Skip to main content

Sûriye

Bûyerên 2019an

Wêraniya ku gihiştiye avahiyekê ji encama êrîşeke esmanî li ser gundê Belyun li Idlibê, navçeya şer, Sûriyê 08 Çile 2019

© Muhammed Said/Anadolu Agency via Getty Images

 

Bûyerên ku di sala 2019an de li Sûriyê qewimîn, ew derencam piştrast kirin ku tawan û binpêkirinên mafan ên ku bûne hêma û sîma ji krîzê re, mane bingeh.

Hevpeymaniya leşkerî ya Sûrî-Rûsî ji Nîsanê ve êrîşên xwe yên bêserûber û bi çekên qedexe li ser Idlibê berdewam dike, ew dever jî wek bingeha dawî ya hêzên dijberê hikûmetê tê hejmartin. Li navçeyên ku ketine di bin destê hêzên hikûmetê de, malên xelkê tên talankirin û milkên wan jî tên desteserkirin, ligel berdewambûna binçavkirinên berefereh ên bêyî bingehên yasayî. Kesên ku “lihevkirin’’ jî ligel hikûmektê pêk anîne, hîn ji dest binpêkirinên li ser destê hêzên hikûmetê dinalênin.

Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Hevahengiya Karûbarên Mirovî (OCHA) pêşbînî û texmîn kiribû ku di sala 2019an de wê pêwîstiya 11.7 milyon kesî bi alîkariya mirovî û parastinê hebe. Lê li şûna peydakirina pêdiviyên sereke ji nişteciyan re, hikûmeta Sûriyê çarçoveyeke yasayî û siyasî ji xwe re peyda kir, ji bo îstixlalkirina pereyên alîkariyên mirovî û dubareavakirinê, daku berejwendiyên xwe yên taybet misoger û bihêztir bike. Komên hawarçûnê, ajansên Neteweyên Yekbûyî û aliyên beşdar di hewlên dubareavakirinê de, ku ew hewl jî hin binpêkirinan lixwe digrin, yan jî destûrê didin ku alîkarî ji çarçoveya xwe derkevin bêyî ku kar bi baldarî were kirin, xwe xistin metrisiya beşdarbûna di binpêkirinên mafên mirovan de yên ku ji aliyê hikûmetê ve tên kirin.

Herwiha komên çekdar ên ne ser bi dewletê ve û dijberên hikûmetê ne, binpêkirinên mezin kirine, bi rêya helmetên binçavkirinên bêyî bingehên yasayî li navçeyên ku di dest wan de ne, herwiha êrîşên bejayî yên bêserûber birine ser navçeyên niştecîbûnê yên li deverên di bin destê hêzên hikûmetê de.

Li bakurê rojhilatê Sûriyê, hejmara sivîlên ku hatine kuştin û rûbera wêrankirinê ya ji encama êrîşên hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê û hevpeymanên wê yên xwecihî ‘’Hêzên Sûriya Demokratîk’’ li ser navçeyên di dest rêxistina ‘’Dewleta Îslamî’’ (DAIŞ) a radîkal de, amajeyek in ku tedbîr û amadekariyên pêwîst ji bo parastina sivîlan nehatibûn standin.

Çarenvîsa bi hezaran kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin hîn nediyar e, û desthilatdarên Kurd, hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê û hikûmeta Sûriyê pêngavên pêwîst nedane ji bo diyarkirina çarenivîsa wan kesan. Tevî girîngîdana navdewletî ji kesên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine girtin û veşartin, bi taybet ji aliyê şanderê taybet û Encûmena Asayişa Navdewletî jî, ti pêşveçûnek berçav di wî warî de derneketiye holê.

Binpêkirinên hevpaymaniya leşkerî ya Sûrî-Rûsî

Ji dawiya Nîsana 2019an ve, hevpeymaniya leşkerî ya Sûrî-Rûsî rojane bi sedên êrîşan encam dide, ji bo kontrolkirina navçeyên di destê dijberên hikûmetê de li bakurê-rojavayê Sûriyê. Bi heman taktîka ku hevpeymaniya navborî dest danîbû li ser Heleb û Xûtaya Şamê, hêzên Sûrî-Rûsî bombeyên wîşayî yên qedexekirî, çekên sotîner û çekên teqîner ên bandor berfereh, di nav de bermîlên bombekirî yên destkird, li dijî dibistan, mal û nexweşxaneyan bikar anîne, tevî wêrankirina bajarokên sereke li navçeyê û kuştina bêhtir ji hezar kesî, ku di nav wan de bêhtir ji 300 zarokî hebûn. Di naverasta Tebaxê de, hevpeymaniya leşkerî ya Sûrî-Rûsî kampeka derbideran li gundê Has ê li Idlibê bombebaran kir, di encam de 20 sivîl hatin kuştin. Êrîş neyasayî û tawaneke cengê bû.

