(Beyrût) – Karvedana mirovahî ya hêdî li hember erdhejên ku bandorek dijwar li navçeyên bakurê-rojavayê Sûriyê yên di bin destê opozîsyonê de kirine, balê dikşîne ser kêmasiyên mekanîzma ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin bo derbaskirina alîkariyan bi rêyên sînorî bo nav Sûriyê, û pêwîstiyeke bilez bo dîtina alternatîvên din derxistiye holê, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) îro ragihand. Di 13ê Sibata 2023an de, Serokê Sûriyê Beşar Esed destûrnameyek bo 3 mehan da ku alîkariyên Neteweyên Yekbûyî di du deriyên sînorî yên din re ji Tirkiyê derbasî bakurê-rojava yê dorpêçkirî bibin, lê biryar piştî bêhtir ji hefteyekê ji erdheja 6ê Sibatê hat.
Bi milyonan kes li deverên bakurê-rojavayê Sûriyê yên di bin kontrola komên opozisyonê de, ji dema erdhejên ku li başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê pêk hatin, ji bidestxistina alavên lêgerîn û rizgarkirinê û hevkariyên parastina jiyanê bêpar mane. Erdhej û erdhejên piçûk yên ku li pey xwe anîn rê û jêrxaneya serekîn, embar, û pergalên hevrêziyê yên ku ji bo rêkxistina gihandina alîkariyan bi rêya wê korîdora alîkariyê ya bi tenê, ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve hatiye pesendkirin, ji Tirkiyê bo deverên ziyandar, seqet kirin.
"Destûrdana hikûmeta Sûriyê ji bo du deriyên sînorî yên din bo bakurê-rojavayê Sûriyê tenê ji bo sê mehan pir hindik e û pir dereng hat," Adam Coogle, cîgirê rêveberê Rojhilata Navîn li HRW got, u wiha dom kir: "Dîroka hikûmeta Sûriyê ya astengkirina alîkariyan ligel têkçûna mekanîzma derbasbûna sînorî ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve hatiye pesendkirin, ji bo peydakirina pêwîstiyên bilez ên Sûriyên li bakurê-rojavayê dorpêçkirî, nîşan dide ku pêwîstiya mezin heye ji bo dîtina sîstemên alîkariyê yên alternatîv."
Di rojên piştî erdhejan de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Karûbarên Mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî, Martin Griffiths, her duyan bang kirin ku rêyên sînorî yên bêhtir bo gihandina alîkariyan ji kesên pêwîst re bên vekirin, di 12ê Sibatê de Griffiths, şeş roj piştî erdheja yekem, li wê yekê mikur hat ku Neteweyên Yekbûyî li gelê bakurê-rojavayê Sûriyê xwedî derneket.
Di 8ê Sibatê de, Mihemed Çeblî, berdevkê Berevaniya Sivîl a Sûriyê, ku komeke xwebexş a opozîsyonê ye, ji Human Rights Watch re got ku 1600 xwebexşên wê bi tenê hatine hiştin da operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê bikin, û got ku rewş bêhêvî ye. Got jî ku "Sivîl û xwebexş bi destên xwe dikolin", û banga alîkariya bilez ji civaka navdewletî kir, û got: "Her 15 çirke girîng in."
Heta derengiya 13ê Sibatê, heşt rojan piştî erdheja yekem, hikûmeta Sûriyê, bi piştgiriya hevalbenda xwe ya kevanre Rûsya, bikaranîna deriyên sînorî yên din ji Tirkiyê bo bakurê-rojavayê Sûriyê red dikir, li şûna wê rijdbûna xwe dianî ziman ku divê hemû alîkariyên ji Sûriyê re bi rêya herêmên di bin kontrola hikûmetê de bên şandin. Hat piştrastkirin, ku ev helwesta hikûmetê ya demdirêj di dirêjahiya şerê navxweyî yê Sûriyê de nebes e ji bo peydakirina pêwîstiyên xelkê dorpêçkirî. Hikûmeta Sûriyê bi salan alîkariyan weke çekan bikar tîne û rê li ber derbasbûna wan ji hêlên pêşiyê ji beşên bin destê hikûmetê ber bi deverên ne di bin kontrola hikûmetê de digire.
