(Beyrût) Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan HRW îro diyar kir ku, sernektina desthilatdarên Tirkiyê di peydakirina ava pêwîst de bo navçeyên li bakurê-rojhilatê Sûriyê yên di dest kurdan de, ziyanê digihîne karîn û karê rêxistinên mirovî ji bo bihêzkirin û parastina civakên hejar di rûyê pandemîka COVID-19 de. Divê desthilatdariya Tirkiyê bi hemû karînên xwe kar bike, daku av bi rêya wêstgeha avê ya Alloukê were şandin.
Tirkiyê û hêzên ku piştgiriyê jê werdigrin, di dema operasyona Cotmeha 2019an de, dest danîn li ser wêstgeha avê ya Alloukê. Wêstgeha avê ya Alloukê, ku dikeve nêzîk bajarokê Serê Kaniyê, xizmeta 460 hezar welatî li parêzgeha Hesekê dike, tevî bajarê Hesekê û 3 kampên derbideriyê. Rêxistinên hevkariyê ji HRW re ragihandin ku, ji destpêka salê ve detshilatdarên Tirkiyê çend caran av qut kiriye, cara dawî jî di 29ê Adarê de bû.
Michael Page, cîgirê rêveberê gistî yê beşa Rojhilata Navîn a HRW, dibêje: "Di nava vê pandemîka cîhanî de ku barê hikûmet û jêrxanên pêşketî giran kiriye, desthilatdarên Tirkiyê av li ser navçeyên zêde di bin guvaşe de yên li Sûriyê qut kiriye". Û domand: "Divê desthilatdariya Tirkiyê bi hemû karînên xwe kar bike, daku demlidest avê bigihîne van civakan".
Desthilatên xwecihî û rêxistinên mirovahî li bakurê-rojhilatê Sûriyê radigihînin ku, ew rûbirûyî astengiyên dijwar tên, ji bo danîna plana rûgirtinê li COVID-19. Ew nikarin hevkariyên bêhtir derbasî navçeyê bikin, ji ber ku sînorê ligel Herêma Kurdistana Iraqê girtî ye. Herwiha biryara Encûmena Asayîsê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, bi ragirtina derbaskirina hevkariyan bi rêya deriyê sînorî yê al-Yarubiye (Til Koçer) ziyaneka mezin gihand peyadakirina hevkariyan, ew jî piştî ku Rûsyayê gefa bikaranîna Vetoyê xwaribû. Deriyê sînorî yê Til Koçer bi awayekî sereke ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Navdewletî (WHO) ve dihat bikaranîn, daku hevkariyan derbasî bakurê-rojhilatê Sûriyê bike.
Rêxistinên hevkariyê dibêjin, ji ber nebûna gelek bijardeyan, wan pêşengî daye karê hişiyariyê derbarê şûştina destan de. Lê ji ber qutbûna berdewam a avê, ew nikarin zêde li ser vê tedbîrê jî hişiyariyê bikin.
Tirkiye dibêje ku, desthilatdarên ku Mebrûka û bendava Tişrînê kontrol dikin, nikarîn elektrîkê ji wêstgeha avê û bajarokê Serê Kaniyê re yê di dest Tirkiyê de peyda bikin, lê karmendên di warê mirovî de dibêjin ku, ti têkiliya Mebrûke bi wêstgeha avê re nîne, herwiha elektrîka pewîst jî heye da ku wêstgeha avê bidin bikaranîn. Beriya niha HRW belavkirina hevkariyan a li ser bingehek cudaxwazî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve belge kiribû. HRW ragihandibû ku, divê hemû alî garantiyê bidin ku ew rêgiriyê li gihandina hevkariyên sereke bo nişteciyên mihtac nekin.
Wêstgeha avê ya Alloukê pêwîstiya wan welatiyan ji avê peyda dike, ku bi rastî rûbirûyê metirsiyê dibin, di nav de kampên Hol û Erîşeyê, yên ku bi dehan hezar kes ên Sûri, Iraqî û biyaniyên ku berê li navçeyên di bin DAÎŞê de dijiyan, dihewînin. HRW mercên dijwar û giran li wan kampan belgeh kirine, di nav de têkçûna avdestan, derbabûna ava pîsî di nava konên qetiyayê de, xelkê jî ava şûştinê ji hin tankan vedixwarin ku kurm têde hebûn. Dibe ku ev rewş dijwartir bibe ligel qutbûna avê, dê welatî jî rûbirûyê tirsek mezin a ketina bi vîrûsa Koronayê bibin.
Rêxistinên hevkariyê dibêjin ku alternatîvên bidestxistina avê ji wêstega Alloukê ne bes in. Herwiha ew niha avê bi tankan peyda dikin, lê ev prose demeke dirêj dixwe û ne berdewam e. Li gorî raporeke koma av û jêrxanên paqijiyê ya bakurê-rojhilatê Sûriyê, barkêşkirina avê tenê ji sedî 50ê pêwîstiya gel peyda dike, û ew jî gelek bûha ye. Karmendekî warê mirovî jî dibêje ku, kalîteya wê ava bi barkêşiyê tê, ji kalîteya ava wêstgehê gelek kêmtir e, bandorek rasterast li ser peydabûna ava vexwarinê jî dike.
Hin rayedar û raporên xwecihî diyar dikin ku, qutkirina şandina avê ji wêstgeha Alloukê, taktîkek e ji bo ku desthilatdarên Kurd neçar bibin ku elektrîkê ji wêstgeha Mebrûka, bidin navçeyên di dest komên çekdar de yê ku hevkariyê ji Tirkiyê werdigirin. Ji ber ku wêstgeha elektrîkê ya Mebrûka di dest hikûmeta Sûriyê û desthialtdarên Kurd de ye, li gor rêkeftina ku di Kanûna 2019an de ligel Rûsiyayê hatibû îmzekirin.
Li gor yasayên navdewletî yê mafên mirovan û yasayêm şer, divê aliyên şer û pevçunan hemû pêdiviyên sereke yên parastina jiyana sivîlan biparêzin, di nav de pêdiviyên peydakirina ava paqij û jêrxanên paqijkirinê. Divê aliyên şer û pevçûnan gihanidina ava paqij û peydakirina jêrxanên paqijiyê ji sivîlan re misoger bikin. Yasayên navdewletî her yek ji hikûmet û desthilatên defakto neçar dike jî ku, rêz li mafê gihiştin bi avê bigrin, herwiha divê ew wê yekê misoger bikin ku ava paqij ji hemû xelkê re berdest be, û jêrxanên paqijiyê jî misoger bin. Pêwîst e hikûmeta Sûriyê, desthilatdarên Kurd, rêxistinên hevkariyê yên ser bi Neteweyê Yekbûyî ve bi hev re kar bikin, ji bo peydakirina av û elektrîkê ji hemû welatiyên sivîl re, bêyî cudakarî û şertûmercên neyasayî.
Michael Page dibêje: "Qutkirina avê ji aliyê desthialtdarên Tirkiyê ve ziyanê nagihîne civakên bakurê-rojhilatê Sûriyê bi tenê, lê dibe ku karvedanek nerênî li ser Tirkiyê bi xwe jî çê bike", û didomîne: "Pêwîstî bi rêzgirtin li tedbîrên tenduristiya gelî heye ji bo rêgirtin li vîrûsa Koronayê; ji ber ku sînor bi tenê nikarin vê pandemîkê ragirin".