Hêzên Sûrî-Rûsî bêhtir ji 50 baregehên tendirustî jinav birin yan jî ziyanên mezin gihandin wan. Neteweyên Yekbûyî, weke mîkanîzmekê ji bo bidawîanîna pevçûnan, zaniyarî di derbarê baregehên tendirustî de radestî Rûsyayê kiribûn, lê Rûsya û Sûriyê ew nexweşxane kirin armanc, ew jî li gor zanyariyên rêxistina ‘’Bijîşkên Bo Mafê Mirovan’’ û hin rêxistinên din ên mirovî. Di 1ê Tebaxê de, Netweyên Yekbûyî ragihand ku, sekeretrê wê yê giştî Antonio Guterres dê lêkolînekê di derbarê armanckirina nexweşnaxneyan de li Sûriyê bide destpêkirin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî 3 milyon sivîl li bakurê rojavayê Sûriyê dijîn, nîvê wan bi kêmanî yekcar derbider bûne. Ti cihekî din nebû ku ew sivîl berê xwe bidinê, herwiha ew ji pêdiviyên pêwîst ên veguhestinê jî bêpar in û nikarin berê xwe bidin Tirkiyê, ji tirsa zilm û zordariyê jî naçin navçeyên di bin destê hêzên hikûmetê de.

Mafê milkdariyê, alîkariyên mirovî û fînanskirina dubareavakirinê

Hikûmeta Sûriyê çarçoveyeke yasayî û siyasî sepand û ferz kir, ji bo îstixlalkirina bi milyonên dolaran ji alîkariyên navdewletî yên taybet bi alîkariyên mirovî û dubareavakirinê. Hikûmetê gelek astengî û kelem li pêş gihandina alîkariyan bo grûpên pêwîst danîn, yan jî îdîaya gihiştina wan alîkariyan kir, û bi awayekî nerêkûpêk razîbûna xwe li ser projeyên alîkariyan da ji bo sizadan û cezakirina sivîlên li navçeyên di bin kontrola wê de dijîn, û daxwaz jî ji rêxistinên mirovî kir ku hevkariyê bi wan aliyên xwecihî re bike yên ku îstixbarat ji wan razî ne. Bi piştgirêdan bi hin bûyerên bûrî ve, tirsa derbaskirina alîkariyan bi rêya dezgehên hikûmetê yên binpêker heye, ji bo sizadana welatiyên sivîl yên ku hikûmet wan weke dijber binav dike û padaştkirina kesên alîgir.

Hikûmetê bi awayekî ne yasayî bi sedan kes wek terorîst binav kirin û dest danî li ser mal û milkên wan ên li navçeyên ku berê di destê grûpên dijberê hikûmetê de bûn, ew jî li gor mersûma 63 û yasaya nehiştina terorê ya sala 2012an, ku ji aliyê hikûmetê ve tên bikaranîn ji bo tawanbarkirina çalakvanên mafên mirovan û kesên ku di warê mirovî de kar dikin. Banodra van tedbîran jî li ser malbat û kesûkaran heye, eger ku ew wek terorîst nehatibin diyarkirin jî.

Binpêkirinên grûpên çekdar ên ne ser bi hikûmetê ve

‘’Desteya Tehrîr el-Şam’’ û ‘’Artêşa al-Îzze’’ û hin grûpên din ên bi wan re hevpeyman, êrîşên bêserûber birin ser navçeyên sivîl ên di bin destê hikûmetê de. Di encama wan êrîşan de gelek qurbanî yên sivîl ketin, dibe ku ew êrîş bigihin asta tawan cengê, ew jî li gor ‘’komîteya lêkolînan a navdewletî ya serbixwe di derbarê Komara Erebî ya Sûriyê de’’ (Komîteya Lêkolînan).

