Keçek di pîveka kampa el-Holê li bakurrojhilata Sûriyê sekiniye, bêtirî 11,000 jin û zarok ji dorî 50 dewletan weke malbatên bergumanên DAÎŞê heczkirî ne. Kualîsiyona bi serkirdetiya kurdan dixwaze dewletên eslî jin û zarokan vegerînin. Lê piraniya hukmetan beşek biçûk ji welatiyên xwe vezivirand.

© 2019 Sam Tarling

(El-Hol, Bakur-rojhilata Sûriyê) - Rêveberiya Xweser bi serkirdetiya kurdî ya bakur-rojhilata Sûriyê bêhtirî 11,000 jin û zarokên biyanî yên têkiliya wan heye bi kesên gumana Dewleta Îslamî (weke DAÎŞê jî tê nasên) li ser wan heye girtî dihêle di rewşin kembax û carina kujer de, di kampin biyabanê yên girtî de li bakur-rojhilata Sûriyê, Human Rights Watch îro weha got. Bi kêmanî 7,000 ji zarokan binî 12 salî ne.

Di nava sê serdanên xwe de li beşa kampa el-Holê ya jin û zarokên biyanî di Tîrmeha 2019an de, Human Rights Watch dît tuwalêtên bi ser de rijiyayî, ava karîzan dikeve konên çiriyayî, şênî jî ji ava şûştinê ji sarincên kurm lê hene vedixwarin. Zarokên biçûk bi pirsik, destûling lawaz, ziknepixî ji nava sergoyên genî de di bin tehreya tavê de dineqandin an jî dest û lingên xwe li erda konê dirêj kirine, bedenên wan tijî toz û mêş in. Zarok ji ber zikçûna giran û vegirtina nexweşiyên wekî grîpê dimirin, grûpên alîkariyê û rêveberên kampê got.

“Jin û zarokên biyanî heya maweyeke nediyar di beyareke dojehîn de li bakur-rojhilata Sûriyê hatine heczkirin û welatên wan jî bervê xwe wêda didin,” Letta Tayler, lîkolînera pispor a terorîzm û dijterorê di Human Rights Watch de got. “Divê hukmet çi ji destên wan tê bikin daku hemwelatiyên xwe biparêzin, neku di biyabaneke biyanî de dev ji wan berdin.”

Bi kêmanî 240 zarok bi rê ve an jî heya gihîştina Holê mirin, li gorî Neteweyên Yekbûyî. Wa xuyaye ku desthilatên kampê, ya ku bi serperiştiya Rêveberiya Xweser e, bûyerên mirinê bi berdewamî qeyd nake, endamên grûpeke alîkariyê ya navdewletî got. Grûpan nexwest bên eşkerekirin ji tirsa ku ketina kampa Holê li wan bê betalkirin.

Kampa el-Holê bilez fireh bû bi lehiya bêtirî 63,000 jin û zarokên ji ber êrîşa li ser Dewleta Îslamî (Wek DAÎŞê jî tê nasîn) li Bagozê di nava Kanûna Biçûk 2018an û ya Mezin 2019an de koçber bûne. Devera li jêrê û rastê pîvekê xuya dike, niha bêhtirî 11,000 biyaniyên ne Îraqî vedihewîne. 18,Çiriya Paşîn 2018an. 15,Tîrmehê 2019an.

© 2019 Planet Labs

Pasvanên el-Holê nahêlin jin û zarok ji kampê derkevin ji bilî dema ku bi wan re diçin ji bo rewşeke acil weke neştergeriyeke ku li nexweşxaneyên kampê nepêkan e.

Berpirsina ji Rêveberiya Xweser ji Human Rights Watch re got ku wan niyet tuneye jinan û zarokan darizînin. Dema pirs ji wan hat kirin derbarê rewşa qanûnî ya jin û zarokan, wan di daxuyaniyeke nivîskî de tenê got ku dema ew jin û zarok ji deverên di bin destê DAÎŞê de derketibûn, ew “bo el-Holê hatin veguhastin daku li radestkirina wan bo welatên wan bixebitin çimkî ew ji neteweyên têvel in.” Rêveberiya Xweser dubare û sêbare bangewazî kir li dewletên eslî daku hemû biyaniyên di bin hecza wan de vegerînin. “Mesele karîna me derbas kir,” rêveberek kampê got.

