Skip to main content

Bakurê-rojhilatê Sûriyê: Êrîşên Tirkiyê Krîza Mirovî Dijwartir Dikin

Jêrxana Bingehîn tê Armancgirtin; Mafên Sereke di Metisriyê de ne

Çekdarekî Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê, ku Tirkiye piştgiriya wê dike, beşdarî merasîmeke leşkerî li gundewarê parêzgeha Helebê dibe di 9ê Hezîrana 2022an de, di çarçoveya amadekariyên wê hêzê de ji bo çalakiyên leşkerî li ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de. © 2022 Anas Alkharboutli/picture-alliance/dpa/AP Images

(Beyrût) - Êrîşên asmanî yên ku Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve, ziyan gihandine deverên tije xelk û jêrxana bingehîn a li bakurê-rojhilatê Sûriyê, herwiha krîza mirovî ya kambax ku bandorê li Kurd, Ereb û civakên din ên herêmê dike, dijwartir kiriye, Human Rights Watch îro ragihand.

Wan êrîşan gelek malbat derbider kirin, û bûn sedema qutbûna zêde ya tora elektrîkê û kêmbûna sûtemeniyê, û rêxistinên hevkariyê ji neçar kirin ku çalakiyên xwe bi awayekî demkî rawestînin, herwiha dibistan û kar jî rawestandin, karmendên hevkariya navdewletî û nişteciyan ji HRW re got. Forûma rêxistinên nehikûmî li bakurê-rojhilatê Sûriyê, ku ew jî desteya hevrêziyê ya sereke ye bo rêxistinên nehikûmî yên ku li deverê dixebitin, di daxuyaniyekê de roja 25ê Midarê hişiyarî da ku armancgirtina jêrxana enerjiyê dê ziyanê bigihîne jîngehê û krîza avê ya heyî li herêmê kûrtir bike.

“Êrîşên Tirkiyê bo ser deverên tije xelk û jêrxana bigehîn li bakur û bakurê-rojhilatê Sûriyê, mafên sereke yên kesên sivîl dixin di metirsiyeke zêdetir de,” Adam Coogle, cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn li HRW, got, û wiha dom kir: “Ji xwe Sûrî ji ber karesateke mirovî, krîzeke derbideriyê ya berdewam û aboriyeke xirab dinain. Dibe ku ev êrîşên leşkerî yên Tirkiyê vê rewşa ku êdî nayê tehmûlkirin li ser Kurd, Ereb û civakên din kambaxtir bike.”

Human Rights Watch bi 6 nişteciyên ji Kobanê, Qamişlo, Dêrik û Çil Axa li parêzgeha Hesekê, yên ku ziyan dîtine, re axivî, tevî karmendên hevkariya navdewletî, ku 2 ji wan li bakurê-rojhilatê Sûriyê dimînin.

Forûma rêxistinên nehikûmî li bakurê-rojhilatê Sûriyê ragihand ku, herî kêm 10 kesên sivîl di êrîşên asmanî yên Tirkiyê de hatine kuştin, di nav de rojnamevanekî ku di dema pêkanîna hevpeyvînekê ligel nişteciyên Dêrikê de hat kuştin. Komîteya Parastina Rojnamevanan diyar kir ku, navçeya ku wî rojnamevanî lê kar dikir, berî çend seatan rastî êrîşeke asmanî hatibû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandiye ku, ev êrîşên asmanî bo ser bakurê-rojhilatê Sûriyê wek bersivdayînekê tên li ser teqîna roja 13ê Mijdarê li Stenbolê, ku di encamê de 6 kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, ku Tirkiyê berpirsiyariya vî karî xiste di stûiye Pariya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de. Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê PKKê weke grûpeke terrorist dane nasandin. Enqere jî YPGê, pêkhateya herî mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ku ew jî hêzeke çekdar a bi pêşengiya Kurdan û piştgiriya Amerîkayê ye û beşek mezin ji bakurê-rojhilatê Sûriyê kontrol dike, weke baskekî PKKê dibîne.

 

Her yek ji PKKê, û QSDê, hêza bejayî ya sereke ku li bakurê-rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike, red kirin ku destê wan di teqîna Stenbolê de hebe. Erdogan bo sêyemîn car di sala 2022an de, gefa êrîşeke bejayî bo ser navçeyên di bin kontrola QSDê de xwar. Ege ev êrîş pêk hat, dê bibe êrîşa çaremîn a Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê ji sala 2016an ve. Êrîşên berê tije binpêkirinên mafên mirovan bûn.

