Skip to main content
Wêneyek ji dîwarê çîmento yê ku Sûriyê û Tirkiyê ji hev vediqetîne nêzîkî Harim li Bakurê-rojavayê Sûriyê di 14ê Adara 2023an de. © 2023 Elî Hec Silêman

(Beyrût) – Zêrevanên sînor ên Tirkiyê bêserûber guleyan berdidin sivîlên Sûrî yên li ser sînorê bi Sûriyê re, û li dijî penaxwaz û koçberên ku hewl didin derbasî Tirkiyê bibin hêzeke zêde bikar tînin û wan îşkence dikin, Human Rights Watch îro ragihand.  Divê hikûmeta Tirkiyê lêkolînekê bike û zêrevanên sînor ên beripirsiyar di ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan de, di nav de kuştinên neyasayî, siza bide û dawî li bêsizabûna van binpêkirinan bîne.

Di 11ê Adara 2023an de, zêrevanên sînor ên Tirkiyê bi awayekî hovane lêdan li komek ji 8 welatiyên Sûriyê ku dixwestin bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyê bibin, kirin û ew îşkence kirin. Zilamekî û xortekî di girtîgehê de jiyana xwe jidest dan û yên din jî bi giranî birîndar bûn. Şeş zêrevan ji ber rola wan di êrîşê de di bin lêpirsînê de ne. Roja 13ê Adarê, zêrevanekî sînor yê Tirkiyê, welatiyekî Sûriyê yê 59 salî ku li devereke ser sînor zeviyê xwe cot dikir, gulebaran kir û ew kuşt. Derbarê lêpirsîna li ser vê kuştinê de ti agahî nehatin bidestxistin. Human Rights Watch di 20ê Nîsana 2023an de ji wezîrên Tirkiyê yên dad, navxwe û parastinê re nivîsî û daxwaza agahiyen bêhir derbarê her du bûyeran de kir.

Rêvebirê Ewropa û Asyaya Navîn di HRW de Hugh Williamson got: "Zêrevan û hêzên çekdar ên Tirkiyê yên berpirsê kontrolkirina sînor in, bi awayekî rûtînî destdirêjî dikin ser Sûriyan li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê û bi awayekî bêserûber wan gulebaran dikin, û bi sedan kuştî û birîndar di van salên dawî de hatine tomarkirin," û wiha berdewam kir: "Kuştinên neyasayî yên derheqê Sûriyan de bi taybetî eşkere ne û beşek ji awayê hovîtiya zêrevanên sînor ên Tirk in ku hikûmetê nekariye bi karîgerî rawestîne an vekole."

Ji destpêka sala 2023an ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan 11 kuştî û 20 birîndar bi destê zêrevanên sînor ên Tirk li ser sînorê Sûriyê/Tirkiyê tomar kiriye. Human Rights Watch bi awayekî serbixwe du bûyerên bi vî rengî belge û piştrast kirin.

Di destpêka Adara 2023an de, HRW belgeyên negiştgir ji rêxistineke çavdêriya şer li Sûriyê bidest xist, ku 277 bûyerên takekesî di navbera Cotmeha 2015an û Nîsana 2023an de belge kirine. Çavdêran ji kêmayî 234 haletên kuştinê û 231 ên birîndarkirinê tomar kirin, piraniya wan di dema ku qurabniyan hewl dida sînor derbas bikin qewimîn. Di bûyeran de 26 zarok hebûn, herî kêm 20 kes mirin û 15 jî birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku herî kêm 6 kesên ku nedixwestin sînor derbas bikin bi guleyan hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn. Rêxistinê xwest ku navê wê neyê eşkerekirin ji tirsa ku karê wê yê mirovahî ji aliyê rayedarên Tirk ve bi awayekî nerênî were astengkirin.

Sînorê bejayî yê Tirkiyê ji aliyê yekîneyên sînor ên Artêşa Tirkiyê ve tên parastin. Yekîneyên Cendermeyan, ku ew jî li ser sînor dixebitin, di bin desthilata fermandariya hêzên bejayî de tevdigerin. Li nêzî sînor jî qereqolên cendirmeyan hene ku bi erkên normal ên polîsên li gundan radibin. Di belgekirinê binpêkirinan de, piraniya dozên hatine tomarkirin girêdayî Artêşa Tirkiyê ne, û ji 273 bûyerên ku hatine tomarkirin 28 bûyer têlkildarî yekîneyên cendermeyan in.

