(Beyrût) – Sê çekdarên girêdayî grûpeke ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve, ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, roja 20ê adara 2023an li bajarokê Cindirêsê yê bakurê Sûriyê, gule berdan malbateke Kurd dema ku wan cejna Newrozê, sersala Kurdî, pîroz dikirin, rêxistina Human Rights Watch (HRW) îro ragihand. Sê bira û kurê yekî ji wan bi guleyan hatin kuştin, xizmekî din jî rewşa wî xerab e û 2 kesên din jî bi sivikî birîndar bûne.
Di demekê de ku beşa polîsê leşkerî ya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê girtina hersê êrîşkerên gumanbar ragihand, destêwerdana her grûpeke xwe di bûyerê de red kir. Komê kêm caran grûpên xwe ji ber zincîreya kiriyarên binpêkirinên mafên mirovan ên ku di şeş salên borî de hatine kirin, berpirsyar dibîne.
"Ev kuştin piştî zêdetirî pênc salan ji binpêkirinên mafên mirovan ên bêserûber li ser destên hêzên Tirkî û komên Sûrî yên xwecihî bêyî ku bên sizadan, pêk tên," cîgirê rêvebirê beşa Rojhilata Navîn li HRW, Adam Coogle, ragihand û got jî: "Tirkiyê rê daye van çekdaran ku destdirêjiyê bikin derheqê xelkê li deverên di bin kontrola wan de bêyî ku ti cezayekî bibînin, û bi vî rengî Tirkiye xwe bi wan re dike hevparê binpêkirinan."
Human Rights Watch li bajarê Efrînê yê nêzîkî Cindirêsê bi yek ji birayên kesên kuştî, du şahidên tawanê, cîranek û xebatkarekî mirovahî yê xwecihî re axivî. HRW herwiha wêneyên terman û vîdyoyên ku piştî gulebarana kujer hatine kişandin nirxandin. Herçar qurbanî birayên hev in, Ferhan Dîn Osman, 43 salî, Îsmaîl Osman, 38 salî, û Mihemed Osman, 42 salî, û kurê Îsmaîl bi navê Mihemed, 18 salî. Şahid û xebatkarekî mirovahî yê ku rasterast agahdarî bûyerê ne, piştrast kirin ku çekdar beşek ji Ceyş El-Şerqiye yê ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve bûn.
Tirkiye weke hêzeke dagirker û piştgir ji komên herêmî yên ku li herêmên di bin kontrola wê de li bakurê Sûrieyê tevdigerin, neçar e ku li ser van kuştinan lêkolînan bike û berpirsyaran siza bide. Herwiha divê Tirkiye her piştgiriyekê bo komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê yên ku di binpêkirinên mafên mirovan ên dubare an ên sîstematîk de û binpêkirina yasaya mirovî ya navdewletî de beşdar in, qut bike.
Şahidan got ku roja 20ê Adarê derdora seat 7ê êvarê, dema ku malbatên Kurd li Cindirês û deverên din ên Efrînê yên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, cejna Newrozê pîroz dikirin, di navbera endamê Ceyş El-Şerqiye û Ferhan Dîn Osman li ber deriyê mala malbata wî de nakokiyeke devkî derket. Şahidan got ku çekdar ferman daye Osman ku di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de agirekî biçûk li ser banê xwe vemirîne.
Çekdar piştre kevirek avête wî dema ku ew bi biraziyê xwe re li derve rûniştibû, çû navenda grûpê li taxê, ku di xaniyekî de ku tenê 15-20 metreyan dûr e, û ligel du zilamên din ên çekdar vegeriya. Şahid dibêjin, wan dît ku zilaman bi awayekî bêserûber Ferhan Dîn Osman û endamên din ên malbatê yên ku ji bo dîtina çi diqewime derketibûn, gulebaran kirin, û ew, biraziyê wî û birayekî wî di cih de kuştin, du birayên wî bi giranî birîndar kirin û du kesên din bi sivikî birîndar kirin. Yek ji birayan, Mihemed, paşê di wê şevê de mir, birayekî rizgarbûyî got. HRW wêneyên zilamên mirî yên ku birînên çekan li sîng, rû û stûyê wan nîşan didin, nirxandin.
Piştre di wê şevê de, şêniyên xwecihî cenaze birin gundê Atma, li wir wan daxwaz kirin ku Heyet Tehrîr el-Şam, grûpa çekdar a ku herêma berfireh a Idlibê û rûberên mezin ji rojavayê Helebê kontrol dike, tolê ji kujeran pistînin. Grûpa çekdar di sala borî de hewl da ku şerê grûpên di nava Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de bikar bîne daku kontrola xwe li bakurê rojavayê Sûriyê berfireh bike. Di 21ê Adarê de gel bi girseyî ji bo merasîma cenazeyên herçar kesan li Cindirêsê lihev kom bûn û kuştina wan şermezar kirin, û bang kirin ku kujer bên sizadan û grûpên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji navçeya Efrînê bên derxistin.
Çend grûpên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ev bûyer şermezar kirin, di nav wan de Ceyş El-Şerqiye bi xwe û Feyleqa Yekem, ku yek ji sê feyleqên sereke ne ku grûpên cuda vedihewînin. Tevgera Avakirin û Rizgarkirinê ku Ceyş El-Şerqiye vedihewîne, daxuyaniyek da û têde ev kuştin şermezar kir û her pêwendiyeke tevgerê û pêkhateyên wê bi bûyerê re red kir.
Di sala 2018an de, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, ku hevpeymaniyeke sist a grûpên çekdar ên opozisyonê ye, ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike, Efrîn a ku berî niha navçeyeke Helebê ya piraniya wê Kurd bûn dagîr kir, û di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin û bi dehên hezaran jî koçber bûn, li gorî Neteweyên Yekbûyî. Ji wê demê û vir ve, bêhtirî 40 komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, gund, bajarok û heta taxên navçeya Efrînê kontrol dikin. Xebatkarê mirovahî got, Ceyş El-Şerqiye hin navçeyên Cindirêsê kontrol dike, di nav de taxa ku weke devera pîşesazî tê naskirin, ku tawan lê qewimî.
Ji sala 2016an û vir ve, êrîşên artêşa Tirkiyê ên li ser bakurê Sûriyê tije binpêkirinên giran ên mafên mirovan bûn. Tevî îdiayên Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku ew hin pêngavan ji bo sizadana berpirsiyarên bipêkirinan diavêjin, lê grûpên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiye piştgirîya wan dike binpêkirinên giran di nav de kuştinên neyasayî, talankirin û desteserkirina neyasayî, û windakirinên bi zorê didomînin. Tevî ku kontrola leşkerî li ser komên herêmî pêk tîne, lê Tirkiye ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan an jî başkirina reftarên grûpan tiştek nekiriye.
"Tirkiye û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike li Efrînê bi berdewamî nekarîne sivîlan li bakurê Sûriyê biparêzin," Coogle got, û wiha domand: "Piştratskirina ku ev kujer bi awayekî dadmend û zelal bên sizadan dê pêngavek be ber bi di rêya rast ve."