bisînor dikin, hatin. Gelek jinên kebaniyên malbatê ji bo qeydkirina jidayikbûna zarokên xwe têkoşînê dikin, ev yek jî metirsiya bêwelatiyê zêde dike û gihiştina wan a perwerde û guhdana tenduristiyê sînordar dike.

Hewldanên Navdewletî yên Lêpirsînê

Tevî biryara Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî ya 2023an, a ji bo rawestandina îşkenceya ku ji aliyê dewletê ve tê piştgirîkirin, hikûmeta el-Esed di sala 2024an de ti amajeyên rawestandina kiryarên xwe yên destdirêjiyê, sedemên mirinê, eşkerekirina cihên goran, an vegerandina bermayiyên termên miriyan, nîşan nedan, digel ku hin malbat piştî çend salan ji van bûyeran ev yek bihîstin.

Di Gulanê de, dadwerên Fransî sê karbidestên payabilind ên Sûrî, bi neamadebûn, bi tawanên dijî mirovahiyê û tawanên şer di nav de zindanîkirin, wendakirina bi zorê, û îşkencekirina du welatiyên Sûrî-Fransî tawanbar kirin.

Hewldanên dadrêsiya gerdûnî di sala 2024an de bi tawanbarkirina Rifa‘at el-Esed li Swîsrayê ji ber tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê di dema Komkujiya Hemayê ya sala 1982an de berdewam kirin. Di Hezîranê de, dadgeheke Fransî biryara girtinê li dijî Beşar el-Esed pesend kir ji ber tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê di êrîşa çekên kîmawî ya li Xûta ya sala 2013an de. Piştî îstînafa dozger a têkildarî sepandina prensîba parêzbendiyê ya serokê dewletê, hêj Dadgeha Cezayê biryara dawî nedaye.

Desteyeke nû ya Netewên Yekbûyî ku ji bo lêkolînkirina çarenivîsa zêdetirî sed hezar kesên winda li Sûriyê hatiye erkdarkirin, di sala 2024an de dest bi karê xwe kir.