Şerê li dijî grûpa îslamî ya tundûtîj Dewleta Îslamî (wekî DAÎŞê jî tê nasîn) derkete holê weke hilbijêreke herî giring û pêşkî ji bo gelek aliyên şerker li Sûriyê di sala 2017an de. Hukmetê, bi alîkariya Rûsya, Îran, û Hîzbullah, perçeyin mezin ji navend û rojhilata Sûriyê ji destê DAÎŞê ve vegirtin, û Hêzên Sûriya Demokratik, yen bi Amerîkayê piştgirtî, Reqayê xist bin kontrola xwe de. Pêşbaziya bo ewlekirina deveran û qayimkirina destkeftiyan bi rê ve çû ligel binpêkariyin giran li dijî mafên mirovan û zagona mirovî ewên ku ji şerê Sûrî re bûne xûyekî pênas.

Bêhtirî 400,000 kes ji 2011an û pêve ji ber şerê sûrî mirin li gorî Banka Cihanî, tevî 5 milyon penaber li derveyî welêt û bêhtirî 6 milyon jicîhûwarkirî di hundurî welêt de li gorî ajansên Neteweyên Yekbûyî (NY/UN). Bi hatina Hezîrana 2017an re, NY texmîn kir ku 540,000 kes hîn di deverên dorlêgirtî de dijîn.

Hukmeta sûrî çendîn êrîşên bi çekên kîmawî berdan sivîlan di deverên di bin destê opuzisyonê de. Bi piştgiriya Rûsya û Îranê, hukmeta sûrî êrîşin ji qesta yên bêcudakî li dijî sivîlan û binesaziyên sivîl berdan, alîkariyên mirovî dan sekinandin, birçîxistin weke tektîkeke şer bi kar anî, û bi darê zorê bi awakî dijî zagona navdewletî sûrî koçber kirin. Kiryarên hukmeta sûrî yên êşkence, muameleya xerab di binçavgirtinê de û nepenîbûna bi darê zorê.

Grûpên çekdar ên nedewletî jî çendîn binpêkirinan pêk anîn. Grûpên han êrîşin ji qesta yên bêcudakî berdan sivîlan, çalakvan revandin û bi awakî keyfî bin çav kirin, hêza derhed bi kar anî bo çewisandina protestoyan û destê xwe di radestkirina alîkariyên mirovî de werdan. DAÎŞê jî li gorî raporan sivîlan weke mertalin mirovî bi kar anîn, mayîn û teqemeniyên bidestçêkirî çandin û di encamê de ziyanên giran a berbiçav gihandin sivîlan û binesaziyên sivîl.

Qurbanî nava sivîlan ji ber lêdanên ezmanî yên kualîsyona bi serkirdetiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî (DYA/USA) ya ku şerê DAÎŞê dike zêde bûn. Li gorî Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan, grûpeke xwecihî, 2,286 sivîl mirin ji destpêka operasyonê heta Îlona 2017an. Hejmareke ji nav van lêdanên ezmanî nîgeraniyan dide pêş ku kowalîsyon bi serneket di pêkanîna tedbîrên parêzgeriyê yên pêwîst de ji bo qurbanî nav sivîlan nekevin û hejmara wan kêmtir bikin.

Di wê demê de ku rê hatin girtin li ber hewldanên berpirsiyarîxistinê di Encûmena Ewlehiyê de, Komcivîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Çileyê Pêşî ya 2016an de mekanîzmeke damezrand daku alî bike sebaret bi lêpirsînên tawanên cidî, parastina delîlan, amadekirina dozan ji bo kirdariyên tawankariyê di pêşerojê de.

Êrîşberdan li Sivîlan, Êrîşên Bêcudakî, Bikaranîna Berdewam ya Topên Guşîdar û Çekên Şewtîner

Êrîşên derqanûnî li dijî sivîlan û binesaziyên sivîl li Sûriyê berdewam bûn, bi wan êrîşan li ser avahiyên bijîşkî, dibistan û mizgeftan.