Divê dewlet yekser alî bidin hewldanên hemwelatinên xwe bo vegerê heke wan wanî hilbijart. Di Rêveberiya Xweser de û her wisa dewletên eslî, misoger bikin ku heczkirin tenê li gorî qanûnê tê ferzkirin, li ser bingeheke kesane, û tev hemî mafên bingehîn yên girtiyan di bin qanûna navdewletî de tevî mafê pêdaçûna dadwerî a heczê.

Divê hukmetên sponser, Neteweyên Yekbûyî û ajansên mirovî yekser alîkariyên xwe ji bo hemû şêniyên kampê zêde bikin, ew ên ku bêhtirî 7,000 ji wan zarok in.

Ji 21ê heya 23yê Tîrmehê, Human Rights Watch bi 26 jinên biyanî re hevpeyvîn çêkirin, di beşa pêvekî a el-Holê de, ew ji welatin weke Awustralya, Beljîka, Kanada, Frensa, Holenda û Trînîndadê bûn. Ji nav de dayik hebûn xwe dexîlî pasvanan dikir daku agahî bidin wan li ser mêr an jî zarokên xwe yên ku hêzên bi serkirdetiya kurdî û piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ew ji hev cihê kirin dema wan di nava çend mehên borî de ji deverên di bin destê DAÎŞê de bazdabûn.

“Lava dikim, ji min re bêje ka kurên min? Lava dikim bila ez serî li wan bidim,” ´Eyşe´ a lavakar, ew jî jineke ducanî ji Trînêndadê ye. HSD herdu zarokên wê, 14 û 15salî, birin tev bavê wan dema malbat ji Abu Bedranê ya di bin destê DAÎŞê de bû di Kanûna Mezin de bazdan, wê got.

“Pêşî wan got ku dê nava mehekê de kuran ji min re bînin. Dûre got du hefteyên din. Dûre got ku ew nexweş û li nexweşxaneyê bûn,” Eyşe qala berpirsên kampê dikir. Weke jinên din ên hevpeyvînan, Eyşe nexwest ku navê wê yê rastîn bê bikaranîn. “Dûre di van du mehên dawî de, hîç.”

Rewş metirsîdar in li tevahiya el-Holê, ya ku 62,000 Sûrî û Îraqiyan di beşên sereke yên kampê de dihewîne, piraniya wan jin û zarokê kesên gunehbariya endamtiya DAÎŞê li wan hatiye kirin. Her hal de, rewşên herî xirab li beşa pêvekî ne yaku 11,000 biyaniyên ne îraqî dihewîne. Pêvek alîkariyên kêmtir ji peredaneran werdigire, divê şêniyên beşa pêvekî li benda pasvanên çekdar bin daku wan bibin bazara kampê, nexweşxaneyan, navenda belavkirina xwarinê, ew cihên ku jin û zarokên sûrî û îraqî dikarin bi awakî serbest xwe bigihinê, karkerên alîkariyê got.

Ji xeynî yekê, hemî jinên biyanî yên ku Human Rights Watch bi wan re hevpeyvîn çêkirin gotin ku wan dixwest vegerin welêt. Yek ji Uzbekistanê, got wê dixwest biçûba welatekî sisiyan ji ber ku ew ji serçewisandinê ditirsiya heke ew bo welatê wê bê zivirandin. Hemûyan got ku derketina ji kampa girtî li wan qedexe ye. Ne yek ji wan got ku ew li pêşiya dadwerekî sekinî daku pêdaçûnekê bidinê ka divê ew bê heczkirin, ne jî nûnerekî ji hukmeta wê pê re têkilî da.

“Em zindaniyên el-Dewle [DAÎŞ] bûn, niha em zindaniyên azadkerên xwe ne,” ´Leyla´ya jina frensî a 29salî got. “Ez ê dîsa têkevim zindanê li welatê xwe heke pêwîst e lê lava dikim, tenê min ji vir derxînin.”

Qanûna navdewletî rê dide ferzkirina cezayê tenê li ser kesên berpirsiyar li ser tawanan, piştî dadgeheke dadwerane daku sûcê kesane were tesbîtkirin. Ferzkirina cezayeke giştî li ser malbatan bi riya nehêlana derketina wan ji kampan qanûnên şer bin pê dike.

