Şênîyin di paş barkêşekê de rûniştîne kû ew ji bajarê Efrînê bazdidin 18ê Adara 2018an, piştî ku hêzên tirkan û grûpên çekdar ên hevalbend bajarê bi piranî kurd in kontrol kir.

Bulent Kilic/AFP/Getty Images ©

(Beyrût) – Hêzên hukmeta sûrî rê dadixe li pêşiya hin sivîlan yên ku ji ber çalakiyên leşkerî li Efrînê bi serkidetiyan Tirkiyê ve û nahêle ew darbasî deverên di bin kontrola hukmetê de, Human Rights Watch îro weha got. Sivîl li deverina hatin rawestandin ku xwarin, ava pak û keresteyên bijîşkî lê kêm û bisînor in. Divê desthilatên hukmeta Sûrî rê veke ji azadiya çûnûhatina alîkariyan ji bo sivîlên bin bandorêde.

Di heman demê de, Human Rights Watch bibelgeh kir ku çawa grûpên çekdar ên ligel hêzên Tirkî kar dikin darûmilkên sivîlan li bajarê Efrînê û gundên li derûdorê wêran dikin, tengaviya sivîlan li wira hê girantir dikin. Divê hêzên Tirkan û grûpên çekdar ên nedewletî talanê bisekinînin û wan kesên ji ber ziyanan berpirs in bidin hesabkirin.

“Hînga rewşên mirovî yên hemû sivîlên ku ji ber şer ji Efrînê bazdabûn dijwar in, rewşa ew ên rê ji wan re nehat dayîn têkevin deverên di destê hukmetê de û ew ên ji talanê ve dikişînin bi taybetî metirsîdar e,” Lema Feqîh, cîgira rêvebera Rojhilata Navîn a Human Rights Watch got. “Divê hêzên Tirkan û grûpên çekdar ên dijî-hukmetê dawî bînin li talan û wêrana har a darûmilkên sivîlan ya ku li Efrînê rû dide, û divê serbazên hukmetê dawî bînin li rêgirtina li pêşiya sivîlên hewl didin birevin.”

Tirkiyê hêrişa xwe di 20ê Kanûna Mezin a 2018an de dest pê kir daku kontrola navçeya Efrînê li parêzgeha Helebê bistîne ji Rêveberiya Xweser ya bi serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demokrat. Di 18ê Adarê de, serokê Tirkiyê Receb Teyyib Erdogan ragihand ku hêzên çekdar ên Tirkiyê û grûpên nedewletî yên Sûrî bi piştevaniya Tirkiyê bajarê Efrînê kontrol kiribû li dû êrişeka hewayî û bejî. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (UN), şer bi kêmanî 137,000 kes koçber kirin. Hê li dora 50,000 hetanî 70,000 kes di bajarê Efrînê de mane.

Karmendên bijîşkî û şêniyên ku bazdabûn ji Human Right Watch re behsa felaketa rewşê kir li deverên di bin kontrola hukmetê de û li hin gundan di bin kontrola hêzên çekdar ên Tirkiyê û grûpên pê re hevalbend. Gelekan behsa xewa li çolan kir bê star, birêveketina bê xwarin, û bê ku aveke pak li ber destan hebe. Di 29ê Adarê de, Neteweyên Yekbûyî (UN) got pêdiviyên van kesên koçberkirî “metelker” bûn û tekez kir ku pêdivî bi alîkariyan hebû ji bo zindîmana wan a bingehîn.

Şêniyeke berê ya Efrîn ya ku reviyabû gundekî nêzîk got ku wê û kesên din li wir hindik xwarin hebû, bê elatrîk, bê çavkaniyekî berdewam a avê, û bê dermankirina bijîşkî. “Nan nîne,” wiha got “Leyla” yaku navê wê yê rastî veşartîye ji bo silametiya wê. “Em savarê [dixwin], jeneratoran [bi kar tînin ji bo elatrîkê]. Ez ducanî me, û derman nîne û nexweşxaneyên ku ez herimê tune ne.”

Bijîşkekî ji Human Rights Watch re got ku ew û hevkarên xwe baz dan Şehbayê, deverek nêzîkî Til Rif´etê hema hema bê keresteyin bijîşkî, neçar man derman û amûrên bijîkî li dû xwe bihêştana. Wî got wan nexweşgeheke meydanî li wir pêk anî daku kesên koçberkirî derman bikin lêbelê ew nikarin xwe di ber pêdiviyan re bigihînin. “Di vê çolê de, me ne av heye, ne xwarin, ne şiyandarî,” wî got.

