Skip to main content

Sûriye

Bûyerên 2023an

Konekî wêrankirî di encama êrîşeke mûşekî de ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve bo ser kampeke derbideran li derdora bajarê Idlibê.

© 2023 Anas Alkharboutli/picture-alliance/dpa/AP Images

Di 2023an de, Sûrî ji ber qeyrana berdewam, rewşa aborî ya xirab û bêewlehiya giştî rastî binpêkirin û zehmetiyên tund hatin. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji destpêka şer ve, ev cara yekem e, Sûrî li her navçeyeke welat rastî "guvaşeke mirovahî" hatine. Tevî ku rewş hêj ne ewle ye, herdu welatên ku penaberan dihewînin, Tirkiye û Libnan, bi hezaran Sûrî bi awayekî neyasayî vegerandin Sûriyê.

Erdhejên wêranker ên meha Sibatê, şertûmercên giran xirabtir kirin, bi taybetî li deverên di bin destê opozîsyzonê de li bakurê rojava yên ku gelek ziyan dîtin, ku bi mîlyonan kes bo heyama bêhtir ji hefteyekê ji gihîştina hêzên lêgerînê û rizgarkirinê yên sereke û hevkariyên jiyanparêz, bêpar mabûn. Tevî bangewaziyên ji bo agirbesteke niştimanî, şer berdewam kir, û di encamê de sivîl hatin kuştin û derbider bûn. Dewletên Ereb bêyî ku daxwaza lêpirsînê û reforman bikin, Sûriyê vegerandin nav Komkara Erebî.

Di nûçeyek erênî derbarê lêpirsînê de, Kanada û Hollanda dozeke hevbeş li Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî li dijî Sûriyê li ser îşkenceya berbelav û sîstematîk vekirin. Hewldanên takekesî yên lêpirsînê bi sizadana tawanên cengê li dadgehên Ewropî berdewam bûn, û di Hezîranê de, NYê mekanîzmayeke nû ava kir ji bo çareserkirina çarenivîsa zêdetirî 100,000 kesên winda li Sûriyê.

Herêmên di Destê Hikûmetê de (Navend, Rojava û Başûrê Sûriyê)

Hêzên ewlekarî yên Sûrî û milîsên girêdayî hikûmetê bi awayekî neyasayî girtin, wendakirin û muameleya xerab derheqê xelkê de li seranserî welat berdewam kirin. Herweha desthilatdaran li ser desteserkirina mal û milkan bi awayekî neyasayî û sînordarkirina gihiştina Sûriyên ku vedigerin bo zêda xwe berdewam kirin.

Tevî ku di Adara 2022an de yasaya sûcdarkirina îşkenceyê hat pejirandin, lê îşkence û muameleya xerab li saziyên hikûmetê berdewam kir û rewşên mirinê di girtîgehan de hatine belgekirin, li gorî rapora Komîsyona Lêkolînê ya NY (COI) ya Tîrmeha 2023an. Di raporeke ku di Tebaxê de hate weşandin, komîsyonê di heman demê de girtin û binçavkirinên neyasayî belge kirin dema bicihkirina yasaya sûcên sîber/elektronî ku di Nîsana 2022-an de hat bicihkirin.

Di dawiya Tebaxê de, di destpêkê de ji ber xirabûna şertûmercên aborî, xwepêşandanên dijî hikûmetê li parêzgeha Swêdayê ya ku piraniya wê Durzî ne, û bi rêjeyeke sînordartir, li parêzgeha Deraa ya cîran a ku berê di bin kontrola opozîsyonê de, belav bûn. Ew xwepêşandanên herî mezin bûn ku ji sala 2011an ve li Sûriyê di bin kontrola hikûmetê de hatin lidarxistin, lê berevajî sala 2011an, hikûmetê, heta dema nivîsandinê vê raporê, xwe ji bikaranîna hêza kujer li dijî xwepêşanderan dûr girtibû.

Di destpêka Îlonê de, Serokê Sûrî Beşar El-Esed dadgehên meydanî yên leşkerî yên bi navûbanga xerab hilweşandin, ku tê texmînkirin bi hezaran kes, bêyî bicihkirina kiriyarên yasayî yên pêwîst, darve kirine, û hemû dozên girêdayî şandin dadgeha leşkerî. Parêzvanên mafên mirovan bo demeke dirêj daxwaza hilweşandina van dadgehan dikirin, lê tirs heye ku dibe ev biryar bibe sedema jinavbirina qeydên dadgehê û delîlên din ên têkildarî windakirinên bi zorê, ev yek jî dê bibe kelem li pêş hewildanên endamên malbatan ji bo naskirina çarenivîsa hezkiriyên xwe yên wenda.