Madem ew qanûnî ne, cihên heczkirnê weke girtîgeh, kampên kesên koçberkirî divê rêz li azadiya çûnûhatinê bigirin û tevî mafê derketina ji û zivirîna bo kampê. Tengkariyên li ser çûnûhatinê rewabar in tenê dema bi riya qanûn bên danîn û dema ku pêwîst bin ji bo parastina ewlehiya neteweyî, pergala giştî, tendirustî an jî moralên giştî an jî azadiyên kesên din. Çi tengkarî hebin divê necudakar, hevgirtî û pêwîst bin ji bo gihîna ermancin rewa.

Çi kesê heczkirî be, di nav de kesên ku pêşî di dema şer de weke hereşeyeke li ser ewlehiyê hatibûn heczkirin, divê li ser esaseke qanûnî ya zelal bê heczkirin û divê mafê wan hebe li dijî pêdivî û rewabariya heczkirina xwe derkevin pêşberî dadgehê. Nabe ku tu kes di rewşin nemirovî an jî riswabar bê heczkirin. Qanûna navdewletî hemû dewletan pêbend dike ku dadê misoger bikin bi riya dadgehkirinên dadwerane ji bo tawanên herî cidî, weke ev ên DAÎŞê.

Qanûna navdewletî mafê vegera bo dewleta xwe dide her kesî û dewletan pêbend dike ku mafê zarokan a hilgirtina regeznameyekê bi cih bînin. Ev erka han hatiye veşîrovekirin ku bête firehkirin bo zarokên hemwelatiyên welatekî ku li derveyî welêt hatibûn dunyayê ku wisa nebe jî dê bêwelatî bin.

“Rewşên li pêveka el-Holê tu berevanî li wan nabe û nemeqûlin,” Taylor got. “Hêlana hemwelatiyan bi tenê, beramberî heczkirina bo maweya nediyar û bi bêgunehbarî dê tenê kêşe xirabtir bike.”

Bêhtirî 7,000 zarokên biyanî û 3,000 jinên biyanî ji derdorî 50 welatan di beşeke pêvekî ya kampa el-Holê de li gor berpirsin ji Rêveberiya Xweser, ya bi serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demokratîk e (PYD). Bi sedan kesên din ên biyanî di du kampên din de li bakur-rojhilata Sûriyê tên heczkirin, Ein Îsa, û Roj. Ji xeynî kesên ji welatên Rojavayê, di nava biyaniyan de, Cezaîrî, Îndonesî, Malayzî, Mexribî, Rûsî, Tûnisî, Tirk, û Ûzbek hene. Du seyekên zarokên biyanî binî 12 salî ne –bi piranî binî 5salî- bi sedan ji wan sêwî ne, dêbavên wan winda ne an jî mirî ne, karkerek alîkariyê got. Ji aliyekê ve piraniya jin û zarokên vê dawiyê gihîştibûnê, hinekan got ku zêdetirî salekî di kampa el-Holê hatibûne heczkirin.

Pereanerên Bêdil, Gihaştina Nebirêkûpêk

Desthilatên Rêveberiya Xweser rewşa li pêveka kampa el-Holê xiste stûya danerên biyanî. “Em hest dikin ku civata navdewletî em bi tenê hêlane,” Ebdilkerîm Omer hevserokê komîteya karûbarên derve ya Rêveberiyê. “Xwedîderketina li van biyaniyan ji me re kêşeyeke gelekî mezin e. Divê dewlet kesên xwe vezivirînin û veşayandî bikin.”

Rêveberiya Xweser û HSD qurbaniyeke giran bedel da weke perçeyeke ji kualîsyona navneteweyî yaku li dijî DAÎŞê şer dike, Omer got. Derdora 12,000 şervanên HSD di şerê li dijî DAÎŞê de hatin kuştin û 20,000 ên din birîndar bûn, wî got, aliyek jê bû “daku xelkê Ewruoayê bikarin bi şev bi aramî razin.”

Bêhtirî 30 ajansên alîkariyê tevî Ajansa NY ua Penaberan û UNICEF li kampa el-Holê dixebitin. Lê gelek daner bi nîgeranî ne sebaret bi piştgiriya şêniyên kampê yên dibe ku di nav de endamên DAÎŞê an jî dilxwazên wan hebin, desthilatên Rêveberiya Xweser û karkerên karûbarên mirovî got, tevî ku bara bêhtir ji xelkê kampê zarokên biçûkin riyeke wan ya din nebû ji xeynî ku tevî dêbavên xwe de di bin hukma DAÎŞê de bijîn.

