Skip to main content

Sûriye

Bûyerên 2022an

Malbateke Sûrî xwe bi agir germ dike li bajarokê Raco li gundewarên Efrînê piştî bapêçeke ku bakurê-rojavayê Sûriyê girte ber xwe û bû sedema ketina bi dehên çadiran di Çileya 2022an de.

© 2022 Rami Alsayed/NurPhoto bi rêya AP

Di sala 2022an de, sivîlên li Sûriyê rastî saleka din ji binpêkirinên giran û zehmetiyên dijwar, li ser destê hikûmeta Sûriyê û aliyên din ên şer, hatin, ku ev rewşa ku ji ber krîza aborî û mirovahî ya herî xerab ku welat girtiye ji dema destpêkirina şer ve di sala 2011an de, kûrtir kirin. Di Îlonê de, serokê Komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (COI), hişiyarî da ku dibe carek din welat derbasî “şerekî berfereh bibe.”

Di Hezîranê de, Ofîsa Mafên Mirovan a NY ragihand ku, di navbera 1ê Adara 2011an û 31ê Adara 2021an de, bêhtir ji 306 hezar kesên sivîl hatine kuştin. Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku heta Tebaxê, nêzîkî 111 hezar kes wendayî ne, ku piraniya wan li ser destê dezgehên hikûmeta Sûriyê hatine wendakirin.

Tevî ku hîn Sûriye welatekî neewle ye, lê welatên ku mêvandariya penaberan dikin, mîna Tirkiye û Libnan, di sala 2022an de dest bi bangkirina bo vegerandinên penaberên Sûriyê kirin.

Deverên di Destê Hikûmetê de (Naverast, Rojava û Başûrê-rojavayê Sûriyê)

Hêzên ewlehiya Sûriyê û milîsên ser bi hikûmetê ve berdewam in li ser kiryarên binçavkirina neyasayî û wendakirin û mameleya xerab derheqê xelkê de, di nav de li hember zarok, xwedan pêwîstiyên taybet, pîr û kal û kesên li navçeyên ku dîsa kein di destê hikûmetê de ku wan kesan tiştên bi navê peymanên lihevhatinê îmze kirine. Herwiha desthilatdar berdewam bi awayên neyasayî dest datînin ser malûmilkan û astengiyan derdixin li pêş Sûriyên ku dixwazin vegerin şûnwarê xwe.

Di 30ê Adarê de, hikûmeta Sûriyê yasayek pejirand ku îşkenceyê dike sûc, û yasayê sizaya vî karî ji sê sal zindan heta darvekirinê jî diyar kiriye dema ku îşkence bigihe kuştinê an jî destdirêjiyê. Herwiha yasayê qedexe kir ku ti desthilatdar fermana îşkenceyê bide û her delîlek ku di bin îşkenceyê de hatibe berhevkirin jî pûç dike. Lê tevî vê yekê, li gorî raporta COI a Îlona 2022an, "îşkence û mameleya xerab di girtîgehê de bi awayekî sîstematîk ma, di nav de li zindana Sêdnaya û li gelek navendên binçavkirinê yên di bin kontrola îstixbarata Sûrî de."

Di 18ê Nîsanê de, Serokê Sûrî Beşar el-Esed yasayek nû ya tawanên sîberî pejirand ku armanc jê nehiştina "bikaranîna nebaş a teknolojiyayê", û rûbirûbûna "sûcên sîberî" li hember teknolojiyên nû ye. Yasaya nû sizayên giran hember tawanên nezelal, di nav de "sûcên sîberî" yên ku karbidestên giştî û karmendên hikûmetê dikin armanc, destnîşan kir.

Di 30ê Nîsanê de, efûyeke giştî ji aliyê el-Esed ve ji bo "welatiyên Sûrî yên ku bi tawanên ‘girêdayî terorîzmê’ hatine girtin" û bi awayekî bêserûber û nezelal hat bicihkirin û bû sedema serbestberdana belgekirî ya hejmareke biçûk ji girtiyan. Bi hezaran wendayî hene, gelek ji 2011an û vir ve, bêyî ku agahî li ser cihê wan hebin.

