Skip to main content

(Beyrût, 22ê Kanûna Pêşî 2016) – Grûpên çekdar li Îraqê yên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve kur û keç weke leşkeran wergirtine, Human Rights Watch îro weha got. Di du haletan de, grûpên çekdar zarokên ku hewl dabûn dev ji hêzên wan berdin revandin an jî bi giranî bi bedreftarî bi wan re dan û stand. Divê ev grûp bi pêwîstane zarokan ji erkê derînin, derheqê binpêkirinan lêpirsînan vekin, soz bidin ku dawî li leşkerkirina zarokan bînin, û bi awakî bi rêk û pêk seza bidin komandarên ku tiştên han pêk naynin.

Human Rights Watch 29 haletan bi belgeh kirin li bakurê Îraqê, tê de, zarokên Kurd û yên Êzîdî ji aliyê du grûpan ve hatin leşkerkirin, Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ). HPG baskê çekdar e yê Partiya Karkerên Kurdistanê, yaku bi seretîpên PKK tê nasîn. YBŞ, milîsên ji nava civaka ayîn-êzîdî ye, ew jî ser bi PKK ve ye.

“Divê PKK bêşertûmerc leşkerwergritin û bikaranîna zarokan rawestîne, û divê ku komandarên grûpên ser bi wê ve bizanin ku leşkerwergirtin û bikaranîna zarokên binî 15salî tawanine şeran in,” Zama Coursen-Neff, rêveberê mafên zarokan di Human Rights Watch de weha got. “Divê kur û keç bi malbatên xwe re bin û herin dibistanê, neku weke navgînan bo meremên leşkerî bêne bikaranîn.

Zarokên binî 15î ji herdu grûpan ji Human Rights Watch re got ku ew beşdarî şer bûne, herwiha hinên din got ku ew li ser xalên kontrolê xebitîn an çek paqij û amade kirin. Hetanî ku heger grûpên çekdar zarokan naşînin pevçûnên rûbirû, dîsa jî ew dixin metirsîyê dema ew rahênana wan dikin li deverine rastî êrîşên ezmanî tên ji aliyê Tirkiyê ve di şerê xwe de ligel PKK, weke devera çiyayê Qendîlê li Îraqê.

Leşkerwergirtin an jî bikaranîna zarokên binî 15î tawaneke şer e. Li gorî yasaya navneteweyî, divê ku grûpên çekdar yên nedewletî, barûdox çi bin bila bibin, ne zarokên binî 18î werbigirin ne jî wan di êrîşan de bi kar bînin. Yasaya navneteweyî wergirtina zarokan weke leşker ji aliyê grûpên çekdar ve qedexe dike, hetanî ku heger zarok xwe bi xwe “bexş kir”.

Divê ku HPG lêpirsînan veke û seza bide ew kesên li ser revandin an jî tundereftrarî ligel zarokan berpirs in, û divê ku hukmeta deshilata Îraqî li Bexdayê, yaku mûçeyên hêzên YBŞ didan, zextê li grûpê bike daku hemû leşkerên zarok ji erkê derxîxin, Human Rights Watch weha got.

HPG, bi grûpine Kurdî yên din re yên bi firehkî alîgiriya PKK dikin, li Tirkiye, Sûriye û Îraqê dixebite, û şerê Tirkiyê û grûpine nedewletî yên çekdar dike, Dewleta Îslamî (DAÎŞ) jî tê de. Grûpên bi PKK re alîgir in, rahênan û piştgirî dan YBŞ, navborî leşkeran bi dest xistine piştî ku HPG aliyê Êzîdiyan kir daku birevin ji kuştarên DAÎŞê li dijî Êzîdiyên sivîl li Şingalê di Tebaxa 2014an de.

Human Rights Watch neh haletên bikaranîna zarokan ji aliyê HPG ve bibelgeh kirin, di çar ji wan de zarokan dev ji HPG berdabûn. Bavê zarokekî Kurd ji bajarê Helepçe li Herêma Kurdistanê li Îraqê got ku zarê wî dev ji dibistanê berda daku tevlî grûpê bibe di destpêka 2016an de, û ku berpirsên grûpê dubare û sêbare li cihê zarok mikur nehatin. Bav girtevîdyowek li lêkolînerên Human Rights Watch nimand, wa xuyaye ji aliyê HPG ve hatibû tomar kirin, tê de zarok derdikeve li cihekî nediyar, yûnîforma leşkerî lê ye tev tifingeke êrîşê, û qewîtî li kesên din dike ku tevlî grûpê bibin. “Ez tenê dixwazim peywendî ligel deynim, tenê dixwazim ew telefonî min bike û bêje ku gule lê neketine,” bav wa dibêje.

Bîst kur û pênc keç ji devera Helepçeyê ji 2013an de tevlî grûpên ser bi PKK ve bûne û bi wan re man, û 38 zarokên din tevlî bûn lê vegeriyan malê, li gorî nivîsgeha Lîjneya Mafên Mirovan ya Hukmeta Herêmî ya Kurdistanê li Helepçeyê.