“Em dibînin çawa navê bi ser Dewleta-Îslamî-bûnê ve bi behreke mezin ji şêniyên kampê tê vedan,” Fabrîzyo Karbonî serokê operasiyonên Rojhilata Nêzîk û ya Navîn ên Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (KNXS-ICRC) got. Karbonî hişyar kir li dijî pîvana standarda dubendî ya “qurbaniyê baş-qurbaniyê xirab”. Standardên navdewletî rêgirtina li alîkariyên bingehîn qedexe dikin, tê de jî, dema rêgirtin li ser esasê têkiliya îdolojî û ayînî be.

Hin rêxstin xembar in ku alîkariya wan dê rê veke li heczkirina jin û zarokan bêgunehbarî bo maweyeke nediyar. “Alîkarîdana bo kampeke penaberan tiştek e û bo girtîgehekê tiştekî din e,” karkerekî alîkariyê got.

Sê nexweşxaneyên meydanî li aliyên sereke yên kampê hem kêm-karmend in hem jî kêm çavkanî ne, Nivîsgeha NY ji bo koordînasiyona Karûbarên Mirovî (NKKM-OCHA) di Tîrmehê de ragihand. Bijîşkên Bêsînor klînîkeke tendirustiyê di beşa pêvekî de bi rêve dibe û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor klîneke gerok li wir bi rê ve dibe, lê demjimêrên karê wan kêm in ji ber kêmbûna stafê û nîgeraniyên ewlehiyê.

Pirsgirêkn têketinê yên duqatî jî radestkirina alîkariyan asteng dikin, grûpeke alîkariyê got. Ajansên mirovî xwedî peyman da ku li Sûriyê kar bikin divê destûra ketina kampa el-Holê bi riya Şamê bistînin ji ber ku Rêveberiya Xweser ya ku sêyeka bakurî ya Sûriyê kontrol dike li ser asta navneteweyî ne hukmeteke nasyargirtî ye. Gotûbêjên bi hukmeta Sûriyê re ji bo rêvekirna li alîkariyên mirovî bi piranî zehmet in, mîna ku Human Rights Watch di rapora Pûşberê de bi belgeh kir.

Lêbelê ajansên xwedî destûr ji Hukmeta Sûrî, an jî yên ku bi dizîka bê wî destûrî li el-Holê dixebitin, carina rastî derengxistinan dibin hetanî destûra Rêveberiya Xweser bigirin bo belavkirina alîkariyan di beşa pêvekî de, karkerek mirovî got. Di rapora xwe ya Pûşberê de, OCHA got ku rê-vekirina li karên mirovî nava beşa pîvekî de “hîn astengkirî ye” bi şêweyekî “ bi berdewamî hem bandor lê dike hem jî nahêle xizmetguzariyan bêne bicihkirin.”

Rewşên Tendirustiyê yên Sawdar

Sedemeke rewşên xirab li el-Holê ewe ku serjimêriya kampê ji 10,000î di Kanûna Biçûk a 2018an de gihîşte bêhtirî 73,000î heya Nîsanê, rêveberekî kampê got. Di nava wê mawê de kualîsiyona leşkerî bi serkirdetiya DY DAÎŞê ji asêgeha xwe ya dawîn li Bagozê, bajarokeke li rojhilatî Dêra Zorê, hilqetand. Gelek nûhatiyên ji Dêra Zorê bi giranî birîndar, trawmaxwarî û bedxwer bûn. Dîsa jî tevî ku rewş li seranserî el-Holê metirsîdar in, li beşa pêvekî hîn ji aliyên sereke cihê heczkirina sûriyan û îraqiyan xirabtir in, berpirsên kampê û karkerên mirovî got.

Dema seredanên Human Rights Watch, pîveka el-Holê mişt dengê firyada zarokan û kuxîna jin û zarokan. Bablîsokeke tozê ya kovikî toz û bermayan davêtin nav konan.

Li ba gelek jin û zarokan kulikên eyarê yên xuya dikirin ji ber lîşmaniyazîsê, ew jî mişexureke bi riya mêşa axûrikê tê veguhastin. Ba hin şênîyan nexweşiya Sil hat teşxîskirin, rêveberên kampê got. Ava vexwarinê bi awakî nebirêkûpêk tê klorîzekirin û her tim kême, karkerek alîkariyê got. Human Rights Watch zarok dîtin ji ava şûştinê vedixwar ji sarincekê kurm ji şirikê dihatin der.

