Di 2018an de, hikûmeta Sûrî, bi piştgiriya Rûsya û Îranê, deverin li Goteya Rojhilatî li gundewara Şamê û parêzgeha Dar´ayê vegirtin. Hêzên hukmetê hevgirêkiyek ji çend taktîkên derqanûnî bi kar anîn, tê de çekên qedexe, êrîşên ezmanî yên keyfî û bêcudakirin, û astengkariyên li ser alîkariyên mirovî, daku zorê bike li hêzên dijî-hikûmetê li van deveran xwe radest bikin, di encamê de koçberkirina bi komelî çêbû. Grûpên çekdar ên dijhukmetê bi awakî keyfî êrîş berdan deverên li rexên bin destê hukmetê de û riya revê ji pevçûnan li sivîlan asteng kir.

Di dema nivîsînê de, agirbesteke lawaz xwe li Idlibê digirt navbera hevpeymana leşkerî ya Sûrî-Rûsî û grûpên çekdar yên dijî hukmetê. Grûpên dijî-hikûmetê li Idlibê kesên ku hewl didan bi hukmetê re li hev bên girtin, û çalakvanên medyayê jî binçavkirin, û rê li ber alîkariyên mirovî teng kirin. Piştî ku çend êrîşên kîmawî hatibûn ragihandin di nîvê pêşî yê salê de, bo cara yekem, destûr ji Rêxstina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) re hat dayîn daku li berpirsiyara êrîşên li Sûriyê bikole.

Di deverên ji destê Dewleta Îslamî (weke DAÎŞê jî tê nasîn) vegirtî de, asteya bilind a qurbaniyan nava sivîlan û ziyana li binesaziyan zelaltir bûye. Mayînên ji aliyê DAÎŞê ve beriya derketinê hatibûn çandin berdewam kir li ser kuştin û gihandina ziyanên domdar bi sivîlan ve. Pêşketineke kêm hat çêkirin di warê dabînkirina jêderên pêwîst bo biserxwevehatinê, û/an jî qerebûkirina sivîlên qurbaniyên êrîşan. Binpêkirinên DAÎŞê û grûpên bi Qaîdê ve giredayî berdewam kir li Sûriyê, ji îdamên lezgîn û revandinan, heta bi asteng kirina radestkirina alîkariyan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), grûpeke çavdêr navenda wê li Qraliyeta Yekbûyî ye, hejmara kuştiyan ji destpêka şer heta Adara 2018a  bi 511,000 texmîn kir. Ev çend sal ji şerên bêrawestan bûn sedema koçberkirina 6.6 milyom mirov nav welêt û 5.6 milyon li derdora cihanê, li gorî Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR).

Di dawiya salê de, pêvajoya siyasî bi rêveberiya Genevayê ma wek xwe bê pêşveçûn, Nûnerek Taybet nû ye Neteweyên Yekbûyî hat destnîşankirin.

Hingî pevçûnên çalak piçekî kêm bûbûn, Rûsya û Sûriyê bang hildan bo vegera penaberan û Sûriyê qanûn pêşkêş kirin ji bo hêsankirina dîsaavakirinê. Tevî vê jî, hêzên hukmetê berdewam kir li ser binpêkirina mafên mirovan û qanûna mirovî ya navnetewî, li ser binçavkirina keyfî û zordestî bi xelkê re, û ferzkirina astengkariyên westîner li ser azadiya tevgerê.

Êrîşên Sûrî-Rûsî yên keyfî û bêcudakirin:

Êrîşên keyfî û bêcudakirin li ser sivîlan û armancên sivîl ji aliya hevpeymana leşkerî ya Sûrî-Rûsî di 2018an de berdewam kir. Di Reşemehê de, hêzên hukmetê dest bi êrîşeka leşkerî kirin ji bo vegirtina Goteya Rojhilatî, ew jî taxeke bajariye li dorberê Şamê. Kuştina bêhtirî 1,600 sivîlan hat ragihandin di navbera 18ê Reşemehê û 21ê Adarê de. Hevpeymana leşkerî ya Sûrî-Rûsî bi kêmanî 25 xalên bijîşkî, 11 dibistan, û gelek malên sivîlan bombebarandin.