Hukmeta sûrî beşên Helebê yên di bin destê opuzîsyonê de bûn cardin xistin bin kontrola xwe de di dawiya 2016an de. Di operasiyonên xwe de, kowalîsyona leşkerî ya Rûsî-Sûrî lêdanên ezmanî yên bêcudakî pêk anîn, tê de lêdanin li gelek avahiyên bijîşkî hebûn, û çekên şewtîner û topên guşîdar bi kar anîn. Navenda Bibelgehkirina Binpêkirinan (NBB/VDC), ew jî grûpeke çavdêriyê ya xwecihîye, kuştina 446 sivîlan, ji nav de 91 zarok, bi belgeh kir di wan êrîşên ezmanî li rojhilatê Helebê, di nava 19ê Îlonê û 18ê Çiriya Pêşiyê.

Hejmara miriyan nava sivîlan li başûrî Sûriyê kêm bû piştî li hevkirinên agirbestê yên herêmî, êrîşên derqanûnî domiyan. Di Hezîranê de, bo nimûne, lêdanên ezmanî û topbarandinên Rûsî-Sûrî li bajaroka Tefesê, li başûrê Der´ayê, xistin, 10 sivîl di nava û li derdora dibistanekê de kuştin.

Di Îlonê de, Operasyonên Leşkerî yên Hevbeş yên Rûsî-Sûrî êrîşeke li ser parêzgeha Idlibê da destpêkirin. Lêdanên ezmanî gelek bajarok û deverin li derdorê û nava parêzgehê de ji xwe re kirin armanc, bi kêmanî şeş nexweşxane û pênc navendên berevaniya sivîl rûxandin, di encam de, bêhtirî 150 sivîl hatin kuştin li gorî Berevaniya Sivîl a Sûrî.

Êrîşên bi topên guşîdar ji aliyê hêzên hukmeta Sûrî li ser deverên bin destê opuzisyonê de bê west û rawest berdewam bûn. Rapor bi kêmanî sebaret bi 238 êrîşên cuda cuda ên bi topên guşîdar tê de hatibûn bikaranîn di nava Tebaxa 2016an û Tîrmeha 2017an hatin ragihandin ji aliyê çalakvanên herêmî, bertekvedêrêrên pêşîn, û karmendên bijîşkî.

Rêxistina Human Rights Watch bi kêmanî 22 lêdanên ezmanî bi çekên şewtîner di 2017an de tomar kirin. Di Nîsana 2017an de, Human Rights Watch bikaranîna hûrecebilxaneya şewtîner ZAB bi belge kir, tozên madenî yên şewtîner (thermite) di navde hebû, û li ser bombeyên RBK-500 siwarkirî bûn, ji bo êrîşkirina li ser Seraqêb, bakur-rojavayî Sûriyê, hatin bikaranîn.

Astengiyên Derqanûnî li ser Alîkariyên Mirovî, Dorlêgirtin, û Jicîhûwarkirinên bi Zorê

Dorgirtina li deverên sivîlan û astengîdanîn li ser alîkariyên mirovî ji aliyê hukmetê û hêzên bi ser wê ve û ji aliyê grûpên opuzisyonê ve di sala 2017an de berdewam kir. Nivîsgeha NY/UNê ya Koordînasyona Karûbarên Mirovî (NKKM/OCHA) texmîn kir ku dorî 540,000 kes, hetanî Hezîrana 2017an, di deverên dorlêgirtî de asê man û piraniya wan ji aliyê hêzên hukmetê ve li Goteya Rojhilatî dor lê hatin girtin.

Rewşên mirovî li deverên opuzisyonê yên dorlêgirtî bi lezgînî ber bi xirabûnê ve di 2017an de çû, û komelgeh di gelek deverên dorlêgirtî de neçarî xweradestkirina ji şert û mercên navbeynkariya agirbestê re û ji levkirinên valakirina şûnên xwe ji hukmetê re.

Gelek rêkeftinên “lihevhatinê” yên herêmî di 2017an gihan serî,  ji nav de “Rêkeftina Çar Bajarokan” bû di Adarê de hat îmzekirin, di encamê de, bajarokên Medaya û Zebedanî yên ku hukmetê dor lê girtibûn hatin valakirin li hemberî valakirina bajarokên Fû´a û Kefreyê yên dorpêçkirî bûn ji aliyê grûpên opuzisyonê ve. komîsyona NY/UN ya Peygerînê û rêxistina Lêborîna Navdewletî dît ku hin ji van valakirinan derqanûnî ne û koçberkirineke bi darê zorê durust dikin.

