Skip to main content

Sûriye: Tekezkirina Hewldanên Grûpa Kar a Nû li ser Kiryarên Revandinê yên DAIŞê

Divê Rayedarên Xwecihî û Hevpeymaniya bi Serkêşiya Amerîkayê Piştgiriyeka Giştgir Pêşkêş Bikin

Dayika Eymen wêneyê Eymen yê ji beriya ku winda bibe bilind kiriye. © San Serevan
 

(Beyrût) Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îro ragihand ku, grûpa kar a ku nû hatiye avakirin ji bo diyarkirina çarenivîsa bi hezarên kesên ku li bakurê-rojhilatê Sûriyê hatine revandin û binçavkirin, pêngava destpêkê ye ji bo naskirina serpêhatiya wan kesan. Pêwîst e rayedarên li bakurê-rojhilatê Sûriyê û hevpeymaniya leşkerî ya bi serkêşiya Amerîkayê, piştgiriyeka giştgir bidin grûpa kar ji bo gihiştin bi agahiyan, da bizanin ka çi bi serê wan kesan hatiye yên ku rêxistina Dewleta Îslamî (ya naskirî bi navê DAIŞê) revandine.

Di 5ê Nîsana 2020an de, Encûmena Sûriya Demokratîk (ESD) ya bi serkêşiya Kurdan, ku desthilateka sivîl e û wan navçeyên ku hêzên wê yên çekdar, bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serkêşiya Amerîkayê, li bakurê-rojhilatê Sûriyê ji dest DAIŞê derxistine kontrol dike, avakirina grûpeka kar a sivîl ragihand ku ji hejmarek parêzer, çalakvan û malbatên kesên winda pêk tê. Di nameya ku di 20ê Nîsanê de ji bo ESDê hatiye şandin, HRW got ku avakirina wê grûpa kar pêngavek erênî ye, û çend pêşniyaz pêşkêş kirine ji bo ku ew grûp karekî çalak û bibandor bike.

Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa yê HRW, Michael Page dibêje: "Malbatên ku ev demeka dirêj e li hêviya bersivekê ne bê ka çi bi serê hezkiriyên wan ên winda hatiye, wê piştgiriya vê daxuyaniyê bikin." û wiha dom dike: "Divê rayedarên xwecihî û hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê her karekî bikin, daku piştrast bin ku grûpa kar piştgiriya pêwîst werdigre ji bo gihişin bi wan bersivan."

Daxuyaniyê diyar kir jî ku grûpa kar ji nav gelek erkan wê kar bike ji bo "berhevkirina hemû agahî û zanyariyên pêwîst ên girêdayî dozên binçavkirinê, û danîna planên pêwîst jî ji bo bidestanîna xewn û hêviyên Sûriyan di vê derbarê de." Mafê grûpa kar heye ku di vê derbarê de danûstandinan bi hemû saziyên xwecihî, herêmî û navdewletî re bike. ESDê jî soz daye ku ew dê piştgiriyeka bêsînor li ser hemû astan bide, ji bo diyarkirina nasnameya hemû kesên winda, binçavkirî û revandî, û eger ew di girtîgehan de bin wê wan serbest berde.

Grûpa kar ji 8 endaman pêk tê, di nav wan de Mejdolîn Hesen, ku parêzereka naskirî ye li bakurê-rojhilatê Sûriyê, û Fedwa Mehmûd, damezrênera Malbatên ji bo Azadiyê. Grûp kar dike ji bo naskirina çarenivîsa Sûriyên winda û binçavkirî, û serbestkirina kesên ku hîn li jiyanê mane.

HRW bang li Encûmena Sûriya Demokratîk (ESD) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), baskê leşkerî yê ESDê, kir ku pêşengiyê bidin karê diyarkirina çarenivîsa kesên ku li navçeyên di bin kontrola wan de winda bûne û hatine revadin, bi taybetî ew kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin. Di Sibatê de HRW raporek belav kiribû ku têde dozên kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, belgeh kiriye. Di demkê de ku hejmara giştî ya kesên windayî nehatiye piştrastkirin, Tora Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku bêtirî 8 hezar û 143 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine binçavkirin û çarenivîsa wan nediyar e, gelek ji wan bo navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de hatine veguhestin.