Bi eynî awayî, di 16ê Pûşberê de, hevpeyman serkirdetiya êrîşeke li Der´a û Quneyterayê kir, li başûr-rojavayê Sûriyê, koçberiyeke pir mezin da destpêkirin berve Urdinê û Bilindahiyên Golanê yên ji aliyê Israîlê ve dagirkirî.

Bikaranîna Çekên Derqanûnî, di nav de Çekên Kîmawî

Beşdarên şer bikaranîna çekên derqanûnî domandin. Hevpeymana leşkerî ya Sûrî-Rûsî cebilxanên gûşîdar û çekên kîmawî yên li ser asta navneteweyî qedexe ne bikar anîn ji bo vegirtina deveran. Human Rights Watchê lêkolîn li ser 36 êrîşên bi cebilxanên gûşîdar kir, di navbera Tîrmeha 2017an û Pûşbera 2018an de, tevî 24 êrîşên din ên gengaz bi cebilxanên gûşîdar. Delîl nîşan didin ku hevpeymanê çekên sotîner li Goteyê û Der´ayê bi kar anîn.

Di navbera 2013 û 2018an de, Human Rights Watchê û heft rêxisitên din ên serbixwe yên navneteweyî lêkolîn kirin li ser nêzîka 85 êrîşên bi çekên kîmawî, û pesend kirin-bi piranî ew ji aliyê hêzên hukmeta Sûrî ve hatibûn kirin. Hejmara rast ya êrîşên kîmawî dibe ku zêdetir be.

Piştî êrîşa kîmawî li ser Dûma li Goteya Rojhilatî, kedên navneteweyî yên nû hatin dayîn ji bo sekinandina bikaranîna çekên kîmawî. Rûsyayê mafê xwe ya vetoyê li Encûmena Ewlekariyê bi kar anî di Reşemeh û Adarê de, û rê neda afirandina mekanîzmeke peygerînê bi rêveberiya NY. Lêbelê, di Pûşberê de, dewletên endam ên Peymana Çekên Kîmawî destûreke mayinde da Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) bo peygerînê û nîşankirina berpirsiyariya êrîşên kîmawî.

Binpêkirinên Grûpên Çekdar ên Nedewletî

Di navbera Reşemeh û Nîsanê de, grûpên dijî-hikûmetê yên li Goteyê- Ceyş el-Îslam, Ahrara el-Şam, û Feyleq el-Rehman jî tê de- bi sedan sivîlan kuştin û ziyaneke domdar da wan bi êrîşên keyfî li Şamê. Li gorî Komîsyona Lêpirsînê ya NY, grûpên çekdar bi awakî keyfî û bêcudakirin sivîlan li Dûmayê girtin û îşkence kirin, endamên kêmayîyên ayînî jî di nav de bûn.

Hey'et Tehrîr el-Şam (HTŞ), ya bi Qaîdê ve giredayî li Idlibê, dijberên xwe yên siyasî û rojnameger kirin armanc ji binçavgirtina keyfî û revandinênre. Şerê nav xwe, suîkestên dubarekirî û otomobîlên bombebarkirî bûn sedema kuştinê di nav sivîlan de. Grûpê berdewam kir li ser asteng kirina gihandin û belavkirina alîkariyên mirovî li deverên di bin kontrola wê de.

Di 25ê Tîrmehê de, êrîşên hevçerx bi rêveberiya DAÎŞê li Parêzgeha Swêdayê, bi kêmanî 200 kes kuştin û 27 hatin revandin. DAÎŞê bi awakî derqanûnî revandiyek di Tebaxê de kuşt. Di Çiriya paşîn de, hemî revandiyên mayî hatin rizgarkirin li gorî ajansa nûçeyan ya dewletê. Di heman demê de, çarenûsa bi hezaran kesên ji aliyê DAÎŞê ve li rojhilata Sûriyê hatibûn revandin beriya ku dever ji ber dest bide hîn nexuyaye, bi wan kedên kêm ji aliya Hêzên Sûriya Demokratîk û kualîsyona bi serkirdetiya DYA tên dayîn bo diyarkirina cihên wan.