Bikaranîna Derqanûnî ya Çekên Kîmawî û Madeyên Rehtêkder

Hêzên hukmeta sûrî li ser bikaranîna çekên kîmawî dubare û sêbare berdewam kir, di nav re madeyên rehtêkder bi kêmanî di çar caran de hatin reşandin di dawiya 2016an de—li rojhilatê Hemayê di 11 û 12ê Çileyê Pêşî ya 2016an de, bakurê Hemayê di 30ê Adarê de, û li ser Xan Şêxûn di 4ê Nîsanê de.

Nîşaneyên bijîşkî li ser qurbaniyên bandorlêkirî yên êrîşên bi çekên kîmawî li Xan Şêxûn dest nîşan dikin ku hevedûdaniyeke organo-fosforî hatibû bikaranîn. Êrîşê bi kêmanî 92 kes kuştin, ji nav de 30 zarok, bi sedan kes jî birîndar kirin.

Di Îlonê de, komîsyona peygerînê ya ji aliyê NY pewirdarkirî gihaye encamê ku “Hêzên ezmanî yên Sûrî sarînê li Xan Şêxûnê, li Idlibê, bi kar anî, bi dehan kes kuştine, piraniya wan jin û zarok bûn.” Komîsyon dibêje wê delîl hene ku êrîş bi riya balafirên Sûxoy SU-22 pêk hat, ew cureyê balafir jî tenê hêzên hukmeta Sûrî bi kar tîne. Di Çiriya Pêşî de, Mekanîzma Pêkvekariyê ya Lêpirsînê (MPL/JIM) ya NY/UN û Rêxistina Qedexekirna Çekên Kîmawî (RQÇK/OPCW) dît hukmeta sûrî berpisyar bû li ser êrîşa bi çekên kîmawî li Xan Şêxûnê. Rûsyayê vîto li ser nûkirina pewirdariya MPL/JIMê kir ya ku di Çiriya Paşiyê de bi dawî bû.

Human Rights Watchê jî bi belgeh kir çawa helîkopterên hukmetê bi kêmanî heşt car klorînê berdidan xwarê di êrîşa vegirtina Helebê de, ew jî nîşanî bikaranîneke berbelav ya birêkpêkane ya çekên kîmawî dike.

Lêdanêm Ezmanî yên Kualîsyona bi Serkirdetiya DYA/USAyê

Di Adarê de, balafirên şer ên DYAyê li mizgeftekî li gundê el-Cîneyê li Helebê dan, bi kêmanî 38 kes kuştin. DYAyê got ku wê li civîneke endamên el-Qaîdê xist lê şêniyan got ku qurbanî hemû kesin sivîl bûn yên beşdarî nimêja ´işê bûn. Daxunaniyên artêşa DYAyê nîşan didin ku wan nikarîbûn têderxista ku avahiya armanca êrîşê mizgeftek bû, nimêj dê dest pê bibûya, û xutbeyeke ayînî dema êrîşê dihat gotin.

DYAyê lêpirsînek li ser lêdana ezmanî de pêk anî û gihaye encama ku ew êrîş qanûnîbû, tevî kû ew nikarî xuya bikira ka çi fekter an jî çi karîgerên derveyî ew gihandiye tespîta han. Komîsyona NY ya Peygerînê dît ku êrîş derqanûnî ye ji ber hêzên DYAyê hemû tedbîrên pêkan nestandin daku qurbaiyên nava sivîlan herî kêm bikira.

Li gorî Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan, ew jî grûpeke çavdêriyê li Brîtanyayê bi şûn bûye, dorî 1,100 sivîl di lêdanên ezmanî ji aliyê balafirên kualîsyonê de mirin ji dema operasîyona vegirtina bajarê Reqayê dest pê bû.

Human Right Watchê li pey çendîn lêdanên ezmanî li ser bajarokên nêzîkî Reqayê kola, ji nav de yeka di 20ê Adarê de li dibistaneke ji kesin koçberkirî re li Mensûreyê bûbû war, û yek li bajarê Tebqayê, di 22yê Adarê de, li bazarekî û furnekî nan da û bi kêmanî 84 sivîl kuştin, ji nav de 30 zarok bûn. Li gorî şêniyan dibistana Mensûreyê bo maweyek dirêj ji sivîlên ji cihin din li Sûriyê reviyabûn bûbû war, û ku sivîlan bazara Tebqayê di nava şer de hertim bi kar tanî. Lêdanên ezmanî nîgeranî dane pêş ku kualîsyona bi serkirdetiya DYAyê tedbîrên pêdivî ji bo kêmkirina qurbaniyên sivîl negirtine.

