Skip to main content

Sûriye

Bûyerên 2021an

Hejmarek derbiderên Sûrî di nav wêraniyên taxa xwe ya wêrankirî de rûniştine dema ku rojiya xwe dişkînin li bajarokê Atarib li gundewarê rojavayê parêzgeha Helebê ya ku di destê dijberên hikûmetê de ye. 7ê Gulana 2020.

© 2020 AAREF WATAD/AFP bi rêya Getty Images

Sala 2021ê dehsalek derbas bû bi ser veguherîna serhildana aştiyane ya li Sûriyê bo şerekî hovane. Ji destpêkê ve, aliyên şer guh nedan mafê mirovan û parastina yasaya mirovahî. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) gihişt wê encamê ku hejmarek ji wan êrîşên hevbeniyda Rûsî-Sûrî, digihin asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê.

Di Gulana sala 2021ê de, Beşar Esed bo çaremîn car serokkomarî bo heft salên din misoger kir, di proseyeke hilbijartinê ya ne di bin sîwana proseya siyasî ya Neteweyî Yekbûyî (NY) de, ku di pabendbûna bi pîvanên hilbijartinek azad û pak de biser neket. Dema wî ya nû di serokatiyê de hevdemê wê yekê hat ku bi sedan kes, di nav wan de penaberên vegeriyayî, li ser destê dezgehên wî yên ewlekariyê rastî binçavkirinên nerewa û îşkenceyê hatin, di demekê de ku bi milyonan kes di bin birçîbûnê de dinalin, ji ber ku hikûmeta wî hevkarî desteserkirinê bû û di wê yekê de biser neket ku krîza aborî ya dijwar, a ku ji encama têkbirina jêrxana welat û astengiyên li welatên derdorê derketiye, bi awayekî dadperwerane çareser bike.

Kêmasiya rûtînî di kelûpelên bingehîn de, di nav de nan û sûtemenî, bûye tiştek normal, û hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi hevkariyên mirovî heye di sala 2021ê de ji sedî 21 zêde bûye -hejmar bi tevahî gihiştiye 13.4 milyon kesî, di nav wan de 1.48 milyon kes hene ku pêwîstiyek wan a dijwar bi hevkariyê heye, ew jî li gorî amarên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kordînasyona Karûbarên Mirovahî (UNOCHA). Heta dema nivîsandina vê raportê, tenê zêdeyî yek ji sedî ji nifûsa welêt vaksîna li dijî Covid-19ê wergirtine, û tirs ji wê yekê heye ku hikûmet nikaribe vaksînan bi awayekî dadperwerane parve bike, heta li wan navçeyên ku di bin kontrola wê de ne jî.

Li gorî World Visionê, bi hatina sala 2021ê, ziyanên aborî yên ji encama şer gihiştine 1.2 trîliyon dolarên Amerîkî. Ev ziyan heta astek mezin têkildarî têkçûna jêrxana welat û derbideriya girseyî ne ya ji encama dehsala şer e ku têde taktîkên qedexekirî hatine bikaranîn, di serî de jî ji aliyê hevbendiya leşkerî ya Sûrî-Rûsî. HRW gihiştiye wê encamê ku, hejmarek ji êrîşên wê hevbeniydê digihin asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê. Li aliyê din hepveymaniya li dijî DAÎŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê bi êrîşên xwe yên bêserûber li bakurê rojhilata Sûriyê, ku bûn sedema kuştin û talankirina sivîlan, yasaya navdewletî binpê kiriye.

Êrîşên hevbendiya leşkerî ya Sûrî-Rûsî li ser Idlibê berdewam dikin, ew hevbendî, tevî agirbesteke sist, hîn jî gef e li ser 3 milyon kesên ku li wir asê mane. Di wê navberê de, grûpa çekdar a li dijî hikûmetê ku navçeyê kontrol dike, Desteya Tehrîr el-Şam, azadiya sivîlan asteng dike.

Li navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, Tirkiye û grûpên xwecihî yên Sûriyê maf û azadiya sivîlan bêyî ceza binpê dikin.

