Dîmen ji girekî bi ser kampa koçberan Eyn Îsa li Sûriyêb dinêre , Gulan 2018.

© Human Rights Watch

(Beyrût) - Desthilatên de facto yên du deveran li bakur rojhilata Sûriyê bi awakî derqanûnî tevgera kesên ku ji deverên bin destê Dewleta Îslamî (weke DAÎŞê jî tê nasîn) reviyan di kampên koçberiyê de asteng dikin, îro Human Rights Watch weha got.

Desthilatin ji Meclîsa Sûriya Demokratîk, ew jî desthilateke sivîl di deverên ji destê DAÎŞê vezivirandî kar dike, û Rêveberiya Xweser a kurdî van kampên koçberkeriyê bi rê ve dibin. Wan dest danî li ser belgehên nasandinê yên niştecihan û bi awakî keyfî nehiştin ew derkevin. Heczkirina di kampan de şkênbariya û îstîsmarkirina malbatên jevqetiyayê zêde kirin û rê li ber sexbêriya tendirustî ji wan re asteng kir. Ev herdu desthilat bi awakî sereke ji Partiya Yekîtiya Demokratîk ve (PYD) pêk tên.

“Bêyî nasnameyên xwe û bêyî riyeke zelal bû çawaniya derketinê, nişteciyên şkênbar ên kampê niha neçar in bi qeçaxciyan re tê bikoşin daku ji kampan derkevin, sexbêriya tendirustiyê werbigirin, an jî tevlî malbatên xwe ve bibin,” weha Lema Feqîh cîgira rêber a Rojhilata Navîn di Human Rights Watch de got. “Desthilatan şanî tu hewcedarî bo tu ewlekariyên qanûnî an jî tu sedemên din nedan bo van astengkariyên tevgerê li ser grûpa kesên ji xwe şkênbar in.”

Human Right Watchê hevpeyvînan ligel 24 koçberên sûrî ji Dêra Zorê û Reqayê bi awakî şexsî yan ji dûr ve kirin, ew an di çar kampên koçberên ji nav welêt de bûn an jî tê re derbas bûbûn- el-Hol, el-Sed, Mebrûkê û Eyn Îsa - di nava Şibata 2017an û Gulana 2018an de. Wan salix da çawa ji tundekariyê û çewsandinê baz da, tenê daku ji aliya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) an jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), baskên çekdar ên Meclîsa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bêne desteserkirin, di kampan de bêne bicihkirin, û rê li ber derketina wan bê daxistin.

“Em bi darê zorê ketin hundir; çend xort hewla xwe dan daku qebûl nekin, lê paswanan rê neda wan,” Yekî ji Dêra Zorê ku diviyabû di kampa el-Hol re derbas biba weha got. “Heger tu sûrî bayî diviyabû tu di kampê re biçûbayî. Û dema me pirsî ka dê kengî bihêlin em derkevin, wan ji me re got, 'hema me kengî xwast, belkî em qet nexwazin.'”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (UN), hetanî Gulana 2018, 125,642 niştecî ji Reqayê û 248,658 ji Dêra Zorê ji ber pevçûnan ji wir hatibûne koçberkirin. Di dema ku hejmara koçberan kêm bûn û serjimariya şêniyên kampan gihişte hevsengiyekê de, li gorî grûpên alîkariyê û berpirsên kampan, astengkariyên keyfî li ser tevgerê man cihê nîgeraniyê.

Meclîsa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser, bi piştgiriya rêxistinên navdewletî şeş kamp li parêzgehên Reqayê û Hesekeyê damezrandin daku nişteciyên koçberkirî werbigirin. Didu ji wan, Eyn Îsa û el-Hol, wekî din hevwelatiyên biyanî jî di beşên cuda de vedihewînin. Wekî din QSD çendîn xalên kontrolê danîn daku xelkê têketî bigirin û nasnameyên wan seh bikin, û bervên kesên bazdayî bidin kampan, û kesên gumana DAÎŞê li ser wan heye binçav bikin, niştecî û rêxistinên alîkariyê weha ji Human Rights Watch re got.