Tevî jidestdana rûbereke mezin, rêxistina DAIŞê hejmarek êrîş li navçeyên cuda yên Dêra Zorê encam dan, herwiha rê li pêş sivîlan girt da ku ji şer û tundiyê nerevin, bi rêyên wek çandina mayînan.

Li navçeyên derdora Efrînê, rewşa ewlehiyê bi awayekî mezin têk çûye, ew navçe di destê ‘’Artêşa Niştîmanî ya Sûrî’’ de ye, ku ew jî hevpeymaniyeke di navbera hin komên ‘’Artêşa Sûriyê ya Azad’’ de ye û Tirkiye piştgiriya wê dike. Li gor komîteya lêkolînan, wan grûpan tawanên cengê kirine, sivîl kirine armanc û gelek kes revandine û otomobîl bombe kirine, binçavkirinên neyasayî kirine, îşkence encam dane û şertûmercên hişk û tund li ser cilûbergên jin û keçan danîne.

Desteserkirina neyasayî û binçavkirina bizorê

Li navçeyên ku hikûmeta Sûriye ji dest opozîsyonê derxistine, di nav de Xûtaya Rojhilat û Deraa û başûrê Şamê, hêzên ewlekariyê yên Sûriyê bi sedan çalakvan û hin serkdeyên berê yên opozîsyonê ligel endamên malbatên wan girtine, tevî ku wan hemûyan rêkeftinên lihevkirinê ligel rejîmê îmze kiribûn, di wan rêkeftinan de garantî hatibû dayîn ku kes nayê girtin.

Ji sala 2011an ve bi deh hezaran kes hatine girtin û binçavkirin, piraniya wan ji aliyê hêzên ser bi hikûmetê ve hatine girtin. Bi hezaran kesên di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de bûn, di bin îşkenceyê de û ji ber rewşa xirab jiyana xwe jidest dan. Di sala 2019an de, hikûmetê lîsteyên bi sedên kesan nûjen kirin, tê payînkirin û texmînkirin ku ew kes winda bûbin yan jî miribin, lê malbatên wan kesan ne termê zarokê xwe wergirtine û ne jî ti zaniyarî ji desthilatê wergirtine.

Desteya Tehrîr el-Şam, ya ser bi el-Qaide ve ku bi giranî li Idlibê çalak e, gelek welatiyên li navçeyên di bin kontrola xwe de binçav kirin. Di Çileya 2019an de, Rêxistina Navadewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) girtina 11 kesan bibelge kir, ku tê payînkirin di nav wan de 6 kes rastî îşkenceyê hatibin. Gelek komên yasayî yên xwecihî jî hejmarek mezin ji belgeyên di derbarê bi sedên haletên din de kom kirine.

DAIŞê jî bi hezaran kes girtin, di nav wan de çalakvan û karmendên di warê mirovî de û rojnamevan hene, ku çarenivîsa wan heta niha nediyar e, ew jî li gor çavdêrên xwecihî yên mafê mirovan û malbata kesên revandî. Ne Hêzên Sûriya Demokratîk, yên bi serkêşiya Kurdan, û ne hikûmeta Sûriyê û ne jî hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê, ti mîkanîzm çênekirine ji bo çawaniya karkirinê li pirsên wan malbatan.

Di Gulana 2019an de, Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan yek ji 8 rêxistinên çivaka sivîl ên li Sûriyê û rêxistinên yasayî yên navdewletî bû, ku bang li welatên endam di Civata Asayişa Navdewletî de kirin ji bo ku çareseriyeke bilez bibînin ji girtinên neyasayî yên berferh re, revandin, îskencekirin û binçavkirina bi darê zorê ya bi dehan hezar kesên Sûrî ji aliyê hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar ên dijberên hikûmtê û DAIŞê.

Binpêkirinên Tirkiyê û hêzên Sûrî yên ku piştgiriya wan dike

Di 9ê Mijadarê de, piştî ku Amerîkayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da, Tirkiyê êrîşî bakurê rojhilatê Sûriyê kir. Aliyên ne bi ser hikûmetê ve û yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, di nav de Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ji bo êrîsa bi navê ‘’Kaniya Aştiyê’’ xwe kom kirin. Desthilata Kurdî jî, wek karvedanekê li ser wê êrîşê, bazarek ligel Şamê kir, ku rê bi belavkirina hêzên hikûmeta Sûriyê hat dayîn û dubare dest danîn li ser hejmarek bajarokên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê.

