Di 8ê Kanûna 2024an de, hevpeymaniyeke ji komên çekdar ên opozîsyonê bi serokatiya Desteya Tehrîr el-Şam (HTS) hikûmeta Beşar Esed hilweşand, û bi vê yekê dawî li desthilatdariya Partiya Baas a 50 salî li Sûriyê anî. Di 29ê Adarê de, rayedaran hikûmeteke nû ya veguhêz bi serokatiya serokê berê yê HTS Ehmed Şera ragihand, ku ew dê heta pejirandina destûreke herdemî û lidarxistina hilbijartinên niştimanî, welêt ji bo pênc salan birêve bibe.
Di destpêka Adarê de, rayedarên veguhêz daxuyaniya destûrî pejirandin, armanca wê birêvebirina qonaxa veguhêz a welêt e, ku desthilatdariyê di destê desthilata cîbicîkar de kom dike û desthilateke berfireh a damezrinadinê di warê dadwerî û yasadanînê dide serok, bêyî ti kontrol an çavdêriyê. Daxuyaniyê ev desthilatên awarte weke pêwîst ji bo qonaxa veguhêz a Sûriyê nîşan dan.
Di qonaxa veguhêz de, kuştinên li ser bingeha nasnameyê, di nav de komkujiyên derheqê xelkên sivîl ên Elewî û Durzî di Adar û Tîrmeha 2025an de ji aliyê hikûmet û hêzên hevalbendê wê ve, derketin holê, û tirsa ji girbûna tundutûjiya zêde kirin. Pirsgirêkên giran ên aborî û mirovî û koçberiya girseyî ya berdewam guvaşek giran li ser Sûriyan çêkirin, dema ku welat dest bi nûavakirinê û nexşekirina pêşerojeke nû kir. Şerê bêhtir ji deh salan Sûriye bi berfirehî bi mayîn û bermahiyên teqemeniyên şer qirêj hiştiye, ku astengiyeke mezin li pêş vegera ewle û nûavakirinê çêkiriye.
Lêpirsîna Derbarê Tawanên Navdewletî yên Giran de
Di sala 2025an de, rayedarên veguhêz ên Sûriyê niyaza xwe ya pêşvebirina lêpirsîna derbarê tawanên giran de nîşan dan. Ji bilî behsa eşkere ya dadweriya veguhêz di daxuyaniya destûrî ya welêt de, fermanên serokatiyê yên ku di 17ê Gulanê de hatine derxistin du saziyên hikûmetê yên nû ava kirin: Komîsyona Dadweriya Veguhêz û Komîsyona Niştimanî ya Kesên Windayî. Erka Komîsyona Dadweriya Veguhêz tenê binpêkirinên ji hêla hikûmeta berê ve lixwe digre, û binpêkirinên ji hêla aliyên din ve naşopîne, ev yek jî gelek qurbaniyan bêçare dihêle. Heta Îlona 2025an, herdu komîsyonan tenê gavên sînordar avêtine da ku bi komên qurbaniyan û civaka sivîl re şêwirê bikin an çalakiyên xwe eşkere bikin û bicîh bînin.
Di Çileya 2025an de, dozgerê giştî yê Dadgeha Tawanan a Navdewletî (ICC) li ser vexwendina serokê Sûriyê Şera çû Şamê, û di Adarê de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esaad Şeybanî li Hague (Lahay) bi dozger re civiya, ev jî nîşan dide ku dadgeh vekirî ye ku rolekê di nêzîkbûna Sûriyê ji dadweriyê de bilîze.
Mekanîzma Navdewletî, Bêalî û Serbixwe ya Sûriyê (IIIM), û Saziya Serbixwe ya Kesên Winda li Sûriyê (IIMP), Komîsyona Lêkolînê ya Komara Erebî ya Sûriyê (COI) gihîştine Sûriyê, lê ew ji bo damezrandina operasyonan li Sûriyê, ku ev gaveke girîng e ji bo bicihanîna erka wan, destûra pêwîst wernegirtine.
Rayedarên veguhêz di Hezîranê de pêşwazî li wê dozê kirin ku Holenda û Kanadayê di sala 2023an de li Dadgeha Navndewletî ya Dadê derbarê îşkenceya ji aliyê hikûmeta berê de vekiribûn. Li Encûmena Mafên Mirovan a Netwên Yekbûyî (NY) û Civata Giştî ya NY, wan soz da ku li dijî bêcezatiyê şer bikin, bi çavdêrên navdewletî re hevkariyê bikin û beşdariya qurbaniyan di hewldanên lêpirsînê de misoger bikin.
