Skip to main content

Sûriyê: Kelemên li Pêş Alîkariyan Hewldanên li Dijî Covid-19 asteng dikin

Divê NY dubare hevkariyan di rêya Iraqê re derbas bike, û divê Şam jî destûrê bide

Karmendên tenduristiyê kolaneke bajarê Qamişlo, yê di bin kontrola hikûmetê de li bakurê-rojhilatê Sûriyê, paqij dikin. 24ê Adara 2020an. ©AP/Baderkhan Ahmad 2020an
 

(Beyrût) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îro ragihand ku, astengiyên li pêş gihandina alîkariyan ji Şam û Iraqê bo bakurê-rojhilatê Sûriyê, nahêlin ku alîkariyên bijîşkî û karmendên pêwîst ji bo rûbirûbûn, sînordarkirin û çareserkirina Covid-19ê bigihin 2 milyon kesan li bakurê-rojhilatê Sûriyê. Di 17ê Nîsana 2020an de, desthilata bakurê-rojhilatê Sûriyê yekem haleta mirinê ji ber Covid-19ê ragihand.

Divê Encûmena Asayîşê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî (NY) ve desildest ji biryara xwe ya ku di Çileyê de dayî vegere, ku NY nema alîkariyan bi rêya Iraqê dişîne bakurê-rojhilahê Sûriyê. Ji Çileya 2020an ve, grûpên hevkariyê yên ne ser bi NY ve, yên ku berê pişt bi NY ve girêdidan ji bo bidestxistina hevkariyên çavdêriya bijîşkî, nikarîne hevkariyên pêwîst ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî bakurê-rojhilatê Sûriyê bikin.

"Du milyon kes li bakurê-rojhilatê Sûriyê asê mane bêyî pêdiviyên çareserkirina belavbûna nexweşiya Covid-19," li gor ku Gerry Simpson, rêveberê hevbeş yê beşa qeyran û nakokiyan li HRW dibêje. Û wiha dom dike: "Ligel bilindbûna hejmara nexweşan, divê serkirdeyên cîhanî û herêmî bi awayekî bilez kar bikin ji bo rêdan bi gihandina alîkarî û karmendên bijîşkî yên ku jiyanê diparêzên bo wan kesên ku pêwîstiya wan gelekî bi alîkariyê heye."

Di navbera 31ê Adarê û 21ê Nîsanê de, HRW hevpeyvîn ligel 10 ji karmendên hevkariyê û berpirsên ji ajansên NY û rêxistinên nehikûmî yên navdewletî, yên ku hevkariyê didin operasyonên li bakurê-rojhilatê Sûriyê yan jî li wir kar dikin, pêk anîn derbarê astengiyên ku hatine pêş wan di hewldanên rûbirûbûna Covid-19 de li wê herêmê. Di 22ê Nîsanê de HRW derbarê wan astengiyan de çend pirs arasteyî hikûmeta Sûriyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li Iraqê kirin. Heta 27ê Nîsanê hikûmeta Sûriyê bersiv nedaye. Di 27 Nîsanê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da û got ku, wan di navbera 1ê Adarê û naverasta Nîsanê de, hemû daxwazên saziyên nehikûmî yên derbarê şandina alîkariyên bijîşkî bo bakurê-rojhilatê Sûriyê, pejirandine.

Heta 25ê Nîsanê, rayedarên Şamê pişkinîn derbarê 48 nimûneyên ji bakurê-rojhilatê Sûriyê de kiribûn, yek ji wan nimûneyan erênî bû. Piraniya wê deverê di bin destê rêveberiyeka xweser bi serkêşiyeka Kurdî de ye, ku ew jî desthilateka nîvçe-serbixwe ye. Heta 25ê Nîsanê, rayedarên Sûriyê tomarkirina 42 haletên bi Covid-19 li seranserî welêt piştrast kirin. Karînên encamdana pişkinînan yên sînordar li Sûriyê, bi taybetî li bakurê-rojhilatê Sûriyê, tên wê wateyê ku dibe hejmara rast ji wê yekê gelekî bêhtir be. Rayedarên Şamê red kiribûn ku pişkinînên Covid-19 ji çend nimûneyên ji bakurê-rojhilatê Sûriyê re çêbikin û du hefte derbas bûn beriya ku rayedarên bakurê-rojhilatê Sûriyê di naverasta Nîsanê de encama yekemîn pişkinîna erênî nas kirin ku di 2yê Nîsanê de hatibû encamdan.