HRW dibêje ku, avakirina grûpa kar pêngavek destpêkî ya serekî ye ji bo naskirina çarenivîsa kesên windayî, revandî û binçavkirî, lê ji bo ku kar çalak be, divê desthilata grûpê hebe bo xwestina agahiyan ji rayedarên herêmî û navxweyî, di nav de ESD û HSD, asayişa herêmê, encûmenên sivîl ên xwecihî û hêzên îstixbaratê.

Pêwîst e rayedar rê bidin grûpa kar daku xwe bigihîne hemû girtîgehên fermî û nefermî yên di bin kontrola ESDê de, herwiha dayîna derfetê bi rêxistinên navdewletî yên bi karê çavdêrîkirina navendên binçavkirinê radibin. Weke ku HRW belgeh kiriye, dibe ku hin ji wan kesên windayî û revandî di nava wan girtîghehên ESDê û HSDê yên taybet bi gumanbarên DAIŞê de bin.

Pêwîst e rayedarên berpirs li ser girtîgehan piştrast bikin ku hemû kesên di girtîgehan de li ser bingeheke yasayî ya zelal hatine girtin û ew bo desthilata dadwerî hatine veguhestin, a ku biryar li ser rewatî û pêwîstiya girtina wan daye. Divê rayedar wê yekê jî binirxînin ka ew kesên di girtîgehan de hemû gumanbarên DAIŞê ne, yan kesên ku ji aliyêk DAIŞê ve hatine revandin û binçavkirin di nav wan de hene. Ev tiştekî girîng e bi taybetî ji bo zarokên binçavkirî.

Pêwîst e Amerîka û hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê, weke hevpeymana Hêzên Sûriya Demokratîk, piştgiriya vê însiyatîvê bikin, di nav de dayîna rê ji bo gihiştin bi navendên binçavkirinê yên di bin destê wê de, û pêşkêşkirina agahiyên ku grûpa kar bixwaze ji bo hêsankirina karê wê.

HRW dibêje ku, serkeftina karê grûpa kar girêdayî karîna wê ya avakirina peywendiyan e di nava bakurê-rojhilatê Sûriyê de û li derveyî wê. Di nava grûpê de endamên ji nava herêmê û ji derveyî wê jî hene, û desthilata wê heye ji bo şopandina tevahiya navçeya bakurê-rojhilat a di destê ESDê de. Pêwîst e grûpa kar a nû demlidest berdevkekî fermî ji xwe re diyar bike, daku bi berdewamî pêşveçûn û agahiyên giştî yên nûkirî derbarê karê xwe de eşkere bike.

Ji dema şikestina herêmî ya DAIŞê ve, gelek hewldanên ku ji bo naskirina serpêhatiya kesên ku DAIŞê ew revandibûn hatibûn destpêkirin, hatine astengkirin, ji ber nebûna vîneka siyasî û nebûna piştgiriyê ji aliyên rayedarên xwecihî ve, tevî nebûna hevahengiyê di navbera wan hewldanan de. Pêwîst e grûpa kar xebatê ligel grûpên din bike û pişt bi hewldanên wan girêde daku çarenivîsa kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin nas bike. Di nav wan grûpan de, Tîma Bersivdayîna Yekem li Reqayê, ya ku hewla gera li pey wan goristanên girseyî dabû, yên ku di destpêka sala 2017an de li herêmê hatibûn dîtin, herwiha grûpa Cewab, ku ew jî weke hevpeymaniya malbatên kesên ji aliyê DAIŞê hatine revandin tê naskirin.

Michael Page dibêje: "DAIŞê bi hezaran kes revandin, di nav wan de çalakvanên mafên mirovan, doktor û serkirdeyên civakî, ji bo ku hizra xwe ya terorîstî bisepîne." Û wiha dom dike: "Divê ESD bi pêbendiyeka domdar ji bo vê pirsa ku bo demeka dirêj ve paşguhxistî ye pêngava erênî bişopîne."

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country