Raste Hêzên Sûriya Demokratîk (SDF) û kualîsyona bi serkirdetiya DYA di Çiriya pêşîn a 2017an de DAÎŞ ji Reqayê derxistin, le belê mayînên bidestçêkirî û alavên peqînbar ên ji aliyê DAÎŞê ve beriya derketinê hatibûn çandin berdewam kir li ser kuştina sivîlan û gihandina ziyanên domdar bi wan ve. Di navbera Çiriya pêşîn a 2017an û Nîsana 2018an de, bêhtirî 1,000 kes bi mayînan hatin kuştin an jî birîndarkirin, li gorî karmendên tendirustiyê yên herêmî.

Êrîşa Tirkî li ser Efrînê

Di 20ê Kanûna duyem de, Tirkiyê êrîşeke leşkerî li ser herêma Efrînê li bakur-rojavayê Sûriyê da destpêkir, ya ku berê di bin kontrola Rêveberiya Xweser ya bi piranî kurdî ye. Di Adarê de, hat ragihandin ku bi encama êrîşa tirkî bi dehan kesên sivîl hatin kuştin, û bi dehên hezaran koçberbûne li gorî Neteweyên Yekbûyî. Medyaya Tirkî ragihand ku YPG êrîşên bêcudakirn berdan bajarên Tirkî li ser sînor û bi kêmanî heft sivîl kuştin.

Grûpên çekdar ên nedewletî yên bi Tirkiyê ve giredayî, û berê bi navê Artêşa Sûrî ya Azad di hatin naskirin, dest danîn li ser darûmilkên xelkên kurd ên sivîl û talan û wêran kirin, û wekî din çalakvanên herêmî 86 bûyer ragihandin, ên ku xuya dibin wek binçavkirinên derqanûnî, îşkence, û nependîkirin ji aliyê wan grûpan.

Binpêkirin ji Aliyê Hêzên bi Piştgiriya DYA û Kualîsyona bi Serkirdetiya DYA

Di dema ku kualîsyona bi serkirdetiya DYA peygerînên li ser qurbaniyên sivîl ên lêdanên xwe yên ezmanî ji nû ve vekirin û li ser kuştina ne ji qesta a sivîlan li xwe mikur hat, kualîsyon ne ev peygerîn zelal kirin ne jî qurbaniyan qerebû kirin. Tevî ku derxistina terman ji goristanên bi komel li bajarê Reqayê dest pê kir, piştgiriyeke kêm hat dayîn ji bo pêşxistina protokolan ji bo parastina terman an jî bi awakî tawanzanane bêne nasandin.

DYA alîkariya HSD li bakurê Sûriyê kir ji bo heczkirina bi sedan biyaniyên gumana DAÎŞê li ser hebû, û dest bi vegerandina şervanên berguman ji welatên wan re kir, bêyî zelalî, tiştê ku hişt nîgeranên mafên mirovan werin holê.

Meclîsa Sûriya Demokratîk, ew jî desthilateke sivîl di deverên ji destê DAÎŞê vezivirandî de kar dike, û Rêveberiya Xweser a bi piranî kurd kampên koçberkeriyê bi rêve dibê li bakur-rojhilatê, wan dest danî li ser belgehên nasandinê yên kesên koçberkirî û bi awakî keyfî nehiştin ew ji kampê derkevin û bi serbestî biçin û bên. Bi pêgaveke erênî, di Îlonê de, Hêzên Sûriya Demokratîk peyv li xwe girt ku leşkergiriya zarokan rawestîne.

Ji Kanûna Duyem û vir ve, Rêveberiya Xweser û Asayîşê, polîsên herêmî, bi kêmanî 20 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ew jî kualîsyoneke partiyên kurdî yên rikaber, binçavkirin kirin, û di hin haletan de bi darê zorê ew nependî kirin.