Di Tîrmehê de, OCHA derbarê “zêdebûneke mezin” di zikçûna giran û “zêdebûneke sivik” di bedxweriya giran li seranserî el-Holê ragihand.

Hin jin, ji nav de ewên ducanibûna wan bi xeter e û bi aloziyên pêşzayînê ne weke anemiya û zexta bilind, di konê xwe de bêyî bijîşk û pîrik zarokên xwe tînin dunyayê, karkerek alîkariyê got. Sedemek jê re ewe Asayîş -peywirdarên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser ên ku bi pasvaniya kampê radibin- carina daxwazên wan bo çûna nexweşxaneyên dereng dixînin an jî red dikin, an jî ew digihin nexweşxaneyên tenê ji bo bêne zivirandin çimkî şûn dagirtî ye, wan got. Û mesele hîn bêtir xirab dibe ji ber ku jinên ku li nexweşxaneyê dizên bi awakî otomatîk keresteyên miqatebûnê yên paşzayînê weke pêçikan werdigirin, lêbelê jinên ku li bin konan dizên divê dawa van alîkariyan bikin, wan got.

Sê jinan got ku keçeke biçûk li pîveka kampê heftiya borî bi sekinîna gurçikê mir.

Human Rights Watch çend zarokên birîndar li pîvekê dîtin. Yekî ji wan kurikekî rûsî bû, çerm û hestî mabû, 12 salî, pîneyek bi çavê xwe yê çepê ve xistibû. “Seçme li Bagozê,” wî got, û lê zêde kir ku wî bi wî çavî nema dibîne.

Kurikek din a 4salî ji Uzbekistanê, bi nêrîneke bêhay rûniştîbû dema dayika wî ew li ser erebokê nava molozan tê vedida, lingê wî yê rastê ji nîvê ranê û pê ve nîne. Lingê kurik bi encama lêdaneke ezmanî ya kualîsiyona bi serkirdetiya DY li ser bajarê Sûseyê ya Sûrî di dawiya 2018an de hatibû firandin, dayika wî got, û lê zêde kir: “Vaye çar meh ez hewl didim jê re darên binçeng û lingê pêşçêkirî peyda bikime.”

Rewşa Biyaniyan hîn xerabtire

Ji bilî kêşeyên wan daku xwe bigihînin xizmetguzariyên bingehîn li beşên kampê, kêmzêde hemû jinên hevpeyvînpêrekirî li pîveka kampê got ku heke hebûna, gelek kêm ji destên wan dihat der daku xwarineke taze ji zarokên xwe re bikirin û tevlî behrên wan bikin ên nîsk, dan, zeyt, û şekir an jî pêçikên zêdetir ên zarokan bistînin. Hêzên HSD û yên Asayîşê dest danîn ser çi pereyên next û tiştên din ên buha ên jinan û qedexe kir li wan çi tiştên bi wan re mabûn bifirotana, şêniyên kampê û karkerên alîkariyê got.

Rêveberên kampê dihêle ku jinên Sûrî û Îraqî li beşên sereke yên kampê tiştan bikirin bi riya Hewale, sîstema alternatîv bo şandina pereyan, lê belê yên biyanî nikarin, karkerên alîkariyê got.

Desthilatên Rêveberiya Xweser her weha bikaranîna mobaylan li ser jinên di pîvekê de qedexe dikin ji tirsa ku belkî têkiliî bi endamên DAÎŞê re deynin, tevî ku bikaranîna mobaylan di beşên Sûriyan û Îraqiyan serbest e, karkerekî alîkariyê got. ICRC dest pê kir ku alî jinan bikin nameyan ji endamên malbatê wan re bişînin, lê gelekan hîn têkilî nedane û yên din danûstandina wan neberdewame.

Di her sê serdanan de Human Rights Watch bi dehan jin di bin guhê hev de dîtin li ber perjîna zincîrkirî yaku pîvekê cihê dike, qîjwîjî dikin daku pasvan wan bigihînin çavkaniyên keresteyan an jî xizmetguzariyên tendirustiyê. Human Rights Watch dît hin jin bi demjimêran li bendê dimînin, bê sî, di bin germiya 40 derecên Sêlsyusê de (104 ên Fehrênhaytê). Dereceyên germê li el-Holê vê havînê hetanî bi 50 dereceyên Sîlsyusê bilind bûn (122 ên Fehrênhaytê).