Di 27ê Nîsanê de, dîmenên îdamkirina herî kêm 41 kesan ji aliyê Îstixbarata Leşkerî ya Sûriyê ve di sala 2013an de li taxa Tedamon a Şamê di medyayê de hatin belavkirin. Di 16ê Îlonê de, Ajansa France Presse (AFP) li ser tiştên ku girtiyên berê jê re digotin "odeyên xwê" eşkere kir, ku odeyên seretayî li hundirê girtîgehên Sûriyê ne ku ji bo parastina laşan hatine çêkirin ji ber nebûna odeyên sarincê.

Bakurê-rojavayê Sûriyê

Li bakurê rojavayê Sûriyê zêdetirî 4.1 milyon sivîl dijîn, herî kêm nîvê wan ji destpêka şer û vir ve bi kêmanî carekê derbider bûne. Sivîlên li van deveran bi awayekî bibandor asê mane, derfetên wan tune ne ku bicih bibin, nikarin derbasî Tirkiyê bibin, û ji çewsandinê ditirsin eger hewl bidin ku berê xwe bidin deverên di bin destê hikûmetê de.

Li Idlib û rojavayê Helebê, êrîşên bêserûber ên hêzên leşkerî yên Sûrî-Rûsî li ser sivîlan û jêrxana sivîl di sala 2022an de berdewam bûn. Li gorî Tora Sûrî bo Mafên Mirovan di êrîşeke esmanî ya Rûsî li ser Idlibê roja 22ê Tîrmehê de heft sivîl hatin kuştin, di nav wan de çar zarok ji malbatekê hebûn. Ji destpêka destêwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê di sala 2015an de û heta Adara 2022an, rêxistina çavdêriya ziyanên sivîl Airwars texmîn kir ku kiryarên Rûsyayê li seranserê welat nêzîkî 25,000 sivîl kuştine.

Di heman demê de, li gorî COI, Hey'et Tahrîr el-Şam, koma çekdar a serdest a dijî hikûmetê, berdewam bû li ser êrîş û binçavkirina neyasayî derheqê çalakvan, xebatkarên mirovahî, û sivîlên ku nerînên xwe yên rexneyî tînin ziman. Raporê herwiha desteserkirina berdewam a bazara sûtemeniyê û xizmetguzariyên din û herwiha desteserkirina milkan li ser destên grûpa çekdar a girêdayî El-Qaîde, belge kir.

Bakurê-rojhilatê Sûriyê

Di Gulanê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa destpêkirina çaremîn êrîşa leşkerî ya Tirkiyê bo ser bakurê-rojhilatê Sûriyê ji sala 2016ê ve xwar ku armanca wê derxistina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya bi pêşengiya Kurdan, ku Amerîka piştgiriya wan dike, ji wan deverên ku ew li başûrê sînorê Tirkiyê kontrol dikin. Di dema amadekirina vê raporê de ti êrîşeke berfireh li ser deverên armanckirî pêk nehatibû, lê êrîşên asmanî yên hêzên Tirkiyê û bordûmana hevbeş navbera komên çekdar ên xwecihî yên bi piştgiriya Tirkiyê û QSDê zêde bûn. Rêveberiya Biden diyar kir ku 900 leşkerên Amerîkayê yên ku niha li Sûriyê li ser erdê ne, dê di dema niha de cihê xwe bernedin. Piştî vekişîna Amerîka ji Afganîstanê di sala 2021 de, ev wek yek ji mezintirîn bicîhkirina leşkerên Amerîkî li herêmeke şerê çalak tê hejmartin.

Tirkiyê herî dawî di Cotmeha 2019an de êrîşî hin deverên bakurê-rojhilatê Sûriyê kir û ew dagîr kirin, heta niha jî di bin kontrola wê de ye. Li deverên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, Tirkiye û komên xwecihî yên Sûriyê berdewam in li ser binpêkirina mafên sivîlan û sînordarkirina azadiyan, bêyî ku bên sizadan. Piraniya bakurê -rojhilatê Sûriyê di bin kontrola Rêveberiya Xweser a bi pêşengiya Kurdan de ye.

