Skip to main content

Veguhestinên neyasayî yên Sûriyan bo Tirkiyê

Bêhtirî 60 Girtiyan bi Neçarî ji Navçeyên Dagirkirî hatin Veguhestin

Çekdarên Artêşa Azad a Sûrî (ku weke Artêşa Niştimanî ya Sûrî jî tê naskirin) ku Tirkiye piştgiriya wê dike derbasî bajarokê Girê Spî (Tel Ebyed) dibin.    © 2019 AP Images

(Beyrût) - Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî bi awayekî neyasayî herî kêm 63 welatiyên Sûrî li bakurê-rojhilatê Sûriyê binçav kirin, û ew bo Tirkiyê veguhestin, da li wir werin dadgehkirin bi hin tometên ku sizaya wan digihe asta zindana hetahetayî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îro ragihand.

Belgehên ku bi dest HRW ketine diyar dikin ku, veguhestina wan girtiyan ji Sûriyê bo Tirkiyê, binpêkirineke ji erkên Tirkiyê re li gor Peymana Cenêv 4, wek hêzek dagîrker li bakurê-rojhilatê Sûriyê.

Cîgirê beşa Rojhilata Navîn li HRW, Michael Page, got: "Ji rayedarên Tirkiyê, wek hêzek dagîrker, tê xwestin ku li gor peymana dagîrkeriyê rêz li mafên mirovan li bakurê-rojhilatê Sûriyê bigire, di nav de qedexekirina girtinên nerewa û veguhestina girtiyan bo nava Tirkiyê". Got jî: "li şûna vê yekê, ew soz û peymanên xwe binpê dikin bi rêya binçavkirina van zilaman û veguhestina wan bo Tirkiyê, da rûbirûyî hin tometên biguman û nezelal ên girêdayî karên gumankirî li Sûriyê, bibin".

Di navbera Cotmeh û Kanûna 2019an de, rayedarên Tirkiyê û komek ser bi grûpa opozîszonê ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike, Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve, hin welatiyên Sûrî yên Kurd û Ereb li Serê Kaniyê li bakurê-rojhilatê Sûriyê binçav kirin, piştî ku Tirkiyê ew dever kontrol kir. Ew kesên girtî , ku Ereb û Kurd in, bo zindanên li Tirkiyê hatin veguhestin, dadweriya giştî jî ew kes bi tometa encamdana tawanan li gor yasaya sizayan a Tirkiyê tometbar kirin, tevî ku ew tawanên ku idîa dikin, li Sûriyê hatine encamdan.

HRW karîbû dor 4,700 rûpel ji belgehên dosyaya fermî ya dozên Tirkî yên têkildarî girtina 63 welatiyên Sûrî li Sûriyê bidest bixe û binirxîne. Di belgehan de tomarên veguhestin û lêpirsînê, pêşnumayên doznameyê, û raporên polîs û pizîşkî yên ji parêzer û Komîteya Kurdî ya Çavdêriya Mafên Mirovan, ku komeke alîkariya girtiyan dike, hene. Herwiha HRW bi şeş xizmên yekser ên heşt girtiyan re hevpeyivîn kirin - pênc kaxezên wan di dosyayên dozê de bûn- ligel du parêzerên girtiyan.

Hin delîlên din û raporên weşandî ji aliyê hin koman ve hene, diyar kirin ku hejmara niha a Sûriyên ku bi awayekî neyasayî bo Tirkiyê hatine veguhestin, nêzîk 200 kesî ye. Hin raporên çavkaniyên nûçeyan ên ser bi hikûmeta Tirkiyê ve diyar dikin ku, di vê dema dawiyê de hin girtiyên Sûrî bo Tirkiyê hatine veguhestin, ev yek jî amaje ye li ser berdewamiya van karan.

Belgehên fermî yên Tirkiyê di van dozan de amaje bi tometên têkdana yekparçeyiya axa dewleta Osmanî û têkiliyên bi rêxistinek teroristî ve û kuştinê, dikin. Ev tomet, bi piranî li ser îdîayên bêbingeh têne avakirin, ku têkiliya girtiyan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG), baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiyia Demokratîk (PYD) re hene, ku ew jî li bakurê-rojhilatê Sûriyê desthilatdar e. Hikûmet û dadgehên Tirkiyê dibînin ku PYD û YPG yek in, û bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve girêdayî ne, ku ev çend sal in Tirkiyê ligel şerekî dirêj dike.

