(Beyrût, 22ê Tebaxa 2023an) - Human Rights Watch (HRW) îro ragihand ku bi deh hezaran derbiderên navxweyî li kamp û stargehên tije li bakurê-rojhilatê Sûriyê alîkariyên domdar û têr wernagirin, bi vî awayî bandoreke neyînî li mafên wan ên bingehîn dibe. Pêdiviyeke lezgîn bi stargeheke baş li gorî rewşa hewayê, paqijiya têr, û gihîştina têr a xwarin, ava vexwarinê ya paqij, lênihêrîna tenduristî û perwerdehiyê heye.
Alîkariya ku ajansên Neteweyên Yekgirtî (NY) ji kamp û stargehên li herêmên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya Kurdan ku Amerîka piştgiriyê dike ve tên birêvebirin, nehevgir û nehevaheng in, ji ber vê yekê hin kamp û stargeh, bi taybetî yên "nefermî", bêyî alîkariyên domdar mane. Tevî ku rêxistinên nehikûmî yên navdewletî alîkariyên sînordar pêşkêş dikin, lê kêmasiyên pirjimar bûne sedema têkçûna tenduristî û paqijiyê û kêmbûna materyalên bingehîn di dema hewaya pir germ û sar de, û metrisiyên mezin derdixe holê ka gelo asta heyî ya alîkariyê mafên aborî û civakî yên penaber û derbideran misoger dike yan na û gelo standardên herî kêm ên gerdûnî yên ji bo alîkariya mirovî pêk tîne.
Cîgirê birêveberê Rojhilata Navîn li HRW, Adam Coogle got: "Nêzîkî çar sal derbas bûn ku bi sed hezaran kes hatin bakurê-rojhilatê Sûriyê ya di bin kontrola Kurdan de û li stargeh û piştgiriyê digeriyan piştî dagîrkirina Tirkiyê ji bajarên wan re,", wiha domand: "Lê nebûna alîkariyek têr rewşek metirsîdar çêkiriye."
HRW ragihand ku, divê NY, ajansên alîkariyê yên din, û Rêveberiya Xweser bi lezgînî bala xwe bidin rewşa mirovî ya metirsîdar ku li kampên nefermî û stargehên giştî bi rêya dayîna pêşengiyê bo rêbazên ku li ser bingeha mafan hatine danîn.
Kampên ku ji kêmbûna xizmetguzariya dinalênin gihane karîna hewandinê ya dawîn û neçar in ku Sûriyên nû derbider bûne ji xwe dûr bixin. Sê ji kampên nefermî yên hatinê avakirin, piştî êrîşa leşkerî ya Tirkiyê di sala 2019an ku bi sed hezaran kes ji malên wan derxistin, û koçberî hîn berdewam e, bi taybetî ji gundên li eniyên şer di navbera herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de û axa ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, ji ber kiryarên dijminatiyê yên berdewam. Bikaranîna dibistanan wekî stargeh, perwerdehî ji bo nişteciyên deverê û derbideran jî asteng kiriye.
Hikûmeta Sûriyê bi salan e alîkariyan wek çek bikar tîne, ji bo ku cihê herîkîna alîkariyan diyar bike, û ew ji derbasbûna hêlên pêşîn ji beşên welat ên di bin destê hikûmetê de hevgirtî û asteng kiriye. Tevî ku operasyonên alîkariyê yên bi pêşengiya Neteweyên Yekgirtî ji bo bi milyonan sivîl ên li bakurê Sûriyê damara jiyanê ne, di Çileya 2020an de, Rûsyayê Encûmena Ewlekariyê neçar kir ku sê ji çar deriyên sînorî yên ku berê destûr wergirtibûn bigire, di encamê de alîkariyên sînorî yên bi pêşengiya Neteweyên Yekgirî ji bo bakurê-rojhilat bi tevahî qut kirin, û ajansên Neteweyên Yekgirtî di bin rehma şert û mercên pir caran keyfî û nerewa yên ku ji hêla hikûmetê ve hatine ferzkirin, hiştin.
Di Gulanê de, tîmeke HRW serdana parêzgeha Hesekê li bakurê-rojhilatê Sûriyê kir û bi 18 derbideran û herwiha rêveberên xwecihî li herdû kampên Waşokanî û Serêkaniyê re civiya. Lêkolîneran herwiha serdana sê dibistanên bajarê Hesekê yên ku weke stargehên demkî dihatin bikaranîn kirin û bi civakên mêvandar, berpirsên xwecihî, xebatkarên alîkariyên mirovî, çalakvanên mafên mirovan ên Sûriyê, û rêxistinên xwecihî re civiyan.
Li gorî berpirsên xwecihî, piştî êrîşa Tirkiyê ya sala 2019an bo ser bakurê-rojhilatê Sûriyê û koçberbûna girseyî ji navçeyên niha di bin dagirkeriya Tirkiyê de, parêzgeha Hesekê ji nifûsa di bin nîv milyonî de bû du milyon. Ev yek guvaşek mezin dixe ser desthilatdarên xwecihî bi taybetî ji ber ku bajarê Hesekê û deverên derdora wê rastî qeyraneke avê ya dijwar tê.
