Skip to main content
Donate Now

Bakurê Rojhilatê Sûriyê: Girtina Kampan bi Hezaran Bêcih Dihêle

Gelek welat red dikin ku welatiyên xwe vegerînin

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê di 21ê Çileya 2026an de, piştî vekişîna hêzên Kurdî roja berê, kampa el-Hol li biyabana parêzgeha Hesekê, Sûriyê, kontrol dikin.  © 2026 Rami Alsayed/NurPhoto bi rêya AP Photo

(Beyrût) Human Rights Watch îro got ku rewşa nêzîkî 8,500 kesên ku li kampên malbatên wan mêrên ku guman tê kirin bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve girêdayî ne û li bakurê rojhilatê Sûriyê dimînin, nediyar e. Di 30ê Çileya 2026an de, hikûmeta Sûriyê ragihand ku kampên bi navê el-Hol û Roj dê di demek nêzîk de werin girtin. Piştî ku kontrola el-Hol di 20ê Çileyê de radestî rayedarên Sûriyê hat kirin, tê gotin ku piraniya niştecihan bi awayekî bêplan û bêserûber derketine, û rayedaran di 22ê Sibatê de gotin ku wan kamp bi tevahî vala kirine û girtine.

Herdu kampan bo demek dirêj bi hezaran jin û zarok dihewandin, ku piraniya wan qet bi sûcekî nehatine tawanbarkirin û bi salan di şert û mercên ku jiyana wan dixe metirsiyê de hatine girtin ji ber ku welatên wan nexwestiye wan vegerîne.

Adam Coogle, cîgirê rêveberê Rojhilata Navîn li Human Rights Watch got: "Bi salan, gelek hikûmetan îdia dikir ku zehmetiyên danûstandinê bi aktorekî ne-hikûmî yê berpirsiyarê kampan bûye sedem ku ew nikarin welatiyên xwe vegerînin, lê niha ev hincet nemayeç", got jî: "Heft sal demek gelek dirêj e ku mirov vê yekê ji holê rake. Pêwîst e ku ev welat welatiyên xwe vegerînin malên wan."

Heta nîvê Çileyê, kampan bi qasî 28,000 kes dihewandin. Nêzîkî 12,500 ji wan biyanî ne ji zêdetirî 60 welatan; 4,000 ji wan Iraqî ne. Kampa Roj di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên bi pêşengiya Kurdan de dimîne û tê payînkirin ku ew jî were girtin.

Human Rights Watch di navbera Mijdara 2025 û Sibata 2026an de bi çar jinên biyanî yên li kampan û pênc karmendên rêxistinên ku li kampan dixebitin re axivî.

Ji dema ku hikûmetê di 20ê Çileyê de kontrola el-Hol girt, nifûs kêm bûye, gelek kes bi awayekî pir bêplan û bêserûber derketine.

Li kampa Roj, kesên ku hevpeyvîn bi wan re hat kirin gotin ku parêzvanan hema her şev digirtin ser wan, li girtiyan didan û gef li wan dixwarin, û kur ji dayikên wan vediqetandin.

Tevî ku bidawîanîna girtina neyasayî û bêsînor di kampan de ji demek dirêj ve dereng maye jî, Human Rights Watch got ku awayê ku ev derketin pêk hatine jin û zarok xistine metirsiyên cidî, di nav de bazirganîkirina bi wan, îstixlal û leşkerkirina ji hêla komên çekdar ve. Divê rayedarên Sûriyê pêşîniyê bidin destnîşankirin û parastina kesên ku derketine, misogerkirina stargeheke ewle, gihîştina lênihêrîna tenduristiyê, piştgiriya psîkososyal û karûbarên parastina zarokan, û sazkirina mekanîzmayên lêkolînê yên kesane ku rêzê li pêvajoya dadmend digirin û ji danûstana sizayî yan cudakar dûr bikevin.

Sê jinên li kampa Roj, ku 2,300 jin û zarokên biyanî lê ne, gotin ku ew hema her şev rastî êrîşên Asayîşê, hêzên ewlehiya navxweyî yên Kurd, hatine, di nav de lêdan, wêrankirina milkan û gotinên xerab û gef dizî û zor.

Di 9ê Sibatê de, jinekê got ku zilamên çekdar her du kurên cîranê wê revandine û red kirine ku wan vegerînin heya ku diya wan 2,000 dolarên Amerîkî bide. Wê got, "Dema ku wan kur vegerandin, yê herî mezin lêxistin xwaribû û xwînî bû."

Jineke ji Trinidadê got ku di 31ê Çileyê de, "komeke mezin ji otomobîlan dest bi hatinê kir" li dora saet 11ê şevê, hêzên ewlehiyê "gule li hewayê berdan" û piştre li konan dan û ferman dan jinan ku derkevin. Wê got ku jin di sermayek dijwar de li qada lîstikgehekê kom bûn dema ku parêzvanan sivkatî bi wan dikirin.

Wê got ku kurên 11 salî û mezintir ji dayikên xwe hatin veqetandin û rastî lêxistinê hatin û ji parêzvanekî bihîst ku, "ev roja dawî ye ku hûn ê van kuran bibînin, em ê wan bibin û bikujin." Wê got ku parêzvanan ew kur neçar kirin ku serên xwe bitewînin û destên xwe li pişt xwe deynin "mîna girtiyan", hevdemê ku jin bi komî kontrol dikirin. "Wan dest bi çirandina ceketên mirovan kirin. Wan dest bi lêdana min û lêdana serê min kirin, hicaba min rakirin." Wê got ku serdegirtinê çar saet û nîv dom kir.

