Skip to main content

Tirkiye/Sûriye: Li Bakurê Sûriyê sivîl di metirsiyê de ne

Di nav metirsiyên sereke de êrîşên neyasayî, têkçûna şertûmercên mirovî, vegera DAIŞê

Çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, ku Tirkiye piştgiriya wê dike, beşdarî merasîmeke leşkerî li gundewarê parêzgeha Helebê dibin di 9ê Hezîrana 2022an de, di çarçoveya amadekariyên wê hêzê de ji bo çalakiyên leşkerî li ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de. © 2022 Anas Alkharboutli/picture-alliance/dpa/AP Images

(Beyrût) - Divê hemû aliyên şer li bakurê Sûriyê ziyana ku digihe sivîlan di dema operasyonên leşkerî yên berdewam û yên pêşerojê de li wê deverê, kêm bikin, Rêxistina Navdewletî ya Çavdêrya Mafên Mirovan (HRW) îro ragihand. HRW belgeyek pirs û bersivan weşand ku têde balê dikişîne ser gefa êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li ser deverên bakurê Sûriyê yên di destê hêzên bi pêşengiya Kurdan de.

Belge li ser erkên girêdayî yasayên şer e ji bo aliyên têkildarî şer û pevçûnan, metirsiyên têkildarî penaber û derbiderên navxweyî, û bandora li ser Sûrî û biyaniyên ku li herêmê girtî ne bi tawana girêdana bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re. Êrîşa Tirkiyê ya plankirî dê bibe ya çaremîn ji sala 2016an ve li ser bakurê Sûriyê. Êrîşên berê tije binpêkirinên mafên mirovan bûn.

"Tirkiye û hevalbendên wê berê sivîl kuştine û ew bi awayekî neyasayî girtine piştî operasyonên serbazî yên ser sînor li Sûriyê ku bûne sedema derbideriyek girseyî," Adam Coogle, cîgirê birêveberê Rojhilata Navîn li HRW ragihand, û berdewam kir: "Bêyî girtina pêngavên guncaw, hêzên Tirkiyê û alîgirên wê yên Sûrî metirsiya dubarebûna binpêkirinên xwe derdixin holê. Pevçûn tenê wê rewşa mirovî ya wêrankirî ya mîlyonan mirov ên li bakurê Sûriyê, dijwartir bike."

Ji meha Gulanê ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefa êrîşeke nû li ser du herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê -Tel Rifaat û Minbic dixwe, da ku wan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) paqij bike, ku pêkhateyên herî mezin ên Hêzên Sûriya Demokratîk in. Ew jî komeke çekdar a bi pêşengiya Kurdan û bi piştgirîya Amerîkayê ye, ku piraniya bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dike. Erdogan got ku armanca wî ew e ku "herêma ewle" ya di bin kontrola Tirkiyê de li ser sînorê başûrê Tirkiyê berfirehtir bike. Wî herî dawî niyaza xwe di 8ê Tebaxê de tekez kir tevî hişyariyên giştî yên li hember êrîşeke weha ji hêla Amerîka, Rûsya û Îranê ve.

Di nava çend mehên bihurî de, êrîşên balafirên bêfirokevan ên Tirkiyê û topbarana hêzên Sûriyê yên bi piştevaniya Tirkiyê li ser bajar û bajarokên bakurê rojhilatê Sûriyê yên ku di destê hêzên Kurdên Sûriyê de ne, zêde bûne, û di encamê de kesên sivîl ku di nav wan de zarok hene hatine kuştin û birîndar bûn, li gorî Navenda Ragihandinê ya Rojava - ku rêxistineke medyayî û lêkolînê ya xwebexş e li bakurê rojhilatê Sûriyê. Di 11ê Tebaxê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan di sê operasyonên cuda de wek bersivekê di roja 8ê Tebaxê de hin leşkerên Tirkiyê kuştine.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.