Skip to main content

Sûriye: Binpêkirin û Bêcezakirinên li Herêmên di bin Dagîrkeriya Tirkiyê de

Tirkiye di ber Kiriyarên Hêzên Tirk û Hêzên Girêdayî wê de Berpirs e

Endamekî Sultan Silêman Şah, ku beşek ji Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye, ala Tirkiyê hilgirtiye dema ku ew beşdarî rahênaneke leşkerî li Efrînê, Sûriyê, 31ê Cotmeha 2021ê dibe. Wêne di 31ê Cotmeha 2021ê de hatiye kişandin. © 2021 REUTERS/Xelîl Aşawî
  • Tirkiye berpirsyariyê hildigre li hember binpêkirinên giran û gumana tawanên şer ên ku ji aliyê endamên hêzên wê û komên çekdar ên xwecihî ve, ku piştgiriya wan li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagîrkeriya Tirkiyê de dike.
  • Karbidestên Tirk ne tenê temaşevanên binpêkirinan in, lê wekî dewleta dagîrker berpirsiyar in û di hin rewşan de rasterast tevlî tawanên şer ên eşkere li devera ku ew jê re dibêjin "herêma ewle" bûne.
  • Tirkiye neçar e ku sîstema giștî û ewlekariyê vegerîne, niştecihan biparêze, lêpirsînê ligel berpirsiyarên binpêkirinan bike, qerebûyê bide, mafên xwediyên mal û milkan û kesên vegeriyane garantî bike.

(Beyrût) – Human Rights Watch îro di raporeke xwe de ragihand ku, Tirkiye li hember binpêkirinên giran û egera tawanên șer ji aliyê endamên hêzên xwe û komên çekdar ên xwecihî ve, ku piştgiriya wan dike li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li bakurê Sûriyê tên kirin, berpirsiyar e.  Niştecihên Kurd giraniya binpêkirinan hilgirtine ji ber îdiaya hebûna têkiliyên wan bi hêzên Kurdî re ku rûberên berfireh ji bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dikin..

Rûpela 74 ya rapora bi navê “Her tişt bi Hêza Çek e: Binpêkirin û Bêcezakirin li Navçeya ku Tirkiyê li Bakurê Sûriyê dagîr kiriye”, revandin, girtinên neyasayî, binçavkirinên neyasayî, destdirêjiya cinsî û îşkencekirina ji aliyê komên çekdar ên cuda, yên hevbendiyeke berbelav û bi piștgiriya Tirkiyê, Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û herweha Polîsên Leşkerî, hêzeke ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û rayedarên Tirkiyê ve di sala 2018an de hatiye damezrandin bi awakî eşkere ji bo rêgirtina li binpêkirinan, belge dike. HRW diyar kir jî ku destê hêzên çekdar û saziyên îstîxbaratê yên Tirkiyê di pêkanîn û serpereștîkitina binpêkirinan de heye. Herweha HRW binpêkirinên derheqê mafên xanî, zevî û milkan de jî belge kiriye, di nav de talankirin û diziya berbelav, herweha desteserkirina milkan û îbtîzazkirin, û têkçûna hewildanên lêpirsînê ji bo rêgirtina li binpêkirinan an jî qerebûkirina qurbaniyan.

Cîgirê Rêvebirê Rojhilata Navîn ya HRW, Adam Coogle got: "Binpêkirinên berdewam di nav de îşkence û windakirina bi zorê ya kesên ku di bin desthilata Tirkiyê de li bakurê Sûriyê dijîn, dê berdewam bin heta ku Tirkiye bi xwe berpirsiyariya xwe negire û ji bo rawestandina wan tevbigere." Got jî: "Rayedarên Tirk ne tenê temașevanên binpêkirinan in, weke dewleta dagîrker berpirsyar in û di hin rewşan de rasterast tevlî tawanên şer ên eşkere bûne.”