Di 22ê Hezîrana 2023ê de, Human Rights Watch ji ajansên pêwendîdar ên Neteweyên Yekgirtî re nivîsî ji bo bidestxistina agahiyan derbarê çalakiyên wan li deverê, lê heta 16ê Tebaxê tu bersiv wernegirt. Human Rights Watch, cuda, bersiv ji Ofîsa NY ya Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî wergirtibû, bi rêzgirtina li ser pirsên krîza avê ya berdewam.
Xebatkarên alîkariyê gotin ku li herêm 12 kamp hene, 5 ji wan, di nav de Waşokanî û Serêkaniyê, bi giranî ji aliyê ajansên NY ve xizmeteke domdar wernagirin, lê ji bo hin xizmetguzariyan xwe dispêrin Rêveberiya Xweser û komên navneteweyî. Rêvebirên kampê gotin ku heta meha Çileyê, NY ev kampan wekî "nefermî" - ango ji hêla rêxistinên mirovahî ve nehatine avakirin, dihejmartin. Xebatkarên alîkariyê gotin ku du kampên din li Minbicê, ku ew jî wek "nefermî" hatin binavkirin, ne amadebûna karbidestên xwecihî bûn, ti piştgirîya Neteweyên Yekgirtî wernegirtin, û piştgirîyek pir hindik ji komên navneteweyî werdigrin. Hin kampên "nefermî" selikên xwarinê, bi navber, ji Bernameya Xorakê ya Cîhanî werdigirin. Pênc kampên din - el-Hol, Roj, Erîşe, Newroz, û Mehmûdlî – wek "fermî" hatin hejmartin û xizmetguzariyên domdar werdigirin tevî ku wan jî ji astengiyan bandor dîtine.
Xebatkarên alîkariyên mirovî gotin ku ji meha Çileyê ve, NY êdî kampên li bakurê-rojhilatê Sûriyê wekî fermî û nefermî dabeş nake. Ne diyar e ka ew li ser erdê çawa hatiye wergerandin, ji ber ku kampên "nefermî" hîn jî bêyî alîkariya domdar a Neteweyên Yekgirtî ne.
95 stargehên din mêvandariya derbiderên li seranserê bakurê-rojhilatê Sûriyê dikin, ku piraniya wan di avahiyên dibistanan de ne. Ew herweha piştgirîya domdar a Neteweyên Yekgirtî wernagirin û tenê ji komên nehikûmî û xêrxwazan alîkariyek hindik werdigirin.
Hem rêveberên kampê û hem jî xebatkarên alîkariyê gotin ku ajansên Neteweyên Yekgirtî hewcedarê erêkirina hikûmeta Sûriyê ne ji bo gihîştin û pêşkêşkirina alîkariyê ji van kamp û stargehan re.
Hevrêveberê kampa Waşokanî ya li bakurê-rojavayê bajarê Hesekê Berzan Ebdullah got ku desthilatdarên xwecihî ev kamp di 24ê Kanûna 2019an de piştî dagirkeriya Tirkiyê li bakurê-rojhilatê Sûriyê, ava kirin û ji wê demê ve xelkê derbider berdewam ji herêmên dagirkirî û gundên li eniya şer ji ber topbarana Tirkiyê ya berdewam bandor dîtine, tên kampê.
Ji 1ê Tebaxê ve, kampê 16,657 niştecîh - 2,262 malbat, ku ji sedî 90 heta 95 ji wan Erebên ji Serêkaniyê û gundewarên wê ne, dihewandin. Wî got ku nêzîkê 400 malbat bê konên xwe yê taybet in û neçar bûn ku li cihek din parve bikin an cih peyda bikin. Wî anî ziman ku kêmbûna dijwar a kelûpelên paqijkirinê bû sedema derketina kolêrayê û niştecihên kampê bi gurîtiyê (cereb) û nexweşiyên din ên çerm ketine.
Niştecihekî kampa Waşokanî, 43 salî, bavê şeş zarokên di temenê xwendinê de, got ku cihekî din tune ye ku ew û malbata xwe herênê: "Avahiyên li vir xirab in. Eger tenê ew [rêveberiya kampê] ji bo me ji germ û sermayê biparêzin çadira naylonkirî peyda bikin. Li beşa min a li kampê 500 kes hene, û em hemî neçar in ku tenê yek destavê [avangeh] bikar bînin."
Tevî kontrolkirina birêkûpêk a kwalîteya avê, xirabiya sîstema paqijiyê li kampa Waşokani bû sedema 25 bûyerên sorik, kulm û lişmaniyayê - nexweşiyek ku ji ber parazîtan çêdibe - tenê di meha Nîsanê de, ew jî li gorî ajansên mirovahî. Herwiha diyar kirin ku nexweşiya kolêrayê jî heye û ji ber zêde klorkirina avê mirov rastî nexweşiya gurçikan û derketina kevirên di zirav de tên.
