Asteya beşdarbûna Dewletên Yekbûyî û Rûsya yaku di 2016an de bilintir bû di Sûriyê de û xebatên bo gihaştina ber bi rêkeftineke siyasî ve binket ku bi awakî berbiçav bipêkirinên giran ên li dijî mafên mirovan û yasayên mirovî kêm bike, ewên ku bûbûn çehreyeke berbiçav ya pevçûna çekdarî li wir.

Li gorî Navenda Sûrî bo Lêkolînên Siyasetê, ew jî rêxistineke lêkolînê ya Sûrî ya serbixwe ye, hejmara miriyan bi encama şer ji Sebata 2016an ve bûye 470,000. Belavbûn û giranbûna pevçûnan rê vekir bo qeyraneke mirovî ya bobelatane, bi wan 6.1 milyon kesên nava welat koçberkirî û 4.8 milyonên li derve bûn penaber, li gorî Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî a Rêkûpêkkirina Karûbarên Mirovî. Bi hatina nîvê 2016an, bi texmînî 1 milyon kes di deverine dorlêpêçkirî de dijiyan, û rê  li pêşiya alîkariyên mirovî û alkariyên jiyanparêz hatin girtin.

Bêhtirî 117,000 kes hatin binçavkirin an jî winda bûne ji sala 2011an ve, piraniya wan li ser destê hêzên hukmetê, 4,557 ji wan di nava Çile û Hezîrana 2016an, li gorî Çavdêrîya Sûrî a Mafên Mirovan. Êşkence û danûstansdina tund li her cihên binçavkirinê hat bi kar anîn, û bi hezaran di dema zindankirinê de jiyanên xwe ji dest dan.

Dewleta Îslamî (Weke DAÎŞê jî tê nasîn), û baskê berê ya el-Qaîdeyê li Sûriyê, ango Cebhet el-Nusre, yê ku navê xwe guhert, kir Cebhet Fetih el-Şam, bo binpêkirinên pergalî yên berbelav berpirs bûn, tê de bombebarandina topan li sivîlan heye û revandin, û îdam jî. Grupên çekdar ên nedewletî yên rikeberiya hukmetê dikin, ew jî bi binpêkirinine giran rabûn, jê, êrîşên çawalêhatû li dijî sivîlan, bikaranîna leşkerên zarok, revandin, bi awakî derqanûnê rêgirtina li pêşiya alîkariyên mirovî, û êşkence.

Di rapora xwe ya çaran de, yaku îsal hat weşandin, Mîkanîzma Peygerîna Hevpar nava Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) û UN gihişte ew encam ku hêzên Hukmeta Sûrî çekên kîmawî di êrîşeke li ser Idlibê de di Adara 2015an de bi kar anîn. Lîjneya peygerînê karîbû yekîneyên leşkerî, ên berpirs li ser derketina firokeyan ên têkildarî wan êrîşabun, nasbike, lê ew nikarî komandarên yekîneyan bi nav bikirana ji ber ku hukmeta Sûrî bersiva pirsên pêwîst nedan. Di raporteke pêştir de, lîjneya peygerînê ya hevpar gihîşte heman encamê sebaret bi du êrîşên din, di 2014an û 2015an de. Lîjne wekî din berê dît ku DAÎŞê gaza kibrîta xerdelî bi kar anî di êrîşekê de li ser deverên bin destê grûpên rikeberiyê yên çekdar di Tebaxa 2015an de.

Di 28ê Çiriya Pêşîn de, Rûsya kursiya xwe ya li Encûmena Mafên Mirovan ji dest da piştî ku nikarîbû dengên pêwîst ji dewletên endam ên UN bo vehilbijartinê bi dest bixistana. Çendîn rêxistinên mafên mirovan û yên alîkariyên mirovî, Human Rights Watch jî tê de, han li dewletên endam ên UN da ku hesabê li Rûsya bikin ji ber tevlîbûna wê di tawanên şer ên gengaz de.