Piştî têkçûna Dewleta Îslamî li ser erdê di sala 2019an de, nêzîkî 66,000 mêr, jin û zarok (gumanbarên bi endamtiya berê ya DAIŞê û malbatên wan) bi awayekî neyasyî di rewşeke kambax, rûreş û gelek caran nemirovî de ji aliyê QSDê ve li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne. Di nav wan de nêzî 43,000 biyanî hene - ji sedî 60 ji wan zarok in ji nêzîkê 60 welatan in ku ev bêhtirî sê salan e girtî ne bêyî ku pêşberî dadgehê bibin. Tê zanîn ku tenê kêmtir ji 30 welatî hemwelatiyên xwe vegerandine yan jî bûne alîkar ku hemwelatiyên xwe bînin welêt, û piraniya wan destûr dane ku tenê hejmarek sînordar vegerin.

Êrîşeke DAIŞê li ser zindana el-Sînaa li bajarê Hesekê di 20ê Çileyê de bû sedema şerekî 10-rojî ku têde hêzên Amerîkî û Brîtanî li kêleka QSDê şer kirin, di encamê de zêdetirî 500 kes hat kuştin û herî kêm 45,000 niştecih derbider bûn, li gorî NY. Di dema nivîsandina vê raporê de, desthilatên li bakurê-rojhilatê Sûriyê hîna eşkere nekiribûn ku çend gencên girtî li Sînaa winda bûne yan mirine. Di operasyonên leşkerî de ji bo vegerandina êrîşker û girtiyên DAIŞê yên ku ji zindanê reviya bûn, bi dehan avahiyên taybet ku zêdetirî 140 malbat di wan de bûn, hatin wêrankirin, xuya ye ji aliyê QSDê ve bû. Di dema nivîsandina vê raporê de, QSDê ti qerebûyek an planek ji bo nûavakirinê an jî xaniyên alternatîv nedane niştecihên ziyandîtî.

QSDê herwiha li dijî sivîlan, di nav de çalakvan, rojnamevan û mamoste jî kampanyayên girtinê yên girseyî pêk anîn. Di dawiya Tîrmeha 2022an de, di nava aloziyên bi Tirkiyê re, QSDê herî kêm 16 çalakvan û xebatkarên medyayê girtin. Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, girtin bi behaneya “sîxuriyê” hatine kirin.

Krîza Aborî û Karvedanên li ser Mafan

Sûrî rûbirûyî krîza aborî ya herî xirab dibin ji destpêka qeyrana ku sala 2011an destpê kir, ji encama dirêjbûna xwezaya şerê çekdarî, krîzên aborî yên li welatên cîran mîna Tirkiye û Libnanê, pandemiya Covid-19, siza, hişkesaliya dijwar, û encamên aborî yên şerê li Ukraynayê.

Di sala 2022an de, ji sedî 90 ji Sûriyan di bin xeta hejariyê de dijiyan û herî kêm 12 milyon Sûrî ji nifûsa mayî ya ku bi dora 16 milyon kes tê texmînkirin, bê ewlekariya xwarinê bûn, ew jî li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP). Zêdetirî 600,000 zarok ji ber bêxwariniya dijwar dinanin. Ji destpêka şer ve gihiştina bi stargeh, lênêrîna tenduristî, elektrîk, perwerdehî, veguhestina giştî, av, û paqijiyê xirabtir bûye. Xelk li seranserê welêt rastî kêmbûna sûtemeniyê û bilindbûna bihayê xwarinê tên.

Di Sibatê de, hikûmetê 600,000 malbat ji bernameya xwe ya hevkariyê dûrxistin, ku têde gaz û sûtemeniya germkirinê, nan, û tiştên din ên bingehîn wek ard û şekir hene. Ev pêngav bû sedema derketina xwepêşandan li parêzgeha Suweyda ya li başûr ligel rexneyên giran li ser înternetê.

Di meha Îlonê de, belaya Kolera ya kujer li seranserê bakurê Sûriyê belav bû û bû sedema derketina tirsa ku ew li seranserê Sûriyê û li herêmê bi berfirehî belav bibe.