Binpêkirinên Hêzên Hikûmetê
Di destpêka Adara 2025an de, êrîşine kujer ên dijber li ser hêzên hikûmetê li parêzgehên Hema, Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyê, pêlek tundutûjiya li ser bingeha nasnameyê li seranserê herêmê derxist holê. Hêzên hikûmetê, komên çekdar ên girêdayî wan û xwebexşên çekdar avêtin ser herêmên parêzgehên Tertûs, Laziqiye û Hemayê, ku piraniya wan Elewî ne û herî kêm 1400 kes kuştin û malên şewitî, gorên komî û civakên hilweşiyayî li pey xwe hiştin. Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Sûriyê diyar kir ku dibe ku êrîş di heman asta tawanên şer de bin. Raporeke hevbeş a Human Rights Watch, Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê, û Arşîva Sûriyê binpêkirinên berfireh ên ku ji hêla van hêzan ve hatine kirin belge kirin, di nav de bidarvekirinên bi tedbîrên kurt, wêrankirina biarmanc a mal û milkan, û binpêkirinên derheqê girtiyan de. Encaman nîşan da ku ev tawan di dema operasyoneke leşkerî ya navendî de bi serkêşiya Wezareta Bergiriyê, qewimîn. Hikûmeta veguhêz a Sûriyê soz da ku derbarê tundutûjiyê lêpirsînê bike, lê heta dawiya sala 2025an zelaliyeke hindik peyda kiribû ka lêpirsîna wê rola fermandarên leşkerî yan sivîl ên payebilind lêkolîn kiriye, an jî dê çi gavan bavêje da ku kesên xwedî desthilata fermandariyê darizîne.
Di nîva Tîrmehê de, li parêzgeha Swêda ya başûrê Sûriyê şer û pevçûn derketin, di navbera komên çekdar ên ku bi rêberê giyanî yê civaka Durzî ya Swêda ve girêdayî ne û çekdarên Bedewî yên alîgirê hikûmetê. Ligel berfirehbûna rûbera tundutûjiyê, hikûmeta Sûriyê ragihand ku ew dê destêwerdanê bike, yekîneyên Wezareta Navxwe û Bergiriyê bicih kirin û di 14ê Tîrmehê de qedexeya hatinûçûnê ferz kir. Her çende rayedaran digotin ku ev bicihkirin ji bo vegerandina aramiyê bû, niştecihan got ku kiriyarên talankirin, şewitandina malan, binpêkirinên mezhebî û bidarvekirinên li derveyî desthilata dadweriyê, di nav de jin û zarok, çêbûne. Herwiha grûpên çekdar ên Bedewî û milîsên Durzî jî tevlî binpêkirinên giran bûne. Pisporên Neteweyên Yekbûyî di 21ê Tebaxê de ragihand ku di tundutûjiyan de nêzîkî 1,000 kes hatin kuştin, di nav de herî kêm 539 sivîlên Durzî, di nav wan de jî 39 jin û 21 zarok, di heman demê de bidarvekirinên neyasayî derheqê herî kêm 196 kesan û şewitandina zêdetirî 33 gundan, hatine belgekirin.
Rayedarên veguhêz girtinên neyasayî pêk anîn, ligel raporên derbarê îşkence û danûstana xerab li navendên binçavkirin û girtîgehan de, girtinên kurt ên rojnamevan û çalakvanan, û mirinên di girtîgehan de.
Bakurê rojhilatê Sûriyê
Di sala 2025an de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên bi pêşengiya Kurdan hêj piraniya bakurê rojhilatê welêt kontrol dikir û birêve dibir. Di 10ê Adarê de, HSDê bi hikûmeta veguhêz a li Şamê re peymanek îmze kir da ku saziyên xwe tevlî dewleta Sûriyê bike, lê çarenivîsa HSDê bi xwe nediyar bû, û heta dawiya sala 2025an ji bo bicîhanîna peymanê pêşketinek kêm çêbûbû.
Di sala 2025an de, Human Rights Watch belge kir ku komên berê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) yên ku bi piştgiriya Tirkiyê li dijî hikûmeta Esed şer dikirin, li ser kiriyarên girtin û zordariya derheqê sivîlan de li bakurê Sûriyê berdewam e. Hin fermandarên SNA yên ku di demên berê de tevlî binpêkirinan bûbûn, di artêşa nû ya Sûriyê de bûne xwediyê postên payebilind.
Di 16ê Adarê de, êrîşeke bi firokeyek bêfirokevan ji aliyê Tirkiyê yan komên Sûrî yên ku ji aliyê Tirkiyê têne piştgirîkirin ve li ser zeviyeke li nêzî gundên ku ji aliyê HSDê ve li başûrê Kobanê têne kontrolkirin, heft zarokên Kurd, xwişka wan a 18 salî û dê û bavên wan, ku xuya ye hemû sivîl in, kuştin.