Li Serdeştî, komelgeheke Êzîdî li herêma Şingalê, nişteciha saloxa bûyerekê da ya di Reşemîyê de qewimî dema şervanên HPG bi giranî li keçeke 13salî ya di nava refên wan de bû da piştî ku keç û komandarek rabûn hev. Dema keçê bi lingekî şikestî hewl da bireviya, şervan li pey şopa wê ketin û ew vegerandin, hetanî ku piştî wê gef xwar ku dê xwe ji ser banî ve bavêje xwarê.

Kurekî Êzîdî li Kampa Bêrsivê1 ya koçberan li Herêma Kurdistanê li Îraqê, got ku temenê wî 14 bû dema ew di 2014an de tevlî grûpê bû, û ku wî li Şingalê û Sûriyê şer kir hetanî Tîrmeha 2016an. Wî got ku dema ew bi grûpê re bû, wî “gelek” zarokên din dîtine û bi bîr ve anî ku çawa gule li lingê kurekî 16salî ket nava pevçûnên li rojavayî Şingalê. “Rêbazek hebû digot ku heger tu binî 18î bûya, nabe tu şer bikî,” kur weha got. “Lêbelê şervanan guh nedidan rêbazan.”

Li Xanesorê, bajarokek li Şingalê, Human Rights Watch hevpeyvînek bi keçeke 14salî ya ji Tirkiyê kir, wê got ku ew beriya du salan li Sûriyê tevlî grûpê bû, û li wir rahênana leşkerî stend. Vê dawiyê ew hatibû Şingalê û “weke şervan” tevlî YBŞ bûye, tevî ku wan rê neda ku beşdarî pevçûnan bibe.

Human Rights Watch 20 haletên zarokên ku ji aliyê YBŞ ve hatin wergirtin an jî bikaranîn, jê 10 halet lêkolîner tê de bi zarokan re axivîn. Li Xanesorê, Human Rights Watch dît çawa YBŞ dibistana navîn a Kuran Te´mîm li Xanesorê weke baregeheke leşkerî bi kar tîne. Ji nava leşkerên wergirtî di yûnîforman de li wir, çaran got ku ew binî 18î ne, yek jê 14salî bû û got ku ew du sal berê xwe bexş kiribû, dema ew di pola pêncan de bû. Leşkerên wergirtî got ku mûçeyin ku ew ji desthilatên Îraqî ve yên li Bexdayê werdigirin diviyabû tenê ji şervanên bi ser 18î re bûbin, lêbelê grûpê pere didan ser hev û bi kar tanîn daku behra zarokan jî bide.

Niştecihên Xanesorê herwiha got ku HPG wekî din zarokan ji dibistana Şehîd Xeyrî weke leşker wergirtin, mamosteyan li wir got ku dibistan ji aliyê PKK ve tê birêvebirin û ku ew karnameyên xwendinê yên ji perçeyên di bin kontrola kurdan de li Sûriyê bi kar tînin.

Zarokên ku guman li ser wan hebû ku tevlî hêzên ser bi PKK ve bûne hatine binçavkirn û tunderaftarî li wan hatine kirin ji aliyê Asayîşê ve, hêzên ewlekariyê yên Hukmeta Herêmî ya Kurdistanê li Îraqê, ya ku li dijî PKK ye. Yek ji kuran li dibistana navîn li Xanesorê ya ku weke baregeheke leşkerî dihat bikaranîn got ku ew di 15saliya xwe de tevlî YBŞ bû, piştî kuştara DAÎŞê li dijî Êzîdiyên sivîl li Şingalê di Tebaxa 2014an de, û ku Asayîşê ew girt û lê da dema ew çûbû seredana malbata xwe li kampeke Êzîdiyên koçberkirî li Herêma Kurdistanê li Îraqê. “Cara yekê Asayîşan ez girtime, ez pênc roj li ba xwe hiştim, wan bi destan li min da û got ku heger careke din ji kampê derkevim dê malbata min bigirin,” wî weha got. Sê zarokên Êzîdî yan jî malbatên wan ji Human Rights Watch re gotin ku desthilatên herêmî yên kurdî bera wan ji kampan dan jiberku zarokên wan tevlî hêzêzêb ser bi PKK ve bûne.

Divê ku desthilatên Hukmeta Herêmî ya Kurdistanê danûstandina xwe bike ligel zarokên ku guman li ser wan heye ku tevlî grûpên çekdar bûne pêşî weke qurbaniyên tundereftariyê, neku weke tawankeran, li gorî standardên navdewletî sebaret bi leşkerên zarok yên ku di Prensîpên Parîsê yên 1997an de hatin diyarkirin. Divê desthilat seza li malbatan nede ji ber gumana tevlîbûna zarokekî/ê wan li weke leşker.

