Skip to main content

Nameya Human Rights Wacthê li ser leşkerwergirtina zarokan ji Rêveberiya Xweser re ya bi serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demokrtatîk a kurdî (PYD) û ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re

22ê Pûşber, 2018

Birêz Nûrî Mehmûd

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel

Birêz Mehmûdê hêja,

Ez bi navê Human Rights Watch ji te re dinivîsim daku te agahdar bikim derbarê lêkolîna ku me vê dawiyê li Bakurê Sûriyê çê kir, û daku dawa bersiva we ya fermî bikin . Human Rights Watch rêxistineke navdewletî ya serbixwe yaku binpêkirinên mafên mirovan li zêdetirî 90 dewletan li derdora cihanê bibelgeh dike. Me seredana Bakurê Sûriyê çar caran kiriye, herî dawî di Gulana 2018an de, û her dem me bi çavekî xweş nêrî li hevkariya ku me dît ji rêveberiya xweser bi serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD).

Di nava seredana me ya dawî de, me li binpêkirinin mafên mirovan ên curbicur kolan, ji nav de, meseleya leşkerwergirtina zarokan ji aliya hêzin ser bi PYD ve, ên ku niha di bin sîka Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) de şer dikin. Ev binpêkirin berê de Human Rights Watch bibelgeh kiribû, û sebaret pê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinan (YPG/J) têkilî bi me re û hin rêxstinên dewletî yên din re dan. Sala 2014an, YPG/J û rêveberiya xweser bi serkirdetiya PYD Peyvlixwegirtinek navîşand (îmze kir) ku dawî li bikaranîna leşkerên zarok bîne bi gorî Banga Genevayê, ew jî rêxistineke nedewletî yaku nava kirdarên nedewletî yên çekdar de li ser pêşxistina rêzgiritina qanûna mirovî ya navneteweyî dixebite. Her wisa Human Rights Watch bal da têbîniyên YPG/J li ser Peyvlixwegirtina derbarê leşkerên zarok, ewên tê de YPG/J xuya kir ku dê zarokên ser bi 16salî dê hîn bêne leşkerwergitin lêbelê bi tu rolên şerker ranabin, û ku rê ji wan re nayê dayîn daku beşdarî pevçûnên rasterast û ne jî wekî dî.

Dîrokek berhemdar ya Human Rights Watch heye ji têkilîdana ligel serkirdetiya YPG/J û rêveberiya xweser bi serkirdetiya PYD sebaret bi vê meselê, û hay ji sozgirtina wan ya erênî heye ji bo dawî li bikaranîna leşkerên zarok bê anîn. Lêbelê, lêkolîna me ya dawî diyar dike ku YPG/J berdewam dikin li ser leşkerwergirtin û tevlîkirina kur û keçan daku xizmeteke leşkerî di hêzên çekdar de bikin. Wekî din, me dît ku leşkerwergirtin di kampên koçberkiriyan de jî tê kirin, û malbatên parsûşkestî yên hewcedarên piştgiriya civakî û alîkariya mirovî tên hedef kirin. Me meseleyên han kir mijara behsê di civîna xwe de bi berpirsên Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyayê di Gulana 2018an de.

Di nava seredana xwe de, me hevpeyvîn bi heşt malbatan re kir ên ji me re got ku zarokên wan bi temenê 13 heya 17 salan ji aliya Asayîşê ve hatine leşkerkirin daku tevlî hêzên YPG/J li Bakurê Sûriyê bibine, li ser esasê tiştên ku govanên din li kampan ji wan re gotibûn û axaftinên wan bi efser û desthilatên rêveberiya kampê. Malbat li kampên el-Sed (Erîşê), el-Hol, û li Eyn Îsa jiyan. Di piraniya haletan de, malbatan tenê zanî ku zarokên wan çûbûn rahênanê, û nizanî rolên ku zarokên wan girtin, an jî dê bigiritana li dû bidawîkirina rahênana leşkerî. Di yek halet de, dayika leşkerek 16salî got ku kurê wê mir dema xizmeta xwe ligel QSD dikir di operasyona vegirtina bajarê Reqayê, dema erebeya lê siwar bibû pê li mayînekî kir. Malbat hemiyan got ku zarokên wan bi xwebexşî (dilxwazî) xwast beşdarî kampên rahênanê bibana. Lêbelê got ku zarokên wan binî 18salî bûn, û ji wan nehat xwestin ku erêkirinekê bidin daku zarokên wan rahênanê werbigirtana an jî tevlî YPG/J bibana. Hemî malbatan, ji bilî yek ji wan, got ku rê ji wan re nehat dayîn daku têkilî bi zarokên xwe re deynin ji dema ku ew çûn bi rahênanê. Human Rights Watch hevpeyvîn ligel du leşkerkiriyên jin kirin, herdu bi ser 18salî ne, wan got ku destûr nebû têkilî bi malbatên xwe re deynana di nava maweya rahênanê, yaku sê heya çar meh kişand.