Di 12ê Sibatê de, wê got ku serdegirtin û lêdan berdewam dikirin.

Human Rights Watch nikarî van gotinan bi serbixwe piştrast bike, her çend e ku xebatkarên alîkariyê ragihandin ku mijarên wekhev di vê derbarê de bihîstine.

Human Rights Watch ji HDSê şîrove xwest, lê heta dema weşana vê raporê ti bersivek negirtiye.

Ji dema hilweşîna hikûmeta Esed li Sûriyê ve, hevpeymaniya ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîayê hewlên xwe ji bo hêsankirina vegerandina biyaniyan bi rêya avakirina Şaneyeke Vegerandinê ya Hevbeş, zêde kirine.

Jinekê got ku dê û bavê wê du sal in li pey serbestberdana wê ne û got, "[Rayedarên Bosnayê] di sala 2019an de çend jin û zarok vegerandin, di heman demê de yên mayî bê ravekirin hiştin." Got jî: "Em hest bi newekheviyê dikin ji ber ku em heman welatiyên Bosnayê ne û mafên me yên bingehîn têne binpêkirin."

Tevî ku hin welatan ji demek dirêj ve banga vegerandina welatiyên xwe paşguh kirine jî, hinên din hewl didin ku piştrast bikin ku ew welatiyên wan qet nikaribin vegerin. Brîtanya û Danmarkê hemwelatîbûna gelek an hin ji welatiyên xwe vekişandin, û çend ji wan bêwelat hiştine. Australyayê vê dawiyê piştrast kir ku ew dê piştgiriya vegerandina 34 jin û zarokên Australî yên ku tê îdiakirin bi DAIŞê ve girêdayî ne, neke, û hikûmet dibêje ku ew dê "ti piştgirîyekê jî nede". Rayedarên Australya herweha fermanek dûrxistina demkî li dijî herî kêm welatiyeke di kampan de derxistine, û ew kes bi rastî bêwelat dihêle.

Human Rights Watch dît ku gelek ji zarokên ku bo welatên xwe hatine vegerandin bi serkeftî ji nû ve entegre dibin.

Hin jinên di kampan de naxwazin vegerin. Uygur, Afganî, an Îranî dibe ku di metisiya vegerandinê (danûstana xirab) de bin ger vegerin. Human Rights Watch got ku ji bo van jinan, pêwîstî bi planeke vegerandinê ya guncaw heye.

Hin jinên din ditirsin ku eger li welatên xwe werin girtin, ew ê ji zarokên xwe werin veqetandin. Beatrice Eriksson, hev-damezrênera Repatriate the Children got: "Ev yek dê ji sedî sed ji berxwe ve rastî jinên ku piştî vegerê dê werin darizandin, bibe." Got jî: "Ev jin ji dema ku zarokên wan jidayik bûne ve 24/7 bi zarokên xwe re ne, û di gelek rewşan de, bi tena serê xwe ew xwedî kirine. Gelek dibêjin ku ew naxwazin wê trawmaya veqetandinê li zarokên xwe zêde bikin dema ku wan jixwe gelek tişt derbas kirine, lê alternatîv çi ye? Li Sûriyê bimînin û li wir bicîh bibin?"

Iraqê piştî hilweşîna hikûmeta Esed a Sûrî di Kanûna 2024an de hewldanên vegerandinê zêde kir. Di lûtkeya xwe ya di sala 2019an de, el-Hol nêzîkî 31,000 Iraqî dihewandin. Di 9ê Sibatê de, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê, Qasim el-Erejî, got ku Iraqê hemû malbat, ji bilî 300 heta 350 ên li el-Hol, vegerandine. Iraqî ji bo kontrolkirina ewlehiyê û rehabîlîtasyonê têne veguheztin kampek li Parêzgeha Nînewa.

Bi awayekî cuda, di 21ê Çileyê de, hêzên çekdar ên Amerîkayê bi mebesta darizandinê dest bi veguhestina 5,700 girtiyên mêr, di nav wan de Sûrî, Iraqî û welatiyên welatên sêyemîn, ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Iraqê kirin. Encûmena Dadwerî ya Bilind a Iraqê got ku di nav wan de 157 kurên di bin 18 salî de hene. Çend sed kur û xortên din di navendên rehabîlîtasyonê de têne girtin, piraniya wan piştî ku bi zorê ji dayikên xwe di kampan de hatine veqetandin.

Divê hemû hikûmet bi lezgînî vegerandina welatiyên xwe misoger bikin. Li benda vegerandina û girtina gengaz a kampan, divê hemû aliyên şer hevkariyê bikin da ku başiya niştecîhên kampê misoger bikin û gavên bilez bavêjin da ku şert û mercên xirab baştir bikin. Her kesê ku bi neyasayî hatiye girtin divê demlidest li gorî yasayê were berdan an jî were girtin, tevî misogerkirina mafên pêvajoya dadperwerane yên tevahî ji bo her kesê ku bi sûcan tê tawanbarkirin.

Coogle got, "Piştî salan ji şert û mercên tirsnak di kampan de, jin û zarok bi tirs direvin, bêyî tiştek, û dibe ku rastî metirsiya danûstana xerabtir werin." Got jî: "Heta ku delîl tune bin ku wan sûc kiriye, divê hemû niştecih bêyî ku neteweya wan çi be piştgirî werbigirin da ku vegerin, ji nû ve entegre bibin, rehabîlîte bibin û jiyana xwe ji nû ve ava bikin".

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country