Bi şopandina HRW ji wan beglehan re derket ku, di piraniya dosyayan de raydarên Tirkiyê ti belgeh nedan ku tometa ku kesên girtî şervanên çalak in di desthilata bi serkêşiya Kurdan de, yan jî tometên encamdana tawanan, piştrast bikin. Xizmên wan girtiyan dibêjin ku, zarokên wan hin karên kargêrî yên sivik di nava PYD de dikirin.

Endamên malbatan ên ku bûn şahidê girtina xizmên xwe, gotin ku di derdora demjimêr 1ê nîvê şevê de ji 14ê Cormeha 2019an, komek çekdar a girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya ku Tirkiye piştgiriya wan dike, avêtin ser malên 15 zilaman, ew binçav kirin, û ew birin bajarokê Mebrouka yê Sûriyê. Malbatên girtiyan gotin ku wê demê têkiliya wan bi zilaman re qut bû, û piştî mehek û nîvê wan zanî ku girtî ji bo girtîgehekê li parêzgeha Şanliurfa (Riha) li Tirkiyê, hatine veguhestin. Li gorî rêziknameya Tirkiyê, pêwîstiya endamên malbatê bi hejmareke telefonê ya li Tirkiyê tomarkirî heye daku bi xizmên xwe yên girtî re têkilî deynin, lê ji Kanûna sala 2020an ve, du malbatan hîn nikarîne rasterast bi hezkiriyên xwe re têkiliyê deynin.

Di îdîanameyên şeklî de ku ji hêla HRW ve hatine nirxandin, rayedarên dozgeriya Tirkiyê cihê tawanê wekî Şanliurfa, Tirkiye binav dikin, lê raporên hûrgilî, hin belgeyên veguhastinê jî têde, diyar dikin ku her kiryarên xirab dê li Sûriyê pêk hatiba. Di tomar û qeydan de, gelek daxuyaniyên girtiyan ji dozger re, têde diyar dike ku girtî li Sûriyê hatine girtin û piştre bo Tirkiyê hatine veguhestin.

Tirkiyê hêzek dagîrker e li bakurê-rojhilatê Sûriyê, ku di Cotmeha 2019an de dagîr kir, û li wê deverê bêyî rezamendiya hikûmeta Sûriyê, Tirkiye desthilata xwe bikar tîne. Benda 49 a peymana Cenêv 4 dibêje "veguhastina bi zorê ya takekesî yan a girseyî, û hem jî dersînorkirina kesên parastî ji xaka dagirkirî ber bi xaka dewleta dagirker ve... qedexe ye, bêyî berbiçavgirtina armancan". Qedexe tê ferz kirin bê ka yên ku bi zorê têne veguhastin an dersînorkirin sivîl an şervan in.

Tevî ku îdîanameyên tometbarkirinê îdîa dikin ku kesên hatine girtin, girêdayî YPGê ne, lê di piraniya wan doz û rewşan de, ti belgeh an delîl nedane ku van tometan piştrast bikin. Di çend dozên ku delîl têde hatine pêşkêşkirin, ew ji vedîtina vîdyoyên piştgiriya koma çekdar li ser têlefonên yek ji girtiyan hatine dîtin, û tenê di du bûyeran de, kincên komê yên fermî ne.

Xizmên hin kesên girtî dibêjin ku, ew kes endamên PYD bûn  lê hin kar û postên kargêrî dikirin, û ne endamên YPGê bûn û ne jî çek hildigirtin.

4 ji xizman ragihandin jî ku, piştî demekê ji girtina hezkiriyên wan, Artêşa Niştimanî ya Sûrî peywendî bi wan re kir, û daxwaza pereyan ji wan kirin da hezkiriyên wan serbest berde. Tenê yek malbatê karî bigihe rêkeftinê bi dayîna 10 hezar dolarên Amerîkî, da hezkiriyê wan serbest were berdan. Ev kes jî bo Tirkiyê nehatiye veguhestin.

Wêneyên berdest derdixin ku, şûna lêxistinê, birînên li ser lêvan û hin amajeyên din ên îşkenceyê li ser girtiyan tên xuyakirin. Birayê yek ji girtiyan dibêje ku, birayê wî bi rêya telefonê jê re got ku endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrî lê xistin, û piştre ew ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatiye girtin.

