(New York) – Human Rights Watch îroj got ku koma kurdî ya çekdar ya ku deverke li bakurî Sûriye kontrol dike, û tevî hin pêşketinan, hê sozên xwe sebaret bi jierkderxistina leşkerên zarok û rawestandina bikaranîna kur û keçên binî 18an di şer de bi cih neanîne.
Di 5ê pûşbera 2014an de Yekîneyên Parastina Gel YPG bi rêxistina Banga Genevayê ya nehikûmî re li ser “Pemana Peyvlxwegirtinê” wajû kir, tê de soz da ku di nava mehekê de hemû şervanên binî 18 salî ji erk derxîne. Mehek şûnda, wan 149 zarok ji erk derxistin. Tevî vê sozê û pêşketina pêşî, Human Rights Watch di nava sala borî de, çend dozên tevlîbûn û ketina şerê jî ya zarokan di nava YPG û beşa wan ya jinane YPJ de jî bibelge kirin. Wiha diyar e li gorî jêderên giştî ku hin ji van zarokên binî 18an di şera pûşbera 2015an de mirin.
Fred Abrahams şêwirmendê taybat ê Humna Rights Watch dibêje, “YPG soz da ku şandina zarokan bo şer rawestîne û divê wan sozên xwe bi cih bînin. Helbet YPG şera komine dikin wekî DAÎŞê ne qanûnên şeran aşkere bin pê dikin, lê ev nabe ku bibe behane daku li tundekariyên YPG bi xwe bê borandin.”
Human Rights Watch dibêje ku di nava ewqas komên çekdar de li Sûriyê, ne tenê YPG qanûnan dişikînin bi riya bikaranîna leşkerên zarok, lêbelê ew dikarin bêtir bixebitin daku kiryara han rawestînin.
Li gorî agahiyên rêxsitinên xwemalî û yên navnetewî, Human Right Watch lîsteke 59 zarokan amade kir, 10 ji wan binî 15 salî ne, wiha xuyaye ku wan ji pûşbera 2014an xwebexşane an jî hatin leşkerkirin nava YPG û YPJ. Human Rights Watch bi riya axaftina bi merivên zarokan re, ji 7 ji van dozan teqez bû. Di hin dozan de, koman zarok bêyî erêkirina dê-bavên wan tevlî xwe kirine.
Bavê keçeke 14 salî nêzî Qamişloyê dibêje, “Keça min çû dibistanê û komeke YPJ ew ji wir de bir. Me tu tiştî derbarê wê nizanîbû hetanî ku fermandareke YPJ telefonî me kir û me agahdar kir ku ew tevlî YPJ bûbû.”
Human Rights Watch di 10ê pûşbera 2015an de nameyek ji YPGê re şand daku bersiva van angaştan bide. Di bersiva xwe de ya 24ê pûşberê de, kom da zanîn ku wan rastî “berengarîne girîng” hat daku xwe ji bikaranîna leşkerên zarokên rawestîne jiber şera çekdarî ya berdewam. Wan da zanîn ku di nava sala borî de “çend halet” hebûn.
Name nîşan da ku di 13ê pûşberê de, YPG 27 kur ji erk derxistibûn, û di 20ê avrêlê de, YPJ 16 keç ji erk derxistibûn. Û di ser de jî, heft efserên YPG ji ber qebûlkirina leşkerên zarok seza xwarin – sê ji wan ji YPG hatin derxistin û yê çaran payeya wî hat şikandin, wekî din komê tu nav an jî dîrok nedane.
Di 5ê pûşberê de, YPG û YPJ giştînameyek li ser fermandar û serekên navendên leşkergirtinê belav kir, tê de dibêje ku nabe tu kesî binî 18an qebûl bikin an jî bikin leşker. Giştîname dibêje ku ew kesên ku tiştê han pêk neynin dê tûşî “tedbîrên sezakariyê yên herî xurt” bên.
Rêznameyên hundirîn yên YPG, û yên hêzên polîsê yên rêveriya Kurdî jî, a bi navê Asayîşê ye, bikaranîna zarokên binî 18an qedexe dike.