Hejmarek ji raporan binpêkirinên grûpên ku piştgiriyê ji Tirkiyê werdigrin eşkere kirin, weke kuştina şervanan, çalakvanên siyasî û tîmên hawaçûnê yên Kurd bêyî ku werin dadgehkirin, ligel talankirin û destdanîn ser mal û milkan

Di 26ê Cotmehê de, wezîrê derve ye Tirkiyê ragihand ku Tirkiyê ‘’dê li biçûktirîn binpêkirina beramberî mafê mirovan nebûre’’. Lê tevî wê yekê jî, raporên komên çavdêriyê yên xwecihî û navdewletî gelek êrîşên bêserûber ên ku Tirkiyê birine ser sivîlan û navçeyên sivîl li bakûre rojhilatê Sûriyê, bibelge kirine.

Binpêkirinên hêzên ku Amerîka piştgiriya wan dike û hevpeymaniya ku serkêşiya wê dike

Şerê Baxozê di Sibata 2019an de, bû sedema jinavçûna bejayî ya DAIŞê. Di wî şerî de hêzên hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê ji esmanan ve û Hêzên Sûriya Demokratîk li ser erdê bi topan êrîşkirin. Ligel destpêkirina şerê dawî, Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan 630 navçe li seranserî wî bajêrî diyar kirin, ku li wir ziyanek mezin û wêraniyek berfereh gihiştibû xanî û avahiyan, di demekê de ku hejmareke mezin ji sivîlan hîn li wan navçeyan bûn.

Li gorî texmînên grûpa çavdêriyê ya Brîtanî ‘’Airwars’’, ji encama êrîşên esmanî yên hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê, di navbera Çile û Hezîrana 2019an de, bi kêmanî 416 kesên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Hevpeymaniyê bi awayekî hûr û giştgir lêkolîn nekirin derbarê wan êrîsan de ku sivîl di wan de hatin kuştin. Di Çileya 2019an de hevpeymaniyê qerebûyek diravî wek sersaxiyekê da malbatekê, lê wê ti program nedanî ji bo qerebûkirin an alîkarîkirina sivîlên din ên ku ziyan ji êrîşên wê dîtine. Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê jî, sedema wê yekê jî vegerande ‘’astengiyên praktîkî’’ û ‘’hebûna sînordar a Amerîkayê’’, ku wê yekê derfetên zanîna cihên pêwîst ji bo dayîna qerebûyan gelek qelis kirine.

Şahidên ku karîn -bi rêya dayîna pereyan ji qaçaxçiyan re- ji navçeya dawî ya DAIŞê birevin, behsa dijwariya rewşa mirovî û êrîşen li ser navçeya ku lê dijiyan kirin. DAIŞê ew kesên ku hizira revê dikirin siza û ceza dan, bi rêya çandina mayînan li ser hemû rêyên revê.

Derbasbûna Tirkiyê bo bakurê rojhilatê Sûriyê, rûbera navçeya di bin kontrola desthilata di dest Kurdan de kêm kir, di dema amadekirina vê raporê de, rêveberiya xweser ya di dest Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê, hîn kesên gumanbar ên DAIŞê û endamên malbatên wan kontrol dikirin, ku hejmara wan 110 hezar e. Ji wan 62 hezar Iraqî û Sûrî ne, ligel bêhtir ji 11 hezar jin û zarokên biyanî û ne Iraqî, yên girêdayî kesên gumanbar bi endamtiya DAIŞê, ew li kampa el-Hol di rewşek dijwar de dijîn, hin caran jî rewş kujer e. Nebûna dahatan û kelem û astengên li ser gihandina alîkariyên mirovî, kirine ku rewşa kampan dijwartir bibe.

Piraniya welatan red kirin ku welatiyê xwe, di nav wan de jin û zarok, wergirin, yan jî tenê hejmarek kêm ji kesên sêwî wergirtin. Hejmarek welat, di nav wan de Brîtaniya û Fransa û Holenda, pirsgirêkên lojîstîkî û ewlekarî yên welatiyên ku vedigerin ji xwe re kirin hincet. Lê tevî wê yekê, Kazaxistan, Tajîkstan û Uzpakistanê bêhtir ji 756 welatiyên xwe yên girêdayî DAIŞê vegerandin, piraniya wan jî jin û zarok bûn. Gumanbarên biyanî yên DAIŞê ku li Sûriyê hatibûn girtin, bi taybetî yên Fransî, bo Iraqê hatin veguhestin, tevî belavbûnê îşkengeyê û dadgehên zordarî û sizaya bidavekirinê li wî welatî. Beryardera Neteweyên Yekbûyî ya derbarê rewşen bidarvekirina neyasayî rexne li destêwerdana Fransayê ya cihê gumanê kir ku welatiyên xwe yên sizaya bidarvekirinê li ser wan heye, veguhestine Iraqê.