Human Rights Watch bi 58 girtiyên berê, kesên ku ji destdirêjiya cinsî rizgar bûne, xizm û şahidên binpêkirinan, herweha nûnerên rêxistinên sivîl, rojnamevan, çalakvan û lêkolîneran re hevpeyvîn kirin. Lêkolînerên HRW herweha bi çavkaniyek agehdar re ku rasterast bi Polîsê Leşkerî re têkildar e, û çavkaniyek Sûrî ku berê nêzîkî berpirsên îstixbarata Tirkiyê bû, ku di navbera Tîrmeha 2019 û Hezîrana 2020an de derfeta wan a gihîştin û çavdêriya tevgera grûpên cuda li Efrînê hebû, lê ji wê demê ve Sûriyê bicih hișt, têkilî kir.

Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li bakurê Sûriyê ji sala 2016an ve bûn sedema kontrolkirina herêma bi piranî Ereb li bakurê Helebê, ku Îzaz, El-Bab û Cerablus, û Efrîn ya berê praniya wê Kurd, û xeteke teng li ser sînorê bakurê Sûriyê di navbera bajarên Girê Spî (Tel Abyad) û Serêkaniyê (Ras al-Ain) ku ji aliyê etnîkî ve cudacuda ne.

Tirkiye bi rêya hêzên xwe yên çekdar û dezgehên xwe yên îstixbaratê, him kontrol û him jî rasterast çavdêriya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike, çek, mûçe, perwerde û piştgiriya lojîstîk dide wê. Tirkiye herweha kontrola rêvebirina herêmên dagirkirî bi rêya parêzgehên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê pêk tîne.

Hikûmeta Tirkiyê niyaza xwe ya avakirina “herêmên ewle” li herêmên di bin dagîrkeriya wê de aniye ziman, bi hênceta ku hêzên Kurd li bakurê rojhilatê Sûriyê girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, ku Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê wê wek grûpeke terorîst dibînin û Tirkiye pê re bi dehan salan di nav şer de ye. Hikûmeta Tirkiyê herweha dibîne ku “herêmên ewle” dê vegera penaberên Sûriyê ji Tirkiyê hêsantir bike.

Lê belê Tirkiye di misogerkirina ewlekarî û xweșiyajiyana xelkê sivîl de sernektiye û jiyana 1,4 milyon niştecihên herêmê bi nebûna yasayê û ewlehiyê derbas dibe. Niştecîhek ku berê dora 3 salan di bin desthilata Artêșa Niștimanî ya Sûriyê de dijiya, got:"Her tişt bi hêza çek e".

Komên Artêșa Niștimanî ya Sûriyê û Polîsên Leşkerî bi awayekî neyasayî gelek kes girtin û binçavkirin, bi darê zorê winda kirin, îşkence kirin tevî rengên din ên tevgera xerab, û darizandinên leșkerî yên ne dadwer derheqê dehan kes de kirin, û ji xwe ji cezakirinê filitîne. Jinên Kurd ên rastî girtinê hatibûn anî ziman ku ew rastî destdirêjiya cinsî hatibûn. Zarokên 6 mehî jî li gel dayikên xwe hatine binçavkirin.

Di dozên ku ji aliyê Human Rights Watch, Komîsyona Lekolînê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên mafên mirovan ve hatine belgekirin, bi piranî Kurd di nav van binpêkirinan de jiyan kirine. Herweha Ereb û kesên din ku tê dîtin ku têkiliyên wan ên nêzîk bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hene jî hatin armancgirtin.

Komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û Polîsên Leşkerî yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, binpêkirin li navendên binçavkirinê yên ku carna karbidestên leşkerî û îstixbarata Tirkiyê tê de amade bûn, kirin, li gorî girtiyên berê, ku herweha gotin ku karbidestên Tirk carinan rasterast beşdarî îşkence û muameleya xirab bûne.

Human Rights Watch bi 36 kesên ku rastî binpêkirina mafên xanî, zevî û milkan hatin re hevpeyvîn kirin.