Armanckirina Sivîlan , Êrîşên Bê Cudayî, Bikaranîna Çekên Sotîner, Cebilxaneya Gûşîdar, û Çekên Kîmawî

Hejmara kuştiyan ji ber lêdanên ezmanî û topxaneyan hinekî kêm bû piştî agirbesta ku bi encama navbeynkariyeke navdewletî di Şibat û Rezberê de cih girt, lê tenê bo maweyeke kin, û dûre êrîşên derqanûnî ji hêla hemû aliyên şer li ser sivîlan sal pê de berdewam kir. Lêdanên esmanî yên Sûrî û Rûsî berdewam kir ser kirina deverên sivîlan armanc an jî çawalêhatû li wan didan, xanî bin, bazar, dibistan, û nexweşxane, bikaranîna teqemeniyên bandor-fireh, bermîlên teqînbar, cebilxaneya gûşîdar, û çekên agirgir ên sotîner.

Di 2016an de, Human Rights Watch gelek êrîş bibelgeh kirin, ewên li ser mal, cihên bijîşkî, bazar, û dibistanan wiha xuya dibû ku ew der ji aliyê koalîsyona Sûrî-Rûsî ve hatin armanckirin, tevî êrîşeke mezin yaku li Nexweşxaney el-Qudsê û deverên derdorê da di 27ê Nîsana 2016an de, û 58 sivîl û kesên nexweş kuştin. Di Tebaxê de tenê, çendîn êrîş li ser cihên bijîşkî qewimîn, jê li Idlib, Heleb, Hema û Himsê.

Hêzên hukmetê bi kêmanî 13 cûre ji cebilxaneya gûşîdar a ku li asta navneteweyî qedexe ne bi kar anîn di nava bêhtirî 400 êrîşan de li ser deverên bin destê rikeberiyê ji Tîrmeha 2012an heta Tebaxa 2016an, pê sivîlan, zarok jî tê de, kuştin û birîndar kirin. Operasyonên leşkerî Sûrî-Rûsî yên hevpar jî, yên ku ji 30ê Rezbera 2015an dest pê kir cebilxaneya gûşîdar a ku li asta navneteweyî qedexe ne bi berfirehkî bi kar anîne. Cebilxaneya gûşîdar ji aliyê piraniya welatan derqanûnî hatine binavkirin jiberku perçikên wan li ser rûberke fireh dikevin, û nikarin ferqa şervan û sivîlan derxînin û jiberku gelek perçikên wan nateqin û di partîkê de dibin weke mayînan, yên ku dikarin biteqin kengî hatin livandin, çend sal li ser wan derbas bûyîbin jî madem dever ji wan nehatin paqijkirin.

Hêzên hukmetê û alîgirên wê, bi awakî zêdetir pala xwe da bikaranîna çekên sotîner jî, bi kêmanî 18 êrîşên bibelgehkirî li dijî deverên bin destê rikeberiyê di Heleb û Idlibê de ji 5ê Hezîranê heta 10ê Tebaxê. Di Hezîranê de, Rûsya Îro (RT) girtevîdyoweke weşand, tê de çekên sotîner – bi nav: bombeyên RBK-500 û ZAB-2.5SM- di bingeheke hewayî ya Sûrî de li balafireke şerker a bejî a êrîşkar Suxoy 34 dihatin siwarkirin. Çekên sotîner zincîreke kar û karvedanên kîmawî geş dike, ew jî agirên vemeirandina wan zehmet e didin dadan û şewatên laş ên gelek biêş yên ku dermankirina wan zehmet e çê dikin. Bi giştî 113 welat tevî Rûsya (Sûrî ne nav wan de)  li ser Peymana protokola Çekên Asayî yaku bikaranîna çekên sotîner yên ku ji ezman tên avêtin qedexe kir di deverên “gelek Sivîl lê ne”.

Di dema ku Rûsya bi berdewamî înkar dike ku destek wê heye di êrîşên bi çekên sotîner de li Sûriyê, Sûriye jî gaziyên bo îmzekirina li ser protokolê paşguh dike û ji xwe bikaranîna hêzên wê yên leşkerî ya çekên sotîner ji dawiya 2012an hatiye bibelgehkirin.

Wekî din hêzên Hukmetê berdewam kir li ser bikaranîna madeyên jehrewî di gelek êrîşên bi bermîlên teqînbar de, ew jî binpêkirineke li Peymana Çekên Kîmawî ye. Helîkopterên hukmeta Sûrî bermîlên teqînbar tev madeyên jehrewî berdan taxên nişcihbûnê yên li aliya Helebê ya bin destê rikeberiyê di 10ê Tebaxê û 6ê Rezberê.