Di 1ê Tebaxa 2020an de rayedarên herêmî kampa Serêkaniyê ya li nêzî bajarê Hesekê ava kirin. Ji 1ê Tebaxê ve, kamp mêvandariya 15,570 kes – 2,580 malbat – di 3,989 konan de dike. Herwiha diyar kirin ku NY heta meha Çileyê kamp bi fermî nedabû naskirin.
Salwa, hevrêvebera kampê, got ku rewş li kampê bi berdewamî xirab bûye ji ber nebûna çadir û nebûna kelûpelên paqijkirinê û materyalên paqijiyê yên ku komên alîkariyê pêşkês dikin. Wê got ku pakêtên xwarinê yên ku ji aliyê komên alîkariyê ve hatine belavkirin nema rûnê xwarinê û ne jî bi qasî berê birinc û savar dihewîne, û ji ber kêmbûna genim, nan piçûktir kirine.
Rêveberên kampê herwiha gotin, di demsala zivistanê de ji ber nebaşbûna firneyên ku ji aliyê malbatan ve tên bikaranîn, çend kon şewitîn û di heman demsala de beşek ji kampê di bin avê de man.
Komeke alîkariyê ya ku avê bi kamyonan derbasî kampê dike got ku ew rojane kwalîteya avê kontrol dikin, lê kamp hîn jî ji nexweşiyên ku ji avê derdikevin dinalêne, di nav de kolêra. Tevî ku hin koman hin lênihêrîna bijîşkî pêşkêş kirin, rêveberên kampê gotin ku pispor û bijîşkên zarokan nînin, û li kamp tenê ambulansek heye.
Li gorî berpirsên xwecihî, 40 dibistan li Hesekê ji bo xwendinê nayên bikaranîn, herî kêm 28 ji wan hîn jî wek stargeh tên bikaranîn. Karkerên alîkariyên mirovî ji Human Rights Watch re gotin ku derbiderên li stargehên girseyî di bin metirsiya derxistinê de ne ji ber ku rayedarên xwecihî armanc dikin ku van deveran vegerînin mebesta wan a bingehîn wekî dezgehên perwerdehiyê. Hêzên Sûriya Demokratîk, baskê çekdarî yê Rêveberiya Xweser, dibistanên din wek zindan bikar tîne, herî kêm du dibistan, li Amûdê û Eyn Îsa, ji aliyê hêzên Rûsyayê ve têne bikaranîn.
Yek ji dibistanên Hesekê ji aliyê 32 malbatên ji Serê Kaniyê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de derbider bûne, bikar tînin. Hin malbatên mezin bi hev re di yek odeyê de hatine bicihkirin. Niştecihekî stargehekê, bavê sê zarokan, got ku kêmbûna piştgirî û derfetan bandor li zarokên wî kiriye: "Di heman odeyê de, em neçar in ku bixwin, razin û destavê bikar bînin. Ji bilî tûrek nan ji rêxistineke navdewletî, tenê Heyva Sor a Sûriyê hinek birinc, şekir û rûn dide, lê tenê her du mehan carekê."
Human Rights Watch got ku divê aliyên şer ku dibistanên li bakurê-rojhilatê Sûriyê weke baregehên leşkerî an jî weke girtîgeh bikar tînin, wan vala bikin û di vê navberê de vebijarkên alternatîv ji bo perwerdeyê pêşkêş bikin.
Divê hikûmeta Sûrî û aliyên din ên nakok bi lezgînî her astengiyekê ji bo gihandina alîkariyê ji bo herêmên ne di bin kontrola wan de li bakurê-rojhilatê Sûriyê rakin, û divê Rêveberiya Xweser piştgiriya pêwîst be ji bo civakên ku piştgiriya berdewam a Neteweyên Yekgirtî wernagirin zêde bike.
Divê ajansên Neteweyên Yekgirtî li ser pêwîstiya parastina mafên aborî û civakî, di nav de mafên tenduristî, xwarin û avê yên her kesê li kamp û stargehên "nefermî" biaxivin, nirxandinekê ji bo pabendbûna bi pîvanên herî kêm ên gerdûnî yên ji bo xizmetguzariyên mirovahî piştrast bikin li van navçeyan bikin, û rûbera pêşkêşkirina xizmetguzariyan berferehtir bikin da ew kesên li wir dijîn jî vegire. Eger nebûna erêkirina desthilatên Sûriyê rê li ber gihandina berdewam bo van kampên berê yên "nefermî", navendên girseyî, û niştecihên nefermî yên berê digire, divê kordînatorê niştecih ê NY dest bi gihandina danûstandinan bi desthilatên Sûriyê re bike û bersiva wan bi bandortir bi aktorên mirovî yên xwecihî re hevaheng bike.
Divê xêrxwazên navneteweyî perepêdanê zêde bikin da ku bersivê bidin xwezaya demdirêj a derbideriyê li bakurê-rojhilatê Sûriyê.
Coogle got: "Li gor derbideriya berdewam, şert û mercên xirab û paşguhkirî li kamp û stargehên bakurê-rojhilatê Sûrîyayê bîreke berbiçav e ji pêdiviya lezgîn ji bo hewildanên mirovî yên hevgirtî ji bo peydakirina bextewarî û rûmeta hemû awareyan e".