Hem hêzên Tirkiyê û hem jî Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, neçar in ku rêzê li yasayên mirovî û mafên mirovan ên navdewletî bigirin, di nav wan de ferz e ku bi girtiyan re bi awayekî mirovane tev bigerin û piştrast bikin ku ew ji mafên xwe bêpar nebin. Yasaya navdewletî binçavkirina neyasayî qedexe dike, û li daxwaz ji hemû rayedaran dike ku agahiyên li ser hemû rewşên binçavkirinê bi awayekî rast tomar bikin, û divê ew agahî berdest bin dema her kesek bixwaze zaniyariyên bêhtir derbarê rewş û cihê girtina kesekî nas bike. Heriha divê rê bi girtiyan bê dayîn da ligel malbatên xwe bikevin têkiliyê.

Di Cotmeha 2020an de, dadgeha tawanan a Şanlıurfa dadgehên ji 63 Sûriyan pênc kes tawanbar kirin û sizayê zindana hetahetayî da wan. "Kurê min 36 sal ceza lê hate birîn", bavê yek ji wan girtiyan dibêje. Got jî: "Wan biryara [dadgeha temyîzê ya herêmî li] Gaziantep (Entab) re şand da wê sizayê kêm bike, lê ew dîsa vegeriya. Sizayê dadger biryarek reş bû… bi biryarên wiha re rehm tune ye".

Parêzerên hin ji girtiyan ragihandin ku, hin doz li ber îstinafê ne.

Page dibêje: "Ne tenê ku ev Sûrî bi awayekî neyasayî ji bo tadgehkirina neyasayî bo Tirkiyê hatine veguhastin, lê di tevgereke pir zalimane de, dadgehan sizaya herî mezin ya li Tirkiyê da wan -  ew ji jiyanê bêpar kirin".

Girtin

HRWê hevpeyvîn bi pênc xizmên 7 kesên ku di Cotmeha 2019an de li gundekî hatibûn girtin re kir, piştî demeke kurt ji dagîrkirina deverê ji aliyê Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve.

Wan xizman, ku girtina wan kesan bi çavê xwe dîtibûn, gotin ku di demjimêr 1ê piştî nîvroya roja 14ê Cotmeha 2019an de, du yan sê otomobîlên ku 20 çekdar têde bûn derbasî gund bûn. Wan avêtine ser malên 15 zilaman û ew girtin. Herî kêm di du rewşan de, çekdaran lêxistin û astengîkirin derheqê xizmên ku dixwestin rê li wan bigirin, encamdan.

Gundiyan nas kirin ku ew çekdar ên komeke ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve ne, ew jî hevpeymaniyeke grûpên opozîsyonê ye ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Zilamekî got ku, sembola firqeya 20ê ya Artêşa Niştimanî ya Sûrî li ser otomobîlan bû. 4 gundiyan jî diyar kirin ku, fermanderê wê firqeyê kesek bi navê Ebû Berzan bû.

Sê ji xizmên girtiyan gotin ku, wan pirsî bê ka gelo komên çekdar wan girtiyan bi kû ve dibin, bersiva ku bi dest wan ket ew bû ku hemû girtî bo gundê Mebrûke tên veguhestin, ku ji 2019an ve li jêr kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Tirkiyê de ye. Koma çekdar îdîa dike ku kesên hatine girtin, ligel rêveberiya bi serkêşiya Kurdan şer dikirin, û ji xizmên wan re gotibûn ku ew dê tenê çend demjimêran lêpirsînê ligel wan bikin.

Pênc ji xizmên girtiyan diyar kirin ku, piştî çend rojan pêwendiya wan bi hezkiriyên wan re qut bû, piştî heyv û nîvekê jî agahî giha wan ku hezkiriyên wan bo beşa T a girtîgrha Hilvan a Şanliurfa li Tirkiyê hatine veguhestin. Belgeh jî didin xuyakirin ku proseya veguhestinê di navbera 19 û 21ê Cotmehê de hatiye kirin.