Hemî kesên hevpeyvîn pê re çêbûn got ku pêdiviya wan bi destûrek ji desthilatên kampê hebû daku derketana an deverên bin destê hukmetê de weke Şam û Helebê, an jî vegerana deverin li Reqayê û Dêra Zorê yên ku desthilatên herêmî destnîşan didin ku bo vegerê ewle ne. Desthilatên kampan û rêxistinên ewlekariyê ji Human Rights Watch re got ku ew her dibe zêdetir destûr didin behreke mezintir ji şêniyan daku vegerin deverên ji destê DAÎŞê vezivirandî û ewle ne, tevî ku tam ne zelal e çawa desthilatên herêmî biryara ewlebûn didin. Çend kes got ku wan bi xwe xwest ku li kampê bimînin.

Piraniya kesan xwestibû biçûna deverên Rêveberiya Xweser lêbelê herdu desthilatan rê nedan Sûriyan biçûna wir bêyî kefîlek kurd. Prosesa bidestxistina kefîlê han zehmet û nezelal e. Bi kêmanî di haletekê de, malbatan pere dabûn nişteciyekî kurd daku wan bikefilîne. Mafê kesên koçberkirî heye bi xwe cihê rûniştina xwe hilbijêrin û ku bi awakî azad tevbigerin di nava deverên di bin destê Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriya Demokratîk de. Astegiyên bi destxistina kefîlek kurd, tevî kêmbûna zelaliyê sebaret bi çawa dever weke ewle tên binavkirin, herdu astengkariyin derqanûnûî yên keyfî pêk tînin.

Di hin kampan de, desthilatan rê da nişteciyan bi awakî demkî derkevin. Radeya azadiyê ji kampekê ta kampeke din cuda bû. Herdu desthilatan tevgera malbatên sûrî yên merivên wan gumana DAÎŞê li ser heye bi carekê ve qedexe kir, malbatan bi xwe û desthilatên kampan weha got.

Human Rights Watch hevpeyvînan di Gulanê de bi rayedaran re ji herdu desthilatan kirin, tevî desthilatên kampan bi xwe, û nîgeraniyên têkildarî astengkariyên neqanûnî li ser tevgerê anîn ziman. Di 9ê Tîrmehê de, Human Right Watch wekî din ji herdu desthilatan re name nivîsîn daxwaz ji wan dikir ku bingehekî bidin ji bo astengkariyên li ser sivîlên ji Reqayê û Dêra Zorê. Hîn Human Rights Watch bersiva nameyê wernegirtiye.

Siyaset di van deveran de bin pê dike wan garantiyên qanûnî yên navneteweyî yên mafê kesên koçberkirî û azadiya tevgerînê li deverên koçberbûnê madem tu şertûmercên taybet ji bo astengkariyan nînin, Human Rights Watch got.

Derbarê malbatên gumana têkiliya bi DAÎŞê re li ser heye, qanûna navneteweyî rê dide ku ceza li ser tawanan bê danîn tenê bo kesên li ser tawanan berpirs in, li dû dadgehkirineke dadmend daku sûcê kesane bê diyarkirin. Ferzkirina cezayeke komî li ser malbatan bi rêya daxsitina riya derketina wan qanûnên şer bin pê dike. Desthilatên herêmî ji Human Rights Watch re gotiye ku tu planên wan nînin tohmetan arastî jinên biyanî yên ku bi endamên DAÎŞê re zewicîbûn an jî zarokên wan. Divê desthilat lê bigerin daku wan bo welatên xwe der bikin heke ev tişt bi awakî ewle û bi hevkarî ligel welatên wan pêkan be. Divê astengkarî li ser wan bên sivikkirin hingî ew li kampan in.

Divê desthilat astengkariyên derqanûnî li ser tevgera koçberkirên ji nava welêt vekişîne, tevî wan kes ji ber şerê berdewam li dijî DAÎŞê koçberbûne. Divê astengkarî bên danîn tenê heke “li gorî qanûnê bin ... û pêdivî bi wan hebû ji bo parastina ewlekariya niştimanî, pergala giştî, tendirustiya giştî an jî moralan, an jî azadiya kesên din,” weke ku di Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û yên Siyasî de hatibû diyarkirin. Çi astengkarî hebe, divê necudakerane be, li gorî qanûna niştimanî be, û “pêwîst” be ji bo bidestxistina armancin qanûnî. Divê astengkarî wekî din hevrêje bin- ango, bi baldarî li hember sedema taybet bo danîna astengkariyê bêne hevsengkirin.