Ewên ji tehdekariyê bazdidin nikarîbûn serbest têketana deverên di bin kontrola hukmetê de yên ku wergirtina alîkariyê lê hêsantir e, Human Rights Watch weha dît. Bi hezaran kes hewl da di destpêkê de xwe bigihandana bajarê Helebê û bajarokên Nibilê û Zehrayê, hemî di bin kontrola hukmetê de ne, sê kes weha got. Lêbelê wan kesên li xalên kontrolê bo ketina Nibilê û Helebê kar dikin ji bo derbasbûnê hetanî bi 500,000 LS (1,000 $ Dolarên Amerîkî) ve diwxestin.

“Min nikarî derbasî Nibilê bibama,” mêrekî ku du roj berî hêzên Tirkiyê bajêr kontrol bikira jê bazdabû weha got. “Li ser xala kontrolê serbazan serê her kesî bi kêmanî 150,000 LS (291$ Dolarên Amerîkî) xwestin.” Ewên nikarîbûn nirxa derbasbûnê bida vegeriyan û li gundina li devera Efrînê yan jî li deverên gundewara di bin kontrola hukmetê de man hema bê ku bikarin xwe bigihînin xizmetguzariyan.

Li gorî qanûnên şer, pêwîstî ji hemû aliyên şer heye ku rê bidin sivîlan ji ber pevçûnên berdewam bazdin û karibin xwe bigihînin alîkariyên mirovî, Human Right Watch weha got.

Kesên ji Efrînê bazdabûn gotin ku grûpên çekdar yên ku bi hêzên Tirkiyê re ketin bajêr dest danîn li ser darûmilkên xelkên sivîl, û di hin haletan de gefên kuştinê an jî tehdekariyê li şêniyan xwarin.

“Min bi çavên xwe dît ew turimbêlekê, trektorekî dibin,” Leyla got, ‘ ji me re tenê ji bo karekî pêwîst e,’ lê me carek din ew nedî... hetanî xaniyê min, bi temamî hat talankirin... Mobîlya, krîstal hemî [hatin] şikandin, pere [hatin dizîn]... tiştek nema.”

Leyayê grûpên Ceyş El-Şerqiye û Lîwa El-Fetih naskirin weke berprsên li ser talan û wêrankirina darûmilkên sivîlan li devera wê. Wê got ku van grûpên han navên xwe bi reşînkboyaxê nivîsîn di deverên lê çalakî dikirin. Rojnamegerekî Tirk yê ku seredana deverê kir ragihand ku grûpên dijî-hukmetê bi reşînkboyaxê navên xwe nivîsîn li deverên ku wan plan danîbû ew talan bikirana.

Li ser hesaba xwe ya twîterê, Ceyş El-Şerqiye pişt rast kir ku endamên wan di wê demê de li Efrînê bûn. Human Rights Watch nikarî piştrast bikira bê Lîwa El-Fetih li Efrînê bûbe. Human Rights Watch hûr bû li girtevîdyowên û wêneyên ku li ser înternetê hatin parvekirin yên xuyanî didin wan talankirina pez û sewal, xwarin, veguhasteran ji aliya mêrin çekdar li Efrînê, yên ku yûnform û bazbendên wan wekî salixdana govanan bûn.

Li gorî qanûnên şer, şelandin, an jî standina bi darê zorê ya darûmilka taybet ya ji bo bikaranîna kesane, qedexe ye û dibe wek pêkaîna tawaneke şer were dîtin hetanî heke di nava pêvajoya hêrîşeke li ser deverekê de bûbe. Divê komandarên leşkerî rê nedin tehdekariyên cidî li qanûnên şer. Rahiştina an jî rûxandina darûmilkên kesane û yên taybet jî ji vegera kesên koçberkirî re dibin asteng.

Rojnamegerekî Tirk ku ji hukmetê ve nêzîk e ragihand ku Erdoxan, di civînekê de bi endamên parlemanê yên partiya li ser hukimê, talana ji aliya Artêşa Sûrî ya Azad (ASA) şermezar kir, navborî grûpeke sûrî ya çekdar ya nedewletî yaku di şerê li dijî hêzên kurdî de beşdar bû. “[Em] çûn Efrînê ligel ASA,” rojnameger jê girt ku wanî digot. “Hinek ji van grûpan vê dibînin weke xelatek. Ev tişt di cih de hat sekinandin. Û tedbîran derheqê wan hatin birin.”

“Artêşa Tirkî û hevalbendên wê li Efrînê kêm xuyanî dikin ku ew tiştên pêwîst bo parastina sivîlan li wir dikin,” Feqîh got. “Divê Tirkiyê ji bandora nerênî ya operasyona xwe ya leşkerî hetanî radeya herî pêkan kêm bike, bi riya parastina darûmilkên sivîlan.”