Belgeh

HRWê karîbû dora 4,700 rûpel ji belgehên dosyaya fermî ya dozên Tirkî yên têkildarî girtina 63 welatiyên Sûrî li Sûriyê bidest bixe û binirxîne. Di belgehan de tomarên veguhestin û lêpirsînê, pêşnumayên doznameyê,  û raporên polîs û pizîşkî yên 63 welatiyên Sûrî yên ku li Sûriyê hatibûn girtin û di navbera 11ê Cotmehê û 6ê Kanûna 2019an de bo Tirkiyê hatine veguhestin. Ev belgeh ji aliyê Komîteya Kurdî ya Çavdêriya Mafên Mirovan û 2 ji parêzerên girtiyan hatine bidestxistin.

HRWê karî piştrast bike ku, ev belgeh tomarên dadgeh û polîsên Tirkiyê ne. Di belgehan de tomarên veguhestin û lêpirsînê, pêşnumayên doznameyê û raporên pizîşkî û yên polîsan hene. Lê pêşnumayên doznameyên derheqê her 63 girtiyan de nebû, lê tê xuyakirin ku ev pêşnuma heta asteke mezin wekhev in. Di rûpelên pêşnumayê de gelek rûpel dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a çekdar vedibêjin, ya ku dadgehên Tirk wan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya li bakurê Sûriyê bi pêşengiya Kurdan ve girêdide. Di dosyayan de raporên nûçeyan hene, lê agahiyên di nûçeyan de bi kesên destnîşankirî ve girê nade. Di pêşnumayên derheqê kesan de çend bendên kurt hene lê bêyî ku delîlek pêbawer hebe ku wan sûcdar bike.

Veguhestina neyasayî bo Tirkiyê

Belgeh, girtin û veguhestina heft ji heşt kesên ku bi xizmên wan re hevpeyivîn hatiye kirin, piştrast dikin. Pêşnumayên doznameyê yên li dijî wan, Şanliurfa wek cihê girtina wan û encamdana sûcan dide xuyakirin, tevî ku amaje bi wê yekê hatiye kirin ku çalakiya wan kesan tenê li Sûriyê bû, herwiha di nav belgehan de rûpel hene ku amaje bi girtina wan kesan li ser axa Sûriyê dikin ku piştre bo Tirkiyê hatine veguhestin.

Piraniya malbatan karîn bi rêya telefonê rasterast xwe bigihînin girtiyan û piştrast kirin ku ew li Tirkiyê ne. Hin malbatên din navbênkarên mîna parêzeran girtin da li pey şopa hezkiriyên wan bigerin û cihê wan diyar bikin.

Pêşnumayên doznameyê amaje dikin jî ku, dozgeriya giştî ya Tirkiyê biryar daye ku desthilata parêzgeha Şanliurfayê li ser hin navçeyên diyarkirî li Sûriyê hebe.

Herwiha ev proseya veguhestinê bandorek rasterast li ser malbatên girtiyan dike, ku wan ji pêwendî û serdana hezkiriyên xwe yên girtî bêpar dike. Hevjîna yek ji kesên ku bêhtir ji salekê ye girtî dibêje:

"Xema min a herî mezin zarok in. Her roj ew pirsa bavê xwe ji min dikin. Gava ew van pirsan dipirsin, ez ji bo wan dilgiran dibim. Ez nizanim çi bibêjim ji ber ku ez ji dil nizanim bavê wan dê kengî vegere. Ez ji van hevokên dirêj xemgîn im. Heger ew vegerin dê zarok hemû mezin bibin. Mal berpirsiyariyek e, û ez nikarim bixwe [îdare bikim] bêyî ku mêrê min li tenişt min be û piştgiriyê bide min – destek bi tenê nikare li çepikan bixe".

Doz û dadgehkirinên li Tirkiyê

Li gorî belgehan, ji bilî 10 ji zilamên hatine binçavkirin, girtiyên din endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bûn, ku partiyeke siyasî ya bi pêşengiya Kurdan e û beşek ji Rêveberiya Xweser a Kurd e, ku berê deverên li bakurê-rojhilatê Sûriyê kontrol dikirin ên ku niha di bin kontrola Tirkiye û Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya dijber de ne. PYD deverên din li herêmê kontrol dike.

Di belgehan de tê destnîşankirin ku ew zilam karên "beşdariya di çalakiyên ji bo êxistina beşek ango tevaya xaka dewletê di bin kontrola dewletek biyanî de an jî têkbirina serxwebûna dewletê yan yekbûn an yekparçeyiya xaka wê", "endambûn di rêxistineke terrorist de" û " kuştina enqest" kirine.