Binçavkirina Keyfî û Nependîkirina Zorane

Heta 30ê Tebaxê, bêhtirî 90,000 kes bi darê zorê li Sûriyê hatin nependîkirin, bara bêhtir bi destê hikûmeta Sûrî, li gorî Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan (SNHR), ew jî rêxistineke çavdêriyê ya xwecihî. Navenda Bibelgehkirina Binpêkirinan (VDC), ew jî grûpeke çavdêriyê ya xwecihî ye, navên 60,000 kes ber hev kirin, ew kesên ku ji 2011an û vir ve ji aliyê hukmetê ve hatin girtin û hîn çarenûsa wan nayê zanîn.

Di Tîrmehê de, hukmeta sûrî tomargehên sivîl nûjen kirin daku bi sedan mirinname bihewîne ji kesên berê ji aliyê hikûkmetê ve hatibûn binçavkirin an jî nependîkirin. Nûjenkirinan tu hûrgiliyên taybet ji bilî demê nedan, û car caran, sedema mirinê, û hukmet nikarîbû bermayî ji malbatan re peyda bikirana. Di heman demê de, hikûmet berdewam kir li ser binçavkirina sivîlan û muameleyeke xirab bi wan re dike di herêmên di bin kontrola xwe de.

Rûsya, Îran û Tirkiyê weke garantîkerên axaftinên Astanayê peyv li xwe girtin ku binçavkirina keyfî û nependîkirin çarser bikin. Di Çileya pêşîn a 2017an de, garantîkeran grûpeke kar li ser binçavkirinan û revandinan di şerê sûrî de damezrand. Lêbelê pêşxistineke kêm hatiye kirin.

Di Adarê de, Komîsyona Lêpirsînê ya NY li Sûriyê raporeke der anî li ser tundiya cinsî û ya li ser bingeha genderî ji Adara 2011an hetanî bi Çileya pêşîn a 2017an û dît ku sivirandin (tecawiz) û tundiya cinsî ku ji aliyê hêzên hukmetê û milîşyayên ser bi wan ve hatibûn kirin gihîştine asta tawanên şer û tawan li dijî mirovahiyê.

Qeyrana Koçberkirinê

Ji Kanûna duyem ta Nîsana 2018 bêhtirî 920,000 kes taze hatibûn koçberkirin li hundirê Sûriyê, li gorî NY. Dewletên cîranan- Tirkiye, Urdin, û Libnan tê de- berdewam kir li ser rênedana Sûriyan ku dawa penaberiyê li ser sînorên wan bikin, tevî hebûna rîska tundiyê ya ciddî. Heta Îlona 2018an, 5.6 milyon Sûrî ji xwe re penageheke li derveyî welêt dîtibûn, bêhtirî wan li dewletên cîranan.

Bêhtirî milyonek penaberên Sûrî li ba KBNYP (UNHCR) li Libnanê tomarkirî ne. Siyayseta mafê danişînê ya Libnanê wergirtina statûyeke qanûnî li Sûriyan zehmet dike. Ji sedî heftê û çar ji sûriyên li Libnan bêyî daniştineke qanûnî ne û di bin xetera binçavkirinêde ne ji ber ku bi awakî derqanûnî li welêt in. Di 2017an de, desthilatên Libnanî bangên vegerê ji Sûriyan re zêdetir kirin, tevî berdewamkirina şer û metirsînên qewîm ên çewisandinê. Hejmareke biçûk a penaberan vegeriyane Sûriyê li gorî levkirinên navxweyî, lêbelê ew ne di bin çavdêriya KBNYP (UNHCR) ne. Hin penaberan got ku ew vedigerin ji ber siyasetên hişk û ber bi xirabûna rewşê li Libnanê, nek ji ber ku ew hizir dikin ku Sûriye ewle ye. Belediyan li Libnanê bi darê zorê bi hezaran penaber derxistin bi şêweya qewitandineke bi komel bêyî bingeheke qanûnî. Bi dehê hezaran di bin metirsîna derxistinê de dimînin.