Piştî şikestina herêmî ya rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li bakurê-rojhilatê Sûriyê, desthilata bi serkêşiya Kurdan û hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê ne ti berdêl dan qurbaniyên sivîl, û ne jî ti alîkarî pêşkêş kirin ji bo naskirina çarenivîsa wan kesên ji aliyê DAÎŞê ve hatine revandin, û ne jî bi awayekî baş tevgeriyane, ligel rewşa xirab a bêhtir ji 60 hezar mêr û jin û zarokên Sûrî û biyanî yên ku heta demek nediyar binçavikrî, di rewşek şeperze de û li leşkergeh û zindanên girtî de ne bi gunmana têkildariya ligel DAÎŞê.

Encûmena Asayişê ya NY nikarî mekanîzmaya alîkariyên bi rêya sînor bi temamî nûjen bike, tenê dergehek sînorî vekirî hişt û kirîza mirovahî ya li deverên nehikûmî dijwartir kir. Di vê navberê de, pêvajoya aştiyê ya bi serêkşiya NY pûç ma.

Tevî qeyda binpêkirinên mafê mirovan a hikûmeta Sûriyê li dijî hevwelatiyên xwe, di vi salê de hejmarek welat têkiliyên xwe ligel hikûmeta Sûriyê vegerandin û soza hevkariyê jêre dan, di nav de dewleta Îmarat û Urdinê, vê yekê jî kir ku tirsa ji vegera pêşwext a penaberan û hesankariyên çaverêkirî derbarê binpêkirina mafan de, derkeve holê.

Binpêkirinên ji aliyê Hevbendiya Leşkerî ya Sûrî-Rûsî

Di demekê de ku hemû aliyên şer binpêkirinên hovane yên yasayên şer kirine, hevbendiya leşkerî ya Sûrî-Rûsî bi awayekî bêserûber dibistan, nexweşxane û bazar armanc kirine - ku ew jî jêrxana sivîl a herî girîng e bo berwedamiya civakê. Li gorî Airwarsê, ku ew jî grûpek çavdêriyê ye û bingeha wê li Brîtaniyayê ye, ji sala 2015an ve hêzên asmanî yên Rûsî bi tena serê xwe 39 hezar êrîşên asmanî li Sûriyê encam dane.

Di Hezîrana sala 2021ê de, asta aloziyê di navbera alîgirên rejîmê û hêzên dijberî wê de gelek zêde bû, piştî ku xelk li dijî encamên hilbijatinên serokatiyê di Gulana 2021ê de rabûn. Di navbera Hezîran û Îlona 2021ê de, hêzên leşkerî yên Sûrî û mîlîşiyên bi ser ve, bi dehan êrîşên bêserûber li dijî navçeyên sivîl ên li Derayê encam dan. Di beramber de şervanên dijberî rejîmê êrîşî navçeyên sivîl ên di bin destê hikûmetê de kirin, di wan êrîşan de sivîl bûne qurbanî.

Nêzîkî 55 hezar sivîl li navçeya Deraa el-Beled, ku ser bi navçeyên di dest hêzên dijberê hikûmetê de ye, hatin dorpêçkirin, û ji nan, sûtemenî, elektrîk û xizmetên guhdana tenduristî hatin bêparkirin. Di encama dorpêç û şer de, bêhtir ji 38 hezar kes derbiderî navçeyên hawîrdor bûne. Di Îlonê de, lihevkirinek bi navbênkariya Rûsyayê hat ragihandin, li gorî wê lihevkirinê hikûmeta Sûriyê derbasî navçeyê bû, û wek mercekî li ser kesên sivîl û şervanên opozîsyonê hat danîn, ku yên bixwazin li cihê xwe bimînin divê li ser wê lihevkirinê îmze bikin. Lewma bi deh hezaran kesên ku razî nebûn wan lihevkirina îmze bikin, bo Idlibê hatin veguhestin. Beriya niha HRW belgeh kiribû ku, ew bendên ku di lihevkirinên aştiyê de hatine nivîsandin, nagihin asta peydakirina parastina pêwîst a Sûriyan. Piştî lihevkirinê, rê li pêş barhilgireke ser bi Xaça Sor a Erebî ya Sûrî ve ku tije xwarin bû hat vekirin, daku piştî çend heyvan derbasî navçeyên bibe.

