Skip to main content
Dayika Eymen wêneyê Eymen yê ji beriya ku winda bibe bilind kiriye. © San Serevan
 
 
 

(Beyrût) Divê desthilatdarên li Sûriyê pêşengî û ewlewiyetê bidin karê eşkerekirina çarenivîsa xelkê ku di girtîgehên Dewleta Îslamî (ya ku weke DAÎŞ tê naskirin) winda bûne, dema ku wê grûpê hin beş ji axa Sûriyê kontrol dikirin, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di raporekê de ku îro belav kiriye dibêje. Divê desthilatên ku bi awayekî aktîv wan navçeyaên ku berê di dest DAÎŞê de bûn kontrol dikin, pêşengiyê bidin karê parvekirina zanyariyan ligel malbatan, û divê hevakar bin jî ji bo sazkirina sîstemek fermî ji bo çareskirina pirsa kesên windayî û rê jî bi malbatan bê dayîn daku dozên xwe tomar bikin. 

Rûpela 57 ji repora bi navê, “Revandiyên ji aliyê DAÎŞê ve: Serneketin di Eşkerekirina Çarenivîsa Windayiyên li Sûriyê de”, balê dikişîne ser 27 haletên takekesî yan jî komî ku ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin û agahiyên dawî yên li ser wan vedigerin dema ku di girtîgehên DAÎŞê de bûn beriya têkçûna leşkerî ya wê grûpê. Di nav wan haletan de çalakvan, karmendên hawarçûnê, rojnamevan, şervanên (grûpên ser bi hikûmetê ve û yên dijberê hikûmetê) ku li dijî rêxistina Dewleta Îslamî şer dikirin jî hene, ligel nişteciyên ku di bin kontrola DAÎŞê de dijiyan. Tevî ku hejmara kesên windayî nediyar e, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan 8143 halet belge kirine, yên kesên ku DAÎŞê ew binçav kirine û çarenivîsa wan nediyar e.

Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn a HRW, Joe Stork, got: “Ji tawanên gelek ku DAÎŞê kirine, revandin û windakirina bi hezaran kesan bû weke çalakvan, rojnamevan, karmendên di warê mirovî de ligel dijberan’’, û wiha berdewam kir: “Êşa malbatên wan dijwartir bû ji ber ku desthilatdar biserneketin di pêşengkirina karê eşkerekirina agahiyan derbarê çarenivîsa wan de, piştî nêzîkî salekê ji şikestina DAÎŞê’’.

Di Adara 2019an de, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAÎŞê bi serkêşiya Amerîkayê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk, ku hevpeymaniyeke bi serkêşiya Kurdan e, şikestina çekdarên DAÎŞê li ser erdê ragihandin. Malbatên kesên windayî, ji HRW re gotin ku wan hêvî dikir ku şikestina DAÎŞê dê bihêle ku agahiyên derbarê hezkiriyên wan de, bi awayekî bilez bigihin wan, lê desthilatdar bisernektin di pêşengkirina bidestxistina zaniyariyan de, yan di piraniya haletan de zaniyarî ji malbatan re eşkere nekirine.

HRW ligel endamên wan malbatan axivî, ku wan jî behsa êşa xwe kir derbarê şopandina gotegotan bi awayekî bêmifa, û wergirtina sozên navbênkarên cihê gumanê bi peydakirina agahiyan beramberî qasek pere ligel serdana navendên berê yên binçavkirinê bi hêviya bidestxistina hin delîl û agahiyan li ser xizmên xwe yên windayî. Kesên ku li bakurê-rojhilatê Sûriyê dijîn gotin ku wan daxwaza agahiyan kirin ji navendên ewlekariyê yên Asayîşe, hêzên ewlekariyê yên Kurd, encûmenên sivîl ên xwecihî, kesayetên li cihên desthilatê, nexweşxane, û bersivderên yekem ku li goristanên komî digerin, lê wan kêm caran bersiv werdigirtin.

Mirovên ku xizmên wan li wan navçeyan dijiyan ên ku niha di dest hêzên hikûmeta Sûriyê de ne, bi heman awayî gotin ku wan tenê texmîn wergirtine ku DAÎŞê hemû girtiyên di destê xwe de kuştine, yan jî hikûmetê red kiriye ku ti agahî li cem wê hebin. Malbatan ji HRW re got ku, eger xizmên wan hatibin kuştin jî, ew dixwazin wan bi awayekî layiq bi axê bispêrin.