Krîza derbideriyê

Li gor OCHAyê, ji encama operasyonên leşkerî bêhtir ji 600 hezar kesî ji Idlib û Hemayê, û herî kêm 180 hezar kes ji bakurê rojhilatê Sûriyê derbider bûn.

Sînorê Tirkiyê-Sûriyê ma girtî, leşkerên sînor ên Tirkiyê berdewam in li ser derkirina penaxwazan, di nav de bikaranîna guleyan, lewma ji Çileya 2019an ve bi dehan kes hatin kuştin, ew jî li gor ‘’Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan’’.

Derdora 18 hezar kesan kampa el-Rukban ya ser sînorê Sûriyê-Urdinê bicih hiştin û berê xwe dan navçeyên di bin destê hikûmetê de. Astengî û mercên ku hikûmetê li ser gihandina alîkariyan danîn, ligel nehiştina hikûmeta Urdinê ku nişteciyên el-Rukban penaberiyê li Urdinê bixwazin, û rênedan bi derbaskirina alîkariyan bi rêya sînorî, kirin ku nişteciyên kampê rûbirûyî birçîbûn û nexweşiyan bibin, tevî tirsa wan a ji êrîşan. Kesên ku vegeriyan navçeyên di bin destê hikûmetê de, li baregehên derbideriyê hatin bicihkirin. Di demekê de ku Neteweyên Yekbûyî û ‘’Heyva Sor a Erebî ya Sûrî’’ xizmet pêşkeşî wan kampên derbideriyê û xalên derbasbûnê kirin, hin rapor derketin li ser çend rewşên girtinê û muamela û danûstana xirab ligel kesên ku vegeriyan navçeyên di bin kontrola hikûmetê de.

Penaberên li welatên derdorê jî ketin bin guvaşek mezin ji aliyê wan welatan ve, da vegerin Sûriyê, tevî metirsiyên mezin ên girêdayî silametiyê û nebûna zelaliyê derbarê rewşe li navçeyên di bin kontrola hikûmetê de. Qeydên rêxistina penaberan amaje dikin ku heta Hezîrana 2019an, bêhtir ji 40 hezar kesî vegeriyane.

Li Tirkiyê, bêhtir ji 3.6 milyon penaberên Sûrî, ku di nav wan de nîv milyon tenê li Stenbolê hene, mafê parastina demkî wergirtine. Lê di 2019an de, desthilata Tirkiyê hejmarek mezin ji Sûriyan desteser kirin û ew bi darê zorê vegerandin, piştî ku ew neçar kirin da li ser rûpela ‘’vegera bi dil’’ îmze bikin. Gelek ji wan vegeriya Idlibê û navçeyên di dest Desteya Tehrîr el-Şam de, ku wê ew penaber binçav kirin, yan jî ew ketin di bin êrîşa leşkerî ya Sûrî-Rûsî de.

Tirkiyê pêşniyaza avakirina navçeyeke aram li bakurê rojhilatê Sûriyê kir, ku dixwaze herî kêm yek milyon Sûrî, yên li Tirkiyê dimînin, li wir bicih bike. Eger ew navçe hat avakirin, dê garantiya parastina sivîlan lê nebe, ligel hebûna gelek metirsiyên yasayî li wê navçeyê.

Libnan, ku 1.5 milyon penaberên Sûrî lê dijîn, rêklam ji bo vegera wan kir, ji destpêka Nîsanê ve, çend tedbîrên hişik hatine standin daku rê li pêşiya hatina penaberan bigire. Asayişa giştî, ya berpirs li ser çavdêriya şînorê welêt, ragihand ku di navbera 21ê Gulanê û 28ê Tebaxa 2019an de, wan 2,731 Sûrî der kirin û ew rasterast radestî desthilata Sûriyê kirin, piştî ku di 13ê Gulanê de biryar hatibû dayîn bi derkirina her kesê ku piştî 24ê Nîsanê bi awayekî neyasayî derbasî Libnanê bûbe. Desthilata Sûriyê jî her kêm 3 ji wan kesên vegeriyayî binçav kirin.