Di rapora ku di 24ê Tebaxa 2016an de derket, peygerîna ku bi fermana UN pêk hat du êrîşên bi çekên kîmawî yên ku berê di sala 2016an pêk hatibûn xistin sukra hukmeta Sûrî û yekî ya DAÎŞê, navborî ji xwe di bin cezayên UN de ye.

Astengkariyên Derqanûnî li ser Alîkarîdana Mirovî

Dorpêçkirina deverên sivîl ji aliyê hêzên hukmetê û yên ser bi wan ve ne û ji aliyê grûpên rikeberiyê û rêgirtina li pêşiya alîkariyên mirovî di 2016an de berdewam kir. Bi berdewamî hukmeta Sûrî ji ajansên alîkariyê xwast ku di nava pergala erêkirinê ya bîrokratîk re biçin daku destûrê werbigrin beriya ku têkevin deverên han. Sekreterê giştî ya UN got ku hetanî di deverên vekirî bo têxistina alîkariyan de, hukmeta Sûrî alavên jiyanparêz ji karwanan derxistin. Di Şibatê de tenê, hukmet nehişt ku 80,000 perçeyên dermanên bijîşkî, tê de, ên zikçûna zarokan hene, û desteyên firyaketina lezgîn, antîbyûtîk, û dermanên din, têkevin deverên dorlêpêçkirî, UN got.

Rewşên mirovî li deverên ji aliyê hêzên hukmetê û yên ser bi wan ve ne hatine dorpêçkirin bi awakî lezgîn ber bi xirabbûnê ve diçin, ev dihêle ku sivîl neçar bin wan deran berdin. Niştecihên Dareyya, li gundewarê Şamê, zor li wan hat kirin daku bajêr vala bikin di 25ê Tebaxê de piştî çar salan ji dorpêçkirinê.

Di 19ê Rezbera 2016an de, balafiran li karwaneke alîkariyê ya UN û embareke Nûheyva Sor a Sûrî da li Urum el-Kubra li Helebê, 20 sivîl û yek ji karmendan kuştin dema ew barhilgiran vala dikirin. Piraniya alîkariyan, keresteyên bijîşkî tê de, dê li ser bi kêmanî 78,000 kesî ve bihatana belavkirin, li gorî daxuyaniya Nûheyva Sor a Sûrî. UN got ku karwanê pêşîde destûrên pêwîst ji hukmeta Sûrî wergirtibûn daku bi rê bikeve û ji aliyê Helebê yê di bin kontrola hukmetê de derbasî aliyê rojhilata Helebê ya di bin destê rikeberiyê de.

Binçavkirinên Keyfî, Windakirinên bi Darê Zorê, Êşkence, and Mirinên di girtîgehan de:
Girtina keyfî, danûstandina tund, êşkence, û koçberkirina bi darê zorê ji aliyê hêzên hukmetê li Sûriyê hîn bi berdewamî pergalî û berbelav in, û di atmosfêreke bêhesabdanê de diqewimin. Hejmara mirinên di girtîgehên hukmetê de bi sedema êşkenceya berbelav, bedreftar, birçînan, lêdanê, û nexweşiyan ew jî gelek bilind e bi wan bi kêmanî 12,679 kesên ku di girtîgehan de mirin ji Adara 2011an hetanî hezîrana 2016an, li gorî çavdêrên xwecihî.

Raporeke di Rezberê de ya Lîjneya Serbixwe ya UN bo Peygerînê li Sûriyê têbînî kir ku tevî ku şermzarî û trawma hişt ku ragihandin sebaret bi tundekariya cinsî bi temamî dernekeve holê, dîsa jî wan karîn hinek haletên tundekariya cinsî li dijî girtiyên nêr û mê ji aliya berpirsên hukmetê ve bibelgeh bikirana.

Hêzên ewlekariyê yên hukmetê zordariya giran bi kar anî daku raperîneke di hundirê Girtîgeha Hemayê ya Navendî de ya ku di 1ê Gulanê de dest pê kiribû bişikîne, di encamê de hin kes birîndar bûn, li gorî girtiyên ku bi Human Right Watch re peyivîn.