Bakurê rojavayê Sûriyê

Li bakurê rojavayê Sûriyê ya di bin destê opozîsyonê de bêhtir ji 4.1 mîlyon sivîl dijîn, herî kêm nîvê wan ji destpêka şer ve bi kêmanî carekê derbider bûne. Sivîlên li van deveran bi awayekî bi bandor asê mane, derfetên wan tune ku bicih bibin, nikarin li Tirkiyê mafê penaberîyê bixwazin, û eger hewl bidin ku xwe bigihînin deverên di bin destê hikûmetê de, ji zilmê ditirsin.

Li Idlib û rojavayê Helebê, di sala 2023an de êrîşên bêserûber ên hêzên leşkerî yên Sûrî-Rûsî li ser sivîlan û binesaziya bingehîn a sivîl berdewam bûn.

Li gorî rapora meha Tebaxê ya Komîsyona Lêkolînê ya NY, Desteya Tehrîr el-Şam, koma çekdar a dijbera hikûmetê û serdest li Idlibê, li ser girtin û binçavkirina çalakvan, rojnamevan û sivîlên din ên ku nerînên xwe yên rexnegir tînin ziman, berdewam bû. Raporeke din a komîsyonê ku di Tîrmehê de hat weşandin bûyerên nû yên îşkence û muameleya xerab di girtîgehan de belge kirin.

Piştî raporên serbixwe yên pêbawer derbarê ku êrîşek leşkerî ya Amerîkî di 3ê Gulana 2023an de li Idlibê sivîlek kuşt, Human Rights Watch û 20 rêxistinên din bang li Amerîkayê kirin ku vekolîneke bihêz misoger bike, ligel pabendbûna bi zelaliyê, bicihkirina guhertinan û misogerkirina lêpirsînê.

Herêmên Bakurê Sûriyê yên di bin Dagirkiriya Tirkiyê de

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li bakurê Sûriyê, komên cuda yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û Polîsên Leşkerî, hêzeke ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ve ji bo rêgirtina li binpêkirinên komên çekdar hatiye avakirin, binpêkirin derheqê dehan kes de kirin û ji lêpirsînê jî filitîn. Di nav binpêkirinan de girtin û binçavkirina neyasayî, windakirinên bi darê zorê, îşkence û muameleya xerab, tundiya zayendî/cinsî û darizandinên leşkerî yên neadil hebûn. Di sala 2023an de, Amerîkayê Tirkiye vegerand nav lîsteya welatên tawanbar bi çekdarkirina zarokan, weke bersivekê ji bo piştgiriya wê ji komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê re ku bi leşkerkirina zarokan tên sûcdarkirin.

Komên Artêşa Niştîmanî berdewam bûn li ser binpêkirina mafên mal, zevî û milkê sivîlan, di nav de desteserkirina bi darê zorê ya mal, zevî û kargehan. Û bi sedhezaran Sûriyên ku ji malên xwe reviyan di dema operasyonên leşkerî yên li dû hev ên Tirkiyê û piştî wê li herêmê, bêwar û ji her tiştî bêpar mane.

Bakurê rojhilatê Sûriyê

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), komeke çekdar a bi serkêşiya Kurdan e ku Amerîka piştgiriya wê dike û piraniya bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dike, li ser binçavkirina neyasayî ya sivîlan, di nav de rojnamevan jî berdewam bû, li gorî raporeke Komîsyona Lêkolînê ya Tebaxa 2023an, ku herwiha mirinên di zindanê navendî yên Hesekê û Reqayê de belge kirine.

Rapora 2023an a Neteweyên Yekbûyî ya li ser zarok û şerê çekdarî destnîşan kir ku leşkerkirina zarokan li Sûriyê zêde bûye, ku haletên li herêmên di bin kontrola QSDê de zêdetirî nîvê wan rewşên belgekirî ne.