Windakirinên bi Darê Zorê, Mirinên di girtîgehan de, Binçavkirinên Keyfî, û Êşkence

Binçavkirina keyfî, danûstandina tund, êşkence û windakirinên zorane bi awakî berbelav li Sûriyê berdewame. Di 2017an de Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan (TSMM/SNHR) bêhtirî 4,252 haletên girtina kesan bi belgeh kirin, piraniya wan ji aliyê hêzên hukmetê ve bûn. Hetanî Tebaxa 2017an, bêhtirî 80,000 kes nepenî û wenda mane, li gorî TSMMê.

Di Tebaxê de, jina Basêl Xertebîl, endazyarê kompûterê û parêzvanê azadiya derbirînê yê ku di sala 2012an de hatibû girtin, xuya kir ku wê tekîdek wergirt ku hêzên hukmetê mêrê wê di 2015an de di hebsê de îdam kiribû lêbelê wan çarenûsa wî aşkere nekir. Hukmeta sûrî binçavgirtinin keyfî pêk anîn di bin siya zagoneke “têkiliyên cinsî yên nexwezayî” tawanbar dike.

Karxirabiyên Grûpên Nedewletî

Heyeta Tehrîra Şamê

Di Çileyê Paşîn de, kualîsyonekê ji Cebheta Fetiha Şamê, ya ku navê xwe ji Cebheta Nusreyê guhertibû piştî ku da zanîn ku ew têkiliyên xwe bi el-Qaîdeyê re birrîbû, ligel perçeyin opuzisyonê yên din Heyeta Tehrîra Şamê (HTŞ) pêk anîn, ya ku bû grûpa serdest li parêzgeha Idlibê. Di nava 2017an de, HTŞyê gelek binpêkirin bi cih anîn, di nav de, binçavkirinên keyfî ya sivîl û çalakvanên xwecihî li Idlibê. Weke bersiv ji bo protestoya sivîlan li parêzgeha Idlibê li dijî kontrola HTŞê, grûpa han li gorî raporan gule berdan protestogeran, sivîlan birîndar kirin û kuştin. HTŞê wekî din destên xwe di raspartina alîkariyên mirovî de werdan, bi awakî li dijî qanûnên mirovî yên navdewletî.

HTŞê herwiha kêmayetiyên ayînî jî bi turimpêlên bombelêbarkirî kirin armanc. Di Adarê de, HTŞê berpirsiyariya du teqînên li goristana Dergeha El-Seẍîr, şûneke pir naskirî ya heciyên şî´î li başûrî Şamê, li xwe girt. Li gorî Komîsyona NY ya Peygerînê, 44 kes tê de hatin kuştin, ji nav de 8 zarok, 120 kesên din birîndar bûn.

DAÎŞ

Karxirabiyên DAÎŞê li dijî sivîlan bê west û rawest berdewam bûn tevî ku grûpê deverin fireh ji ber dest dan. DAÎŞê sivîlan weke mertalin mirovî di berevaniya xwe de li Reqayê û bajarokên din bi kar anîn, û mayînin li ser asta navdewletî qedexe bi cih anîn da ku pêşkeftina hêzên êrîşkar asteng bike.

Di Gulanê de, milîtanên DAÎŞê êrîş berda bajaroka ´Eqarib el-Safiye, ya ku piraniya şêniyên wê îsmaîlî ne, ew jî kêmayetiyeke misliman a şî´îye. Dema wan hewl dida bireviyan, şênî ji aliyê nîşanhingêvên ku li ser hawûza avê ya gund û baniyên xaniyan de hatibûn bicihkirin hatin kuştin. Bi giştî 52 sivîl hatin kuştin, ji nav de 12 zarok, li gorî Komîsyona NY ya Peygerînê. 100ên din bi giranî birîndar bûn, ji nav de du keçên ji seriyê xwe ve bi giranî birîn bûn.