Vekişandina hêzên Amerîkî di Cotmeha 2019 de û piştre êrîşa Tirkiyê û grûpên nehikûmî yên Sûrî yên çekdar ku Tirkiye piştgiriya wan dike li ser bakurê-rojhilatê Sûriyê ya di destê Kurdan de, guhertina desthilatdariyê li pey xwe anî ligel kontrolkirina navçeyên ku berê di dest DAÎŞê de bûn, ligel pêleke berfereh a derbideriyê û binpêkirinên mafên mirovan. Weke bersivekê jî li ser wê êrîşa Tirkiyê, desthilata di dest Kurdan de bang li hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê kir ku derbasî navçeyên di destê wê de bibin.

Asta nediyar a kontrola her yek ji hikûmeta Sûriyê, Tirkiyê, hevpeymaniya leşkerî ya bi serkêşiya Kurdan û hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê li ser navçeyên ku berê di destê DAÎŞê de bûn, kir ku rewş aloztir bibe. Li gor yasaya navdewletî, hemû desthilat û rayedarên li wan navçeyên ku kontrol dikin, neçarin ku her tedbîr û rêyeke li ber dest bigrin, ji bo karkirina li ser doseya kesên ku ji encama şer û pevçûnan hatine windakirin, û agahiyên derbarê çarenivîsa wan pêşkeşî malbatên wan bikin. HRW dibêje ku, van guhertinên li ser erdê bal kişandine ser pêwîstiya ku, desthilatdar bi awayekî bilez tedbîran bistînin derbarê her amajeyeke li ber dest ji bo naskirina bê ka çi bi serê wan kesên windayî hatiye.

HRW rêyên eşkerekirina agahiyên derbarê kesên windayî de nirxandin. Lêkolîneran serdana wan goristanên komî kirin ên ku li parêzgeha Dêrazor û Reqayê hatine dîtin, ku desthilatên xwecihî li wir zehmetiyê dikşênin ji bo rûbirûbûna astengiyên berhevkirin û parastina agahaiyên rast derbarê termên ku hatine derxistin de, û pêwîstiya wan desthilatan bi piştgiriyeke mezin heye.

Hin kesên ku berê ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn binçavkirin ji HRW re gotin ku, DAÎŞê ew li hin girtîgehan bicih kiribûn ku piştre ji aliyê hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê yan ji aliyê hevpeymaniya leşkerî ya Sûrî-Rûsî ve hatin bombebarankirin. Yek ji wan kesên ku berê hatibûn binçakirin got ku, piştî ku wî karî ji zindanên DAÎŞê bireve, Hêzên Sûriya Demokartîk ew binçav kirin, ji ber ku wan texmîn û payîn dikir ku ew kes endamê DAÎŞê ye.

HRW dibêje ku, pêwîst e her desthilateke de-fakto li bakurê-rojhilatê Sûriyê desteyeke navendî ya hevkariyê yan desteyeke navendî ya sivîl saz bike, ji bo berhevkirina agahiyan derbarê wan kesên ku di dema desthilatdariya DAÎŞê de winda bûne. Herwiha divê ew destê  xwe bigihîne malbatên li nava Sûriyê û derveyî wê. Dema ku desteyeke wiha hat damezrandin, divê desthilatdarên xwecihî alîkariya wê bikin û rê ji wê re vekin da li gor standardên navdewletî tevbigere. Divê ew desthilat çavkanî û dahatan terxan bikin ji bo parastina gorên komî li gor standard û pîvanên dadperwer, herwiha pêşengiyê bidin bidestxistina agahiyan ji gumanbarên DAÎŞê ên binçavkirî, li ser kesên ku berê li cem DAÎŞê girtî bûn, bêyî ku ew desthilat awayên lêpirsîn û lêkolînê yên neyasayî bikar bînin. Divê hevpeyman, di nav de hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê, divê piştgiriya madî û teknîkî ya pêwîst bike.

Gelek ji aliyên nakok di krîza Sûriyê de, nemaze hikûmeta Sûriyê, beşdar bûn di binçavkirinên neyasayî yên demdirêj de yan jî di windakirina zordarî ya bi deh hezaran kesan de.

Stork dibêje: “Bidawîhatina desthilatdariya herêmî ya DAÎŞê derfetekê peyda dike ji bo gihandina bersivan bo malbatên ku xizmên wan li Sûriyê winda bûne û ji bo rêzgirtin li mafên wan derbarê zanebûna tiştê ku bi serê hezkiriyên wan hatiye.’’

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country