Heta naverasta Mijdarê, QSDê û hêzên Asayîşê bi awayekî neyasayî binçavkirina herî kêm 60,000 bergumanên Dewleta Islamî (DAIŞ) û endamên malbatê wan ji Sûriyê û nêzîkî 60 welatên din berdewam kirin. Şertûmercên binçavkirinê ji bo jiyanê metirsîdar, rezîl û nemirovane man. Piraniya kesên hatine binçavkirin zarok in. Bi kêmanî 39 welatan nêzîkê 9,000 hemwelatiyên xwe vegerandin an rê xweş kirin bo vegera wan, di nav wan de herî kêm 4,000 tenê di sala 2023 de. Vegera herî mezin bo Iraqa cîran bû.

Di tevahiya salê de, êrîşên firokeyên bê firokevan ên hêzên Tirk û pevçûnên di navbera komên çekdar ên xwecihî yên bi piştgirîya Tirkiyê û QSDê de bûn sedema mirin û birîndarbûna sivîlan.

Nakokiya avê di navbera Tirkiyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku baskê sivîl ê QSDê ye, berdewam dike ku mafê avê yê nêzî 1 milyon kesî li bajarê Hesekê û derdora wê dixe metirsiyê.

Pevçûnên navbera QSD û Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê ya bi serkêşiya Ereban di dawiya Tebaxê de destpê kir û bandoreke giran li sivîlan kir, ku Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) kuştina herî kêm 23 sivîlan û bi dehan girtin ji aliyê QSDê ve bi hinceta tevlîbûna wan di şer de ye, belge kir.

Qeyrana Aborî û Astengiyên li pêş Alîkariya Mirovî

Di nîvê sala 2023an de, zêdetirî 90 ji sedî ji Sûriyan di bin hêla hejariyê de dijiyan, herî kêm 12 milyon - ji nîvê nifûsê zêdetir - nikarîbûn bigihêjin an jî bi têra xwe xwarinên baş peyda bikin, û pêwîstiya herî kêm 15 milyon bi hin formên alîkariyên mirovî hebû da ku bijîn. Zêdetirî 600,000 zarok bi kêmxwariniya dijwar ketine. Zêdetirî 12 salên şer binesaziya sivîl û xizmetguzariyên Sûriyê têk birine, û bandoreke giran li gihîştina penageh, lênihêrîna tenduristî, elektrîk, perwerde, veguhestina giştî, av, û paqijiyê kiriye. Li gorî Komîsyona Lêkolînê ya NY, jin û zarokên bi nexweşiyên dijwar û yên kêmendam, di nav de kesên ku birînên wan ji sala 2019an ve nehatine dermankirin, bi taybetî zirarê dibînin ji ber nebûna gihandina lênihêrîna tenduristî ya têr li kampên binçavkirinê li bakurê rojhilatê Sûriyê. Xelk li seranserî welêt ji ber kêmbûna giran a sotemeniyê û bilindbûna bihayê xwarinê rastî zehmetiyan hatin. Li gorî Ofîsa Komîseriya Karûbarên Mirovî (OCHA), gelek malên jin, kesên pîr, kesên kêmendam, û zarok bi awayekî zêde ji encamên aloziya li Sûriyê zirarê dibînin.

Hikûmeta Sûrî berdewam kir li ser sînordarkirinên tund li ser gihandina alîkariyên mirovî li deverên bin destê hikûmetê li Sûriyê û deverên din li welat û veguhestina alîkariyan bo sizakirina kesên ku nerazîbûna xwe diyar dikin. Kêmbûna tedbîrên pêwîst ji bo garantîkirina kiriyarên kirînê ji aliyê ajansên Neteweyên Yekbûyî ve yên ku alîkariyan li Sûriyê pêşkêş dikin, bûye sedema metirsiyeke rasteqîne ya fînansekirina saziyên xerab.