Krîza Aborî û Karvedana wê li ser Mafan

Bi hatina sala 2021ê, berhema aborî ya Sûriyê bi rêjeya ji sedî 60 qels bû, bihayê dirava niştimanî jî heta ji sedî 99 daket, û li gor amarên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kordînasyona Karûbarên Mirovahî (UNOCHA), niha bêhtirî 90 ji sedî ji nifûsa welêt di bin hêla hejariyê de dijîn. Amarên Programa Xorakê ya Cîhanî didin xuyakirin ku bi kêmanî 12.4 milyon Sûrî- ji hejmara 16 milyonan ku nifûsa giştî ya welat e- ji dest nebûna asayişa xorakî dinalin, ku ew jî bilindbûneke metirsîdar e bi zêdebûna 3.1 milyon kes di yek salê de. Bêhtir ji 600 hezar zarok ji dest kêmxwariniyê dinalin. Hikûmeta Sûriyê bû sedema kûrbûna kirîza aborî, ji ber ku nikarî problema kêmbûna nan û sûtemeniyê çareser bike, di şûna wê de rê da belavkirina cihêxwazî û nedadperwerane.

Welatiyan agahdarî dan jî ji kêmbûna dijwar û nebûna elektrîkê. Di navçeyên ku hikûmetê dest daniye ser de, hîn xaniyên piraniya kesên ku HRW hevdîtin ligel wan pêk anîne, bi temamî yan jî beşek ji wan wêran bûye, û ew nikarin pereyên nûavakirinê peyda bikin. Hikûmeta Sûriyê ti alîkariyekê nade ji bo nûavakirinê, heta piştî çendîn salan ji kontrolkirina deverê jî. Bi vî rengî, hejmarek zêde ji xelkê di bin konên demkî de dijîn, û ava kelandî bo vexwarinê bikar tînin. Ew nikarin kirê bidin da li cihek din bijîn.

Li navçeyên Idlib û Hemayê yên ku hatine vegerandin, hikûmeta Sûriyê bi rêya mîlîşiyên alîgir xwe û “Yekîtiya Cotkaran” a di bin kontrola hikûmetê de, bi rengekî neyasayî dest danî ser mal û milkê Sûriyên ku ji ber êrîşên leşkerî yên Sûrî-Rûsî reviyane, û wan di mezadê de difiroşin.

Di Sibata sala 2021ê de, kolonêl Eliyas Bîtar, serokê beşa Efûkirina ji Leşkeriyê u Yedekan di atrêşa Sûriyê de bibîr anî ku, yasaya leşekeriya neçar di dawiya sala 2019an de hatibû guhertin, li gor wê guhertinê hikûmet dikare dest deyne ser mal û milkê kesên ku ji “xizmeta leşkerî reviyane” û berdêlek giran nadin.

Astengiyên li pêş Hevkariyên Mirovahî û Nûavakirinê

Pêwîstiya bêhtir ji 13.1 milyon kesî li seranserî Sûriyê bi hevkariyên mirovahî heye.

Li bakurê-rojhilat û bakurê-rojavayê Sûriyê, çavê bi milyonan kesan li xorak, derman û hevkariyên din e yên ku jiyana wan diparêzin ku bi rêya sînor derbas dibin, di nav de vaksînên li dijî Covid-19ê. Hin karkerên hevkariyên mirovahî ji HRW re anîn ziman ku ajansên ne ser bi NY ve, ti karîn û hêza wan nîne ku wek NY hevkariyan bikirie û bo bakurê-rojavayê Sûriyê veguhêzin. Wan anî ziman jî ku birîna hevkariyên ji aliyê NY ve û bidawîanîna fînanskirinê ji aliyê NY wê bi milyonan kesan ji hevkariyan bêpar bike.

Komên hevkariyê yên ne ser bi NY be li bakurê-rojhilatê Sûriyê, yên di destê Rêveberiya Xweser a bi serkêşiya Kurdan de ne, ku e jî desthilatek nîvserbixwe ye, ragihandine ku wan nikariye hevkariya pêwîst pêşkêş bikin, bi taybetî bo guhdana tenduristiyê, ji dema ku NY neçar maye ku veguhestina hevkariyan bi rêya sînorê di navbera Îraq û Sûriyê de rawestîne di Çileya sala 2020ê de.