HPG peyv li xwe girt ku dawî li leşkerwergirtina zarokên binî 16î bîne di 5ê Çiriya Pêşîn ya 2013an de, dema komandaran li “Peymana Peyvlixwegirtinê” ligel Banga Genevayê navîşand, navborî rêxistineke nehikûmî ye yaku bang li grûpên çekdar dike ku xwe li qanûnên yasayên şeran bigirin. Komandarên grûpê got ku dê “bi hemû xebatên pêwîst rabin daku tekes bibin ku hemî kesên 16-18salî dê bên veqetandin û dûrî cihên şer bimînin.” PKK bersiva nameyke Human Rights Watch neda yaku tê de pirs dikir heke HPG seza dane komandaran ji ber binpêkirina ev rêbazên hundirîn, tevî çend pirsên din yek jê temena herî biçûk bo leşkerwergirtinê ye.

Divê ku YBŞ çi zarok di nava refên wan de hebin ji erkê derînin, dawî li hemû leşkerwergirtina zarokên binî 18î, û seza bide leşkerwergiran, Human Rights Watch weha dibêje.

Divê ev grûp dawî li bikaranîna leşkerî ya dibistanan bîne, xwe bigire li peyvlixwegirtina HPG dema li “Peymana Peyvlixwegirtinê” navîşand. Divê Îraq jî tevlî wan welatan bibe yên ku erê kiriye li ser cîbicîkirina rêberên navdewletî sebaret bi parastina dibistanan ji bikaranîna leşkerî di nava pevçûnên çekdar de.

Wekî din Human Rights Watch leşkerwergirtina an jî bikaranîna zarokan ji aliyê gûpên Erebî yên çekdar ên Sinî û Şî´î yên li Îraqê şer dikin bibelgeh kirin, jê milîsên şerê vegerandina Mûsilê hene, û ji aliyê grûpên çekdar ên ku li Sûriyê şer dikin.

“Komelgehên Kurdî û Êzîdî li Îraqê gelek tengî û zehmetî kêşan ji ber şer, lê bi awakî sade mesele ew e ku tu bihane cihê xwe nagire ji bo bikaranîna zarokan bo şer hetanî heger ew xwe bexş kiriba daku tevlî bibe,” Coursen-Neff weha got. “Divê PKK pêgavina demlidest bavêje daku hemî kiryarên leşkerwergirtina zarokan ji binî ve rake, xwebeşkirina zarokan red bike, û şûnziyanan bide malbat û zarokên ku zehmetî kêşan.”

Leşkerwergirtina Zarokan ji Aliyê Grûpên Kurdî yên Çekdar li Îraqê

Human Rights Watch seredana bajarê Helepçeyê û kampên kesên koçberkirî li derdora Dihokê li Herêma Kurdistanê li Îraqê, û qezayê Şingalê li bakur rojhilatî Îraqê, di Tebaxa 2016an de. Human Right Watch hevpeyvînan ligel 58 kesan çê kirin, jê 13 zarokên bi temenên 14-17 salî, ligel dêûbavan jî, rêveberine kampan, mamosteyana, rêxistinine xwemalî û yên nedewletî yên navneteweyî, û desthilatên Hukmeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK).

Lêkolîner destûreke erêkirinê ya devkî ji kesên hevpeyvîn bi wan re kirin stend, û ji wan re got bê çima Human Rights Watch lêkolîna han çê dike, ku îfadeyên wan dê çawa bên bikaranîn, û ku ne neçarin bersiva wan pirsan bidin yên ku ew ji xwe re baştir dibînin ku nebersivînin, û ku ew dikarin hevpeyvînê rawestînin kengî dilê wan xwast.

Di piraniya haletan de, merivên zarokên yên tevlî HPG an jî YBŞ bûbûn, daxwaz kirin ku ew neyên nasîn, ji ber nîgeraniyên tolhildaneke gengaz ji aliyê van grûpên çekdar ve û di hin haletan de ji tirsa ku bên sezakirin ji aliyê desthilatên Hukmeta Herêmî ya Kurdistanê ve, yaku li dijî PKK ye.

Di bersiva xwe de li ser pirsên Human Rights Watch, berpirsên Hukmeta Herêmî ya Kurdistanê li parêzgeha Dihokê di nameya xwe ya 27ê Çiriya Paşîn de anî ziman ku leşkerkerwergirtina zarokan ji kampên kesên koçberkirî “bi tekûzî qedexe ye”, û ku desthilat “xûyê sivîl” ya kampan diparêze, û ku heger rastî çi haletên zarokên leşkerkirî hatibin, dê ew “bala xwe bidin wan, û ew veşiyandin bikin bi riya navendine taybet û bernameyine taybet.” Çendîn malbatan gotin ku hêzên Asayîşê ferman dane wan ji kampê derkevin an jî gef xwarin ku dê bera wan bidin piştî ku derket ku zarokên wan tevlî hêzên ser bi PKK ve li Şingalê bûne.

Grûpên navdewletî yên nehukûmî û ajansên Neteweyên Yekbûyî piştgiriya xizmetguzariyên derûnî-civakî yên zarokên Êzîdî dikin li kampên kesên koçberkirî. Lê tu zarokan yên berê leşker bûn, an jî malbatên zarokên ku tevlî grûpên çekdar bûbûn yên ku bi Human Rights Watch re axivîn negotin ku ew beşdarî tu bernameyên veşiyandinê bûne.

