Skip to main content

Kanada: Gumanbarên DAÎŞê û merivên wan ji Sûriyê bînin

Ji bo alîkarîkirina 47 Kanadiyên ku di rewşeke dijwar de dijîn gavên pêwîst nehatine avêtin

Keçek li quncikek Al-Hol, kampek li bakurê-rojhilata Sûriyê ye ku bi hezaran jin û zarokên biyanî yên malbatên gumanbarên DAIŞê lê bin çav kirî ne, di nav wan de Kanadî jî hene. © 2019 Sam Tarling

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di raportekê de dibêje ku Kanadayê gavên pêwîst neavêtine ji bo alîkarîkirin û vegerandina bi dehan welatiyên Kanadî ku bi gumana têkildariya bi Rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) re li bakurê rojhilatê Sûriyê bi awayekî neyasayî û di şert û mercên dijwar de tên binçavkirin. Divê hikûmet tevahiya welatiyên xwe yên ku binçavkirî ne ji wir vegerîne û dîsan bi jiyana civakî ya normal ve bide guncandin ji bo ku li gor pêwîst werin dadgehkirin.

Rapora ji 92 rûpelan a di bin manşêta "Min vegerînin Kanadayê": Astengiyên li ber kesên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê bi buhaneya têkildariya bi DAÎŞê re hatine binçavkirin, dide xuyakirin ku Kanada heta niha tu kes ji nava wan nêzîkî 47 welatiyên Kanadî - 8 zilam, 13 jin û 26 zarok- venegrandine ku ev zêdetirî salekê ye di şert û mercên giran û dijwar de ku gefê li jiyana wan dike tên binçavkirin. Piraniya wan zarokan jî di bin 6 salan de ne, di nav de zarokekî sêwî yê 5 salî jî heye. Ji Adara 2020an û pê de ji ber Covid-19, Kanadayê 40.000 welatiyên xwe ji 100 welatan vegerandine ku ji wan 29 kes li Sûriyê bûn.

Lêkolera mezin ya alozî û pevçûnan di Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan de, Letta Tayler dibêje: "Madem Kanada di nava çend heftiyan de bi deh hezaran welatiyên xwe ji tevahiya cîhanê vegerandine, wê demê ew dikare rêyekê din ya vegerê ji kêmtirî 50 welatiyên xwe re bibîne ku di bin şert û mercên dijwar de li bakurê rojhilatê Sûriyê asê mane". Ew herwiha dibêje: "Jiyana welatiyên Kanadî li ser xetê ye û dem dema wê yekê ye ku demlidest vegerin welatê xwe".

Wiha xuya dike ku Kanada alîkariyên konsulgerî yên aktîv li ser girtiyên ku bi gumana têkildariya bi DAÎŞê re hatine girtin birrîne, ev yek jî dibe ku bigihêje asta cûdahiya neyasayî. Li gor belgeya karûbarên konsulgerî ya Kanadayê, divê Wezareta Karûbarên Derve ya Kanadayê "saet bi saet û di hemû rojên hefteyê de alîkariyên awarte bigihîne welatiyên Kanadî". Lêbelê meriv û xizmên li Kanada û Ewropaya rojava û herwiha girtiyên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê hevdîtin bi wan re pêkhatiye, ji Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) re dibêjin ku tevî ew bi awayekî berdewam banga alîkariyê û pêşniyaza xwedîkirina zarokên vegerandî dikin, lê alîkariya ku Karûbarên Cîhanî pêşkêş dike di rewşa herî baş de jî ne bes bû.

Apê Amîra, ew zaroka sêwî, derbarê hewlên xwe de yên ku ji bo bi alîkariya Kanadayê biraziya xwe vegerîne dane, wiha dibêje: "Gavên wan tenê ber bi paşde tên avêtin".

Endamên malbatê û girtî bi xwe jî dibêjin ku welatiyên Kanadî bi gelemperî nexweş in û piraniya wan psîkolojiya wan têk çûye. Sê kesên gihiştî dibêjin ku DAÎŞê ew avêtibûn zindanê. Yek ji wan dide xuyakirin ku DAÎŞê destdirêjî wê kirine û ji ber ku wê piştgirî nedaye grûpê, navê wê jî xistine nav "lîsteya kuştinê". Yekî din jî gotiye ku ew di zindana ku ji hêla Hêzên Sûriyê Demokrtîk tê birêvebirin, hatiye îşkencekirin. Ew hêz jî hêzeke çekdar e ku Amerîka piştgiriya wê dike û li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî şer dike, herwiha çavdêriya girtiyên biyanî jî dike. Heta niha tu kesek ji wan welatiyên Kanadî bi tu sucekê nehatiye sucdarkirin û ne jî çûne pêşberî dadgehê.

Ew welatiyên Kanadî di nava nêzîkî 14000 biyaniyên ne Iraqî de ne ku ji zêdetirî 60 welatan in û bi gumana têkiliya bi DAÎŞê re li bakurê rojhilatê Sûriyê tên binçavkirin. Zilam û xort di zindanên demkî de tên binçavkirin, ew di rewşeke nemirovahî de tên zindankirin û gelek kes di dema razanê de mil bi mil xew dikin.