Human Rights Watch derbarê mercên zehmet li Sûriyeyê da zanîn, yên ku tê de, koma tundûtûj ya Dewleta Îslamî (wekî DAÎŞê jî tê nasîn) dubare û sêbare tawnkariyên şer li deverên bin destê kurdan de pêk tîne, di nav wan de kuştina ji qestan a bêtirî 200 mêr, jin û zarok li bajaroka Kobaniyê (bi erebî `Eyn al-`Ereb) di 25ê pûşberê de.
Di rezbera 2014 de, DAÎŞ êrîşeke mezin ajote Kobaniyê û beşekî ji bajêr stand. Hêzên kurdî û şervanên rikeberiya sûrî, bi piştevaniya lêdanên esmanî yên bi rêberiya DYAyê, DAÎŞ di rêbendana 2015an qeşitand.
Human Rights Watch dibêje ku YPG û Partiya Yekîtiya Demokrat PYD (PYD) ya girêdayî wan. Ya ku deverên bin desthilata kurdî de bi rê ve dibe, dikarin xwe bêtir li ser peymandanên xwe bimînin di bin qanûna navnetewî ya mafên mirovan de, û rewşên şerên çekdar de jî, li ser qanûna navnetewî ya mirovî. Di nav de, qedexekirina leşkergirtin an jî bikaranîna zarokên binî 18an weke şervan, dîdevan û peyamberan an jî li ser zalgehan (xalên kontrolê).
Mijareke din a fikaran, ew e damezrandina “babeta ne-şerker” bo zarokên 16 û 17 salî ji aliyê koma kurdî, li gorî awarteya ku kom pê ketibû Pemana Peyvlxwegirtinê ya Banga Genevayê. Awarte dibêje ku kom dê hê temenên 16 û 17 werbigire lêbelê wan bo peywirên leşkerî bikar nayine.
Di nameya xwe de ji Human Rights Wacth re YPG dibêjin ku ew li gorî vê babetê kesan werdigirin û wan di “navendine” dûrî eniyên şer dihêle, lê wan hejmareke vebir a zarokên di bin vê babetê de neda zanîn û peywirên ku pê radibin bi nav nekirin.
Human Rights Watch han da YPG û YPJ daku wergitina kesên 16 û 17 salî rawetînin, ta jî heger ew bi peywirine leşkerî ranebana. Protokola Arzûyane ya Peymana Mafên Zarokan serbaret bi Zarok û Şerên Çekdar dibêje ku komên çekdar ên ne-dewletî divê zarokan bo tu mebestan wernegirin.
Li gorî qanûna asayî ya navnetewî ya mirovî û Peymana Romayê ya Dadgeha Tawankariyê ya Navnetewî (ICC), ew dibe tawankariya şer dema endamine ji hêzine çekdar an jî komên çekdar ên ne-dewletî zarokên binî 15an tevlî xwe bikin an jî weke endam werbigirin, an jî bihêlin wan bi awakî çalak beşdarî karûbarên şer bibin. Deh ji 59 zarokên ku wa xuyaye di nava sala borî de tevlî YPG an jî YPJ bûne 15 salî an jî biçûktir bûn.
Rapora 5ê pûşberê a emîndarê giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji Encûmena Ewlehiyê re sebaret bi zarokên di şerên çekdar de dibêje ku leşkergirtin û bikaranîna zarokan di şer de li Sûriye bûye “tiştekî asayî”. Neteweyên Yekbûyî ji doza 271 kurekî û yên 7 keçan ku hatibûn leşkerkirin ji aliyê komine têkildarî, tevî hinên din, Artêşa Sûrî ya Azad (142), YPG û YPJ (24), DAÎŞ (69), û Cebhet Al-Nusra (25), û tê bawerkirin ku hejmara rastîn hê mezintir be. Rapor dibêje ku hat ragihandin ku hin komên çekdar ku li aliyê Hikûmeta Sûrî şer dikin, weke Hîzbulah û Lîjneyên Gelî jî zarok bi hejmarine biçûk kirin leşker.
Abrahams dibêje, “Komên çekdar li Sûriyeyê zarokan rastî ziyana yekser dikin dema çek didin wan û wan dişînin şer. Keysa YPG heye daku kiryara han rawestîne û nîşan bide ku ew cidî ye li ser peyvlixwegirtinên xwe sebaret bi mafên mirovan.”