Li gorî yasayên Tirkiyê, binpêkirina yekbûn û yekpareçeyiya xaka dewletê girêdayî sizaya herî giran a yasaya tawanan a tirkan e - zîndana hetahetayî. Sizaya endambûn di rêxistineke terrorist de ji pênc heta deh salan e. Belgeh tenê di du bûyeran de îdîa dikin ku kesek bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG), baskê leşkerî yê PYD re, bi çalakî şer kirine.

Herwiha belgeh serneketin di pêşkeşkirina agahiyên hûr ên ku bibin delîl bo encamdana çalakiyeke tawankarî ji aliyê hemû kesên girtî ve. Di du haletan de, carekê wêneya kincên YPGê wek delîl li ser karekî tawankarî hatiye pejirandin. Di rewşa duyem de jî, klîpa straneke Kurdî li ser bajarê Kobanê yê Sûrî, ku têde çend kesên bi kincên YPGê derdikevin, li ser mobîla girtiyekî hatiye dîtin, û ew wek delîlekî hatiye bikaranîn da ew kes bi sûcê cudaxwaziya çekdarî were dadgehkirin.

Di demekê de ku ji hemû gumanbaran nimûneyên DNA û pencemor hatin girtin ji bo destnîşankirina şopên bermayiya berdana çekan an girêdana bi tawaneke neçareserkirî re, rayedarên Tirk ti delîl pêşkêş nekirine ku nimûneyên hatine girtin li gorî tawanek heyî bin.

Xizmên çar girtiyan gotin ku yên hatine girtin ne çek hilgirtine û ne jî bi YPGê re şer kirine. Lêbelê, hinekan, têkiliyên wan bi PYDê re hebûn û karên kargêriyê dikirin mîna ku karmendên trafîkê an cerdevanên sazgehekê bûn. Wan xizman gotin ku, di dema girtina wan de, kesî cilên leşkerî li xwe nekiribûn, û yekî jî şer nekiriye.

Yek ji xizman dibêje ku "ew bi partiyê re ne, lê ew çekan hilnagirin, ew navendên cerdevaniyê ne, ew karker in, ew karmendên kargêrî ne", herwiha dibêje: "Hemû [wiha] ne. Tiştek ku em lê zêde bikin tune, tiştek ku em veşêrin tune".

Parêzeran ragihandin jî ku, di Cotmeha 2020an de, ji 63 Sûriyan pênc kes, di nav wan de kesek ku xizmê wî bi HRW re hevpeyivîn kiribû, ji bo "xerakirina yekbûn û yekparebûna xaka dewletê" bi sizaya zindana hetahetayî hate dadgehkirin. Parêzeran got jî ku biryara dadgehê niha di bin temyîzê de ye. Mirovekî şeşemîn bê guneh derket. Hêj dadgehkirina kesên din, ên ku ev bêhtir ji salekê ye li Tirkiyê girtî ne, berdewam dike.

Belgeyên îdîanameyê jî diyar dikin ku ji bilî du girtiyan hemû "yasaya poşmaniyê ya bi bandor" a Tirkiyê (xala 221-an a Yasaya Sizayan a Tirkiyê) bikar anîne. Li gorî wê yasayê, di berdêla eşkerekirina tam a her agahiyek girîng û hevkariya tevahî bi rayedaran re, gumanbarê ku bi endamtiya rêxistineke terorîst tê tawanbarkirin dikare sizayeke kêmkirî an ti sizayê nestîne.

Dibe ku ev yek wan agahiyên di belgehan de hatine zelal bike, dema ku hin girtiyan îdîa kir ku ew dizanin ku hin kes ji nav girtiyên din girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne, yan jî ew weke Asayiş (yekîneyên polîsên herêmî yên PYD) destnîşan dikin. Parêzerekî got ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ji girtiyên ku ew parêzvaniyê di ber de dike re gotine ku eger ew hevkar be, ew dê serbest were berdan. Lêbelê, li gorî kiryarên berê yên Dadgeha Cezayê (Neqid) ya Tirkiyê, tawanên wekîe"xerakirina yekbûn û yekîtiya xaka dewletê" ya li dijî girtiyan dê nehêle ku ew ji "yasaya poşmaniyê ya bibandor" sûd werbigirin.