“Êşa zayînê hatiye min,” jinek lê xuyaye ku ducanî ye qêriya. “Ka mafên me yên mirovan?” yeka din dawa kir. Heyanî xwe bigihînin xala belavkirina xwarinê, carina behrên xwarin namînin, îca divê ew roja din vegerin, jinan got.

Jiyana nav tirsê

Hêrsdarî li el-Holê bilinde, û gelek jinan got ku ew li ser saxî û silametiya xwe û zarokn xwe zaf ditirsin. Jinên kampê yên bi îdolojiya DAÎŞê ya tundûtîj pêbend in gef li jin û zarokên ku wan ew kafîr dibinîn xwarin û agir berdan konên wan. Di du bûyerên cuda de di Pûşber û Tîrmehê de jinekê bi kêrekî di ebeya xwe de veşartî li pasvanekî da, rêveberên kampê û karkerên alîkariyê got.

Pasvan bi şev bi ser konan digirin û carcaran gule li hewayê berdidin daku pergalê qayîm bihêlin. Di 3yê Tîrmehê de, pasvanan gule li du zarokên 12 û 10salî berdan, ên ku kevir davêtine wan û ew birîndar kirin, karkerên alîkariyê got. Dema li kampê bûn di Pûşberê de, Human Rights Watch dengê berdana guleyan du caran bihîst.

Kesên hevpeyvîn-pêre-kirî her weha bi berdewamî got ku ew ji endamên Asayîşê ditirsin, ew ên hergav di nav konan de digerin û nîvê şevan malbatan dûr dikin. Rêveberên kampê got ku serdegirtinên bi şev pêwîst bûn daku jin û zarokên weke hereşeke li ser ewlekariyê tên dîtin ji wir bên rakirin, an jî daku malbatên ku li ser silametiya xwe ditirsin bibine beşin din ên el-Holê yan jî kampin din.

Gelek jinan got ku tirsa wan ji agirê bi konan dikeve heye ji ber wan jinên xwarina xwe di bin kon de çê dikin; bi kêmanî zarokek bi agirê ji ber çêkirina xwarinê mir. Hinekan din behsa kêzik û maran kir ew ên bi şev têne ser depikên wan ên razanê.

Vezivirandinên Hino Hino

Vezivirandinên berguman û endamên malbatên DAÎŞê ji bakur-rojhilata Sûriyê, û ji Îraqê jî hino hino bûye. Qezaxistan, Uzbekistan, Tacîkistan, Rûsya, Kosovo, û Tirkiyê vegera welêt bo bêhtirî 1,250 hemwelatîyên li bakur-rojhilata Sûriyê û ji Îraqê girtî organîze kirine, piraniya wan zarok in.

Lêbelê piraniya dewletan bangên Rêveberiya Xweser bo wan daku hemwelatiyan vezivirînin paş guh avêtin an jî bi tenê hejmareke biçûk bir, bêtir ên sêwî, ew weke xeteriyeke ewlehiyê bi nav kir, û dest nîşan kir ku alozî hene di warê pesendkirina hemwelatîya zarokên bêbelgeh an jî di deverên di bin kontrola DAÎŞê de hatibûn dinyayê.

Norwêcê di Pûşberê de 5 sêwî ji bakur-rojhilata Sûriyê vezivirandin. Frensayê di Adar û Pûşberê de 18 zarok bi balafirê birin welêt - 17 ji bakur-rojhilata Sûriyê û 1 jî ji Îraqê. Di Pûşberê de, Swêdê 7 zarok birin welêt û Holendayê jî 2 zarok ji Sûriyê birin welêt. Almanyayê kêmtirî 10 ji Îraqê birine. Awustralyayê di Pûşberê de 8 zarok ji Sûriyê birin welêt. DY ya ku rexne li hevpeymanên Rojavayî kir jiber redkirina vezivirandina hemî hemwelatiyên xwe, 16 bergumanên gihayî û yên zarok birine welêt ji Tîrmeha 2018an. Îtalyayê di Pûşberê de şervanekî DAÎŞê yê berguman vegerand.