Di kampên asê yên ku jin, keç û zarok têde binçavkirî ne, di ber bayê xort de çadir dikevin xwarê yan jî dikevin bin ava baranê û ava mezraban. Kûçikên bêxwedî û berdayî li derdora kampê digerin. Ava vexwarinê jî bi gelemperî nepak e yan jî kêm peyda dibe. Avdest xitimî ne, çop û gilêşe li erdê belav e û nexweşî jî belav bûne. Gelek girtî ditirsin ku şerê çekdarî yê li bakurê rojhilatê Sûriyê bigihêje nav kampan.

Çavdêriya tenduristiyê bi awayekî pêwîst nayê peydakirin. Rêkistina Çavdêriya Mafên Mirovan dema ku serdana zindanan kir dît ku ji naverasta sala 2019an û pêde zêdetirî 100 girtî, yan jî dibe ku bi sedan girtî jî bin, ji ber kêmbûna çavdêriya tenduristiyê jiyana xwe jidest dan. Heyva Sor ya Kurdî jî dibêje ku di sala 2019an de li Holê, ku herdu kampên mezin yên jin û zarokan li wir in, herî kêm 517 kes, di nav de 371 zarok, ji ber nexweşiyên ku dermanê wan peyda dibin jiyana xwe jidest dan. Girtiyên Kanadî jî dibêjin ku wan tiştên ku ji bo xweparastina ji Covid-19 re pêwîst in nestandine.

Rayedarên herêmê ku Kurd rêberiya wan dikin ji welatan xwestine û dixwazin ku welatiyên xwe vegerînin, herwiha gotine ku îmkanên wan tune ne ku ew wan girtiyan biparêzin. Lewra jî bi sedan ji wan reviyane.

Di nameyekê de ku ji Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan re şandiye, Wezîrê Derve yê Kanadayê, François-Philippe Champagne dibêje ku hewldanên Kanadayê ji bo alîkariya girtiyan rastî astengiyan tên ji ber ku tu konsulxaneyeke wan li Sûriyê tune ye, tevî ku ew dibînin ku bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo berpirsên hikûmetê pir metirsîdar e.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan dibêje ku herî kêm 20 welatên din, di nav de gelek hevpeymanên Kanadayê yên wek Australiya, Almanya, Berîtanya û Amerîka hene, hinek yan jî gelek welatiyên xwe ji heman kamp û zindanan vegerandine, herî dawî jî Fransayê di 21ê Hezîranê de gavek wiha avêt.

Artêşa Amerîkayê jî grûpeke kar ava kiriye ji bo ku alîkariya wan welatan bike yên dixwazin welatiyên xwe yên girtî vegerînin. Kanada li wê yekê mukir tê ku "kanaleke" wan heye ku bi rayedarên Kurd re derbarê girtiyan de têkiliyê dikin û beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ye, ku têkiliyên wê yên xort bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hene.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha dibêje ku divê Kanada demlidest têkiliyên xwe  bi girtiyan û herwiha meriv û xizmên wan li nava û derveyî Kanadayê re zêdetir bike û herwiha derbarê nasnameya wan de lêkolînê bike, belgeyên geştkirin û rêwîtiyê bide welatiyên xwe û rêyeke ewle ji wan re peyda bike daku xwe bigihînin konsulxanyên Kanadî. Di heman demê de divê ew bi rêkistinên mirovî re bixebite ji bo ku alîkariyên bingehîn bigihêjin welatiyên wê.

Dema ku planên rayedarên navxweyî yên derbarê lidarxistina pêvajoya dadgehkirinê de sernegirin, wê demê welatiyên Kanadî yên bêguneh, ku di nava de zarokên biçûk jî hene, wê rastî girtineke dem nediyar û bêsuc werin. Herwiha dibe ku gelek welatiyên Kanadî yên ku têkiliya wan bi tawanên metirsîdar yên DAÎŞê re jî heye tu carî neçin pêşberî dadgehê, bi vê yekê jî ewê ji mafê xwe yê dadgehkirineke dadperwer bêpar bimînin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha dibêje ku dibe pêvajoyên vegerandina ji bo welat rastî astengiyan werin, lê erkê Kanada ye ku hemû gavên pêwîst bavêje ji bo alîkarîkirina welatiyên xwe yên li derve ku rastî binpêkirinên mestirsîdar tên, ku di nav de metirsî li ser jiyanê, îşkencekirin û reftara nemirovahî jî heye . Divê zarokên ku di bin sîbera DAÎŞê de dijiyan û her jineke ku ji hêla DAÎŞê ve bazirganî pê hatiye kirin di serî de wek qurbanî reftar bi wan re bê kirin.

Binçavkirina bêsûc û bêyî tawanbarkirinê ya welatiyên Kanadî bi sûcê komeleyî û cezakirina tevahî tê lidarxistin û ev yek li gorî yasayên navneteweyî qedexe ye. Reftara nemirovahî û heqareta ku li kamp û girtîgehan derdikeve holê dibe ku wek îşkence were naskirin. Divê zaroka bênasname, tevî ku li derve be jî, mafê wê yê wergirtina welatîbûnê di demeke herî nêzîk de ji aliyê welatan ve were gerentîkirin.

Tayler dibêje: "Dema rê were dayîn welatî bi awayekî neyasayî û heta demeke nediyar di kampên qirêj, metirsîdar û tije xelk de werin girtin, wê gavê dê Kanada ewlekartir nebe". Wiha jî dom dike: "Di şûna vê de, dibe ku bêhêvîtî û tundrewî zêdetir bibe û zarokên bêguneh li ser her tawanên bavên wan bêne cezakirin".

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country