Lêpirsîna hevpar ya NY/UN û RQÇK/OPCWyê li ser bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê ji berî wê pesend kir ku DAÎŞê çekên kîmawî, bi taybetî gaza xerdela kibrîtê, li dijî sivîlan bi kar anîbû.

Grûpên Çekdar ên Din

Şerê di navbera grûpên çakdar ên ne hukûmî xeteriyên li ser sivîlan zêde kirin. Komîsyona NY ya Peygerînê mirina zarokek 11salî li bajarê Der´ayê bi belgeh kir, herwiha rûxandina binesaziyên sivîl ji ber bombebarandina bêcudakî ji aliyê grûpên çekdar ve. Komîsyonê texmîn kir ku kiryarên êşkencedanê û binçavkirina keyfî li deverên di bin destên grûpên çekdar de, Goteya Rojhilatî jî tê de, berdewam kir.

Deverên di bin Kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat a ‎Kurdî (PYD)de

Hêzên ewlekariyê, li deverên bin destê PYDê de, zincîreke serdegirtinan pêk anîn daku ofîsên pariyên rikeber dade, û endamin rikeberiya siyasî û çalakvanan binçav kirin û aciz kirin. Piraniya wan man bin çavan bê ku tu tuhmet li wan bê kirin. Piraniya zindaniyan piştî çend mehan serbest hatin berdan.

Human Rights Watchê raporin wergirtin sebaret bi êşkence û muameleya xirab di avahiyên binçavkirinê di bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) —Kualîsyoneke ji hêzên şerê DAÎŞê dikin bi awakî serekî ji YPG ve pêk tê. Li gorî şêniyan, HSD mirov bê tuhmet girtî hiştin, ew jî binpêkirineke ji garantiyên dadgehkirina dadwerane. Çalakvanên xwecihî derbarê astengkirina HSD ji azadiya çûnûhatina koçberan ji parêzgehên Reqa û Dêrezorê re, ew jî talî gihan kampên koçberan li deverên bin kontrola HSDyê de, nava şertûmercin ber bi xerabbûnê ve diçûn.

Qeyrana Koçberkirinê û Valakirinên Zorane

Dewletên cîranan, Libnan, Urdun û Tirkiye, hewl dan herikîna boş ya penaberan rawestînin bi riya sedûbendin derqanûnî yên îdarî, qanûnî û ta jî madî. Rûdanên guleberdana pasvanên sînorê yên Tirk li sûrî û qeçaxciyên hewl didan sînor derbas bikira hîn tên ragihandin,  ji nav de rûdana guleberdana di Îlonê de ya ku zarekî sêsalî kuşt.

Libnanê ji hin astengkariyên hema weke vîzayê li ser ketina Sûriyan ferz kirin û qanûnên venûkirina niştecihbûnê zehmettir kirin, ew jî bandoreke nerênî li ser azadiya çûnûhatinê ya penaberan dike, li wergirtina perwerdeyê, û sexbêriya tendirûstiyê. Xirabbûna şertûmercên jiyanê yên sûriyan li bajaroka libnanî ya sînorî ´Irsal hişt ku nêzî 10,000 sûrî vegerin Idlibê, behra bêhtir ji wan bi riya levkirinên nava Hizbullah û çend grûpên sûrî yên cuda, û ligel DAÎŞê jî.

Di pênc mehên pêşîn ên 2017an de, desthilatên Urdunî nêzîka 400 penaberên sûrî yên tomarkirî dersînor kirin bo cihin bi şertûmercin bêlewle li Sûriyê. Bi texmînî 500 penaberên din mehane di bin barûdoxin nediyar de ji Urdunê ta Sûriyê hatin zivirandin. Desthilatan delîlin sivik li ser kiryarên şaş ji aliyê van penaberan aşkere kirin û tu delîveyin rastîn ji van penaberan re nedanîn daku li dijî biryara dûrxistina wan bixebitiyana an jî daxwaza alîkariya qanûnî beriya dersînorkirna wan bikira.