Xizman anîn ziman jî ku, Artêşa Niştimanî ya Sûrî bi wan re ket peywendiyê û bi awayekî eşkere daxwaza pereyan ji wan kir, wek berdêlekê da ew girtiyan berdin, vê yekê jî kir ku gumana li ser rastiya wan tometan zêdetir bibe. Yekî ji nav wan xizman got ku, malbata wî bazar kir li ser dayîna 10 hezar dolarên Amerîkî, beramber serbestberdana birayê wî yê ku ji Kanûna 2019an ve girtî ye. Di Sibata 2020an de ew kes bo Tirkiyê nehat veguhestin û serbest hat berdan, piştî ku malbata wî ew pere dan çekdaran.

Sê kesên din jî gotin ku wan nikarîbû pereyên pêwîst peyda bikin, ji bo xizmên wan serbest bên berdan. Zilamekî, ku hê birayê wî girtiye got:

"Rewşa darayî ya Qasim, [û] jiyana wan, di binê sifirê de ye. [Ew] neçar ma ku bi vê rêxistina Kurdî re karê kargêrî bike. Gava Artêşa Azad a Sûrî  hat, wan ew girtin. [Malbata wî] nedikarî pereyan bide da were berdan. Çawa ew dê karibin pereyan peyda bikin, û ew nikarin xwarinê bikirin ku bixwin? Ku pereyan li zarokên xwe xerc bikin? [Artêşa Niştimanî ya Sûrî] ew birin û rapor nivîsîn ku ew li qadên şer şer dikin".

Nebûna delîlên pêbawer ji bo piştgirîkirina tometên wiha giran, li ser bingeha lênerîna belgehên berdest û daxuyaniyên xizmên wan bi kêmanî ve di sê bûyeran de, piştgiriya dilgiraniya HRW dike ku dadgehkirina welatiyên Sûrî bi eşkere ti bingehek zelal jêre tune.

Mameleya Piştî girtinê

Di haletekê de, birayê yek ji kesên ku hatiye berdan anî ziman ku, birayê wî rastî lêxistinek dijwar hatibû di zindanê de li Sûriyê. Herî kêm 27 wêneyên kesên girtî diyar dikin ku, girtî rastî mameleyk xirab tên, di nav de birînên li ser rû, wermandina li ser çavan, pozên şikestî û lêvên bixwîn.

Wan xizman diyar kirin jî ku, ji ber veguhestina hezkiriyên wan bo Tirkiyê, pêwendiya bi wan re qut bû. Du ji parêzerên kesên girtî gotin ku, di demekê de ku yasayên Tirkiyê dibêjin ku divê rayedar malbatên kesên girtî agehdar bike û rê bide wan da peywendiyekê bi hev re deynin, lê ew malbat nikarin pêwendiyê bi girtiyan re bikin, eger telefonek wan a li Tirkiyê tomarkirî nebe.

Belgeh didin xuyakirin jî ku, hêzên ewlehiyê yên ku karê wergeranê dikin û ne wergêrên fermî ne, ev mafên han li ser girtiyan xwendin. Hin belgeh diyar dikin jî ku, hin caran navên nerast ên parêzeran di dosyayêm girtiyan de tên nivîsandin, tenê ji bo ku dewlet îdîa bike ku nûnerên wan kesan ên yasayî hene, ji ber ku nexuyaye ka ew dikarin nûnerekî yasayî yê rast ji wan re peyda bikin an na. Herwiha di hin belgehên din de hatiye ku, hejmarek ji girtiyan li ser kaxezan îmze kirine, da dest ji mafê pêwendiya bi malbata xwe re berdin. Xizmên ku HRW ew dîtine dibêjin ku wan nikariye bi awayekî rasterast pêwendiyê bi hezkiriyên xwe yên girtî re deynin, û neçar bûne ku bi rêya navbênkaran vî karî bikin, di hin rewşên din de, ew pêwendî heta heyama salekê qutbûyî bû.

Dagîrkariya Tirkiyê li bakurê-rojhilatê Sûriyê

Di 9ê Cotmeha  2019an de, hêzên leşkerî yên Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku Tirkiye piştgiriya wê dike, êrîşî bakurê-rojhilatê Sûriyê kirin. Di 12ê Cotmeha 2019an de ajansên Neteweyên Yekbûyî dan zanîn ku, Tirkiyê û Artêşa Niştmanî ya Sûrî dest danîne ser Serê Kaniyê û derûdora wê li parêzgeha Hesekê, û Girê Spî û Eyn Îsa li parêzgeha Reqayê.