Tirkiyê nêzî 3,5 milyon Sûriyan dihewîne û ji hemû welatên din zêdetir pêşwazî li penaberan kiriye. Tirkiyê statûya parastina demkî daye gelekan ji wan, û hewl daye ku xizmetên bingehîn ji wan re peyda bike, di nav de guhdana bijîşkî û perwerdehiyê. Lê belê, mêvandariya bi comerdî ya Tirkiyê ji hejmareke mezin ji Sûriyan re, wê ji erkên wê yên rêzgirtin li mafên kesên din ên ku li sînorên wê parastinê dixwazin, xilas nake. Di Cotmeha 2022an de, Human Rights Watch herwiha dersînorkirina bi sedan ji sûdmendên Sûrî ji mafê parastina demkî ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve belge kir, di nav de îmzekirina bi darê zorê ya formên çûyîna xwebexş.

Di demekê de ku mafê Tirkiyê heye ku sînorê xwe bi Sûriyê re ewle bike, lê divê ew vê yekê li gorî yasayên navdewletî û bi taybetî erkên xwe yên mafên mirovan, di nav de rêzgirtina li mafên jiyanê û saxlemiya laş, û qedexekirina tam a îşkencekirin û muameleyên din ên dijmirovî û rûreşî, bike. Herwiha ji Tirkiyê tê xwestin ku rêzê li prensîpa nevegerandina bi darê zorê bigre, ku vegerandina penaxwazan bo deverên ku lê rûbirûyî gefa îşkencekirin, an gefên li ser jiyan û azadiyê dibin, qedexe bike, di nav de redkirina wan li ser sînoran bêyî berçavgirtina daxwazên wan.

Ji dema peymana cihê nakokiyan a sala 2016an bi Tirkiyê re ku li gorî wê Yekîtiya Ewropayê soza 3 milyar euro û qerebûyên siyasî dabû Tirkiyê di berdêla zêdekirina hewldanên ji bo astengkirina pêla koçberî û penaberan ber bi Ewropayê ve, YEê piştgiriya xwe ya darayî ji bo birêvebirina pirsa koçberiyê ya Tirkiyê duqat kir û bû 6 milyar, tevî binpêkirinên belgekirî yên rayedarên Tirk li dijî penaber, koçber û penaxwazan. Hikûmetên bexşîner li Ewropa û derveyî wê ku piştgiriya darayî ya girîng ji hikûmeta Tirkiyê re ji bo alîkariya penaberên Sûrî pêşkêş dikin, divê daxwaz bikin ku lêkolînek berfireh û bibandor li ser tometên binpêkirinê, di nav de kuştinên neyasayî û îşkencekirina penaxwaz û koçberan li ser sînorên Tirkiyê, were kirin.

Divê hikûmeta Tirkiyê bi lezgînî rênimayên standard ji hemî zêrevanên sînor re derxe û destnîşan bike ku çek tenê dema ku pir pêwîst be weke çareya dawîn ji bo bersivdana metirsiya li ser jiyanê têne bikaranîn, û nabe ku kesekî ku sînor derbas kiriye an jî derbas dike rastî muameleya xirab were, û eger pêwîst be divê ji hemûyan re alîkariya bijîşkî bê pêşkêşkirin. Pejirandina sîyaseta sifir-tolerans ji bo binpêkirinan, ku bi lêkolînên bibandor û sizayên guncaw tê sepandin, divê piştrast bike ku hemû zêrevanên sînor bi hûrgilî rêz li van erkên yasayî yên bingehîn digrin.

Divê desthilatên Tirkiyê bi lezgînî vekolîneke tam a siyaseta xwe ya ewlekariya sînor bide destpêkirin, Human Rights Watch got. Divê ev yek mîna nirxandina siyaseta polîs û ewlehiyê be li devera ku ji erdhejên wêranker, ku ji 9ê Sibatê ve di bin rewşa awarte de ye, dema ku efserên cîbicîkirina yasayê bo polîsên herêmê hatin şandin û lêdan, êşkence û muameleya xerab, bi wan kesan re kirin ku gumana dizî û talankirinê li ser wan hebû.