Leşkerwergirtina Zarokên Êzîdî ji Kampan

Pazdeh malbatên Êzîdî li kampên herêma Dihokê yên ku neçar man koçber bibin ji ber êrîşên DAÎŞê li ser Şingalê di Tebaxa 2014an de gotin ku zarokên wan derketin daku tevlî HPG an jî YBŞ li Şingalê bibin.

Li kampa Şareyê, merivên kurekî 15salî gotin ku ew di Reşemiya 2015an de çû Şingalê, ji wir jî wî telefon kir daku bêje ku ew tevlî YBŞ bûyîbû daku şer bike li dijî DAÎŞê “ ji bo tolhildanê”. Sê mehan şûnda, guleyek lê ket di pevçûnên nava bajêr de û ew bo Sûriyê hat şandin ji bo tedawiya çareserîya bijîşkî, ji wir jî wî bo cara duyem telefonî malbata xwe kir, wan weha gotin Ew di Çiriya Paşîn de vegeriya kampê lê nexwast ji malbata xwe re behsa tiştên ku pê re çê bûn bikirana.

Niştecihekî din yê kampê, 17salî, got ku ew û hevalekî wî yê di heman temenê de pevre derketibûn di Gulanê de daku tevlî YBŞ bibin, û ew di Navenda Laleş yaku PKK ew bi rê ve dibe hatin tomarkirin, li bajarê Şingalê, û li wir jî ew rastî çar kurên din hat yên ku an jî bi xwe gotin  ku ew binî 18salî ne an jî ji xwe weke zarokan xuya dikirin. Kur dibêje ku endamên PKK yên ku navê wî tomar kir li nasnameya wî yaku dîroka jidayikbûna wî lê ye nihêrîn, û tu pirs jê nekirin. Ew û hevalê wî li ba hin merivên xwe li Şingalê şev borandin , lê van merivan yekser telefonî malbata wî kir, û roja din endamekî ji malbatê hat û herdu kur vegerandin kampa kesên koçberkirî. Human Rights wAtch herwiha bi wî endamê malbatê re axivî, wî got ku ew “gelek xem xwaribû ku PKK dê min rawestanda” heger ew zanîbûna ku ez hatibûm daku herdu kuran vegerînim kampê, û ku berpirsên PKK pişt re telefonî wî kir û got ku heger kur vegeriyan Şingalê ew ê nehêlin ew careke din paşde bizivirin.

Niştecihên kampê gotin ku kurekî din yê 17salî yê ku ji kampê derket daku tevlî HPG bibe, û hîn venegeriye malê. Hêzên Asayîşê birayê wî yê jê mezintir girt ji ber leşkerkirina niştecihên kampê nava refên HPG û ew di zindanê de hiştin bo maweya 50 rojan. Pirbûna haletên leşkerkirina zarokan hişt ku niştecihên din guman bikin ku du zarokên din yên 13salî ku ji Tebaxê nediyar in, tevlî hêzên HPG an jî YBŞ bûbin di dema seredanên wan bo Şingalê.

Di kampa Kabarto, keçeke êzîdî ya 16salî derket daku tevlî hêzên HPG bibe di Kanûna paşî ya 2015an de, piştî ku mêrekî, dûrî malbatê şik bir ku leşkerwergirekî bû, seredana malbatê kir. Keçê piştî ku giha Xanesor telefonî malbata xwe kir û tu têkiliyên din bi wan re nedabûn hetanî ku merivekî wê karîbû wê bidîta li kampeke rahênanê li Karseya Şingalê di Kanûna pêşî ya 2016 de. wî merivî salox da çawa wî dît “gelek zarok, yek didu ji wan wa xuya dikin qey tenê 11salî ne, û rahiştine çekên AK-47.” Keçê jê re got ku wê rahênaneke leşkerî li çiyayên Qendîlê biribû, û ku wê xwest vegere ba malbata xwe lê ew ditirsiya ku ji komandarên xwe bixwaze, merivê wê weha got. Di Nîsana 2016an de keç xwe kiribû qaşo nexweş e û daxwaz kir ku heftiyekê bêhna xwe li ba malbatê vede hetanî ku sax bibe. Piştî vegera wê, malbat li ser peyvlixwegirtinekê li ba Asayîşê îmze kir ku ew dê cezayekî mezin ê pere bidin heger keç dîsa tevlî refên leşkerî bibe.

Niştecihekî/ê din got ku Asayîşê malbatên ku zarokên wan ji aliyê HPG ve hatibûn leşkerkirin ji kampê qeşitandin, û ku ew malbatên han dûvre vegeriyan Şingalê.