Divê binçavkirin tenê li gorî qanûnê bê bicihkirin, li ser bingeheke kesîn, û bo hemû kesên binçavkirî mafên bingehîn ên binçavkiriyan hebin di bin siya qanûna navneteweyî de, lênêrîna dadwerî ya binçavkirinê tê de hebe jî. Çi kes berpirs be li ser ferzkirina binçavkirinên keyfî an jî cezadanên komî divê bê darizandin li ser esasa îhtîmala tawanên şer.

Desthilatên kampê destnîşan kir ku wan karê herî ji destên wan dihat dikirin ji bo danîna alîkariya mirovî, tevî piştgiriya şêniyên koçberkirî, û ku rewş baştir dibe bi ragihandina deverên ji DAÎŞê vezivirandî weke cihên ewle, û vegerîna malbatên cihên jê hatibûn. Sebaret bi malbatên kesên gumana DAÎŞê li ser heye, desthilatên kampê dest nîşan kir ku astengkariyên li ser tevgerê ji ber nîgeraniyên têkildarê ewlekariyê bûn ku bi riya danûstandina endamên DAÎŞê û malbatên wan bi şêniyên giştî re dê derketibana holê.

“Şîroveyên nediyar sebaret bi nîgeraniyên ewlekariyê bi awakî sade bingehek ne têr daku desthilatên herêmî sivîlan hecz bikin, û wan ji sexbêriya tendirustî û pêdiviyên bingehîn bêpar bikin, û malbatan jev bikin,” Feqîhê weha got. “Divê rê bê dayîn bo nişteciyên ji Reqayê û Dêra Zorê koçberkirî daku bi awakî azad di deverên bin destê Rêveberiya Xweser de re tev bigerin hetanî ku vegera wan bo malên xwe ewle be.”

Govaniyên Malbatan

Kamp li parêzgeha Hesekê ji aliya Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin, û yên li Reqeyê ji aliya Meclîsa Sûriya Demokratîk ve tên kontrolkirin, rêxistinên alîkariyên yên li herêmê kar dikin weha got. Kamp ji aliya desthilatin herêmî yên li deverê kar dikin ve tên birêvebirin, û xizmet ji hêla rêxstinên nedewletî, him herêmî û him navneteweyî, têne dayîn.

Govanan ji Human Rights Watch re got ku dema ew ji deverên bin destê DAÎŞê derbasî deverên ji aliya Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriya Demokratîk vegirtî, pasvanên çedkdar dê wan li ser xalên kontrolê bisekinandana, û dest danîban li ser belgehên nasnameyên wan, û wan bibirana kampan. Ji gava ew ketine kampan, wan got, QSD an jî polîsa herêmî ya bi navê Asayîşê tê nasîn, dê nêhalana nişteciyan derketana. Li el-Sed (wekî Erîş jî tê nasîn), el-Hol, û Mebrûke, pasvanên çekdar hebûn ku yekciliyên (ûnîform) herdu grûpan li wan bûn.

Di 23 ji 24 haletên ku Human Rights Watch bibelgeh kiribûn, kesên hevpeyvînkirî got ku belgehên nasandina wan, pasport û tomarkirina otomobîlan di nav de, li ser xalên kontrolê ji wan hatin standin û dûre ji aliya desthilatên Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriya Demokratîk ve hatin destserdanîn. Govanê/a mayî jî tu belgehên nasandinê bi xwe ranekiribû. Kêmbûna belgehan şkênbariya kesên koçberkirî zêde dike, rê li ber wan digire ji bo wergirtina xizmetguzariyan, rêvingî, an jî piştrastkirina nasnameyên xwe.

Yekî/ê got:

Hema dema wan belgehên min birin, qediya. Min nema karî tu dera ve herim hetanî heke min destûr heba û karîbaya li ser piyan derkevim. Ezê biçim kû bêyî belgehên xwe? Zehmet e mirov li vî welatî bijî, bi belgehan be jî. De îca bê belgeh? Ez ê nekarîbim tiştekî bikim, ne alîkarî werbigirim, ne xaniyek bi kirê bibim, ne tişt.