Williamson got : "Tundutûjiya zêrevanên sînor ên Tirk li dijî Sûriyan li ser sînor pirsgirêkeke demdirêj e ku bi giranî nehatiye çareserkirin," û wiha berdwwam kir: "Pêwîst e hikûmeta Tirkiyê tedbîrên lezgîn û bibandor bigre daku dawî li kuştin û îşkenceyên neyasayî  ya penaxwaz û koçberan li ser sînorên xwe bîne û dadmendiyê ji binpêkirinên berê re peyda bike."

Di navbera Tebaxa 2015an û Hezîrana 2018an de, Tirkiyê dîwarekî 3 meter bilind bi têlên stirîkirî li ser piraniya sînorê xwe bi Sûriyê re ku dijêjahiya wî 911 kîlometer in ava kir, ji bo nehiştina qaçaxçîtiyê û derbasbûnên sînorî yên neyasayî. Ji wê demê ve, zêrevanên sînor ên Tirkiyê bi awayekî rûtînî bi tundî rê li welatiyên Sûriyê yên ku hewl didin ji şer û mercên xirab birevin digrin, guleyan berdidin wan, li wan didin, û hema bi kurtî wan vedigerînin Sûriyê. Di Mijdara 2015an, Nîsan û Gulana 2016an, Sibata 2018 û Mijdara 2022 de, Human Rights Watch bikaranîna tundutûjiyê ji aliyê zêrevanên sînor ên Tirkiyê ve li dijî penaxwazên Sûrî û yên din, û koçber û qaçaxçiyên li ser sînorê bi Sûriyê re belge kir.

Di nav 277 binpêkirinên li ser sînor ku ji aliyê rêxistineke serbixwe ve hatine şopandin, binpêkirin li 80 cihên cuda pêk hatine. Piraniya bûyerên kujer li parêzgeha Idlibê bûn, ji sedî 68.38, ku piraniya wê di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam de ye, ku koalîsyoneke komên çekdar ên îslamî ye ku hinek bandora Tirkiyê li ser heye. Yên din jî li parêzgeha Reqa bi rêjeya ji sedî 12,39 û Hesekê bi rêjeya ji sedî 12,39, ku herdu jî di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne, ku komeke çekdar bi pêşengiya Kurdan e û Amerîka piştgiriya wê dike, û li parêzgeha Helebê bi rêjeya 6,84 ji sedî, ku deverên bakur ji wê di bin kontrola Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, an jî QSDê de ne. Ji sedî 43,72 ji bûyerên ku herî zêde birîndar di wan de ketine li deverên girêdayî parêzgeha Helebê rû dane.

Ji 234 haletên kuştinê û 231 ên birîndarkirinê, amar diyar dikin ku 225 kes mirine û 177 kes jî birîndar bûne ji aliyê zêrevanên sînor ên Tirkiyê ve bi rêya bikaranîna çekan û 9 kes mirine û 54 jî birîndar bûne ji ber êrîşa fizîkî ya li ser destên zêrevanên sînor ên Tirkiyê.

Xelkê Sûriyê rûbirûyî yek ji xirabtirîn qeyranên aborî û mirovî bûne ji dema ku şer di sala 2011an de destpê kir, ji ber krîza sûtemeniyê, derketina kolêra, û zêdebûna bêewlehiya xwarinê. Bakurê-rojavayê Sûriyê ji ber erdhejên 6ê Sibata 2023an û lehiyên vê dawiyê bi giranî binbandor bû. Li wir, nifûsa bi qasî çar milyonan, di nav de herî kêm 2.6 milyon debider, hema bêje bi temamî xwe dispêrin alîkariya mirovahî.

Du Bûyerên Vê Dawiyê

Di 11ê Adarê de, zêrevanên sînor ên Tirkiyê rêgirî li komek ji 8 welatiyên Sûriyê ku dixwestin ji bajarê Harem ê girêdayî parêzgeha Idlibê derbasî Tirkiyê bibin kirin û di encamê de zarokek û zilamek hatin kuştin. Piştî ku kesên din bi giranî birîndar bûn, zêrevanên sînor bi kurtî ew bi yek ji cenazeyan re di nava 5 saetan de vegerandin Sûriyê. Human Rights Watch bi du ji Sûriyên ku sax filitî bûn, endamên malbata du kesên din û xizmekî zarokê ku hatî kuştin re axivî. Kesên ku bi wan re hevpeyvîn hat kirin gotin ku di navbera 10 û 15 zêrevanên sînor de derdora saet 20.00an rêgirî li komê kirin. Li nêzî gundê Harranê yê girêdayî bajarê Reyhanli yê Tirkiyê.