Artêşa Tirkiyê hêj deverên berfireh ên bakurê Sûriyê bi rengekî çalak dagîr û kontrol dike. Ew herwiha li ser xerçkirina mûçeyên hin komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya berê (SNA) berdewam dike, ku niha di nav artêşa nû ya Sûriyê de cih girtine.
Di sala 2025an de, HSDê girtinên neyasayî pêk anîn, di nav de kesên ku bi dijberiyê têne tawanbarkirin, tevî hebûna metirsiyên berfirehtir ên li ser sînordarkirinên derbirînê û pêvajoya dadweriyê li deverên di bin kontrola wê de. HSDê û hêzên ewlekariya navxweyî (Asayîş) bêhtirî 40,000 gumanbarên DAIŞ (Dewleta Îslamî) û endamên malbatên wan ji Sûriyê û nêzîkî 60 welatên din di şert û mercên xirab de li kampên Hol û Roj bi darê zorê zîndan dikirin.
Binpêkirinên Îsraîlê li Başûrê Sûriyê
Piştî hilweşîna hikûmeta Sûriyê ya berê di Kanûna 2024an de, hêzên Îsraîlê kûrtir çûn nav herêma bêçek a ku ji aliyê NY ve tê çavdêrîkirin û Bilindahiyên Colanê - axa Sûriyê ya ku Îsraîlê ji sala 1967an ve dagir kiriye - ji beşa parêzgeha Quneytrayê ya ku di bin kontrola Sûriyê de maye vediqetîne, û bi lez neh serbazgeh li Çiyayê Hermon (Cebel el-Şêx) û heta bajarê Quneytrayê heta hin deverên rojavayê Derayê, ava kirin.
Hêzên Îsraîlî yên ku van deveran dagir dikin, li dijî niştecihan rêzek binpêkirin pêk anîne, di nav de tawanên şer ên koçberkirina bi darê zorê, ku desteserkirin û hilweşandina malan, ligel qedexekirina gihîştina bo debara jiyanê, û veguhestina neyasayî ya girtiyên Sûrî bo Îsraîlê. Li gundekî, hêzên Îsraîlî di 16ê Hezîranê de herî kêm 12 avahî bi hinceta ku ew pir nêzîkî saziyeke leşkerî ya nû hatibûne avakirin, hilweşandin, û heşt malbatên ku malên wan di Kanûna 2024an de hatibûn desteserkirin, ji cih û warên wan derkirin. Li gundekî nêzîk jî, hêzan serbazgeheke din ava kirin, rûberek mezin ji daristaneke sed salî hilweşandin, û gihîştina niştecihan ber bi erdên çandiniyê û çêrgehên wan ên li nêzî serbazgehê asteng kirin.
Ji meha Sibatê ve, rayedarên Îsraîlî bi berdewamî niyaza xwe ya "bêçekkirina bi tevahî" ya başûrê Sûriyê anîn ziman, û gelek caran ragihandin ku hêzên wan dê heta demeke nediyar li axa ku nû hatî desteserkirin bimînin.
Li gorî projeya ACLEDê, ku projeyek serbixwe ya çavdêriya şer e, hêzên Îsraîlê êrîşên asmanî li ser binesaziya leşkerî ya Sûriyê zêde kirin, di navbera Kanûna 2024an û Îlona 2025an de 277 êrîş li dijî depoyên çekan, bingehên avêtina mûşekan û betariyên bergiriya asmanî pêk anîn.
Îsraîlê vegera bi deh hezaran Sûriyên derbider bo Bilindahiyên Colanê yên ji sala 1967an ve dagirkirî qedexe kiriye.
Krîza Aborî û Astengiyên li Pêş Alîkariyên Mirovî
Di sala 2025an de, bêhtir ji sedî 90 ji Sûriyan di bin xêza hejariyê de dijiyan. Nêzîkî 14.56 milyon kes – ango bêhtir ji nîvê nifûsa welêt - ji bo gihîştina xwarina têr zehmetî dikişandin, û pêwîstiya herî kêm 16.5 milyon kesan bi alîkariyê hebû. Heta Îlonê, Komisyona Bilind a Netewên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan (UNHCR) diyar kir ku tenê ji sedî 24ê ji pereyên pêwîst di dest wan de hebûn.
Şerê ku bêhtir ji 12 salan dirêj kir binesaziya sivîl wêran kiriye, ku bi giranî bandor li ser gihîştina stargeh, lênihêrîna tenduristiyê, elektrîkê, perwerdehiyê, veguhestina giştî, av û paqijiyê kiriye. Kêmbûna sotemeniyê û giranbûna bihayê xwarinê zehmetî kûrtir kiriye.
Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê di sala 2025an de sizayên hişk ên li ser Sûriyê rakirin, ku Sûriyê ji pergala bankî ya navdewletî û aboriya cîhanî bi giranî veqetandibûn, û heta dawiya salê hewldanên ji bo vejandina bazirganî û kerta benkî ya navdewletî hatibûn destpêkirin.
Di destpêka salê de, hikûmeta veguhêz sînorkirinên serdema Esed li ser komên alîkariyê domandin, tevî merca hebûna hevrêziyê di navbera rêxistinên nehikûmî yên navdewletî û rêxistinên girêdayî dewletê de, vê yekê jî şiyana wan a berfirehkirina operasyonan asteng kir. Xebatkarên alîkariyan ji Human Rights Watch re gotin ku di dawiya salê de rayedaran ev merc rakirin û bi aktorên mirovî re diyalogek avaker dan destpêkirin.
Penaber û Koçberên Navxweyî
Hêj koçberî yek ji encamên herî giran û dirêj ên şer e. Di Cotmehê de, Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) diyar kir ku piştî hilweşandina rêjîma Esed di Kanûna 2024an de, nêzîkî 581,000 penaberên Sûrî vegeriyan malên xwe, lê li gorî UNHCR, bêhtir ji 4.5 mîlyon penaber li derveyî welêt mane. Bêhtir ji 7 mîlyon Sûrî li hundur koçber mane.
Piştî hilweşîna rêjîma Esed di Kanûna 2024an de, gelek welatên Ewropî rawestandina pêvajoya penaxwazên Sûrî ragihandin. Di Îlonê de, rayedarên Amerîkayê dawî li Statuya Parastina Demkî (TPS) ji bo Sûriyan anîn, û 60 roj wek molet dan Sûriyên ku di bin TPS de hatine qebûlkirin da ku welêt bicih bihêlin an jî dê rûbirûyî girtin û dersînorkirinê bibin. Tirkiye û Libnan jî li ser dersînorkirina Sûriyan berdewam bûn, pir caran bi rengekî neyasayî û bêyî garantiyên pêwîst.
Mafên Jin û Keçan
Salên şer ên li Sûriyê newekheviyên zayendî girantir kirin, jin û keç rastî tundutûjiya zêde, koçberî û yasayên cudakar ên ku mafên wan sînordar dikin, hatin. Herwiha hêj jin bi giranî ji yasadanîna veguhêz û pêvajoyên siyasî têne dûrxistin, tevî mafê wan ê beşdariyê di bin biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya 1325an de û xwesteka mezin a komên jinên Sûriyê di vî warî de. Ev dûrxistin jî rola wan di nexşandina pêşeroja welêt de sînordar dike.
Meyla Zayendî û Nasnameya Zayendî
Li gorî madeya 520an a Yasaya Sizayan, sizaya "têkiliya cinsî ya ne xwezayî" digihêje heta sê sal girtin.
Aliyên Navdewletî yên Sereke
Di sala 2025an de, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê sizayên demdirêj ên li ser Sûriyê bidawî kirin, ku ev gaveke yekalîker bû ber bi baştirkirina gihîştina mafên bingehîn ên aborî bo Sûriyan û geşkirina hewldanên ji bo nûavakirina welatekî ku ji ber şerê bi salan ê dijwar wêran bûye.
Di meha Hezîranê de, Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ji bo hewildanên mafên mirovan û lêpirsînê dubare kir, û Berpirsa Siyaseta Derve ya YE, Kaja Kallas binpêkirinên hovane li ser bingeha nasnameyê yên di Adar û Tîrmehê de çêbûne, şermezar kirin.
YE di meha Gulanê de nehemîn Konferansa Bruksel a Bexşvanan lidarxist û di Tîrmehê de pakêteke darayî bi qasê 175 milyon Euro ragihand ji bo alîkarîkirina saziyên giştî yên Sûriyê, di nav sektorên din de, di hewildanên li ser dadweriya veguhêz, lêpirsîn û bernameyên mafên mirovan de.
Di Tebaxê de, Tirkiyê bi rayedarên veguhêz ên Sûriyê re peymanek li ser hevkariya leşkerî îmze kir. Welatên Kendavê têkiliyên li ser asta bilind ji nû ve dan destpêkirin û têkiliya aborî bi Şamê re berfireh kirin. Sendûqa Diravan a Navdewletî û Banka Navdewletî jî ji nû ve bi Sûriyê re têkilî danîn, û danûstanên teknîkî li ser aramiya aborî û vejandina piştî şer dan destpêkirin.