Di Tîrmeha 2022an de, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) daxuyaniyek belav kir ku tê de ew pêşniyarên pisporên ku ji hêla Ofîsa NYê ya Kordînasyona Karûbarênn Mirovî (OCHA) ve hatî peywirdarkirin, destnîşan kir ku di hin rewşên awarte de, wek mînak dema ku welatek bi rengekî neyasayî rê li ber alîkariyên ku jiyanê diparêzin bo beşek ji xelkê xwe yê sivîl digire, rêxistinên navdewletî dikarin bêyî razîbûna aliyên krîzê, "operasyonên alîkariyên mirovî yên demkî pêk bînin daku pêdiviyên jiyanê bigihînin gelên ku gelek pêwîstiya wan heye, dema ku alternatîv tune bin ... û dema ku [pêngavên wiha] neyên girtin, ti ziyanek giran nagihêne yekparçeyiya axa welat."
Di sala 2014an de, wek bersivek li ser redkirina berdewam a hikûmeta Sûriyê ji dana destûrê bo NY û ajansên din ên alîkariyê bo gihandina alîkariyan bo navçeyên ne di bin kontrola hikûmetê de, Encûmena Ewlekariyê sêwanek siyasî ji ajansên Neteweyên Yekbûyî re peyda kir, ji bo kelûpelan ji Tirkiyê, Iraq û Urdinê webigirin û derbasî Sûriyê bikin. Lê ligel hatina sala 2020an, Rûsyayê encûmen neçar kir ku sê ji çar deriyên sînor ên ku berê destûrdar bûn bigire, xala sînorî ya Bab el-Hewa (Cilvegözü) wekî bijareya bi tenê ya hevrêziya Neteweyên Yekbûyî bi komên alîkariyê re hişt.
Human Rights Watch ragihand ku, rola Rûsyayê di Encûmena Ewlekariyê de nîşan da ku çawa destûrnameya ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên sereke bi rêyên sînorî bo navçeyên di bin kontrola hikûmetê de hatiye pejirandin, gihandina alîkariyê asteng dike, ne ku hêsan dike weke ku di destpêkê de dihat xwestin.
Di dema ku hat ragihandin ku Tirkiyê di 8ê Sibatê de destûr daye ku alîkarî di du deriyên sînorî yên din re derbas bibin, ajansên Neteweyên Yekbûyî nerazî bûn ku wan bêyî destûr ji hikûmeta Sûrî an Encumena Ewlekariyê ya NY bikar bînin. Di encamê de, rizgarbûyên erdhejê neçar kirin ku tenê xwe bispêrin stokên alîkariyê yên ku beriya erdhejê hatine radestkirin, yên pêşwext, lê ew kêm bûne.
Bi hefteyan beriya erdhejê, 16 yasanasên navdewletî, di nav de dadwerên berê yên Dadgeha Dadweriya Navdewletî, nameyek îmze kirin û têde daxwaza xalên derbsabûnê yên zêdetir kirin, ji bo ku alîkarî bi rêyên sînorî bigihêjin bakurê-rojavayê Sûriyê. Yasanasan got: "Şîroveyên pir bi hişyarî yên yasaya navdewletî divê jiyana bi mîlyonan kes ên ku li bakur û bakurê-rojavayê xwe dispêrin alîkariyên sînorî nexe metirsiyê, ne jî divê destûr bê dayîn ku dîmena yasaya mirovahî ya navdewletî biguherînin û têkelî lîstikên siyasî bikin. "
Di 13ê Sibatê de, hejmara kuştiyan li bakurê-rojavayê Sûriyê bi kêmanî gihiştibû 4400 kesî, bêhtir ji 7600 birîndar bûn, û herî kêm 11000 kes di pileyên germahiyê yên nêzîk sifrê de bê mal man, li gorî amarên OCHAyê. Hejmara giştî ya kuştiyan li Sûriye û Tirkiyê 37000 derbas kir. Ajansa Neteweyên Yekbûyî got ku ji 11ê Sibatê ve, 47000 haletên Kolerayê, ku ji meha Tebaxê û vir ve li seranserê Sûriyê belav bûye, li bakurê-rojavayê Sûriyê hatine ragihandin. Tê gotin jî ku pêwîstiyên seretayî yên piştî erdhejê ji pêdiviyên bijîşkî, makîneyên giran ji bo rakirina kavilan, alîkariya xwarinê, stargeh û germkirinê, ava lezgîn, paqijî, û alîkariya paqijiyê hene. Di 14ê Sibatê de, ajansa NY got ku nêzîkî 9 milyon kes li seranserê bakurê Sûriyê, di nav de li Heleb, Hema û Laziqiyê, parêzgehên ku bi piranî di bin kontrola hikûmetê de ne, ji erdhejên wêranker bandor dîtine. Li gor texmînan pêwîstiya ajansên Neteweyên Yekbûyî bi 397.6 mîlyon dolarî heye da ku bersivê bidin encamên mirovahî yên dûrûdirêj ên qeyranê di pêşerojê de.