Di 1ê Nîsanê de, Cidêh Ebdilleh Nofel, rêveberê Navenda Sûrî ya Civaka Sivîl û Demokrasiyê, ji aliyê hêzên Sûrî ve li ser xaleke kontrolê ya sînorî hat binçavkirin dema diçû Libnanê. Beriya wê, ew di 2014an û 1992an de jî hatibû girtin. Ew di Şaxa 235 ya Îstîxbarata Leşkerî de hatibû girtin, lê qedexe bû ne parêzer ne malbata xwe bibîne. Wekî wî, çarenûsa Basêl Xertebîl, parêzerê axaftina azad yê 34salî, nexuyaye bi wan agahiyên neçispandî yên nîşan didin ku belkî ew hatiye darizandin û biryara îdamê derheqê wî hatiye standin ji aliyê dadgeheke leşkerî di biryargeha Polîsa Leşkerî ya el-Qabûnê de, navborî bi dûvdeçûnên xwe yên nepenî yên bêdad binavûdeng e.

Binpêkirinên Cebhet el-Nusre û DAÎŞê

Di Tîrmeha 2016an de, Cebhet el-Nusre ragihand ku ew ji el-Qaîdê vediqetiya û Cebhet Fetih el-Şam dadimezrand. Cebhet el-Nusre û DAÎŞ berpirs bûn li ser binpêkirinên weke bi zanabûn bombebarandina  armancgehên sivîl, revandin, binçavkirinên keyfî, îdam, û dorpêçkirinên derqanûnî di 2016an de. Tevî ku bi destxistina agahiyan derbarê binpêkirinên DAÎŞ û Cebhet el-Nusreyê zehmet e bi sedema zehmetiyên ku çavdêrên serbixwe dikişînin hetanî têkevin deverên bin kontrola wan de, herdu grûp êrîşên xwe yên derqanûnî bo raya giştî diweşînin.

DAÎŞê berpirsyariya çend turimbêlên teqînbar û êrîşên xwekujer li parêzgeha Ladqiyê di 23 Gulanê de girte ser xwe, jê yek ji geraja otobûsan û yek ji nexweşxaneyê nêzîk in, wê ragihand ku ew cihên ku “Elewî lê dicivin” dike armanc. Êrîşan 145 sivîl kuştin, li gorî Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan.

Di 21ê Şibatê de, zencîreke teqînên DAÎŞê şûngehên ayînî yên Şîhî û taxeke sivîlan li Himsê kirin armanc, û li gorî raporên medyayê, 109 kes hatin kuştin û 235 jî birîndar bûn, tê de zarok jî hebûn.

Di 27ê Tîrmehê de, DAÎŞê got ku wê bombe li Qamişloyê bakur rojhilatî Sûriyê teqand, bajar di bin destê hêzên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û polîsên Kurdî (Asayîş) de ye. Barhilgireke (şahîne) bombelêbarkirî nêzî navendeke ewlekariyê ya PYD teqiya, 48 kes kuştin û dorî 140 kesên din jî birîndar kirin.

DAÎŞê û Cebhet el-Nusreyê him sivîl kirin armanc him jî ew îdam kirin dema bi operasyonên xwe yên leşkerî radibûn li Sûriyê. Di 17ê Çile de, li gorî raporên medyayê, DAÎŞê bi kêmanî 85 sivîl û 50 leşkerên Sûrî kuştin di nava êrîşekê de li bajarê Dêrzûrê.

Jin û keç bi berdewamî rastî cudakarî û astengkariyên dijwar hetanî li ser azadiya wan a çûnûhatinê di deverên bin destê DAÎŞê de. Raporeke Rezberê ya Lîjneya Serbixwe ya UN bo Lêpirsînê li Sûriyê têbînî kir ku şervanên DAÎŞê bi darê zor bi jinên sunî re yên ku di deverên bin destê DAÎŞê de zewicîn.

DAÎŞê hîn berdewam dike li ser, êşkencekirin, suhurandin (tecwuzkirin), kuştin, kirina cariyên cinsî, li dijî jin û zarokên Êzîdî, yên ku piraniya wan li Iraqê hatin dîlkirin û bo Sûriyê hatin şandin.

Raporên nûçeyan di 2016an de wa diyar dikin ku DAÎŞ berdewam dike ser îdamkirina mêran bi bersûca hevcinsbaziyê (homoseksiwelî). Di haletekê de hat ragihandin ku kurekî 15salî li parêzgeha Dêrzûrê, heta mirinê hat recimkirin di 3ê Çile de piştî ku weke hevcinsbaz li ber sûc bû. Bi kêmanî 25 mêr hatin kuştin ji aliyê DAÎŞê ve ji ber gumana hevcinsbazî an jî qûnetiyê, li gorî Çavdêrxaneya Sûrî bo Mafên Mirovan.