Li kampa Bêrsivê, bavê kurekî 15salî got kur dabû riya Şingalê daku tevlî hêzên HPG bibe di Tîrmeha 2015an de, û bo du mehan bi wan re ma, û tevlî şer jî bûbû. Bav got ku ew çend berpirsên PKK li devera Serdeştî ya li Çiyayê Şingalê dîtin, daku dawa vegera kurê xwe ji wan bike. Berpisan jê re gotin ku kur dê mûçeyekê werbigire û ji pêşî de qebûl nekir ku bêjin bê kur li kû bû, lêbelê piştî çar rojan wan kur anî û rê da ew bi bavê xwe re here. Kur nexwest behsa tiştên tê re derbas bûbû bike û ew dibêje ku nema dixwaze dîsa tevlî refên leşkerî bibe,bavê wî weha got.

Malbateke heftan li kampa Bêrsivê got ku di Nîsana 2016an de, kurê wan yê 16salî ligel du kurên din, 15 û 16salî, ku ew wan nas dikin kamp berdan tev şofêrekî ku di leşkerkirina wan de alîkar bû. Malbatê got ku kurê wan rahênaneke leşkerî li ser destên hêzên HPG bo sê mahen li Şingalê birin, li wir ew bi tevahî 800$î wergirtin beriya ku bavê wî bikariba ew vegeranda. Dûvre kur ji bo lêpirsîna Asayîşê hatibû xwestin, wan jî ew bo 24 demjimêran kir bin çavan û di nav re tehde lê kiribûn, malbata wî weha got.

Bavê kurekî 16salî got ku kurê wî di nîsanê de “Sibehekê çû dibistanê û winda bû” ji kampê daku “tevlî PKK bibe” li Şingalê. Kur telefonî bavê xwe ji Şingalê kir û gotê ku wî rahênana leşkerî bidawî kiribû û ew derketiye pasvaniyê li Şingalê, û ku wî mehane 400$î werdigirtin, bavê wî weha got.

Kurekî din got ku ew 15salî bû dema wî dev ji kampê berdabû daku tevlî hêzên HPG bibe di adara 2015an de. Ew paşê vegeriya, û got ku wî hejmarên telefonê yên kesên leşkerwrgir li ser toreyên medyaya civakî dîtin û telefonî wan kir dema ew gihîştibû bajaroka Sinûneyê li Şingalê. Şervanên HPG ew bo Karseyê şandin ji bo rahênana leşkerî bo maweya mehekê, dûvre bo du mehên din wî di paqijkirina çekan û amadekirina cebilxaneyan de xebitî di avahiyeke berê ya dibistaneke navîn de li Xanesorê. Wî got ku mehane wî 100$î werdigirtin tevî xwarin û cixare û kartên kuntorê telefonê. Wî got ku rê jê re vekirî bû daku vegere kengî xwest.

Kurekî, di sala 2000î de hatiye dinyayê, got ku wî kamp berdabû daku tevlî HPG bibe di dawiya 2014an de. Ew li gel wê grûpê ma hetanî Tîrmeha 2016an, dema ew di îznekê de vegeriya kampê, ew ji aliyê Pêşmergeyan, hêzên leşkerî yên Hukmeta Herêmî ya Kurditanê, hatibû binçavkirin piştî ku wan şik tê re birin ku ew şervanê HPG ye. Kur dibêje ku di du mehên wî yên pêşîn yên rahênanê de, tê de bikaranîna reşaşe, tifingên êrîşê û arpêgêyan hebûn û ku wî li Şingalê û li gelek cihan li Sûriyê şer kiribû. Wî “gelek” zarokên din nava grûpa çekdar de dîtin, yek jê kurekî 16salî yêku guleyek ji lingê xwe ve xwaribû di pevçûnên li Um el-Dîbanê de, ew jî bajarokeke li Şingalê nêzîkî sînorê bi Sûriyê re ye. “Rêbazek hebû dibêje ku heger tu binî 18saliyê bî, nabe tu şer bikî,” kur weha got. “Lê şervan guh nedidan rêbazan. Dema min dixwest ez biçûma şer bikira, kesekî ez ranediwestandim. Wan ji min re digot ku tevlî şer nebim, lê ez nedidam rawestan.”

Niştecihên kampê pênc kurên din bi nav kirin, hemî di 2000î de hatine dunyayê, yên ku ew wan bi xwe nas dikirin , tevlî HPG bûbûn bo maweyine ji 15 rojan hetanî du mehan, wa xuyaye bo rahênan leşkerî.

Leşkerkirina Zarokan û Angaştên Tundereftaran li dijî Zarokan li Şingalê

Li Şingalê. Lêkolînerên Human Rights Watch hevpeyvînan bi malbat, şahid an jî zarokan kirin ewên ku saloxa 13 haletan kirin ku tê de zarok tevlî YBŞ an jî HPG bûbûn. Dukandarekî li Sinûneyê, li bakurî Şingalê got ku şervanên HPG kurê wî yê 15salî weke leşker wergirtin li Snûneyê di hezîranê de. Hevalên kur ji dêbavê wî re gotin ku ew di kampa rahênanê de ye li Um el-Dîbanê, lêbelê kur careke tenê telefonî malê kir daku bêje ku ew tevlî HPG bûye û nikarîbû careke din telefon bikira. Merivên kur gotin ku berpirsên PKK ji wan re gotin ku ew dê destûra derketineke kin bistîne piştî 25 roj ji rahênana leşkerî, lê ew bawer dikin ku tiştê han hîç çê nebû jiberku ew hê venegeriye malê. Du niştecihên Sinûneyê jî salox dan çawa bi awakî berdewam ew zarokinan dibînin, hinekî ji wan 12 û 13salî ne, yûnîformên HPG lê ne, û carina jî bi çek in.