Hevdemê ku NY hewl dide ku pêdiviyên mirovî yên sereke li bakurê-rojavayê Sûriyê peyda bike, aliyên şer jî rêgiriya derbasbûna alîkariyan bo herêmê ji rêyên xaçerêyê asteng kirin. Hikûmeta Sûriyê, Desteya Tehrîr el-Şam, ku komek çekdar a dijî hikûmetê û beşek ji bakurê-rojavayê Sûriyê kontrol dike, û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya bi piştevaniya Tirkiyê, ku hin navçe li seranserê bakurê Sûriyê kontrol dike, hemûyan derbaskirina alîkariyên mirovî bo herêmên bakurê-rojavayê Sûriyê yên ku bi giranî bandor dîtine, asteng kirin.
Xebatkarekî mirovahî yê navdewletî ku li bakurê-rojhilatê Sûriyê ye, ku piraniya wê di bin kontrola leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya bi piştgiriya Amerîkayê de ye, ji Human Rights Watch re got ku hikûmeta Sûriyê rê li ber rêxistineke xwecihî li bakurê-rojhilat digire bo şandina karwaneke alîkariyê bi rêya deverên di bin destê hikûmetê de bo hin xalên parêzgeha Helebê, ku ew jî di bin kontrola QSDê de ne, heya ku ew nîvê wan alîkariyan xwe radest neke. Xebatkarî got jî ku, ev nêzîk çar rojan e ku karwan li xala kontrolê ya di navbera herêmên di bin kontrola QSD û hikûmetê de li Helebê asê maye, çadir, doşek, betanî, kelûpelên bijîşkî, û du ambûlans dihewîne.
Desteya Tehrîr el-Şam, grûpeke çekdar a dijî hikûmetê ya girêdayî el-Qaîde ku beşek ji bakurê-rojavayê Sûriyê ku Idlibê jî di nav de kontrol dike, di çend salên bihûrî de car caran rê nedaye rêxistinên girêdayî hikûmeta Sûriyê, ku li herêmên di bin kontrola wê de tevbigerin. Çend rojan piştî erdhejan, grûpê rê li ber karwaneke ku ji deverên di bin destê hikûmetê de hatibû şandin û alîkariyên Neteweyên Yekbûyî hilgirtibûn girt, nehişt ku derbasî Idlibê bibe, û bû sedem ku ew di 12ê Sibatê de vegere.
Herweha gihandina hin alîkariyên organîzekirî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, ku îdareya deverên ji bakurê-rojhilat heta bakurê-rojava ên di bin kontrola QSDê de dike, bo Efrînê ya di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya bi piştgirîya Tirkiyê de ye, hatiye astengkirin. Di 9ê Sibatê de berdevkê QSDê diyar kir ku komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê nahêlin ew derbas bibin. Komên alîkariyê di 13ê Sibatê de piştrast kirin ku hevdemê ku destûra derbasbûnê bi hin konvoyên ku ji hêla civakên xwecihî ve li bakurê-rojhilatê Sûriyê hatine rêxistin hatiye dayîn, konvoya Rêveberiya Xweser a ji zêdetirî 100 kemyonan/barhilgiran pêk tê û pêdiviyên bingehîn ên alîkariyê hildigirt, hîn jî tê astengkirin.
Berî erdhejan jî, xelkê Sûriyê rûbirûyê yek ji xirabtirîn krîzên aborî û mirovî bûn ji destpêka şer û pevçûnên di sala 2011an de, ji ber krîza sûtemeniyê, derketina kolerayê, û zêdebûna bêewlehiya xwarinê. Piraniya nifûsa bakurê-rojavayê Sûriyê ku ji çar milyonan pêk tê, di nav wan de herî kêm 2.6 mîlyon derbider, xwe dispêrin alîkariyên mirovî. Sivîlên li van deveran bi awayekî bi bandor asê mane, karîna wan tune ku bi cih bibin, nikarin derbasî Tirkîyê bibin, û eger hewl bidin ku berê xwe bidin deverên di bin destê hikûmetê de, ji çewsandinê ditirsin.
"Sûriyên li bakurê-rojavayê hawara xwe li tevahiya cîhanê dikin da ku wan rizgar bikin, lê dîsa jî tenê piçek alîkarî heya niha gihîştiye kesên herî hewcedar," Coogle ragihand, û got jî: "Pêwîste hemû aliyên şer rê li ber derbasbûna bilez û bêsînor ya alîkariyên jiyanê diparêzin bo rizgarbûyên erdhejê li hemû deverên Sûriyê yên bandordar."