Binpêkirinên ji Aliyê Grûpên din ên Nedewletî:

Grûpên nedewletî yên çekdar êrîşên çawalêhatû ên moşekên hawnê û topxaneyên din ji deverên bin kontrola xwe de berdan taxên di bin kontrola hukmetê de li Heleb, Şam, Hims, û Ladqiyê û sivîl lê kuştin. Wan êrîşan bi dubare û sêbare li armancgehên sivîl ên naskirî dan,  jê dibistan hebûn, mizgeft, û bazar.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewletê ya Sûrî SANA, 16 sivîl hatin kuştin û 41 birîndar bûn dema grûpeke çekdar a rikeberiyê mizgeftek bombenaran kir di 29ê Nîsanê de dema nimêja înê li bajarê Helebê. Di 5ê Hezîranê de, SANA ragihand ku 5 kes hatin kuştin û 77 birîndar bûn dema rikeberiyê moşek berdan perçeyên Helebê yên bin destê hukmetê de ne, jê el-Ramûsê, Şîrket el-Kehruba, el-Mîdan, û Parka Giştî hebûn û li kinîseyeke Ermenî jî ket. Bombebarana grûpên rikeberiyê yên çekdar li nexweşxaneyeke zayînê jî ket di taxeke Helebê ya din destê hukmetê de di 3ê Adarê de, li gorî raporên medyayê.

Deverên bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat de (PYD)

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û partiyên alîgir binesaziyên hukimraniyê yên herêmî li ser beşine mezin ji bakurî Sûriyê de damezrandine.

Tevî hin pêşketinan di jierkderxistina leşkerên zarok di 2014 û 2015an de û sezadana efseran yên ku hiştin zarok tevlî leşkeriya han bibin, Yekîneyên Parastina Gel (weke YPG tê nasîn û ser bi PYD ve ne) hîn peyvlixwegirtinên xwe bi cih neanîne sebaret bi jierkderxistina zarokan û ya ku nema ew keç û kurên binî 18salî di pevçûnan de bikar bînin. Hîn nîgeranî hene  ji ber terxankirina “pileya neşerker” bo zarokên bi temenê 16 û 17.

Qeyranên Dîplomasî:

Lêdanên ezmanî yên bêrehm, bombebarandin, binçankirinên pergalî yên berbelav, danûstandina tund, êşkence û windabûna bi darê zorê hemî qeyrana koçberkirinê xirabtir kir, him ya di nava welêt de  him li derveyê, ew jî hîn bêtir hêgin bû ji ber kêmasiyên şiyana peredana navneteweyî bo alîkariyên mirovî.

Welatên cîranan, Libnan, Urdin, û Tirkiye tê da, xwast lehiya rê li ber mezin ya penaberan bigire bi riya sedûbendên derqanûnî yên rêveberayetî, qanûnî, û ta jî yên madî. Tevî hevpeymana dualî ya deriyê vekirî, Libnanê ji destpêka 2015an de hin astengkariyên hema weke vîzayê ne li ser ketina Sûriyan ferz kirin û qanûnên venûkirina niştecihbûnê yên zehmet li dar xistine, ew jî bandoreke nerênî li ser azadiya çûnûhatinê ya penaberan dike, li wergirtina perwerdeyê, û sexbêriya tendirûstiyê. Di nava vê salê de, desthilatên sînorê yên Urdinî rê girtin li pêşiya ketina penaberîxwazan bi dirêjiya sînorên xwe yên rojhilatî yên bi Sûriyê re, ji xeynî maweyekê di destpêka havînê de dema hîşt 20,000 kes derbas bibin ji bo tedqîqên ewlekariyê.

Piştî êrîşa 21 Hezîranê ya DAÎŞê li ser derbasgeha Rukbanê, nema Urdin dihêle tu kes derbas bibe û rê li pêşiya alîkarîdanên mirovî girtin ji bo nêzîkî 70,000 Sûriyên li ber sînorê asê mabûn, ji bilî carekê tenê, şandinîk alîkariyê bi riya berzekerekê (vînç) di destpêka Tebaxê de hat daxistin. Desthilatên sînorê yên Tirkiyê jî herwiha berdewam dikin ser paş de zivirandina penaberan. Di Adar û Nîsanê de, zêrevanên sînorê yên Tirk pênc penaberîxwaz kuştin, yek jê zarok, û qeçaqciyên ku hewl dida derbasî welat bibana.