Di Tîrmeha sala 2021ê de, Encûmena Asayişê ya ser bi NY ve destûrnameya xwe ya ji bo hevkariyên mirovahî yên bi rêya deriyê sînorî yê Bab el-Hewa ji Tirkiyê ber bi bakurê-rojavayê Sûriyê ve nû kir, ku ew korîdora hevkariyê ya sînorî ya bi tenê maye ku hîn bi Vetoya Rûsyayê nehatiye girtin.

Ji Îlona 2021ê ve, 610 hezar û 257 vaksînên li dijî Covid-19 ê gihiştine Sûriyê, di nav de 119 hezar û 158 vaksîn li bakurê-rojava û 19 hezar û 354 vaksîn li bakurê-rojhilat. Tenê 3ê ji sedî ji nifûsa Sûriyê karîne vaksînê wergirin.

Hikûmeta Sûriyê dîsa berdewam e li ser sepandina sînordarkirinên dijwar ên li ser gihandina hevkariyên mirovahî li deverên di bin kontrola wê û derverên din de, û veguhestina hevkariyan bo sizadana kesên dijberî xwe bikar tîne.

Di sala 2021ê de, hikûmetê dorpêçek li ser bajarê Deraa el-Beled ferz kir, û rê neda ku ajansên mirovahî derbasî navçeyê bibin, û hevkariyên xorak û pizîşkî gelekî sînordar kirin. Hikûmeta Sûriyê hîn jî hatinûçûna ber bi nav kampa el-Rukban a li nêzîk sînorê Urdinê qedexe kiriye, herî dawî jî di Îlona 2019ê de hevkariyên mirovahî yên NYê gihiştine bo nava wê kampê.

Binçavkirinên nerewa, Îşkence, Darvekirinên Neyasayî û Windakirinên bi Zorê

Hêzên ewlekariyê yên Sûriyê û mîlîşiyên girêdayî hikûmetê berdewam in li ser binçavkirin, windakirin û tevgera xerab li seranser welat, herwiha derheqê zarok, kesên xwedan pêwîstiyên taybet, pîr û kal û kesên ku vegeriyane navçeyên ku ketine dest hikûmetê de û yên ku lihevkirinên aştiyê îmze kirine.

Di nava penaberên ku vegeriyane Sûriyê ji Urdin û Libnanê de, HRW kariye 21 dozên binçavkirinên ne rewa di nav de 13 dozên îşkenceyê, 3 dozên revandinê, 5 dozên kuştinên neyasayî û 17 dozên windakirina bi zorê di navbera salên 2017-2021 de belgeh bike.

Di 4ê Mijdara 2020an de, hikûmeta Sûriyê 60 kes ji girtîgehên li başûrê Sûriyê û Şamê serbest berdan. Lê tevî vê yekê, hîn bi hezaran kes di girtîgehên veşartî de binçavkirî ne, gelek ji wan jî ji sala 2011ê ve girtî ne, û ti delîl li ser cihê zindanên wan nînin.

Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji Adara 2011ê ve nêzîk 15 hezar kes di bin îşkenceya ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê de jiyana xwe jidest dane.

Tora Sûrî pêşbînî dike jî ku, herî kêm 100 hezar Sûrî hîn bi zorê hatine windakirin, ji wan 85 ji sedî li ser destê hêzên hikûmeta Sûriyê. Herwiha Komîteya Lêkolînan a ser bi NY (COI) kariye dozên destdirêjiya seksî li girîgeh û avahiyên hikûmeyê tomar bike, di nav de dozên destdirêrjî û tundûtujiya seksî li dijî jin, mêr û keç û kurên 11 salî hene.

Di 21ê Cotmehê de Wezareta Dad a Sûriyê  bidarvekirina 24 kesan ragihand, û 5 zarokên temen 10-12 salî jî bi sûcê şewitandina daristanên li Sûriyê di sala borî de tohmetbar kirin. Hikûmetê biryara xwe li gor Yasaya Nehiştina Terorê ya berfereh û pîs a sala 2019an şîrove kir.