Di hin haletan de, malbatan ji Human Rights Watch re got ku zarokên wan piştî pirsgirêkên navxweyî navmalê hatbûn tevlî refên leşkerî bûn. Sebaret bi van haletan, Human Rights Watch weke çareserî baştir dibîne ku piştgiriya civakî bo van zarokan ji aliya ajansin sivîl bête dayîn, li şûna ku hêsankirina an jî rêxweşkirina leşkerwergirtina binî 18salî. Zarokên di nava welêt koçberkirî dibe ku bêtir di bin metirsiya leşkerkirinê de bin, û ewên ku tevlî refên leşkerî bûn hên di bin metirsiyeke mestir de ne ku ji malbat û civakên xwe veqetiyayî bimînin, weke di Prensîpên Parîsê de li ser Zarokên Têkldarên Hêzên Çekdar an jî Grûpên Çekdar hatiye destnîşankirin.

Weke hûn dizanin, qanûna navneteweyî ya mirovî û qanûna mafên mirovan ya navneteweyî li ser hêzên hikûmetan û ên nedewletî qedexe dike ku zarokan werbigirin û bikarbînin weke leşkeran an jî bo çi rolên destekvedêr bin. Protokola Arzûyane li ser Mafên Zarokan ya ku Sûriyayê di 2013an de pesend kir, qedexe li grûpên çekdar ên nedewletî dike ku zarokên binî 18salî di pevçûnên rasterast de bi kar bînin. Leşkergirî an jî tevlîkirina leşkerî bo zarokên binî 15salî, rolên destekvedêr tê de, tawaneke şer e li gorî Peymana Romayê ya Dadgeha Tawankariyê ya Navneteweyî (ICC).

Human Rights Watch dê encamên lêkolîna me li ser lerşkerwergirtina zarokan li Bakurê Sûriyê biweşîne, û daxwaza bersiva we li ser van xalan dike hetanî 4ê Temûzê, daku em bersiva we bixin weşana xwe de.

  1. Çi doz û îcraatên YPG/J aniha hene daku ji temenê kesên dixwazin tevlî refên wan bibin teqez bibe? Çi îcraat hene daku misoger bikin ku zarok bi tu rolên şerker ranabin?
  2. Siyaseta YPG/J çi ye sebaret bi leşkerwergirtina ji kampên kesên koçberkirî?
  3. Çi pîvan hene ji bo cezadana an jî darizandina serbazên YPG/J yên rê didin zarokên binî 15salî û jê biçûktir di bin fermana wan de xizmeta leşkerî bikin an jî 16salî û jê mestir bi rolên şerker rabin? Heta niha, çend serbazên YPG/J hatine cezakirin ji ber ku rê dane zarokan xizmeta xwe ya leşkerî derqanûnê bikin?
  4. Çi pîvan tên bicihkirin daku erêkirna dewûbavan misoger bikin ji bo wan zarokên dil heye rahênanê bikin an jî tevlî YPG/J bibin? Çi siyaseyt heye yaku diyar dike gelo leşkerwergirtî dikarin bi malbatên xwe re têkilî deynin? Siyaseteke cuda heye sebaret bi leşkerwergirtiyên bin 18salî?
  5. Gelo tu planên YPG/J hene daku têbîniyên xwe li ser Peyvlixwegirtinê vekişînin, ew ên ku niha rê didin zarokên bi ser 16salî bêne leşkerwergirtin, û gelo plan hene temenê herî biçûk ê leşkerwergirtinê rakin heya bigihîne standarda navneteweyî ya 18salî? Human Rights Watch dê bi kêfxweşî pêşketineke bi vî rengî binêre.

Spas bo we ji niha de li ser çi agahdarî hûn dikarin bidin.

 

Tev silavanên ji dil,

 

Priyanka Motaparthy

Revebera Birîkar

Beşê Barûdoxên Lezgîn

Human Rights Watch

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.