Heta bi Gulanê, Tirkiyê nêzîka 3.6 milyon penaberên Sûrî tomar kiribûn. Lêbelê ji Kanûna duyem û vir ve, deh parêzgeh-Hatay û Stenbol tê de- tomarkirina penaxwazên Sûrî hilawest. Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rê girt li ber bi hezaran û penaxwazên Sûrî yên ku taze gihîştibûn sînorên Sûriyê û Tirkiyê, û bêyî tu dadgehkirinê ew dersînor kirin bo Idlibê parêzgeha Sûrî ya ku ji ber şer xapûrkirî. Tirkiyê daxuyandibû ku dê sînorên xwe ji penaxwazên ji ber êrîşan li Idlibê direviyan veneke. Û li şûnê, desthilatên Tirkiyê çend kampên koçberan li deverên di bin kontrola wê de li Sûriyê vekirin.

Hetanî Pûşbera 2018an, Urdinê dorî 666,294 penaberên Sûrî tomar kiribû. Urdinê bi yekcarî nexwast sînor vekira-ew ji Pûşbera 2016an dadayî ne- ji penaxwazên ji ber êrîşan li başûr-rojavayê reviyane. Lêbelê, Urdinê alîkarî da ji bo derxistina tîma bertekdayîna mirovî ya lezgîn ya ser bi rikaberiyê ve, ya jî Almaniyayê, Qraliyeta Yekbûyî û Kanadayê, nav hinekan din, li veniştecîbûna wan erê kir. Di 2018an de, Urdinê dest bi rêkûpêkkirina mayîna penaberan kir bêyî destûrên daniştinê.

Rûsyê qebûl nekir mafê penaberiyê bida hevwelatiyek Sûrî, û îdîa kir ku doza wî bêbingehe “rûdanên berdewam li deverên [Sûriyê] taybetmendiyê operasyonên dijterorê bi xwe hene, ne rûbirûbûna leşkerî ya klasîk.”

DYA Statûya Parastina Demkî ya ku dabû nêzîka 7,000 sûriyên li Dewletên Yakbûyî yên Amerîkayê dijîn nû kir, lê statû ji tu sûriyên nû re dirêj nekir. Û her wiha Dewletên Yekbûyî qedexekirina li ser sûriyan hişt. Bersiva Yekîtiya Ewropayê li ser qeyrana penaberên Sûrî hîn negihaye armancên xwe, bi çextkirina xwe li ser rênedana kesên ji Tirkiyê digihin, û komkirina ew ên digihin, li giravên Yûnanî di kampin zêdeqerbalix û netendirust de.

Dîsaavakirinî û Mafên Xwedîtiya Darûmilk

Hikûmeta Sûrî qanûna 10an a 2018an pesend kir, ya hêz didiyê daku deverên vepêşxistinê damezrîne ji bo projeyên veşiyandin û dîsaavakirinê. Qanûn hêz dide hikûmetê daku dest deyne li ser darûmilkên nişteciyan bêyî îcraatên li rê û bêyî qerebûya lêhatî. Di Çiriya Paşîn de, weke bersiv li ser zexta navneteweyî, Parlemana Sûrî qanûn guhert. Lêbelê, hîn nîgeranên berbiçav di qanûnê de hene ku bê serrastkirinê mane. Li Qabûn û Darayayê, hikûmetê rê li nişteciyên sivîl ên dixwest vegerin malên xwe teng kirin, û bi awakî derqanûnî malên taybet ên nişteciyan rûxandin, bêyî ku ne têbîniyeke bihêle, ne nişîngeheke alternatîve, ne jî qerebûyek.

Rûsyayê bang li Yekîtiya Ewropayê û welatên Rojavayê kir daku piştgirî bidin dîsaavakirinê li Sûriyê, niha ew texmîn dike ku dê bi kêmanî 250 bilyon dolarên Amerîkî be. Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser ya xwe mane ku sponseriya dîsaavakirinê di Sûriyaya di bin destê hikûmetê de nakin bi nebûna guhêziyeke siyasî bi gorî biryara 2254an a Encûmena Ewlekariyê ya NY. Lêbelê, çend welatên Ewropî, ji nav de Fransa û Swîsra daxwaziya piştgirîdana kedên veşiyandinê û îstîqrarê dikin li deverên ji aliyê hikûmetê ve vegirtî, yan jî nivîsgehên mirovî li Şamê vekirine.