Beriya niha Tirkiyê ragihandibû ku, ew dê navçeyek ewle bi pehnayiya 32 kilometran li bakurê -rojhilatê Sûriyê ava bike, wek bersivdayînekê ji gefên PYDê re, ya ku Tirkiyê wê wek grûpek terorîst a ser bi PKKê ve binav dike. Ev bi dehên salan e ku Tirkiye di şer û pevçûnan de ye di axa Tirkiyê de li dijî PKKê. Armanca duyem a vê navçeya ewle, wek ku hatiye ragihandin, veguhestina yek milyon penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ye bo wê navçeyê.

Dema ku axa dewletekê, bi awayekî giştî ango nivkî, dikeve bi kontrola çalak a dewleteke biyanî de bêyî razîbûna hikûmeta xwecihî, ew wek axek "dagîrkirî" tê binavkirin. Ev rastiyeke xuyaye, û hevdemê kontrolkirina hêzek biyanî ji axê re, divê yasayên dagîrkariyê werin bicihkirin.

Ji aliyê kargêrî ve, Tirkiyê li navçeyên ku dagîr kirine wek beşek ji axa xwe tevdigere, bi taybetî jî wek beşekî ji parêzgeha Şanliurfa ve. Heta Kanûna 2020an, li gor agahiyên ajansên nûçeyan ên fermî li Tirkiyê, Navenda Piştgirî û Hevahengiyê ya Sûrî, ku beşek ser bi nivîsgeha parêzerê Şanliurfayê ve ye, berdewam bû li ser pêşkeşkirina xizmetên giştî mîna parvekirina avê û daneheva qirêjî û paqijiyê û çavdêriya tenduristî û hevkariyên mirovî, li navçeyên dagîrkirî.

Rêveberiyên fermî li Tirkiyê bi karê hevahengiya van xizmetan radibin, bi hevkarî û piştgiriya hêzên leşkerî yên Tirkiyê. Hêzêm leşkerî yên Tirkiyê hîn jî li van navçeyan dimînin, hin bingehên leşkerî jî, herî kêm li yek bajarê sereke (Girê Sipî) ava kirine. Herwiha hikûmeta Tirkiyê rahênanê bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî û hêzên polîs dike û alîkariya lojîstîkî dide wan, tevî avakirina hevahengiyek nêzî li ser astên bilind, mîna derkirina fermanan bo rayedarên pilebilind.

Pêşniyaz

Divê rayedarên Tirkiyê karê veguhestina welatiyên Sûrî ji navçeyên dagîrkirî bo Tirkiyê û girtin û dadgehkirina wan rawestîne. Divê rayedarên Tirkiyê demlidest rê bidin girtiyên li cem xwe da pêwendiyê bi malbatên xwe re bikin, çi li nava Tirkiyê yan li derveyî wê be, da rewşa xwe ji malbatên xwe re bibêjin. Divê hemû girtiyên Sûrî yên ku bo Tirkiyê hatine veguhestin, di cih de bo navçeyên dagîrkirî yên li Sûriyê werin veguhestin.

Eger dadgehkirina welatiyên Sûrî yên ku bo Tirkiyê hatine veguhestin berdewam bike, divê her delîlek ku bi zorê hatibe bidestxistin ango bi pêşnumandina rast û sepandina yasayên wekî "yasaya poşmaniyê ya bibandor" an jî di rewşên ku kesên binçavkirî ji mafê garantiya tedbîrên yasayî yên ferz de hatibin bêparkirin, werin redkirin.

Wek hêzeke dagîrker û piştgir ji komên ku navçeyên di bin kontrola wê de kar dikin, divê rayedarên Tirkiyê garantiyê bide ku berpirsên wê û aliyên di bin fermana wê de, wê ti kesî bi awayekî neyasayî negirin û dê mameleyek xirab jî ligel wan nekin. Rayedar jî neçar in ku lêkolînan li ser binpêkirinan bikin û kesên berpirs jî bi awayekî baş siza bide. Fermandarên ku bi sûcên ku ji hêla bindestên wan ve hatine zanîn, dizanîn an diviyabû ku zanibin lê ji bo pêşîlêgirtin an sizadana wan ti gav negirtin, dikarin wekî berpirsiyariya fermanê bibin bersûc.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.