Şeva 20ê Mijdarê, hêzên asmanî yên Tirkiyê êrîşeke bi navê (Penc-Şûr) li dijî bakurê Sûriyê dan destpêkirin, ku Tirkiye dibêje ku armanc bingehên QSDê û Hêzên Çekdar ên Sûriyê ye, lê êrîşan navendek çareseriyê ya nexweşên Koronayê, dibistanek, saylo, wêstgehên enerjiyê, wêsteghên gazê, kêlgehên petrolê, û rêyeke ku sivîl û rêxistinên hevkariyê bikar tanîn, armanc girtin. Tirkiyê herwiha çend operasyonên asmanî li bakurê Îraqê encam dane, ku li gorî gotina wê li dijî bingehên PKKê bû.

Ev bombebaran tenê piştî çend rojan ji wê yekê tê, ku Tirkiyê û 81 welatê din daxuyaniyek siyasî pejirandin, ku hewl dide sivîlan li seranserê cîhanê ji bikaranîna çekên teqîner li deverên niştecibûnê, baştir biparêze.

Jinek ku li Qamişlo dimîne ji Human Rights Watch re got ku, di navbera 22 û 24ê Mijdarê de bajar di bin bombebaraneke dijwar de ma û wiha domand: “Hin êrîşan bingehên ku yek kîlometrê ji cihê karê min û 2 kîlometran ji mala min dûr in, kirin armanc”. Zilamekî ku ligel hevjîn û kurê xwe yê 11 salî li navçeya daristanan a li tixûmên rojhilatê Kobanê dijî, got ku hêzên Tirkiyê navçe borduman kirin û ziyan gihandin beşekî ji xaniyê wî, lewma malbata wî ligel çar malbatên din neçar bûn ku xaniyê xwe bicih bihêlin. Di 30ê Mijdarê de got: “Ev 10 roj derbas bûn ku ez ji xaniyê xwe derketime û nizanim dê kengî vegerim.”

Bandora ku li jêrxana enerjiyê bûye ziyan gihandiye xizmetguzariyên sereke li bakurê-rojhilatê Sûriyê. Nişteciyan û karmendên hevkariyê ji Human Rights Watch re ragihandin ku, di encama êrîşekê de li ser wêstgeha elektrîkê ya Siwêdiyê roja 23yê Mijdarê, elektrîk û întrenetê demek dirêj li ser bajarê Dêrike, herêma Dêrik û Hesekê hatin birîn.

Forûma rêxistinên nehikûmî li bakurê-rojhilatê Sûriyê ragihand ku, wêstgeha elektrîkê enerjî dida wêstgeha avê ya Elûkê, ku xizmeta 460 hezar kesî li parêzgeha Hesekê dike, ligel hemû navçe û bajarên tije xelkê li herêma Cizîrê. Karmendekî hevkariyê li bakurê-rojhilatê Sûriyê roja 30ê Mijdarê ji Human Rights Watch re got: “Hêj hin malbat bê înternêt an elektrîk in” û berdewam kir ku birîna herî zêde ya elektrîke di navbera 23ê û 29ê Mijdarê de bû.

Jina ku li Qamişlo dijî got: “Beriya êrîşên asmanî, rojane 5 saet elektrîk digihan me. Lê niha qet tune ye.”

Armancgirtina bingehên petrol û xazê jî krîza dijwar a sûtemeniyê kambaxtir kir, ku ew ji berê ve krîzek e li bakurê-rojhilatê Sûriyê, û di encamê de sivîl şepirze bûn ji bo peydakirina sûtemeniyê bo çêkirina xwarinê û germkirinê di zivistanê de. Nişteciyekî Qamişlo got: “Zehmet e ku qenînek xaz niha peyda bibe, ne heta li bazara reş jî”.

Nişteciyek din ê Qamişlo got: “Ji xwe nirx û behayê sûtemeniyê bi awayek ecêb û zêdeyî karîna xelkê bilind bû. Lê bi kêmanî beriya êrîşan sûtemenî peyda dibû.”