Astengiyên li pêş Alîkariya Mirovî û Nûavakirinê

Di sala 2022an de herî kêm 14.6 milyon Sûrî li seranserê welêt hewcedarê alîkariyên mirovî bûn, zêdebûneke bi qasî 1.2 milyon kesî ji sala 2021an ve. li gorî Ofîsa NY bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA).

Bi milyonan kes li bakurê-rojhilat û bakurê-rojavayê Sûriyê xwe dispêrin herikîna xwarin, derman, û alîkariyên din ên jiyanparêz, di nav de vaksînên Covid-19. Karmednên alîkariyê ji Human Rights Watch re gotin ku karîna ajansên ne ser bi Neteweyên Yekbûyî ve nîne da ku mîna NY kelûpelan bikirin û wan ber bi bakurê-rojava ve veguhezînin. Wan got ku girtina deriyê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî û bidawîkirina fînanskirina ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, ji ber gefên Veto yên ku Rûsya gelek caran li Encumena Ewlekariyê ya NY xwariye, dê bi milyonan kes ji alîkariyan bêpar bikin.

Grûpên alîkariyê yên ne ser bi NY ve li bakurê-rojhilatê Sûriyê gotin ku wan nikarîbû alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin, bi taybetî ji bo lênêrîna tenduristî, ji ber ku NY neçar ma ku operasyonên xwe yên dersînor di navbera Iraq û Sûriyê de di Çileya 2020an de rawestîne.

Di Tîrmeha 2022an de, Rûsyayê biryareke Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî veto kir, ku dê destûr bidaya ku operesyona alîkariyên mirovî ya dersînor ya tekane bi rêya deriyê Bab el-Hawa ji Tirkiyê ber bi bakurê-rojavayê Sûriyê ve salek din dirêj biba, bêyî piştgiriya Şamê. Di şûna wê de, Encûmena Ewlekariyê razî bû ku vê damara jiyanê tenê şeş mehan dirêj bike, wate ew ê di Çileya 2023an de di nîvê zivistanê de biqede, dema ku pêwîstî herî zêde ye. Di dema nivîsandina vê raporê de, ne diyar bû ka gelo dê Rûsya li ser destûrdayîna nûkirinê razî bibe.

Hikûmeta Sûriyê berdewam bû li ser danîna sînordarkirinên tund li ser gihandina alîkariyên mirovî li deverên di bin destê hikûmetê de li Sûriyê û deverên din ên wî welatî, herwiha guhertina riya alîkariyan bo sizakirina kesên ku nerazîbûna xwe tînin ziman. Kêmbûna gerentiyên pêwîst di praktîkên kirînê de ji aliyê ajansên Neteweyên Yekbûyî yên ku alîkariyê li Sûriyê pêşkêş dikin, bûye sedema metirsiyeke cidî ya fînansekirina dezgehên xerab.

Mafên Jinan

Li deverên di destê hikûmetê de hîn jin di warê zewac, berdan, berpirsiyariya zarokan û mîrasê rastî cudakariyê tên, ew jî li gorî Yasaya Rewşa Kesane (Ehwal Şexsiye). Eger jin bêyî “behaneyeke rewa” bi mêrê xwe re di mala hevjîniyê de nejî, an jî bêyî destûra mêrê xwe li derveyî malê bixebite, mafê xwe yê lênêrîna aborî ji mêrê xwe jidest dide. Dema ku desthilatdaran di sala 2019an de yasa guhertin, hin rewşên girêdayî "guhnedêrya" jinan ji mêrên xwe re rakir, lê yasa hîn jî jinan ji ber hin kiryarên guhnedêriyê yên têkildarî tevgerê siza dide.

Desthilatdaran di sala 2020an de xala 548 ya yasaya cezayan betal kir, ku destûr dida mêran ku cezayên sivikkirî bistînin, eger jinên xwe an jî xizmên xwe yên jin birîndar bikin an bikujin dema wan di kiryarek cinsî ya "neyasayî" de bibînin. Lê belê, bendên din hene ku dikarin rê bidin mêran ku ji bo tundûtûjiya li dijî jinan sizayên kêm bistînin. Yasaya cezayan herwiha li zînayê bi awayekî cudakarî li dijî jinan dinêre, ji ber ku sizaya zindankirineke dirêjtir ji sizaya mêran derheqê jinan de disepîne.