Neh salên qeyranê jêrxaneyên sereke û xizmetguzariyên civakî li Sûriyê têk birin, di nav de jî çavdêriya tenduristî, vê yekê jî pêdiviyên mirovî yên gelekî zêde derxistin holê, û welatî, di nav wan de derdora 6 milyon derbiderên navxweyî, di bin tirsa belavbûna Covid-19 de hiştin.

Heta Çilê, Encûmena Asayişa Navdewletî rê dida ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ku alîkariyan ji bakur û navçeyên din ên Iraqê bigihênin bakurê-rojhilatê Sûriyê, bi rêya deriyekî sînorî, ji Rebîa, li Iraqê, heta Al-Yarûbiya (Til Koçer) li bakurê-rojhilatê Sûriyê. Ew rê bi awayekî sereke ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cihanî (WHO) ve dihat bikaranîn, ji bo gihandina hevkariyên bijîşkî bo herêmê.

Al-Yarûbiya (Til Koçer) yek ji çar deriyên sînorî yên derbaskirina alîkariyan e, li gor biryareka Encûmena Asayişê ya ser bi NY ve di 2014an de, ku biryarê destûr da NY û saziyên din ên hevkariyê ku alîkariyan bi rêya Iraqê ji bakurê-rojhilatê Sûriyê re bişînin, ligel şandina alîkariyan bi rêya Tirkiyê bo bakurê-rojavayê Sûriyê, û şandina alîkariyan bi rêya Urdinê bo başûrê Sûriyê. Tevî ku hejmarek dîplomat û pispor dibînin ku ev destûrdayîn ne pêwîst e, lê Encûmena Asayişê ev biryar weke çareseriyekê da, ji ber ku hikûmeta Sûriyê berdewam red dikir ku destûreka zelal bide NY û ajansên din ên hevkariyê, ji bo ku alîkariyan derbasî navçeyên ne di destê hikûmeta Sûriyê de bikin.

Lê belê ji ber gefa Rûsiyayê bi bikaranîna Vetoyê li dijî biryara destûrdayînê, Encûmena Asayişê di 10ê Çilê de navê herdu deriyên sînorî yên Al-Yarûbiya (Til Koçer) û Remsa, ku xala sînorî ya di navbera Urdun û Sûriyê de ye, ji nava lîsteya xalên sînorî yê derbaskirina alîkariyan derxist, û di encamê de hemû hewldanên NY yê derbaskirina alîkariyan bo bakurê-rojhilat û başûrê Sûriyê hatin ragirtin. Karmendên hevkariyê gotin ku ev biryar bû sedema kêmkirina 40 milyon dolarî di sala 2020an de bo saziyên nehikûmî yên ku hevkarî ji NY werdigirin daku karûbarên xwe li bakurê-rojhilatê Sûriyê birêve bibin, di nav de 30 milyon dolar ji çavdêriya tenduristiyê re, ku piraniya wan pereyan ji bo rêgirtin û bersivdayîna li hember Covid-19ê.

Heta naverasta Adarê, saziyên hevkariyê yên navdewletî li Herêma Kurdistana Iraqê, ku berê hemû hevkariyên bijîşkî bo bakurê-rojhilatê Sûriyê ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) werdigirtin, hejmarek sînordar ji hevkarî û karmendan bi rêya deriyên sînorî yên din derbasî nava bakurê-rojhilatê Sûriyê dikirin. Lê ji wê demê ve, berpirsên hevkariyan dibêjin ku Hikûmta Herêma Kurdistanê hin merc danîn ku qasê hevkariyên ku dikarin bo bakurê-rojhilatê Sûriyê bişînin, sînordar kirin. Di nav wan mercan de, rêgirtin li ajansan ji bo kirîna pêwîstiyên bijîşkî ji Herêma Kurdistanê daku bişînin bakurê-rojhilatê Sûriyê ji bo rûbirûbûn û çareserkirina Covid-19ê, herwiha nezelaliyek jî heye derbarê rêxistina veguhestina sînorî de.

Karmendên hevkariyê yên ku ji HRW re axivîn, û daxuyaniyên rayedarên Kurd li bakurê-rojhilatê Sûriyê diyar dikin ku, tevî şandina çend barên alîkariyan di Adar û Nîsanê de bi rêya asmanî ji Şamê bo Qamişlo, ya  ku li bakurê-rojhilatê Sûriyê di bin kontrola hikûmetê de ye, lê belê astengiyên bîrokrasî yên Şamê nahêlin ku ajansên hevkariyê alîkariyan bişînin navçeyên ne di destê hikûmetê de.