Li Navenda Lalişê li Xanesorê, li rojhilatî Sinûneyê, lêkolîneran hevdîtin bi keçeke 14salî re kir, wê got ku ew tevlî HPG li Sûriyê bûbû beriya du salan, û rahênana leşkerî li wir wergirtibû. Di vê dawiyê de, ew hatiye Şingalê û “weke şervanekê” tevlî YBŞ bûye, tevî ku navborî nehîşt ew beşdarî pevçûnan bibe, wê weha got. Du jin, endamên Meclîsa Jinên Êzîdî gotin ku ji keçan re rahênana leşkerî li ser destên hêzên HPG êdî bûbû meseleyeke asa.

Li Serdeştî, komelgeheke êzîdî li çiyayê Şingalê, sê malbatan gotin ku zarokên wan tevlî HPG bûbûn. Mêrekî got ku kurê wî yê 16salî ligel kurekî din yê 16salî, mala xwe berdan daku tevlî grûpa han bibin di buhara 2015an de. Berpirsên HPG li Serdeştî ji wî re gotin ku kur bo devera Qendîlê ji bo rahênanê hatine şandin û dê piştî du mehan vegerin. Mêr dibêje ku ji hingî ve tu agahiyên wî derbarê kurê wî nînin, lêbelê deh malbatên din ji kampê Newrozê li bakurî Sûryê hatine deverê, ji ber ku wan êdî bawer dikir ku zarokên wan dê “bi îhtîmaleke mezintir bihatana leşkerkirin ji aliyê hêzên PKK ve” heger ew li kampa Newrozê mabane.

Malbateke din li Serdeştî got ku di Tîrmeha 2014an de, merivekî wan yê 15salî tevlî YBŞ bû li Karseyê. Pismamê (an jî mixalatî) kurik, ew jî 25salî ye, yê ku dûvre vegeriya Serdeştî, got ku ew pevre xwebexş kirin li Karseyê, li wir kadroyên YBŞ derbarê temenên wan pirsî û ew şandin gundê Tel-xuşeyr li bakurî Sûriyê bo rahênana leşkerî. Kurekî 13salî ji Şingalê yêku ew pismam li wir pê re axivî, ew jî hatibû rahênan, wî wiha got. Herdu pismam vegeriyan Şingalê piştî êrîşa hêzên DAÎŞê ya 3yê Tebaxa 2014an daku alî malbatan di derketinê de bikin, dûre di xaleke kontrolê li Snûneyê xebitîn. Kurê 15salî di şerê li dijî DAÎŞê beşdar bû, pismamê wî weha got. Cara talî ew hat dîtin li dawiya Tebaxa 2014an, dema tev çend şervanên YPG (Yekîneyên Parastina Gel) hat dîtin, navborî grûpeke din ser bi PKK ve ya ku li Bakurî Sûriyê dixebite, ew di turimbêlekê de bûn û ji Sinûneyê derdiketin, merivên wî weha got. Di bersivên xwe de li ser pirsên malbatê, berpirsên PKK di çend caran de gotine ku kur hîngê li Şingalê, li Sûriyê an jî li Tirkiyê bû.

Di Tebaxa 2016an de, keçeke 16salî dev ji malbata xwe li Serdeştî berda daku tevlî HBŞ bibe li Şîloya Şingalê. Dayikê karîbû keça xwe vegeranda malê piştî ku keçik ji demeke kurt dest bi rahênana xwe ya leşkerî kiribû, dayikê got ku bavê keçê bi giranî nexweş bûyîbû û malbatê alîkariya keçê diviya.

Human Rights Watch seredana dibistana navîn Te´mîm ya Kuran li Xanesorê kir û dît ku YBŞ ew weke baregeheke leşkerî bi kar tîne. Hin ji kesên leşkerkirî li wir di temenê lîseyê de bûn, ji dema kuştara tebaxa 2014an li derveyî dibistanan in. Ji nava şeş kesan bi yûnîforma YBŞ yên ku ligel Human Rights Watch re di dibistanê de axivîn, çara gotin ku ew kêmtirî 18salî bûn, yekî ji wan got ku ew tevlî YBŞ bûbû dema ew 15salî bû û yekî din dema ew 14salî bû. Kuran got ew bi dore an jî rahênana leşkerî dibirin an jî li ser destên endamên YBŞ waneyên zimanê Kurdî dibirin, siyaset û aborî û an jî demekê şer dikirin. Hin endamên grupê gotin wan çek ji YPG û mûçeyan ji desthilatên Iraqî li Bexdayê werdigirtin, ew pere jî diviyabû tenê bo şervanên temenên wan bêtirî 18salî bû bihatana dayîn. Lê her halde, YBŞ ew pere didan ser hev û ji leşkerên wergirtî re yên binî 14salî mehane 200$î didan, û 400$î ji bo yên ji 14 hetanî 17salî ne, endamên grupê weha gotin.