Meyl û Nasnameya Regezî

Aktorên dewleta Sûriyê û aktorên ne-hikûmî di dema şerê Sûriyê de mêr, kur, jinên regezguhêr (transgender) û kesên nebinary rûbirûyî tundiya cinsî kirine, ew jî bû sedema derketina ziyanên derûnî û laşî yên xerab. Li gorî xala 520an a yasaya cezayan a Sûriyê, sizaya "têkiliya cinsî ya nexwezayî" dibe heta sê salan zindan be.

Krîza Derbideriyê

Krîza derbideriyê yek ji karvedanên herî dijwar û dirêj ên şer e. Li gorî OCHAyê, ji destpêka şerê çekdarî ê sala 2011 ve 12,3 mîlyon neçar bûne ku welatê xwe bi cih bihêlin, ji wan 6.7 milyon niha li seranserê welêt derbider bûne.

Li Tirkiyê, siyasetmedarên opozisyonê axaftinên ku hestên dijî penaberan geş dikin pêşkêş kirin û pêşniyar dikin ku gerek Sûrî vegerin Sûriya ku şer ew parçe-parçe kiriye. Hikûmeta koalîsyonê ya Serokomar Erdogan bi soza bicihkirina Sûriyan li deverên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bersiv da. Li hember van hestên li dijî penaberan, Tirkiye bi awayekî neyasayî bi sedan mêr û hin xortên Sûriyê bo bakurê Sûriyê dersînor dike.

Li Libnanê, wezîrê demkî yê derbideran, Îsam Şerefedîn, di Tîrmehê de planeke hikûmetê ragihand, ku ew dê mehane dest bi vegerandina 15,000 penaberên Sûrî bo Sûriyê bikin. Di Îlonê de, serokwezîrê demkî yê Libnanê, Ebas Îbrahîm, serokê Ewlekariya Giştî, ajansa berpirsiyar ji derketin û ketina biyaniyan ku beriya niha bi zorê kesên Sûrî dersînor kirine, erkdar kir ku dest bi danûstandinan bike ji bo vegera "dilxwazî û ewle" ya penaberên Sûrî ber bi Şamê ve.

Di Tîrmehê de, xuya bû ku tevgera Danîmarkê ya nakok ji bo diyarkirina hin deverên Sûriyê weke "ewle", ku derî li ber egera vegerandina bi sedan penaberên Sûrî vekiribû, baweriya xwe ji dest da, dema ku Encûmena Dewletê ya Holandayê biryar da ku nabe penaxwazên Sûrî yên li Holandayê bi awayekî otomatîkî ji bo Danîmarkê bêne veguhestin. Tevî vê destnîşankirina Danîmarkê, piraniya welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê, YE bixwe û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, li ser wê yekê mane ku Sûriye ji bo vegerandina penaberan ne ewle ye.

Kesên ku vedigerin Sûriyê berdewam rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên, di nav de binçavkirinên neyasayî, îşkencekirin, wendakirinên bi zorê û binpêkirinan ji aliyê desthilatdarên Sûriyê ve. Penaberên ku vedigerin jî bi zehmetiyên aborî yên giran re rûbirû dibin, nikarin pêdiviyên bingehîn ên xwarinê peyda bikin. Xaniyên piraniya wan bi tevahî an jî beşek ji wan hatine wêrankirin û nikarin têçûnên nûavakirinê peyda bikin. Hikûmeta Sûriyê ji bo nûjekirin xaniyan ti alîkariyê nade.

Herî kêm 2.4 milyon ji 6.1 milyon zarokên di temenê dibistanê de li Sûriyê ji xwendinê bêpar in, û ji her 3 dibistanan yekê ziyan dîtiye, wêran bûye, an jî ji bo armancên leşkerî an karên din hatiye bikaranîn. Zarokên xwedan pêwîstiyên taybet li seranserî Sûriyê rûbirûyî gelek binpêkirinan hatine, wek metirsiyên mezintir di dema êrîşan de û nebûna gihitişina bi xizmetên piştevaniya bingehîn ên ku pêwîstiya wan pê heye, di nav de lênêrîna tenduristî, alavên alîkariyê û perwerdehiyê. Tevî alîkariya bi milyar dolaran, operasyonên mirovî li Sûriyê nikarîn bi têra xwe maf û pêdiviyên zarokên xwedan pêwîstiyên taybet diyar bikin û çareser bikin.