Mafên Jinan

Jin, di çarçoveya Yasaya Rewşên Kesî de (Ehwal Şexsiye), di warê pêkanîna hevjîniyê, hevberdan, xwedîkirina zarokan û mîratê de hîn rastî cudakariyê tên. Eger jin bêyî hinceteke rewa bi mêrê xwe re di mala zewacê de bijî, yan jî bêyî destûra mêrê xwe li derveyî malê kar bike, wê demê mafê xwedîkirina aborî ji mêrê xwe winda dike. Dema ku desthilatê di sala 2019ê de du caran yasa guhert û têgeha “Guhnedan” (Îsiyan) ji holê rakir, lê ew yasa hîn jî jinan gunehbar dike, dema ku guh nadin hin pirsên girêdayî tevger û çûnûhatinê.

Tevî ku desthilatê di sala 2020ê de madeya 548ê ji Yasaya Sizadanê rakir, ku rê dida mêr jina xwe yan jî xizmên xwe yên jin birîndar bikin an jî bikujin dema ku wan di dema wan di kiriyarek seksî ya “nerewa” de bibînin, sizayek sivik bistînin, lê ew madeyên din hîn dimînin, yên ku dikarin rê bidin mêr ku ji ber tundûtujiya li dijî jinê sizayên kêm bistînin. Yasaya Sizadanê hîn jî di rewşên zînayê de li hember jinan cudakariyê dike, jina ku zînayê dike demek zêdtir ji mêran di zindanê de dirûne.

Meyldariya Regezî (Seksî), Nasnameya Regezî

Aktorên dewleta Sûtiyê û yên ne ser bi dewletê ve di dema şer de mêr, kur û jinên regezveguher (transgender) rastî destdirêjiya sekî kirin, ku di encamê de gelek ziyanên canî û derûnî gihiştin wan kesan. Li gorî madeya 520ê ji Yasaya Sizadanê ya Sûriyê kesê ku bi “têkiliya seksî ya nexwezayî” were girtin, wê sizaya 3 salan girtin bixwe.

Binpêkirinên Tirkiyê û Hêzên Girêdayî wê

Di Cotmeha sala 2019an de, Tirkiyê êrîşek bir ser hin navçeyên bakurê-rojhilatê Sûriyê û ew dagîr kirin, ew dever ji wê demê ve di bin kontrola wê de ne. Hevdemê wî karî, mal û milkên taybet ên welatiyên Kurd ên xwediyê cih hatin wêrankirin û desteserkirin. Di Kanûna heman salê de, desthilata Tirkiyê û grûpek çekdar a ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî- a dijberî hikûmetê û Tirkiyê piştgiriyê dike, herî kêm 63 welatiyên Sûrî binçav kirin û bi awayekî neyasayî ew ji bakurê-rojhilatê Sûriyê bo Tirkiyê veguhestin, da wan bi gunehên giran ên ku sizaya wan digihe zindana hetahetayî, dadgeh bike. Di Cotemha sala 2020ê de, ji wan her 63ê kesan, sizaya zindana hetahetayî derheqê 5an de derket.

Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, din naverasta sala 2021ê de, Artêşa Niştimanî bi awayekî nerewa 162 kes binçav kirin.

Grûpên Artêşa Niştimanî li ser karê leşkerkirina zarokan berdewam in, raportek ku ji aliyê “Sûriyeyên Bo Rastî û Dadweriyê” ve hatiye belavkirin, dide xuyakirin ku di sala 2021ê de bi kêmanî 20 zarok hatine leşkerkirin.

Binpêkirinên Desteya Tehrîr el-Şam û Grûpên din ên Dijberî Hikûmetê

Grûpên dijberî hikûmetê berdewam in li ser binpêkirinan li navçeyên ku ew kontrol dikin, di nav de binçavkirinên ne rewa. Li Idlibê, Desteya Tehrîr el-Şam, ya ser bi rêxistina el-Qaîde ve, li ser karê binçavkirina nerewa derheqê çalakvan û karkerên di warê hevkariyên mirovahî de û her kesê ku rexneya li wan digire, berdewam dike.

Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di nîvê yekem ji sala 2021ê ve, Desteya Tehrîr el-Şam bi kêmanî 57 kes bi awayekî nerewa binçav kirine. Li gor çavkaniyên navxweyî, Desteya Tehrîr el-Şam hin caran sizaya darvekirinê derheqê girtiyan de derkiriye.