Karîgerên Navneteweyî yên Sereke

Hevdîtinên aştiyê yên bi riya Neteweyên Yekbûyî li Genevayê hatibûn lidarxistin nikarîbûn hêzeke tevdanê ya pêwîst çê bikira. Di Çileya Paşîn a 2017an de, Rûsya, Îran, û Tirkiye li Asîtaneya Kezaxistanê lev civiyan ligel nûnerin aliyê şer da ku li pey sarkirina pevçûnê bipên. Tevî ku di encama civînên Asîtaneyê yên li du hev de tundî kêm bû piştî levkirina Gulanê li ser çar herêmên sarkirina rewşê, dîsa jî wan bi ser neketin ku tundiyê bînin dawiyeke rastîn. Hukmeta Sûrî, Rûsya û aliyên din dubare û sêbare van agirbestan bin pê kirin. Di Çiriya Pêşiyê de, Tirkiyê leşkerên xwe daxistin nava parêzgeha Idlibê.

Hukmeta Sûrî bi berdewamî biryarên Encûmena Ewlekariyê bin pê kirin, ewên daxwaza riyeke ewle bêastengî bo alîkariyên mirovî dikin; û rawetandina “bikaranîna bêcudakî ya çekan li deverên nişînlêkirî, di nav de bombebarandina bejî û hewayî, weke bikaranîna bermîlên teqînbar;” û wekî din daxwaza dawîlêkirinekê dike li binçavkirinên keyfî, windakirin û revandin, û serbestberdana her kesî ku bi awakî keyfî hatibû binçavkirin.

Tevî xemasarkirina berdewam û jipêşîde redkirina pêşniyaran ji bo karekî watedar ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ku sînorekî ji tundiyên hukmeta sûrî re deyne, Rûsyayê, tevî hukmeta Îranî li ser danîna alîkariya leşkerî bo hukmeta sûrî di 2017an de berdewam kir.

Dewletên Yekbûyî yên Ameîkî (USA) berdewam kir li ser serkirdetiya kualîsyona çend welatên din yên li dijî DAÎŞê li Sûriye û Îraqê dikin armanc, û her wiha li ser piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk di heman operasyonê de. Di Nîsanê de, êrîşek da ser meydaneke balafiran a Sûrî weke bertek li dijî bikaranîna hukmeta Sûrî ya çekên kîmawî. Di Tîrmehê de, DYA, Urdun û Rûsyayê li ser herêmeke agirbestê li başûrî Sûriyê li hev kir.

Di Çileya Pêşîn ya 2016an de, Komcivîna Giştî ya NYyê biryarek derxist ji bo damezrandina “Mekaîzmeke Navneteweyî ya Bê Alîperêzî, û Serbixwe”(MNBS/IIIM) bo berevkirin, parastin, û analîzekirina delîlên gengaz li ser tawanên cidî li Sûriyê ji bo bikaranînê di dadgehan de yên ku dibe xwedî fermanwerî bin li ser binpêkirinan niha an jî di pêşerojê de.

Di nîsanê de, wezîrên karûbarên derve yên Yekîtiya Awrupayê (YA/EU), stratejiya YAyê sebaret bi Sûriyê ve girt ser xwe, têde, kiryarên siyasî û yên mirovî hene û dabînkirina kedûkaran bo berpirsiyarîxwastina ji ber tawanên şer û binpêkirinên cidî yên li dijî mafên mirovan. Di Gulanê de, Parlemana Awropî girtina stratejiyê bixêr kir û tekez kir li ser pêdiviya bi berpirsiyarîxwastinê ve li ser astên navdewletî û ya navxweyî jî.

Di Nîsanê de, bi mêvandariya “Konferensa Brûsêlê ji bo piştgirîdana Pêşeroja Sûriye û Herêmê” rabû, tê de diravdaner li xwe peyv girt €5.6 milyar bidin bo 2017an û €3.5 milyar bo maweya 2018-2020an. Di Hezîranê de, Komîsyona Awropî €1.5 milyon ji bo piştgiriya (MNBS/IIIM)ê ragihand. Di Îlonê de, YA/EU ragihand ku wê niyet heye konferenseke din bo diravdaneran li Brûsêlê di Behara 2018an de li dar bixe.

Polîs û dawakarên giştî li çend welatan, Swêd, Almanya û Fransa tê de, li pey hin angaştên ku hin kes tawanin giran kirin dipên, weke êşkence, tawanên şer, û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê, di bin siya rêbaza fermanweriya cihanî de.