Di Tîrmehê de, Encumena Ewlekariyê ya NY nikarî mekanîzmaya alîkariyên dersînor ji bo Sûriyê nû bike dema ku Rûsyayê biryarnameyek li ser berdewamiya wê veto kir, û rêyeke nehsalî girt ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo deverên ne derveyî kontrola hikûmetê li bakurê rojavayê Sûriyê bêyî razîbûna hikûmeta Sûriyê. Di dawiya Îlonê de, piştî danûstandinên ku ajansên Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Sûrî, û Desteya Tehrîr El-Şam, grûpa çekdar a serdest li Idlibê di wan beşdar bûn, rêkeftinek hat kirin. Vê rêkeftinê hişt ku gihandina alîkariyan bi rêya deriyê sînorî yê Bab El-Hawa ji bo şeş mehan destpê bike û bikaranîna deriyên sînorî yên Bab El-Selam û El-Raî sê mehên din dirêj kir. Hikûmeta Sûriyê destûr da ajansên Neteweyên Yekbûyî ku van her du deriyên sînorî bikar bînin hefteyekê piştî zincîreyeke erdhejên wêranker li bakurê Sûriyê qewimîn, ku bû sedema astengiyên giran di sîstema gihandina alîkariyan bi serpereştiya Netewên Yekbûyî di rêya Bab El-Hewa re. Vê têkçûnê gihiştina alîkariyan bo mîlyonan li deverên di bin destê opozîsyonê de asteng kir, dema ku bi rastî herî zêde pêwîstiya wan bi alîkariya girîng a parastina jiyanê hebû.

Tevî ku cudakariya hikûmeta Sûrî ji alîkarîyên mirovî re dibe astenga herî mezin li pêş gihandina alîkarîyan bi awayekî adil bo gelek deverên Sûriyê, sizayên aloz û berfireh ji aliyê Amerîka, Brîtanya, Yekîtiya Ewropayê û yên din ve li ser hikûmeta Sûrî, karbidestan, û dezgehên pêwendîdar, herweha carinan rêgiriya prensîb û bêalî ya alîkariyên mirovahî ji civakên hewcedar re û nûavakirina binesaziyên serekî, wek lênihêrîna tenduristî û dezgehên paqijkirinê, asteng kirine.

Penaber û Derbiderên Navxweyî

Hêj derbiderî dimîne yek ji encamên herî dijwar û dirêj ên şer. Ji destpêka şerê çekdarî di sala 2011 de, li gorî Ofîsa Komîseriya Karûbarên Mirovahî, 12,3 mîlyon kes neçar bûne ku ji welatê xwe birevin, ku 6,7 mîlyon niha li seranserî welêt derbider bûne. Li bakurê rojhilatê Sûriyê, bi sed hezaran derbiderên navxweyî di kampên kêmderfet û stargehên demkî de dijîn, ku hin ji wan alîkariyên domdar û têr wernagirin.

Li hemberî hestên dijî penaberan, Tirkiye ku nêzî 3,3 milyon penaber dihewîne, di sala 2023an de bi hezaran Sûrî vegerandin bakurê Sûriyê. Zêrevanên sînorî yên Tirkiyê bi awayekî bêserûber gule li sivîlên Sûriyê yên li ser sînorê ligel Sûriyê reşandin û herwiha îşkence û hêzeke zêde li dijî penaxwaz û koçberên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, bikar anîne.

Di navbera Nîsan û Gulanê de, Artêşa Libnanî bi kurtî bi hezaran Sûrî, di nav de zarokên bêkes, vegerandin Sûriyê. Libnan mazûvaniya zêdetirî 1.5 milyon penaberên Sûrî yên ku ji sala 2011an vir ve reviyane dike, wek welatê ku herî zêde hejmara penaberan dihewîne li gor nifûsa xwe li cîhanê.

Hewldanên Navdewletî bo Lêpirsîn û Dadmeniyê

Di Nîsanê de, hin dadwerên Fransayê fermana dadgehkirina sê karbidestên ewlekarî yên Sûrî yên payebilind bi tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê dan. Di meha Gulanê de, Dadgeha Pêdaçûnê ya Fransî destnîşan kir ku şertên pêwîst ji bo sîstema dadwerî ya Fransî hatin bicihanîn ku dozên ku hemwelatiyên Sûrî yên ku bi tawanên giran li Sûriyê hatine tawanbar kirin, bigire. Di sala 2023an de, hin welatên din, di nav de Almanya, Holenda û Swêd, dozên bi vî rengî li gorî yasaya dadrêsiya xwe ya gerdûnî şopandin.

Di meha Hezîranê de, Kanada û Holanda bi hev re li Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî doz li dijî Sûriyê dabûn destpêkirin bi tawana binpêkirina Peymana li dijî Îşkenceyê. Dadgehê di Cotmehê de rûniştin li ser daxwaza wan ji bo pêngavên demkî pêk anî, û di 16 Mijdarê de, wê fermana xwe derxist, tê de ferman da hikûmeta Sûrî ku hemû pêngavên di destê xwe de bigire ji bo pêşîgirtina li kiryarên îşkencekirinê û binpêkirinên din.

Mekanîzmaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe (IIIM), ku saziyek lêkolînê ye ji hêla Encumena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di Kanûna 2016an de hatiye damezrandin, berdewam kir ku delîlan berhev bike û biparêze ji bo darizandinên sûcên pêşerojê.

Tîma Vekolîn û Diyarkirina Nasnameyan ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî li Lahayê lêkolîna li ser berpirsiyariya bikaranîna çekên kîmawî di şerê Sûriyê de berdewam kir. Tîmê piştrast kir ku hêzên hikûmeta Sûriyê gelek caran çekên kîmyayî bikar anîne.

Mafên Jin û Keçan

Rapora Encumena Lêkolînê ya NY ya Hezîranê bal kişand ser bandora giran a pevçûnên demdirêj li ser jin û keçan, di nav de zehmetiyên li pêş malbatên ku jin birêve dibin, astengkirina gihandina lênihêrîna tenduristiyê, zêdebûna zewacên bi darê zorê, zehmetiyên di ewlekirina xanî û mafên milkiyetê de, û tundiye li ser bingeha zayendî/cinsî ya berfireh.

Li navçeyên di bin destê hikûmetê de, jin li gorî Yasaya Rewşa Kesane (Ehwal Şexsiye) di hevjînî, hevberdan, sitandina zarokan û mîratê de rastî cudakariyên domdar tên. Ev yasa piştgiriya aborî red dikin ji bo jinên ku bêyî "behaneyeke rast" bi mêrên xwe re najîn an bêyî destûra mêrê xwe kar dikin, tevî guhertinên sala 2019an. Tevî ku di sala 2020an de xala 548an a yasaya sizayan hat pûçkirin, sizayên ku di dema kiryarên zayendî yên "neyasayî" de xizm zirarê bighênin jinê kêm dike jî, bi bendên din hîn jî sizayê ji bo tundiya li ser jinan kêm dibin. Wekî din, yasa cezayê jinan ji ber zînayê bi neheqî siza dike, û sizayek ji mêran girantir dide wan.

Mafên Kêmendaman

Zarok û mezin ên kêmendam li Sûriyê rastî zehmetiyên taybet tên ji bo gihîştina xizmetên bingehîn û bidestxistina mafên xwe. Li gorî Nirxandina Pêdiviyên Mirovahî, malbatên ku endamên wan ên kêmendam li gorî malên din ji sedî 50 zêdetir ji lêçûnên lênihêrîna tenduristî û bijîşkî xerc kirine. Ji Kanûna 2022an pê ve, zarokên kêmendam "bi taybetî eger heye ku ji perwerdehiya xwe bêpar bimînin" û ji sedî 60 ê zarokên di temenê dibistanê yên xwedî problemên hişmendî yan laş qet neçûne dibistanê an formek din a perwerdehiyê.

Meyla Zayendî û Nasnameya Zayendî

Aktorên dewleta Sûriyê û yên ne-dewletî di dema şerê Sûriyê de mêr, kur, jinên transgender/regezguher û kesên nebinary rastî tundiya zayendî kirin, ku di encamê de encamên giran ên tenduristiya laşî û derûnî derketin. Li gorî xala 520an a yasaya sizayê, "têkiliya zayendî ya nexwezayî" heta 3 salan bi girtîgehê tê sizadan.

Aktorên Sereke yên Navdewletî

Pêvajoya aştiyê ya bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî, di nav de komîteya destûrî, di sala 2023an de tu pêşkeftinek berçav negirt. Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Îran piştgiriya leşkerî û darayî ji aliyên şerker re berdewam kirin.

Îsraîl êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne, di nav de li ser armancên leşkerî yên hevalbendên hikûmeta Sûriyê Îran û Hizbullah, partiya siyasî ya Şîe ya Libnanî û grûpa çekdar. Êrîşên bi vî rengî her du firokexaneyên Heleb û Şamê di sala 2023an de kirin armanc, ku carinan neçarî girtina wan a demkî bû.

Kesên ku bi awayekî pêbawer di tawanên hovane de hene, dezgehên di nav hikûmeta Sûrî de yan jî girêdayî wan, û DAIŞ berdewam in di bin sizayên Amerîka, Yekîtîya Ewrupa û Brîtanyayê de.