Yek ji wan zilaman, Zekeria Ebû Yehy, ku 34 salî ye, got ku ew ji ber rewşa aborî ya xirab li Sûriyê çû Tirkiyê û wiha got: "Tiştekî me nîne. Li vir [bakurê-rojavayê Sûriyê] her tişt pir biha ye. Û kes nikare kar bibîne. Ez çûm tenê ji bo ku bikaribim kar bikim û bikaribim heqê nan bidim."

Wî got ku zêrevanên sînor ew girtin, piştî ku wan bi qasî 150 metran dîwarê sînor derbas kirin, ku bi sêlmeke ku bi xwe re anîbûn, li ser dîwar hilkişiyan, û ew bi otomobîlekê veguhestin zeviyekî vala ya nêzîk. Li wir zêrevanan ew Sûrî îşkence kirin, bênavber li wan xistin û pê li wan dixistin û bi tifing û daran li wan dixistin:

Wan ez perçe perçe kirin. Me dan erdê, pê li her du destên min kirin… bi botên xwe jî li endamên laşê min ên hestiyar xistin… û 20 lître mazot ji tenekeya pola [li ser min] rijandin. Min dest bi [hejandina] serê xwe kir lê nizanim, tiştê ku wan dirijand min daqurtand. Piştî vê yekê ez du saetan vedirşiyam.

Mexdûrekî din, Raed Mûsa, ku 35 salî ye, got ku zêrevanan serê wan danîn navbera pêlikên sêlmekê û dest bi lêdanê kirin:

"Em li erdê dirêj kirin, serê me xistin navbera pêlikên sêlmekê û stûyê me pê ve asê kirin. Ew dora 10-15an bûn, çar fermandar bûn. Ji me ti pirs nekirin; tenê li me xistin."

Zilamek got ku kurê wî yê 17 salî jê re gotiye ku zêrevanên sînor ji bo îşkencekirina wî kelpetan bikar anîn. "Wan ew girt û pê çermê wî kişandin. Kûçikek wisa wî gez nake."

Şahidan got ku Abdel Razzak al-Qestal, 18 salî, ji ber lêdanê mir. Di navbera saet 12 û 1ê sibeha 12ê Adarê de, zêrevanên Tirk 5 mêr, xortê 17 salî yê ku hatibû îşkencekirin û termê al-Qestal vegerandin deriyê Bab al-Hewa. Abdo al-Sabbah, yekî din ê 17 salî, li cem wan ma û tiştê ku hat serê wî nehat eşkerekirin heta 16ê Adarê, dema ku rayedarên Tirk termê wî radestî malbata wî li Sûriyê kirin. Xizmekî al-Sabbah got: "Eger ne ji şopandina medyayê ba, dibû ku me termê wî jî venegerandiba."

Human Rights Watch wêneyên mêr û xortan, di nav de laşê al-Sabbah piştî laşkelêşiyê, ku li ser dest, ling û pişta wî birînên giran nîşan didin, nirxandin, û dît ku bi heman şêweyê lêdana ku hevpeyvînkeran behsê kiribûn. Mûsa got ku piştî gihiştina bo deriyê sînorî, ew yekser rakirin nexweşxaneyekê li Idlibê. "Min xwîn vedirşand, ziyan gihiştibû gurçikên min û xwînrijiya navxweyî bi min re çêbibû," Wî wiha berdewam kir: "Ez çar rojan li nexweşxaneyê mam, û niha li ser lingê min cebirandî ye, ez nizanim heta kengî."

Mazin Elûş, berpirsê ragihandin û têkiliyên giştî ji aliyê Sûriyê li deriyê Bab al-Hewa, bûyer ji HRW re piştrast kir, û got ku di wê şevê de wî "nîşanên êşkence, sorbûn û birînan, û herwiha birînên rû, ser û laş" ên kesên di komê de dîtin.