Li deverên di bin kontrola grûpên dijî-hikûmetê û Hêzên Sûriya Demokratîk, praniya peredanerên Rojavayî li ser dana alîkariyên mirovî berdewam kir. Lêbelê Qraliyeta Yekbûyî û Holendayê piştgiriya xwe ji bo îstîqrarê û biserxwevehatinê li bakur-rojavayê Sûriyê kişandin. Dewletên Yakbûyî yên Amerîkayê jî sponseriya xwe ji bo biserxwevehatinê û îstîqrarê li deverên ji DAÎŞê girtî sekinand, û ji Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb û Siûdiyê xwest ku têkevin dewrê û piştgiriya desthilatên herêmî bikin, wan jî wilo kir.

Karîgerên Navneteweyî yên Sereke

Danûstendinên siyasî bi rêveberiya NY ma wek xwe bê pêşveçûn, û di heman demê de Rûsyayê hewldanên xwe ji bo rewakirina destkeftiyên leşkerî yên hikûmetê. Di Kanûna duyem de, Rûsyayê Kongreya Gelê Sûrî li Soşîyê li dar xist ji bo lihevkirina li ser destûreke nû. Tevî ku kongre negihîşte armanca ragihandî, wê sparte da Nûnerê Taybet ye Neteweyên Yekbûyî daku komîteke destûrî biafrîne. Hîn komîte nehatiye afirandin.

Rûsya, Tirkiye û Îranê civînên xwe yên sêbendî li ser Sûriyê domandin, sê civîn li ser asta lûtkeyî di 2018an çê kirin tev sê xelekên gotûbêjan di pêvajoya Astanayê de, bi awakî rêzandar li Astana, Kazaxistan ji sala 2017an ve. Rûsya dimîne şandera yekê a çekan ji hukmeta Sûriyê re.

Siyasetên DYA sebaret bi Sûriyê guherok bûn. Di Tebaxê de, DYA ragihand ku dê bi sed milyon dolaran vekişîne weke peredanê terxankirî bûn ji bo dîsaavakirina perçeyin ji Sûriyê berê di bin destê DAÎŞê bûn. Di Îlonê de, DYA ragihand ku wê heye hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê bidomîne, tevî ku berî wê îsal vekişîna xwe ragihandibû.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Qraliyeta Yekbûyî, û Frensayê lêdanin ezmanî di 14ê Nîsanê de pêk anîn weke bersiv li raporên êrîşên bi çekên kîmawî li Domayê. Li gorî raporan Îsraîlê jî çend lêdanên ezmanî li deverê di bin destê hikûmetêde pêk anîn.

Di Nîsanê de, wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê îltîzama xwe dubare kir ku dê “bê wets û rawest” li ser serbestberdana sivîlên binçavkirî û nependîkirî bixebitin, û bi NY re, hevserokatiya conferensa Brûksel 2 li ser Sûriyê kir. Dê di Adara 2019an de pêşwaziya sisiyan bike.

Di Pûşberê de, serdozgerê federal li Almanyayê li gor raportan nameya binçavkirinê derheqê berpirsekî leşkerî bilind yê Sûrî derxist bi tometên tawanên şer. Frensayê jî nameya xwe ya binçavkirinê di Çiriya paşîn de derxist.

Encûmena Ewlekariyê ya NY û Civata Giştî

Li ber dawiya 2017an, Encûmena Ewlekariyê ya NY peywirdariya radestkirina alîkariya li paş sînoran nû kir. Warê alîkariya mirovî di mesela sûrî de yeke ji kêm tiştan Encûmen li ser hemfikir bû. Di warê berpirsyariyê de, encûmen negiha tu encam ji ber bikaranîna vetowê ji aliya Rûsyê ve.

Di heman demê de, Mekaîzmeke Navneteweyî ya Bêalîperêzî û Serbixwe (IIIM), nivîsgeheke dozgerekî nîv-taybet ji aliya Civata Giştî ya NY di  a Çileya pêşîn ya 2016an de hat çêkirin, berdewam kir li ser komkirin û hêlana delîlan ji bo dadgehkirinên tawankariyê yên paşerojê. Li gorî raporan heyet dê du doz di 2018an de veke.