Fransayê rê da 11 hemwelatî li Îraqê bêne dadgehkirin tevî ku ewên dozlêkirî piştî pêvajoyeke lezgîn tev angaştên îşkencê hukma mirina xwar. Keyaniya Yekbûyî (KY) hemwelatî ji hemwelatiyê xistin, di nav de Şemîma Bêgum bû, yaku li derve tevlî DAÎŞê bûbû, Denmarkê di Adarê de pêşniyar kir ku zarokên endamên DAÎŞê ji hemwelatiyê bêne xistin. Awustralyayê di Tîrmehê de Pêdaçûnên hişk derbarê Qanûna Awustralî pêş xist, ew ya ku vegera welêt li hemwelatiyê heya bi qasî 14salî biçûk in qedexe dike heke guman li ser wan hebû ku li derve şervanên biyanî bûn.

Derbirînên Pûşmaniyê

Hemî jinên hevpeyvînpêrekirî got ku piştî ew gihîştin Sûriyê ew zû têgihiştin ku wan şaşîtî kir. Hemiya îsrar kir ku di nava jiyana xwe de di bin DAÎŞê de rolên wan tenê yên jinên malê û yên dayikan bû. Human Rights Watch ne di warê nirxandina rastiya van angaştan de ye û wa zelale ku hin jin li kampê piştgiriya îdolojiya DAÎŞê dikin –û hewl didin wê bi cih bînin. Jinên ku tawanên navdewletî kirine divê bên gunehbarkirin û ew ên rastî tu gunehbariyên tawana nabin divê serbest bêne berdan. Lêbelê ew zarokên bo deverên di bin kontrola DAÎŞê de hatibûn birin an jî li wira hatin dinyayê divê ji ber dadgehkirina dêbavên wan ya qels an jî tawanên wan neyên cezakirin.

“Zarokên min jiyana han hilnebijart,” ´Fatma´ya 27salî, jinebiya Belcîkî ya ku tev çar zarokên biçûk di el-Holê de heczkirî ye got. Fatmayê got ku keça wê ya 7salî di bin hukma DAÎŞê de fêrî xwendin û nivîsînê jî nebû. Keça wê ya 6salî înfeksiyoneke vîrûsî girt; çimkî nikarîbû sexbêriya bijîşkî li pîveka kampê werbigirta, wê pere ji xelkê xwestin daku şilaviyên ve-avdarkirinê bikire û bi alîkariya hevalekê dilopînereke şîndamarî xiste destê keça xwe.

“Ba zarokan avdestxaneya ku kar bike jî nîne,” Fatmayê got. “Dema guleberdanê ew digirîn û pevçûn têne bîra wan. Ew delîveke din heq dikin.”

Qewîtiyên Din

Weke aliyeke ji hêsankirina kiryarên vezivirandinê, divê dewlet yekser hemû gavên pêwîst bavêjin daku bi awakî misoger teqez bibin ku hemî hemwelatiyên wan ên li çi beşên el-Holê an jî kampên din an jî di girtîgehê de asê bûne rê ji wan re hebe daku dawa vezivirandinê bikin û kirdariyên pesendkirina nasnameyê lezgîntir bikin, nemaze ji bo zarokan. Dewletên ku dikarin garantiya dadgehkirineke dadwerane bidin divê lêbikolin û heke lê guncaw be, kesên vegerandî yên ji ber tawanên navneteweyî berpirs in dadgeh bikin.

Divê zarok pêşî û berî her tiştî weke qurbanî bên nas kirin, tevî ewên ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn leşkerkirin, û divê biryar sebaret bi pêşeroja wan li ser bingeha havildariya herî baş ji wan re bên standin. Divê dêbav jî bi zarokên xwere bên vezivirandin welêt, ne ku ji-hev-veqetandin di xera wan zaroka de be. Divê zarok tenê di rewşên awarte de bêne dadgehkirin.

Di vê navberê de, divê rêveberên kampê yên Rêveberiya Xweser, rêxistinên mirovî û hukmetên peredaner, tevî ewên ku hemwelatiyên wan di kampên bakur-rojhilata Sûriyê de heczkirî ne, divê rewşa saxlemiyê, berdestbûna xwarinê û ava pak, penagehê, û xizmetguzariyên bijîşkî û yên derûnî bo hemû şêniyan bêne baştirkirin. Divê Rêveberiya Xweser berdestbûna xizmetguzariyên bingehîn ên li beşên kampê yên din ji şêniyên pîveka kampê re zêde bikin.