Elûş û kesên me hevpeyvîn bi wan re kirin got ku rojekê piştî bûyerê, rayedarên Tirk 4 ji şeş mexdûrên sax vegerandin Tirkiyê da ku li wêneyên efseran binerin û kesên ku ew îşkence kiribûn nas bikin. Piştre ew vegerandin Sûriyê.

Di 19ê Adarê de, medyaya Tirkiyê ragihandibû ku dadgehê sê leşkerên Tirk derbasî zindana pêşwext kirin, û sê leşkerên din jî bi şert û merc serbest berdan heta ku lêpirsîna tawanan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Reyhanli ve were temamkirin. Elûş anî ziman ku ew her roj li dergehê dersînorkiriyan pêşwazî dikin. "Hinek bi sivikî têne lêdan, yên din bi tundî, û hin jî têne îşkencekirin," Û wiha berdewam kir: "Rojekê berî [vê bûyerê], me 12 kes wergirtin ku ji vê komê jî zêdetir rastî lêdanê hatibûn, cudahiya wan ew e ku ji ber du kuştinan [bûyera 11ê Adarê] medyayê ev buyer dişopand."

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor ragihand ku roja 15ê Adarê yan derdora wê, vekolerekî siyasî yê Tirk gilî li ser bêjerê kanaleke televizyonê ya Sûrî û birêveberê wî, ku her du jî li Tirkiyê dijîn, tomar kir, piştî ku bêjer bûyera 11ê Adarê û mijara tundutûjiya zêrevanên sînor ên Tirkiyê li dijî penaberên Sûrî li ser sînor li ser ekranê gotûbêj kir. Desthilatên Tirkiyê bêjer û rêveber nêzî 48 saetan binçav kirin, piştî ku gilî nehat qebûlkirin hatin berdan.

Di 13ê Adarê de, zêrevanekî Tirk ku li ser sînor bi otombîleke leşkerî nobet dikir, Mihemed Feyzo, yê 59 salî, ku li ser erdê xwe li nêzîkî gundê Xerbet al-Joz, li Sûriyê, dixebitî, gulebaran kir û kuşt, du xizmên wî ji HRW re got: "[Zêrevan] çek derxist, ew gulebaran kir, û paşê tenê lê temaşe kir". Û gotin jî: "Piştî çend saniyan, ew vegeriya otomobîla xwe û çû." Feyzo piştre rakirin nexweşxaneyeke Idlibê û piştî çend saetan jiyana xwe jidest da.

Xizman diyar kir ku xelkê gund çûne ber dîwarê sînor û kuştina wî protesto kirin, û efserên Tirk nêzîkî wan bûn û ji wan re gotin ku ew "bûyereke takekesî ye" û ewê darizandina êrîşker bikin. Derbarê lêpirsînê de ti agahî nehatine eşkerekirin.

Ji Gulana 2016an ve, çavdêran 11 bûyer tomar kirine ku di wan de zêrevanên sînor ên Tirkiyê gule li sivîlan li aliyê Sûriyê yên ku nêzîkî malên xwe bûn, li zeviyên xwe yên çandiniyê dixebitîn, an dewarên xwe diçêrandibûn, tomar kirin û herî kêm 6 kes kuştin û şeş kesên din jî birîndar kirin.

Ji Nîsana 2021ê ve, çavdêran bi kêmanî çar bûyerên cûda tomar kirin ku di wan de zêrevanên sînor ên Tirkiyê zarokên Sûrî yên ku hewla derbaskirina sînor nedidan, gulebaran kirin. Zêrevanên Tirk di 16ê Sibata 2023an de ciwanekî ku li ser zeviyekî çandiniyê dixebitî li navçeya Kobanî ya ser bi Helebê ve birîndar kir; di 30ê Çileya 2021ê de li navçeya Cisir al-Şuxûr a Idlibê zarokek ku li zeviyekî dixebitî kuştin. Di Gulan û Hezîrana 2021an de li navçeya Harimê ya Idlibê di du bûyerên cuda de du zarokên ku pezê xwe li nêzî sînor diçêrandin birîndar kirin. Di du bûyerên din de ku zêrevanên sînor ên Tirk du zarok li aliyê Sûriyê gulebaran kirin û kuştin,ji bo sedemên nediyar jî hatine tomarkirin.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.