Bakurê Rojhilatê Sûriyê: Êrîşên Tirkiyê Av û Elektrîkê Qut Dikin

(Beyrût, 26ê Cotmehê, 2023): Rêxistina Human Rights Watch îro ragihand ku êrîşên firokeyên bê firokevan ên Hêzên Çekdar ên Tirk li ser herêmên di bin kontrola Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê di navbera 5 û 10ê Cotmeha 2023an de jêrxana bingehîn wêran kirin û bûn sedema qutbûna av û elektrîkê li ser milyonên kesan.