Hewldanên Lêpirsîna Navdewletî

Di 13ê Çileya 2022an de, dadgeheke Almanî endamê berê yê Îstixbarata Giştî ya Sûriyê, Enwer R., bi tawanên li dijî mirovatiyê tawanbar kir û siza kir. Ew berpirsê herî payebilind ê berê yê hikûmeta Sûriyê ye ku ji ber tawanên giran li Sûriyê tê darizandin.

Berî niha di Sibata 2021an de, heman dadgehê, Eyad A., ku efserekî din ê berê yê îstixbarata Sûriyê bû, bi 4 sal û nîvan zîndanê bi tawana alîkarîkirin di tawanên dijî mirovatiyê de siza kiribû.

Di 19ê Çile de dadgeheke din li Almanyayê dozek destpê kir, derbarê îdiayên îşkencekirin û kuştinê ji aliyê ajantên dewletê ve di dema şerê çekdarî yê hovane yê deh salan de li Sûriyê de.

Mekanîzmaya Bêalî û Serbixwe ya Navneteweyî (IIIM), ku saziyeke berhevkirina delîlan ku ji hêla Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di Kanûna 2016an de hatiye damezrandin, li ser karê berhvekirina delîlan û parastina wan berdewam dike, ji bo darizandinên sûcên di pêşerojê de.

Tîma Vekolîn û Naskirinê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî li Lahayê lêkolîna li ser berpirsiyariya bikaranîna çekên kîmyayî di şerê Sûriyê de berdewam dike. Tîmê piştrast kir ku hêzên hikûmeta Sûriyê gelek caran çekên kîmyayî bikar anîne.

Aktorên Navdewletî yên Sereke

Pêvajoya aştiyê ya bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî, di nav de komîteya destûrî, ti pêşkeftin di sala 2022an de bidest nexist. Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Îran berdewam in li ser pêşkêşkirina piştgiriya leşkerî û darayî bo aliyên şerker û parastina wan ji berpirsiyariyê.

Îsraîl pir caran êrîşên asmanî li Sûriyê pêk tîne, di nav de li dijî armancên leşkerî yên hevalbendên hikûmeta Sûriyê Îran û Hizbullah, ku partiyeke siyasî ya Şîe ya bihêz û komek çekdar e. Êrîşên bi vî rengî herdu firokexaneyên Heleb û Şamê di sala 2022an de kirin armanc. NY ragihand ku êrîşeke Îsraîlî li ser Firokexaneya Navdewletî ya Şamê di 10ê Hezîranê de gihandina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji bo nêzîkî du hefteyan asteng kir. Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê fînansekirina QSDê û piştgirîkirina operasyonên wê yên li dijî DAIŞê didomîne.

Di Encûmena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de, Amerîka û hin endamên Encûmena Ewropî ji bo vegerandina mekanîzmaya dersînorî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ya tam hewlan didin. Rûsya bi berdewamî hêza xwe ya vetoyê bikar tîne ji bo derîgirtin li berfirehkirina erkê alîkariyên dersînorî û vegerandina wî erkî bo çar xalên derbasbûnê yên bingehîn. Di dema nivîsandina vê raporê de, tenê dergehek hebû ku ji hêla Encûmena Ewlekariyê ve hatiye destûrdan.

Kesên ku bi awayekî piştrastkirî di tawanên hovane de beşdar in, dezgehên di nav hikûmeta Sûrî de yan jî yên girêdayî wê, û DAIŞ hîn di bin sizayên tund de ne ji alîyê Amerîka, Yekîtîya Ewropa û Berîtanyayê ve, ligel çend sizayên li ser asta sektoran ku bandoreke neyînî ya rasterast an nerasterast li ser mafên mirovan dikin, bi taybetî li ser kesên şikestinbar.