Ew grûp, bi awayekî zêde destêwerdanê di hemû warên jiyana sivîl de dike, di encamê de tevgera jinan tê sînordarkirin, û gelek astengî derheqê him cil û him jî stîla porê de tên sepandin, û bac û sizayên madî yên bêserûber disepîne. Herwiha wê gelek mal û milkê kesên Xirîstiyan desteser kirine.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya salan 2021ê, di nîvê yekem ji sala 2020ê de hejmara zarokên ku Desteya Tehrîr el-Şam ew leşker kirine ji 61 bo 187 zarokî bilind bûye.

Di Cotmeha 2020an de, li navçeyeke tije kesên sivîl li Şamê bombeyek çandî bi otomobîleke leşkerî de hatibû teqandin, di encamê de 14 kes hatin kuştin û hejmarek din jî birînda bû. Grûpeke dijberî hikûmetê di bin navê Seraya Qasiyon de berpirsiyariya xwe di ber êrîşê de ragihand.

Binpêkirinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya bi Serkêşiya Amerîkayê

Hêzên Sûriya Demokratîk, ku grûpek çekdar a bi serkêşiya Kurdan e, kiriyarên binçavkirinê derheqê kesên sivîl de mîna çalakvan, rojnamevan û maosteyan encam dane. Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di nîvê yekem ji sala 2021ê de, Hêzên Sûriya Demokratîk 369 kes bi awayekî nerewa binçavkirine.

Ev bêhtirî 2 salan e, ku zêdetir ji 60 hezar mêr, jin û zarok ji aliyê desthilatdarên xwecihî yên li bakurê-rojhilatê Sûriyê ve binçavkirî ne di rewşên kambax, nerewa, nemirovahî de ku jiyanê metirsîdar dikin, bêyî ku ew kes bêşperî dadgehê bên kirin. Di nav wan de nêzîk 43 hezar kesên biyanî hene- ji wan 27 hezar zarok in. Wek tê zanîn tenê 25 welatan welatiyên xwe vegerandine yan jî di warê vegerandina welatiyên xwe de alîkar bûn, piraniya wan welatan  tenê derî li pêş hejmarek kêm vekirin.

Ti pêşdeçûnek ji aliyê desthilata bi serkêşiya Kurdan an jî ji aliyê hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê ve pêk nehatiye di warê diyarkirina çarenivîsa bi hezaran kesên ku ji aliyê Dewleta Îslamî (ku bi navê DAÎŞê tê naskirin) ve hatine windakirin de.

Krîza Derbideriyê

Krîza derbideriya Sûriyan yek ji karvedanên herî xerab ên şerê berdewam e li wî welatî. Li gorî Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kordînasyona Karûbarê Mirovahî (UNOCHA), ji destpêka şerê ji 2011ê ve, 12.3 milyon kes bi neçarî ji mal û cihê xwe reviyane, di nav de 6.7 milyon kes hene ku li seranserî welêt derbider bûne.

Di sala 2021ê de, hewldanên neçarkirina koçberan bo vegerê gihiştin astek nû. Di Adarê de, Danîmark bû yekemîn dewleta Ewropî ku ragihand, ew dê mafê “parastina demkî” ya 94 koçberên Sûrî nû neke, ew jî li ser bingeha raporteke -cihê şermezariyê- ku ji aliyê Dezgeha Koçê ya Danîmarkî ve hatiye amadekirin û dibêje Şam û navçeyên derûdora wê aram in ji bo vegera koçberan, tevî ku gelek delîl û amaje hene li ser tirsa tundutûjiyê ya li wê deverê.

Tevî ku asta şer li Sûriyê kêm bûye, lê hîn jî koçberên ku vedigerin rastî binpêkirinên mafên mirovan tên, mîna binçavkirinên nerewa, îşkencekirin û windakirina zordarî ji aliyê desthilatên Sûriyê ve, ev jî delîlên zêde ne li ser wê yekê ku Sûriyê ne welatek aram e. Herwiha koçberên ku vegeriyane rastî astengiyên aborî yên dijwar hatine, ji ber ku nikarîne pereyan ji bo kirîna kereseyên xwarinê yên sereke dabîn bikin. Li aliyê din jî, hejmarek mezin ji wan koçberan dîtin ku malên wan bi sivikî an bi giranî hatine wêrankirin û pereyên nûavakirinê jî di dest wan de nînin. Hikûmeta Sûriyê jî ti alîkariyek di vî warî de pêşkêş nekiriye.