Ji ”Operasyona Çiqlê Zeytûnê” ya Tirkiyê ya li ser Efrînê di sala 2018an û ”Operasyona Kaniya Aştiyê” ya li Tel Ebyad-Ras al-Ainê (Girê Spî-Serêkaniyê) di sala 2019an da heta niha bi sed hezaran niștecihên herêmê ji malên xwe koçber bûne. Di pey wê re, komên Artêșa Niștimanî ya Sûriyê bi talankirin, dizîn û desteserkirina mal û milkên berfireh re mijûl bûn. Hêj piraniya kesên ku ziyan dîtine nehatine qerebûkirin. Zilamekî Êzîdî ku ji Serêkaniyê derbider bûye got: "Tişta herî dijwar ji min re ew bû ku li ber mala xwe rawestim û nikaribim derbasî bibim." Talankirin, dizîn û desteserkirina mal û milkan berdewam dike, kesên ku li hember van kiryaran radibin rastî girtin, binçavkirin, îşkence, revandin û windakirina bi zorê tên.

Hêj lêpirsîna li hember binpêkirinên giran ên mafên mirovan û egera tawanên şer ên li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, ne diyar e. Human Rights Watch li ser doseyên çar kesên payebilind ên ku tê îdiakirin ku tevlî binpêkirinên giran bûne, lêkolîn kir. Kes ji wan nehatiye darizandin, û sê kes niha di nav avahiya Artêșa Niștimanî ya Sûriyê de postên payebilind wergirtine, li gor çavkaniyên agehdar.

Ne dadgehên leşkerî yên Artêșa Niștimanî ya Sûriyê, yên ne serbixwe, û ne jî Tirkiye wek hêza dagîrker û piştgira sereke ya Artêșa Niștimanî ya Sûriyê wek pêwîst rê li awanên giran ên desthilatdarên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de dikin, negirtine. Human Rights Watch hewl da ku Tirkiye li ser van mijaran têxe nava diyalogê û encamên lêkolînên berfireh bi nameyekê ku du caran di 21ê Mijdara 2023an û 4ê Çileya 2024an de ji Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re şandibû, parve bike, lê ev name rastî bêdengiyê hat. Herweha li ser nameya ku ji Wezareta Parastinê ya re di 20ê Mijdara 2023an û 8ê Çileya 2024an de șand, ku di nav tiştên din de pirsa pêngavê dadwerî yên têkildarî çar mirinên di dema binçavkirinê de ku bi eşkereyî hatine ragihandin kir, bersiv wernegirt.

Tirkiye neçar e ku pabendbûna hêzên xwe bi yasya mafên mirovan û yasaya mirovahî ya navdewletî misoger bike, di nav de yasaya ku erkên wê wek dewleteke dagîrker û hikûmeta defakto li van herêmên bakurê Sûriyê rêk dixe. Di nav de, vegerandina aramî û ewlekariya giştî li herêmên di bin kontrola xwe de, parastina niştecihan ji tundûtûjiyê, lêpirsîna encamderên binpêkirinan, qerebûkirina hemû qurbaniyên binpêkirinên giran ên mafên mirovan bi destê hêzên wê û hêzên xwecihî yên ku ew kontrol dike, garantîkirina mafên xwediyên milk û kesên vegeriyayî, di nav de qerebûkirina wan ji bo desteserkirin û bikaranîna neyasayî ya mal û milkên wan û her ziyanek çêbûye. Divê Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê demlidest rê bidin saziyên lêkolînê yên serbixwe ku bêyî astengî derbasî herêmên di bin kontrola wê de bibin.

Coogle got: "Dagirkirina Tirkiyê ji beşên bakurê Sûriyê re hewayeke neyasayî ji binpêkirin û bêcezakirinê peyda kiriye - ev tişt bi temamî dûrî ‘herêma ewle’ ye."

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.