Di neh haletan de, nişteciyan ji Human Rights Watch re got ku rê nehat dayîn bo wan daku derbasî deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a bi piranî Kurdî de tevî ku merivên wan li wira jiyan. Her kesek koçberkirî yê ji kampan derketibû, dema bi Human Rights Watch re axivî got ku wî pere dabûn qeçaxciyekî an jî berpirsekî daku proses lezgîntir bikira an jî destûrên pêwîst bo wan dabîn bikirana.

Kêmbûna azadiya tevgerê û keysên aborî li kampê hiştin ku niştecî tevlî hêzên çekdar bibin li şûna pera an jî derxistina malbatan ji kampan. Govanan wekî din got ku qudreta xalên bijîşkî li kampan nebû daku li hemî nexweşiyan sivik seh bikin û dermanên nexweşiyên girantir jî nebûn, lê dîsa wan nikarî ji kampê derketana bo dermankirinê, yan ji ber nebûna destûran yan jî ji ber ku perê dermankirin û veguhastinê nebûn.

Desthilat bi awakî qanûnî berpirs in ku bihêlin niştecî û kesên koçberkirî di nava deverên xwe de serbest tevbigerin, alîkariya bijîşkî û rê bo wergirtina wê dabîn bike, û kesên koçberkirî bi berdêla azadiyê neke leşker, Human Rights Watch got.

Muamelet li ser Xalên Kontrolê

Wan 24 kesên hevpeyvînkirî gişan got ku ew di nava xalên kontrolê ku ji aliya QSD û Yekîneyên Parastina Gel ve hatibûn danîn derbas bûn. Wan got ku heke ew bi şev bigihîştana xala kontrolê, diviyabû ew heya hilatina rojê çaverê bikira, hingî grûpên çekdar dê ew teftîş bikirana û dawa belgehên wan ên nasandinê bikirana. Di piraniya haletan de, kesên hevpeyvînkirî grûpên çekdar ên li ser xala kontrolê kar dikir nas kir.

Wan got ku grûpên çekdar dê pişkinîneke ewlehî ya destpêkî bi cih bianiya. Wan dê nasnameyên nasandina wan xera bikirana, navan li ber navên li ser lîsteyê deynin, û mêr û jinan jev veqetandana û ew bi dîqet teftîş bikirana. Di heft haletan de, nişteciyan got ku wan dît desthilat xortan bi alîkî ve dikişînin ji ber gumana ku endamên DAÎŞê ne, û ku ew nizanin ka çi bi wa xortan hat.

Destserdayina Belgehan

Di 23 haletan de, pasvanên çekdar li ser xalên kontrolê belgehên sivîl yên malbatan, di nav de pasport, nasname, defterên malbatan, û tomarên otomobîlan. Nişteciyan got ku desthilatên kampê belgehan di lodin nebirêkûpêk de dan ser hev di hin odeyan de tev bi hezaran nasnameyên din.

Di heşt haletan de, dema talî ew ji kampên koçberiyê derketin daku bi qeçaxî derbasî Tirkiyê bibin, niştecî bê belgehên xwe derketin, yan ji ber ku wan nikarîbû belgeh bidîtana, yan jî ji ber ku ew bi awakî nefermî derketibûn. Bi dîtina gelek nişteciyên din, derketina bêyî belgeh ciyê xwe negirt, ew jî hişt ew di kampê de hebs bibin.

Dema Human Rights Watch cara cara duyem seredana kampan kir, diwan ji nişteciyên kampê got ku wan xwe tomar kiribû daku derkevin vegerin bajar an jî gundê xwe, yan jî daku herin devereke din ya ji destê DAÎŞê vezivirandî û weke ewle binavkirî. Lê wan nikaribû derketana ji ber ku desthilatan belgehên nasandina wan venegerandibûn. Mêrekî ji Şibatê de hewl dida derkevê, got:

Min daxwaza derketinê kir, min hertiştî ceriband. Ez çûm arşîvê [tomargeha kampê] beriya du mehan daku dawa belgehên xwe yên nasandinê bikim daku bikarim derkevim. Wan got ku arşîv ji bo dawxwazên bi vî rengî girtî ye. Paşê wan got ku em nikarin wana ji te re vegerînin daku tu herî vê deverê, û dema min pirsî çima, wan got rêbazên han ji jor ve tên. Wan defetera min a malbatê bir, hemû nasnameyên me. Ez zewicî me û bi heşt zarokan im - bi giştî em 10 in. Li vir, ne kar heye, ne tu tişt. Dawîyeke mirî ye. Ez her roj diçim ba wan, û ew her roj dibêjin na em nikarin alî te bikin. û ez nikarim bêyî belgehên xwe yên nasandinê derkevim.