Pandemîka Covid-19ê bandorek xirab li ser dibistana zarokên penaber, tevî zarokên xwedan pêwîstiyên taybet, kiriye li welatên ku mêvandariya penaberan dikin, bi taybetî li Libnanê ku tevî astengiyên pandemîkê, krîzên wê yên siyasî û aborî kûrtir bûne. Li wir, bi sedê hezaran penaber rastî metirsiyên zêde yên dûrketina ji xwendinê, karkirina zarokan û zewaca zarokan hatine.

Hewldanên Navdewletî yên Lêpirsînê

Di Sibata 2021ê de, dadgeheke Almanî sizaya 4 salan zindanîkirin derheqê berpirsekî berê yê dezgeha îstixbarata Sûriyê bi navê Iyad A. de pesend kir, bi gunehê têkildariya di tawanên li dijî mirovahiyê de. Ev biryara yekem bû di dadgehkirineke dîrokî de li ser du berpirsên berê yên îstixbarata Sûrî, bi tawanên girêdayî îşkencekirina ji alîyê dewletê ve li Sûriyê.

Di Adarê de, Mîkanîzma Navdewletî ya Serbixwe û Bêalî ya Nyê ya taybet bi Sûriyê ragihand ku, wê agahî û delîlên li ser tawanên hovane pêşkêşî 12 dadgehên niştimanî kirine. Di wê mehê de, Kanada tevlî hewlên Holandayê bû da ku hikûmeta Sûriyê ji bo îşkenceyê li gorî Peymanaya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê, wek berpirisiyar bide xuyakirin. Hewldanên Holandayê pêngavek girîng e ku dibe di dawiyê de bibin sedema vekirina dozekê li dijî hikûmeta Sûriyê li Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî (ICJ).

Di meha Îlonê de, dadgeha herî bilind a Franasyê, Cour de cassation, biryar da ku doznameya li dijî kompaniya Lafarge ya ji ber têkildariya di tawanên li dijî mirovahiyê de, ku ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Parîsê ve hatibû pesendkirin, pûç kir.

Aktorên Navdewletî yên Sereke

Piştî gera pêncem a danûstandinan di Çileya 2021ê de, proseya aştiyê ya bi serkêşiya Nyê, di nav de Komîteya Destûrî, ti pêşdeçûnek pêk neanî. Rûsya, Tirkiye û Îran berdewam in li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û aborî bo wan komên ku şer dikin, û wan ji her lêpirîsnekê jî diparêzin.

Di Tîrmeha 2021ê de, Encûmena Asayişa Navdewletî nikarî destûrê bide derbaskirina hevkariyan bi rêyên sînorî, di nav de derbaskirina hevkariyan ji Iraqê bo bakurê-rojhilatê Sûriyê, ji ber gefa Rûsiyayê ya bikaranîna mafê Vetoyê, lê rê hat dayîn ku dergehê sînorî yê hevkariyan bo bakurê-rojavayê Sûriyê vekirî bimîne.

Di Nîsana 2021ê de, dewletên alîgirên Peymana Çekên Kîmawî deng dabûn rawestandina maf û îmtiyazên Sûriyê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) de. Hêzên hikûmeta Sûriyê di dirêjahiya şer de, gelek cara klor û gaza damarî ya Sarîn li dijî mêr û jin û zarokan bikar aniye. Li gorî NY û OPCW, çekdarên DAÎŞê gelek caran gaza Xerdelê bikar anîne.

Hîn kesên berpirs ji tawanên hovane, dezgehên di nav hikûmeta Sûriyê de yan alîgirên wan û DAÎŞ jî di bin sizayên dijwar ên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de ne, ji bilî çend sizayên li ser sektorên cûda. Di Tîrmeha 2021ê de, Amerîka siza li ser wan kes û kiyanan sepand ên ku piştgiriya Desteya Tehrîr el-Şam dikin.

Îsraîl berdewam e li ser operasyonên xwe yên asmanî li dijî pêgehên ser bi Îran an Hizbullah li nava Sûriyê. Amerîka û hin endamên din ên hevpemaniya li dijî DAÎŞê, berdewam in li ser hevkariya operasyonên li dijî DAÎŞê, bi rêya pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Sûriya Demokratîk.