Konferensa Piştgiriya Sûriyê û Herêmê, yaku di 4ê Şibatê de li Londinê hat lidarxistin, bêtirî $12 milyar Dolarên Amerîkî dan ber hev, nîvê wan ji bo 2016an bû. Dewletên ku di Konferensa Genevayê de ya Komîsyonera Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Penaberan (KBNYP/UNHCR) amade bûn bêtirî zêdekirineke biçûk nikarîbûn cihine veniştecihbûnê ji penaberan re peyda bikirana.

Prosedûrên dirêj û hejmara bisînor a cihên veniştecihbûnê, tevî kêmbûna çavkaniyên alîkariyê û astengkariyên li ser têketina Yekîtiya Ewrupayê (EU) di riya bejî re, hîşt ku gelek Sûrî biryarê bidin ku êdî hewl bidin ku bi riya deryarê derbasî EUyê bibin.

Aliyên Navneteweyî yên Karîger

Hewldanên dehfdana Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daku pêngavina bêtir bibandor li Sûriyê bavêje bin ketin. Hevdîtinên aştiyê yên ku bi saya Grûpa Navdewletî bo Piştgirya Sûriyê (ISSG) hatin girêdan, yên ku wa diviyabû pevçûna li Sûriyê çareser bikira, gihîştin encameke girtî di Şibata 2016an de û tenê hin kombûnên dualî navbera Rusyê û Dewletên Yekbûyî de (hevserokên GNPS/ISSG) didomin. Pevaxaftinek li ser rawetandina karên dijminane li dawiya Şibatê bi rê ve çû, di wê mehê de qurbaniyên sivîl kêm bûn, lê ew pevaxaftin zû bi zû herifî. Pevaxaftineke din a rawestandina karên dijminane di Rezberê de bi rê ve çû, lê dîsa têk çû piştî ku lêdaneke ezmanî li karwaneke alîkariyê ya UN da û bi kêmanî 20 kes kuştin.

Hukmeta Sûrî dubare û sêbare û bi berdewamî biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ku daxwaza riyeke ewle bê astengî dikin bo alîkariyên mirovî- tevî xetên pevçûnan û di nava sînoran re; û ku hemî alî rawestîn wê “bikaranîna çawalêhatû ya çekan li deverên nişînlêkirî, di nav de bombebarandina bejî û hewayî, weke bikaranîna bermîlên teqînbar;” û wekî din daxwaza dawîlêkirinekê dike li binçavkirinên keyfî, windakirin û revandin, û serbestberdana her kesî ku bi awakî keyfî hatibû girtin.

Ne tenê bi xemasarkirin an jî ji pêşî da sekinandin û redkirina pêşniyarên Encûmena Ewlekariyê bo kirdareke bibandor bo rawestana bipêkirinên ji aliyê Hukmeta Sûrî, bi ser de jî Rûsya û hukmeta Îranî pê re, berdewam kir li ser alîkariya xwe ya leşkerî bo hukmeta Sûrî di 2016an de.

Dewletên Yekbûyî hîn sekirdetiya koalîsyonekê dike a çend welatên din yaku DAÎŞê li Îraq û Sûriyê kiriye armanc. Fransayê soz da ku lêdanên xwe yên ezmanî li ser deverên di bin kontrola DAÎŞê de zêde bike piştî ku DAÎŞê zencîreke êrîşan li Parîsê di Çiriya Paşîn de girte ser xwe.

Di 21ê Çiriya Pêşîn de, Encûmena Mafên Mirovan ya UN rûniştineke taybet li dar xist daku gengeşî bike li ser rewşa mafên mirovan ya metirsîdar li Helebê, biryara ku dabû bang dike bo rawestandina bombebarandina ezmanî, teqez dike li ser pêwîstiya vekirina riyan bo alîkariyên mirovî, ronî berdide ser pêwîstiya hesabxwastinê, û erkê dispêre destê Lîjneya Peygerînê li Sûriyê daku bi “peygerîneke gişgir û serbixwe a taybet sebaret bi rûdanên li Helebê” rabe, û rapora xwe beriya Adara 2017an ragihîne encûmenê.