Astengkariyên li ser Tevgerê li Kampêm Koçbergeriyê

Radeya azadiya tevgerê li her kampekî ferq e. Human Rights Watch seredana sisê ji her pênc kampan kir, û li pey astengkariyên li ser azadiya tevgerê li wan dera ket.

Eyn Îsa, li parêzgeha Reqayê, malbatên Sûrî û yên Îraqî yên gumana ku şervanên DAÎŞê yên biyanî li ser heye dihewîne. Ew radeya herî mezin a azadiya tevgerê dide şêniyên sûrî yên giştî. Bi destûrekê, sûrî dikarin derkevin herin bazarê, seredanan bikin, û dawa dermankirinê li navendên bijîşkî bikin li gorî daxwazê. Lêbelê. desthilatan qedexekirineke bi temamî danî li ser derketina malbatên îraqî û malbatên biyanî yên din yên ku mirovên wan gumana DAÎŞê li ser hebû.

Li el-Sedê (weke Erîş jî tê nasîn), ya ku malbatin koçberkirî ji Sûriyê dihewîne, astengkarî zehmettir bûn. Ji bo derketina demkî û seredanan, destûreke derketinê ya demkî bo nişteciyan dihat dayîn tene heke wan karîbû îsbata nexweşiyeke giran bikira an jî di zanîngeha herêmî de qeydkirî bûn. Wan dikarîbûn ji hefteyê de tenê du rojan derketana û divê lêçûna bidestxistina destûrê û pereyên veguhastinê bidana. Desthilatên kampê hejmara nişteciyên ku dikarin di eynî rojê de derkevin bi 30 kesî de bisînor kir.

El-Hol, kampeke bi rêveberiyeke hevpar e, ji aliya Komîsera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî KBPNY (UNHCR), ajansa Neteweyên Yekbûyê ya penaberan, û desthilatên Rêveberiya Xweser, herdu xelkên sûrî û yên îraqî dihewîne, tevî malbatên ku endamên wan gumana DAÎŞê li ser heye. Malbatên ku endamên wan gumana DAÎŞê li ser heye rê ji wan re nîne ji kampê derkevin, lê dîsa jî desthilat destûrên demkî didin wan ji bo seredanên bijîşkî.

Kedxwarin, Cezadana Bikomel, û Jev-veqetandina Malabatan

Di neh ji nav haletên lipeyketî de, malbatan nikarîbû kefîlekî peyda bikira daku vegerin deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Kurdî de, hetanî heke endamin ji malbatên wan li van dveran jiyabin. Di haletekê de, mêrekî li kampa koçberiyê asê ma û jina wî li xaniyekî nêzîkî kampê li Hesekê dijiya ji ber ku îqameta malbata wê li wir bû lêbelê mêrê han wekî nişteciyê Dêra Zorê tiştekî wisa di destê wî de nebû. “Mesele wek heneka bû; Min dikarî ew [xanî] ji kampê bidîta; lê hema min nikarî biçûba wir,” wî got.

Astengkariyên li ser tevgerê û destserdayina belgehan wekî din dihêlin niştecî hîn bêhtir şkênbar bin li hember kedxwariyê. Her kesek koçberkirî yê ji kampan derketibû, pere dabûn qeçaxciyekî an jî berpirsekî daku proses lezgîntir bikira an jî destûrên pêwîst bo wan dabîn bikirana. Yekî ji nişteciyan got ku wî $5,000 amerîkî dan daku ji karvana ku diçû kampê derkeve lê wan dîsa ew bir wê derê. Nişteciyekê din got ku wî bêhtirî milyonek lîre sûrî dan(teqrîben $4,660 amerîkî) di nava hewldanên xwe de daku tev malbata xwe ji kampê derkeve. Nişteciyan got ku navbeynkar dê dema xwe nava û derdora kampê derbas bikira daku karekî ji xwe re bidîta.