Civata Asayişê û Konseya Giştî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve

Weke karvedanekê li ser êrîşa leşkerî ya Sûrî-Rûsî li ser baregehên tendirustiyê û baregehên din ên mirovî li Idlib û bakurê Hemayê, ligel guvaşa welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, Sekereterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres lêkolînek derbarê êrîsên li ser nexweşxaneyên li Sûriyê da destpêkirin. Heta dema amadekirina vê raporê, wî soza belavkirina encamên lêkolînê nedabû.

Di 7ê Tebaxê de, Encûmena Asayişa Navdewletî yekemîn civîna xwe ya di derbarê doza girtî û kesên wenda de lidar xist.

Di 19ê Îlonê de, Rûsyayê bo cara 13an mafê Vetoyê bikar anî, ji bo rê li pêş biryareke Encûmena Asayişê bigire, ku daxwaza agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê dikir, ji ber ku biryarê ew êrîşên leşkerî jî li xwe digirtin, yên ku Sûriyê û Rûsiya li ser hin grûpan dikin, ku wan wek terorîst binav dike.

‘’Mekanîzma navdewletî ya serbixwe û bêalî’’, ku desteyeke komkirina belegeyan e û di Kanûna 2016an de ji aliyê konseya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezrandin, berdewam e li ser komkirin û parastina belgeyan ji bo dadgehên tawankarî di pêşerojê de.

Aliyên navdewletî yên sereke

Tevî destnîşankirina Geir O. Pedersen wek şanderê taybêt ê nû yê Netweyên Yekbûyî li Sûriye, danûstanindinên siyasî yên bi serpereştiya Netweyên Yekbûyî mane di rêyeke girtî de.

Rûsya, Tirkiye û Îran berdewam in li ser bikaranîna pêgehên xwe li Sûriyê, Rûsiye serpereştiya wan hewldanan dike ji bo ku rewatiyeke siyasî bide hikûmeta Sûriyê, û rê li pêş hatina penaberan xweş dike û pereyan peyda bike ji bo dubareavakirinê. Di Nîsanê de, rêkftina Rûsî-Tirkî di derbrê rawestandina şer li Idlibê de ku di Îlona 2018an de hatibû îmzekirin, jinav çû.

Amerîkayê êrîşen esmanî li dijî DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê encam dan, wek beşekî ji hevpeymaniya ku ew serkêşiya wê dike, herwiha hevkariya madî û lojîstîkî da Hêzên Sûriya Demokratîk. Di 6ê Cotmehê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji nişka ve vekişandina hêzên Amerîkî ji bakurê Sûriyê ragihand, wê yekê jî rê ji operasyona leşkerî ya Tirkiyê re vekir li dijî hêzên bi serkêşiya Kurdan.

Di Tebaxê de hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê êrîş bire ser baregehekê li Idlibê, ku digot ew baregeh ser bi el-Qaide ve ye. Di 27ê Cotmehê de, rêberê DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî di operasyoneke leşkerî ya Amerîkî de li Idlibê hat kuştin. Herwiha Îsraîlê jî, li gor hejmarek raporan, di navbera Çile û Tebaxê de çend operasyonên esmanî li dijî navçeyên di destê hikûmetê de pêk anîn.

Di Adarê de, Yekîtiya Ewropayê kongreyê Brûkselê yê sêyemîn derbarê Sûriyê de saz kir, kongreyê tekez li ser vegera penaberan û dubareavakirinê kir. Di Îlona 2019an de, hin raporan eşkere kir ku Hingariya diwaze têkiliyên xwe yên ligel hikûmeta Sûriyê pêş bixe, û komdengiya Ewropayê bişkîne. Yekîtiya Ewropayê û Amerîka ceza û sizayên bi ser Sûriyê de nû û berferehtir kirin.

Piştî çendîn sal ji amadekariyan, di 30ê Cotmehê de ‘’Komîteya danîna destûrê Sûriyê’’ bi çavdêriya Netweyên Yekbûyî li Cenêva Swîsrayê civiya. Komîte ji 150 endamî pêk tê, erka wan jî nûjenkirina û çaksazîkirina destûra welêt e.