Kampa el-Holê bilez fireh bû bi lehiya bêtirî 63,000 jin û zarokên ji ber êrîşa li ser Dewleta Îslamî (Wek DAÎŞê jî tê nasîn) li Bagozê di nava Kanûna Biçûk 2018an û ya Mezin 2019an de koçber bûne. Devera li jêrê û rastê pîvekê xuya dike, niha bêhtirî 11,000 biyaniyên ne Îraqî vedihewîne. 18,Çiriya Paşîn 2018an. 15,Tîrmehê 2019an.
© 2019 Planet Labs
Li seranserî kampê zarok, li zarokên din miqate, tên dîtin. Bêtirî du seyekên biyaniyan li pîvekê binî 12salî ne, û piraniya zarokan binî 5a ne. Zarok pirî caran bîdonên avê ji sarîncên mezin ta konên xwe kaş dikin. Şêniyên kampê û karkerên alîkariyê ji Human Rights Watch re got ku herdu jêderên avê pîs in.
© 2019 Sam Tarling
Dayikek zaroka xwe hilgirtiye li pîveka el-Holê. Hin jin biducanîbûna bixeter di konê xwe de bêyî bijîşk û pîrik zarokên xwe tînin dunyayê. Karkerên alîkariyê got ku sedemek jê ew e pasvanên ewlehiyê carina daxwazên jinan bo çûna nexweşxaneyê dereng dixînin, an jî jin digihin nexweşxaneyê û têne derkirin çimkî tijî ye.
© 2019 Sam Tarling
Keçek di pîveka kampa el-Holê li bakurrojhilata Sûriyê sekiniye, bêtirî 11,000 jin û zarok ji dorî 50 dewletan weke malbatên bergumanên DAÎŞê heczkirî ne. Kualîsiyona bi serkirdetiya kurdan dixwaze dewletên eslî jin û zarokan vegerînin. Lê piraniya hukmetan beşek biçûk ji welatiyên xwe vezivirand.
© 2019 Sam Tarling
Jin û zarokên taze gihîştin pîveka el-Holê li pêşiya karkerekî alîkariyê ku konan radest dike sekinîn. Jinan got ku şev pê de li benda starekê man. Niha ba hemî şêniyên kampê kon hene. Lê pir ji wan dirî an jî ên zivistanê ne, germê digirin, û dihêlin ku jiyan li wan di havînê de nebe dema germî digihe 50 dereceyên Sîlsyosê.
© 2019 Sam Tarling
Rewş metirsîdar in li seranserî kampa el-Holê nemaze li pîvekê. Human Rights Watch dît tuwalêtên bi ser de rijiyayî, ava karîzan dikeve konên çiriyayî, Zarokên lawaz nava sergoyên dineqandin an jî dest û lingên xwe li erda konê dirêjkirî, bedenên wan tijî gemar û mêş in. Zarok bi zikçûna giran û vegirtina nexweşiyên wekî grîpê dimirin, li gorî grûpên alîkariyê.
© 2019 Sam Tarling
Zarok li pîveka el-Holê li dorê sekinîne ta destûr bigirin bo standina behreyan ji beşa sereke ya kampê. Jinan li pîvekê got carina ta dora wan an jî ya zarokên wan digihê, xwarin namîne û divê ew roja din vegerin.
© 2019 Letta Tayler/Human Rights Watch
Perjîneke bizincîr û pasvanê çekdar pîvekê ji beşên sereke ên el-Holê vediqetîne. Rêveberiya Xweser bi serkirdetiya kurdî a bakurrojhilata Sûriyê 62,000 Sûrî û Îraqiyên ji malbatên bergumanên DAÎŞ di beşên sereke de hecz dikin, ew jî bê gunehbarî. Divê şêniyên pîvekê li benda pasvanên çekdar bin daku wan bibin nexweşxanê, ta di rewşên lezgîn de.
© 2019 Sam Tarling