Hejmarek ji karmednên hevkariyê yên rêxistinên tomarkirî li Şamê û ajansên NY, dibêjin ku astengiyên ji aliyê Şamê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Asayişê ve, nahêlin ku ew bi başî xwe amade bikin li hember belavbûna Covid-19 de li bakurê-rojhilatê Sûriyê. Di naverasta Nîsanê de, NY got ku "Nebûna karînên pişkinînê li bakurê-rojhilatê Sûriyê ligel astengiyên veguhestinê û zehmetiyên gihiştinê, karê encamdana pişkinînên di dema guncaw de bo kesên gumanbar, asteng dikin."

Rewş li bakurê-rojhilatê Sûriyê xirab ango xirabtir e, ligel têkçûna nêzî-temamî ya jêrxaneyên sereke yên çavdêriya tendursitiyê li navçeya ku hejmareka zêde ya nişteciyan li navçeyên ku derbiderên sivîl in dihewîne, tevî berdewamiya metirsiyê ji kiriyarên dujminane. Di sektora çavdêriya tenduristî de kêmasiyeka mezin di pêdiviyên pêwîst ji bo rêgirtin li belavbûna Covid-19 de heye. Lê belê NY hin navendên hevahengiyê ava kirine, û berdewam e li ser bikaranîna destûrdayîna sînorî li gor biriyara Encûmena Asayişê ya ser bi NY ve ji Tirkiyê ve ji bo ku ajans bikaribin bi kêmanî hin pêwîstiyên bijîşkî peyda bikin.

Li gor yasaya navdewletî, divê Sûriye pabend be bi mafê tenduristî yê hemû nişteciyan. Tevî ku çavkanî û karînanên sînordar tên wê wateyê ku dibe ew maf bi temamî tenê di pêşerojê de û bi derbasbûna demê were bidestxistin, lê rayedar neçarin ku cudahiyê nexin navbera nişteciyan de, û divê her astengiyeka li pêş gihandina alîkariyan tê danîn jî şîrove bikin. Li gor yasaya mirovahî ya navdewletî, nabe ku qebûlkirina pêkanîna operasyonên hawarçûnê bi awayekî neyasayî were ragirtin. Divê hemû aliyên krîza çekdarî û aliyên din ên pêwendîdar asankariyan bikin ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên bêalî ji sivîlên hewcedar re, bilez û bê astengî.

Ligel belavbûna bilez a Covid-19 ku barê sîstemên tenduristiyê yên herî pêşketî jî giran dike, divê Encûmena Asayişê ya ser bi NY ve demlidest destûrê bide derbaskirina alîkariyan ji bakurê Iraqê bo bakurê-rojhilatê Sûriyê bi rêya deriyê sînorî yê Al-Yarûbiya (Til Koçer), ligel deriyên sînorî yên din, ew jî li gor raspartina NY û ajansên mirovî yên din. Ev dê bihêle ku WHO piştgiriya xwe ji herêmê re binerxîne û berferehtir bike, di nav de dubare destpêkirina şandina pêdiviyan û fînanskirina saziyên hevkariyê yên navdewletî li bakurê-rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya plana bersivdayîna mirovahî ya cihanî ya li dijî Covid-19 û Sendoqa Mirovahî ya Deriyên Sînorî li Sûriyê de.

Divê bexşînerên navdewletî guvaşê bixin ser rayedarên Sûriyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, daku derbaskirina alavên çavdêriya tenduristî û pêwîstiyên din bo tevahiya bakurê-rojhilatê Sûriyê asantir bikin, û nehêlin ku rêgirî li proseyê bê kirin li ser bingehên neyasayî û cudaxwazî, di nav de astengiyên bîrokrasî yên ne pêwîst.

"Weke ku welatên xwedî aboriyên herî pêşketî li dijî Covid-19ê têdikoşin, divê hikûmet li seranserî cîhanê bi hev re hevkar bin, daku rê bê dayîn ku alîkariyên bilez bigihin milyonên kesên ku di bin metrisiyê de dijîn li herêmên ku ji qeyranan dinalin," Simpson dibêje. Berdewam jî dike: "Ne Encûmena Asayişê ya ser bi NY ve û ne jî rayedarên Sûriyê divê li benda karesateka berfereh li bakurê-rojhilatê Sûriyê nemînin, heta ku pêngav û tedbîran bistînin ji bo rêgirtin li haletên mirinê yên zêde."

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country