 

Her 6 nişteciyên ku me bi wan re hevpeyvîn kirin, gotin ku ji dema ku Tirkiyê dest bi operasyona Penc-Şûr kiriye, jiyana wan hema bêje rawestiyayî ye. Nişteciyekî Çil Axa, ku xwediyê pînikên mirîşkan e, got ku ziyanên mezin gihane pînikekê piştî êrîşeke Tirkiyê bo ser kêlgehek petrolê ya derdorê. Wiha domand: “Ji destpêka êrîşê ve gelek guhertin çêbûne. Em nema diwêrin ji malê derkevin, ne heta herin ser kar jî. Em nizanin ka kengî yan çawa dê êrîş destpê bike.”

Zilamekî kul ligel malbata xwe li nêzîkî bajarê Kobanê dijî got: “Xelk di tirsekê de dijîn. Hestên tirsê tim hene. Xelk naçin kar û zarok naçin dibistanê.” Got jî ku ji 20ê Mijdarê ve herdu keçên wî yên 5 û 7 salî tenê yek rojê çûne dibistanê. “Wê rojê jî, bi girî ber bi malê ve reviyan dema ku dengê bombebaranê li nêzîk dibistanê bihîstin.”

Di 23yê Mijdarê de, êrîşên Tirkiyê bingeheke QSDê li kampa Holê armanc girtin, ku ew jî wek kampeke binçavkirinê ye li parêzgeha Hesekê û 53 hezar ji gumanbarên DAIŞê û malbatên wan têde dijîn, piraniya wan jin û zarok in ji dora 60 welatî ne. QSDê û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandin ku, di wê êrîşê de 8 endamên çavdêriya kampê hatin kuştin û tirs û panîk di nava girtiyan û rêxistinên hevkariyê de çêbû. 3 karmendên hevkariyê gotin ku, zêdebûna êrîşan rêxistinên hevkariyê neçar kirin ku karê xwe yê pêşkêşkirina xizmetguzariyan li kampa Holê û navçeyên derdora wê, bi awayekî demkî rawestînin.

Çar jinên ku li kampa Holê binçavkirî ne ji Human Rights Watch re gotin ku, êrîşên li ser navçeya kampa Roj a nêzîk Dêrikê bûn sedema birîna elektrîk bo du rojan, herikîna avê gelek kêm bû û xwarina taze kêm derbasî bazara kampê dibû.

Di sala 2022an de, Tirkiyê berdewam bajar û gundewarên di bin destê QSDê de li bakurê-rojhilatê Sûriyê topbaran û bombebaran kirin, tevî encamdana êrîşên bi firokeyê bêfirokevan. Human Rights Watch di Tebaxê de, li ser gefên berdewam ên destpêkirina êrîşek bejayî ji aliyê Tirkiyê ve bo ser navçeyê, belgehek pirs û bersivan belav kir, ku têde bal kişandiye ser binpêkirinên berfereh ên Tirkiyê û grûpên çekdar ên xwecihî ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, li wan navçeyê ku berê hatine dagîrkirin.

Human Rights Watch di wê belgehê de herwiha behsa karvedanên çaverêkirî yên wê êrîşê li ser Sûriyan û biyaniyên ku bi gumana têkiliya bi DAIŞê re li navçeyê binçavkirî ne, kir. Herwiha hemû erkên yasayî yên navdewletî li ser hemû aliyên şer diyar kiriye, da hemû tedbîr û pêngavên berdest bicih bînin bo parastina sivîlan û kêmkirina ziyanên ku dibe bigihin jêrxana sivîl. Human Rights Watch ragihand ku, divê Tirkiye, eger êrîş çêbû, sînorê xwe li pêş kesên hewcedar veke û rê bide kesên reviyayî daku li nava Tirkiyê penagehekê bibînin.

“Tirkiyê dikare, yan jî divê, garantiyê bide ku dê kiryarên wê yên leşkerî bo ser bakurê-rojhilatê Sûriyê krîzên mirovahî û derbideriyê dijwartir nekin,” Coogle got, û wiha domand: “Divê hevalbendên navdewletî yên Tirkiyê guvaşê li hikûmeta wê bikin, da gerentiyê bide ku dê ev operasyon mafên bingehîn ên Sûriyan nexe metirsiyê.”

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.