Bikaranîna dibistanê bo meremên leşkerî weke baregeh, dikare dibistanê bike armanceke êrîşan; Turkiyê çend lêdanên ezmanî li dijî hêzên ser bi PKK ve ne li Şingalê pêk anîn. Û di rewşên bê şer de, amadebûna leşkeran ziyanê gihandiye fêrgehan an jî alavên perwedehiyê, û jinûve-vekirina dibistanê hê bêtir bi derengî xist.

Human Rights Watch hevpeyvînek çê kir ligel sersedeyekî (neqîb) YBŞ, yê ku kompanîyekê bi rê ve dibe, di xaniyê wî de li Xanesorê. Wî got ku YBŞ nehiştiye ku tukesî ji 20salî biçûktir e beşdarî şer bibe, lêbelê di 17saliya xwe de zarok êdî amade ne bo qonaxa rahênana YBŞ yaku bo sê salan dirêjiyê dide. YPG temenê beşdarbûna şer kire 18salî, wî got. Keça wî komandarî ya 14salî bi xwe di sala dawîn de tev YBŞ rahênaneke leşkerî didîte, wî weha got, lê temena wê ya biçûk awarte bû, bi saya pileya wî.

Di kampa rahênanê ya YBŞ de li Karsê, Human Rights Watch dît ku hejmareke leşkerên di yûnîfurman de wa xuyaye ku binî 18salî ne, du kes ji wan, yên ku çek hilnedigirtin, xuya dibûn ku bi piranî 15salî ne. Komandarekî YBŞ got ku hêzên wî zarokên ku dixwazin tevlî hêzê bibin qebûl dikin nava kurseke rahênanê ya 45 rojî, lê qedexe dikin li zarokan ku rahêjin çekan. Desthilatên Iraqî li Bexdayê mûçeyeke mehane ya 400$ dolarî didin kesên temen 18 salî û bi jor de ne, ji destpêka Rezbera 2015, wî weha got.

Tu hêzên leşkerî yên Îraqê ku li Şingalê bi cih bûne nînin, û hevalbendiya leşkerî bi YBŞ re dike û bi milîsên din yên ku piştgirya wan li wir dike. Îraqê dana mûçeyên YBŞ bi Çiriya Paşîn ve rawestand, piştî ku bi desthilatên HHK re gihîşte rekeftinekê, li gorî raperekî medyayê.

Revandin û Tundereftara Şervanên HPG li dijî Zarokan

Pênc ji niştecihên Xanesorê bi hûrgilî salox dan derbarê revandina keçeke neh salî yaku wan bi xwe nas dikir ji aliyê HPG ji dibistana Şehîd Xeyrî ya seretayî. Beriya ku bi vê rûdana revandinê bibihîsin, lêkolînerên Human Rights Watch seredana dibistanê kir, li wir mamosteyan gotin ku PKK dibistanê bi rê ve dibe. Mamosteyan got ku fêrxwazên li wir qeydkirî temenên wan ji 6 ta bi 13an ne û ku pirtûk û bernameya xwendinê li Rojava hatine çêkirin, ew jî navlêkirina kurdî ya deverên bin kontrola Kurdan de li bakurî Sûriyê.

Dema zarok hat revandin, du jin di yûnîforman de keç ji dibistanê bir xaleke kontrolê di destpêka Xanesorê de, ew li wir bo çend demjimêran hişt, lê piştre wan keç radest kir dema grûpeke mêran ji malbata keçê, çek rahiştî ne, hatin, û dawa vegerandina keçê dikin, niştecihan wiha gotin . Niştecihan wekî din gotin ku malbata keçê nema wê dişînin dibistanê, û wan dît çawa şervanên HPG seredana malbatê dubare û sêbare dikir daku ji wan bixwazin ku dîsa keç tevlî wan bibe. Malbatan fêrxwazan bi encama revandinê bi kêmanî 15 zarok ji dibistanê kişandin û hineka ji wan gotin ku hêviya wan bû ew bar bikine Borek an jî Snûneyê heger dibistanê din yên [hukmeta] federal li wir hebana.

Niştecihên Xanesorê behsa nîgeraniyên xwe kirin ku mamoste zarokan han didin daku tevlî hêzên ser bi PKK ve bibin. Mêrekî got ku hêzên HPG biraziya (an xwarzîa) wî ya 14salî leşker kiribû piştî ku wê waneyên “îdyolojîk yên PKK” di dibistanê de biribûn.