Nişteciyekî got:

Min pênc caran hewl da ez destûrekî ji xwe û malbata xwe re bi dest xînim. Destpêkê, min hewl da ez pere bidime kefîlekî kurd, lê desthilatan qebûl nekir destûrê bidin. Dûre, min ji wan re got ez ê herim Şamê lê wan qebûl nekir. Min xwast ez vegerim Dêra Zorê û dîsa jî wan qebûl nekir. Talî, min milyonek lîreyên sûrî dan qeçaxciyekî daku ez û malbata xwe bikaribin destûra 24 demjimêran werbigirin daku herin Minbicê, û paşê bi qeçaxî derkevin [Tirkiyê].

Govanekî got ku kesekî nava desthilata kampê de pêşniyar da wî ku nasnameyekî ne ya wî ye bifroşê piştî ku pere dabû wî kesî daku rê bida wî ji kampê derketa. Di çar haletan de, hin kesan got ku QSD pêşniyar da ku rê bidin malbatên wan ji kampê derkevin heger wan an jî merivekî wan qebûl kir ku tevlî wan biba. Nişteciyekî got ku piştî sê mehan li kampê, hevalek wî qebûl kir ku tevlî grûpa çekdar bibe daku malbata wî serbest bê berdan.

Di sê haletan de, yek ji wan têkildarî malbateke îraqî bû, xuya bû ku desthilatan ceza bi komelî dida malbatan, hîngî rê nedida wan ji kampan derkevin, demkî be jî, ji ber ku merivekî wan hebû endamê DAÎŞê ye an jî ev guman li ser heye. Mêrekî li el-Sedê, kurd bû ji Hesekê, ji wan kesên astengkariyên kefaletê bi giştî li ser nayên bicihkirin, got desthilatên herêmî nehişt malbata wî ya 15kesî derkeve ji ber ku kurê wî bo maweya 15 rojan endamê DAÎŞê bû. Wî got ku Asayîş kurê wî bin çav kir û dîsa nava kampê serbest berda, lê wan nikarîbû derketana.

Dermankirina Bijîşkî û Xwegihandina bi Pêdiviyên Bingehîn

Li hemî kampan bargehên bijîşkî hene ji aliya Heyva Sor yan jî Bijîşkên Bêsînor tên birêvebirin. Di 10 haletan de, kesên hevpeyvînkirî got ku wan an jî endamek malbata wan li kampan pêwîstî bi alîkariya bijîşkî hebû, lê baregehên bijîşkî nikarîbû bidayê.

Sê kesan got ku qudreta baregehên bijîşkî nebû daku li hemî nexweşiyan sivik seh bikin û dermanên nexweşiyên girantir jî nebûn, û her 10an got ku baregehê bijîşkî zêde tijî bûn û dermanê ku ji wan re pêwîste ba wan nebû. Di van haletan de, bi piranî desthilatan niştecî dişandin nexweşxaneyên li deverên parêzgehên ên nêzîk. Sê kesên ku destûr wergirtibûn got ku diviyabû ew di demekî bi xwe de vegeriyana kampê. Kesekî ku destûr wergirtibû nikarî biçûya ji ber ku wî pere nebûn daku nirxa xizmetguzariya bida.

Malbatekê got ku di nava mayîna wan du hefteyan de li el-Sed ê di Kanûna Biçûk a 2017an de, şeş zarok û heft kesên gihayî ji ber zihabûn, jehrîketinê, an jî virikê mirin. Karkerên alîkariyê sedema mirinê têkildarî kêmbûna sexbêriya bijîşkî ya birêkûpêk û alîkariyên mirovî bo hejmara mezin a kesên koçberkirî li kampan.

Dema Human Rights Watch seredan el-Hol, el-Sed û Eyn Îsa di gulanê de kir, wa xuya bû ku dema hejmara xelkê tebat bûye, sexbêriya bijîşkî bo kesên bi rewşên cidî ma nebirêkûpêk û ji nişteciyan dihat xwastin ku lêçûna çûna xwe bi dermanbûnê li Hesekê bida- ew jî bo wan nepêkan bû.

Hemû kampan selikên xwarinê belav dikirin, an jî ji bo xwarinpijînê an jî xwarinên amade.