Di bûyereke cuda de, di Reşemiya 2016an de, Şervanên HPG li Serdeştî êrîş li keçeke 13salî da û ew bi giranî birîndar kir, keç hatibû leşkerkirin û wê hewl dida ku bireviya, şervanan gef li niştecihên ku hewl didan alî wê bikira xwarin, û qebûl nekirin ku rê bidin ku keç vegere ba malbata xwe, şahidan weha got. Şahidekî got ku keç bi lingekî şikestî li derdorî demjimêr 3ê piştî nîvro di meha Reşemiyê de di xendekekê de di ber rê de hatibû dîtin nêzîkî xaleke kontrolê ya YBŞ nêzîkî Karsê. Keçê angaşt ku hêzên YBŞ li wê dan . Du jinên çekdar di yûnîforman de keçê dişopand û gef li niştecihan dikir ku wê dûrî wir nebin. Niştecihan keç bir nexweşxaneya Sinûneyê, li wir peristaran lingê wê pêçand lê nikarîbûn hestî rast bikirina.

Niştecihan got ku keçê got ku ew mehekê berê tevlî HPG bûbû, lê wê û komandarekê rabûn hev, wê saloxa komandarê da weke jineke bi erebî diaxivî û îsrar dikir ku keçik xwe li îdyolojiya PKK bigire. Komandarê ferman da şervaên xwe li keçê bidin û wan jî ducara wiha kir. Keç dûvre di wê rojê de reviya. Niştecihekî ew bire mala xwe, li wir jî 8ê êvarê heşt şervanên HPG hatin, û bi birayê keçikê re li ser telefonê axivîn. Niştecihekî din bi birayê wê re axivî, ew jî li kampa kesên koçberkirî dima, û wî ji niştecihî re got ku bihêle hêzên HPG wê bibin ji tirsa sezadanê heger wan qebûl nekira. Keçik derkete ser banê xanî û gef xwar ku xwe bavêje lê niştecihan nehitşt, û şervanan ew bi xwe re vegerandin. Human Rights Watch nikarîbûn têkilî ligel birayê keçikê deyna, lêbelê ew saloxdanên pir û pir yên hevgirtî derbarê tundereftatiyê ya giran dibin sedem bo lidarxistina lêpirsîneke tawankariyê.

Leşkerkirina Zarokan ji Helebçeyê

Du rêxstinên nehukûmî salox dan derbarê zêdebûna leşkerkirina zarokan ji aliyê HPG ve li Çemçemal û Helebçeyê, li rojhilatî herêma Kurdistanê, di 2016an de. Di ser de jî, nivîsgeha Lîjneya Mafên Mirovan ya fermî ya HHK li Helebçeyê saloxa haletên 20 kur û 5 keçên ji deverê yên ku tevlî hêzên ser bi PKK ve bûne û pê re mane ji 2013an, û got ku 38 zarokên din tevlî bûbûn lêbelê dûvre ew vegeriyan malê. Ew zarok zehmetî dikişandin dema wan dixwest dîsa vegiren dibistanê ji ber ku bo maweyeke dirêj gelek waneyan ser wan de çûbûn, karmendekî di Lîjneyê de got.

Parêzerekî li Helebçeyê got ku derbarê çend haletan dizanî ku tê de desthilatên HHK lêpirsîna zarokên ku tevlî hêzên ser bi PKK ve bûne û vegeriyan kir lê zarok bi awakî tawankariyê nehatine dadgehkirin. Parêzer û gelek malbatan got ku di hin haletan de, desthilatên HHK xwest ku bav li ser peyvlixwegirtinekê navîşîne ku êdî zarokê/a wan hew careke din tevlî wan grûpan bibe, an jî dê cezayekî darayî yê mezin tevî zindankirnê bixwe.

Kurekî 16salî di destpêka 2016an de ji Helebçeyê derket û tevlî hêzên HPG li Qendîlê bû, malbata wî weha got, lê hêzên PKK yên deverê nehiştin ew têkilyî ligel wî deyna. Human Rights Watch girtevîdyoweke wî kurî temaşe kir, yûnîforma leşkerî lê ye tev tifingeke êrîşê, li cihekî nenas, û bi giramî behsa îdolojiya PKK dike û pêwîstiya şerkirinê ji bo ermancê wê.

Xortekî din ku ji Helebçeyê ye got ku wî di 18saliya xwe de dev ji pola 11an berda û ji Helebçeyê derket daku tevlî HPG bibe di Hezîrana 2015an de. Wî “bala xwe da ku gelek zarok hebûn” li navenda tomarkirinê li Qendîlê, û texmîn kir ku di maweya du meh û 15 rojan ji rahênanê de çaryekek ji rahênberên ku wî ew dîtin temenên wan binî 18salî bû. Ew li gel HPG bo maweya sê mehan bi peywirên çalak radibû, di piraniya haletan HPG nedihîşt ku zarok têkildarî pevçûnan bibin, lê ew bawer dike ku kurekî 17salî beşdarî şer bû. Dûvre ew tevlî YPG bû bo 2 mehên din û nîv ji rahênanê li bakurî Sûriyê. Ew vegriya malê piştî ku di nava hêzên YPG de ew beşdarî pevçûnan jî bû.

 

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country