Rêveberiya Xweser û kualîsyiona bi serkirdetiya DYê ya ku şerê DAÎŞê dike, divê têkilîdana navbera şêniyên kampê û malbatên wan tevî merivên di kampin cihê an jî di girtîgehê de heczkirîne hêsantir bikin.

Sekreterê giştî yê NY Antonyo Guterres divê zext bike û alî bide ajansên NY, Ajansa NY ya Penaberan di nav de, û dewletên endam jî daku bertekeke cihanî ya bilez rêk bixin ya ku piştgiriya parastina mafên mirovan yên navdewletî dike û tê de vezivirandin û vebişûnwarkirin hebin.

Îfadeyên Jinên di Pîveka el-Holê de Heczkirî ne

Ev şevbesteke nikarim jê hişyar bim. Weke mislimanan me xwest em tecrubeya Dewleta Îslamî bijîn eyn çawa yên xiristiyan dixwazin seredana Jerusalimê bikin. Gihiştina Sûriyê bi riya Tirkiyê gelek hêsan bû. Lê dûre me dît ku riya jê-derketinê nebû. Bombe bi her derî ve diketin û şiyana me nebû em qeçaxciyekî bibînin. Talî wan [DAÎŞ] xwarin jî ji me vedişartin. Xwarin tenê didan şervanên xwe. Em gelek şkestîne. Em ne xeterin li ser tu kesî. Em tenê dixwazin zarokên me biçin dibistanê û em êdî nema têkevin wê xemê ka xwarina bê dê ji kû ve were.

  • ´Eyşe,´ 37 hefte ducanî ye, ji Trînêndadê. Dayika pênc zarokan, ji nav de du kur, 14 û 15salî tevî mêrê wê hatibûn birin dema malbat di Kanûna Mezin de ji HSD re xwe radest kir.

Ji roja yekê piştî ketina Sûriyê min xwest ez vegerim welêt. Wan [DAÎŞ] mîna ku em gilgemar bin bi me re didan û distand. Bêheqî gelek bû. Lê mêrê min her digot, “Mesela vegerê ji bîr bike. Heke ew zanîn bê em dixwazin vegerin dê yan me têxin girtîgehê yan jî me bikujin.” Dûre beriya du salan mêrê min mir. Hema wilo qet venegeriya malê. Jê û pê ve min hewl dida riyeke vegerê bo welêt peyda bikira. Pêxember... dibêje welatê Şamê cihekî pîroze. Lê min tu pîrozî nedît.

  • ´Mariya´ ji Beljîkayê, jinebî, dayika du zarokên ku li Sûriyê çê bûne.

Rojekê mêrê min got, “Ez diçim, tu jî dê bi min re werî,” Ez pê difikirîm, “Çima? Jiyana me rehete.” Lê weke jineke misliman tu li pey mêrê xwe diçî. Ez tenê dixwazim vegerim Awustraliyayê. Malbata min dibêjin dê min û zarokan vegerînin. Ji xelkê ve em cinawer in. Ji kerema xwe re ji wan re bêjin ku em mirov in tam weke wan in.

  • ´Radiya´ ji Awustraliyayê, jinebî, dayika sê zarokên ku li Sûriyê çê bûne.

Ez pê fikirîn, “Niha êdî ez dikarim ayîna xwe bi cîh bînim û li ser rûyê xwe bigirim bêyî ku bême tacîzkirin weke halê min li welêt.” Min bihîstibû ku bombe û tiştên wilo hene lê ez hîç pê nefikirîm ku dê di bin wan de bijîm. Lê dûre ez gihîştim vir [Sûriye] û min têgihîşt bê çiqasî bixeter bû. Mêrê min jî ji hêvî mabû. Beriya salekê, me qeçaxciyek dît daku me derxîne. Me xwast em ji nû ve dest pê bikin. Lê dûre hêzên Kurdî [HSD] em birin.

  • ´Mîryam´ ji Kanadayê, dayika du zarokên ku li Sûriyê çê bûne, mêrê wê di girtîgeha di bin kontrola HSD de ye.

Ez hatim Sûriyê ji ber ku kêşeyên min di malê û kar de hebûn. Mesele tam klîşe xuya dibe. Dema ez derketim ez 20salî bûm. Hizir hate min dema min li ser inter-netê bi xwîşkan [endamên DAÎŞê] re gengeşî dikir. Du hefte piştî hatinê, ez zewicîm. Wan kaxizek da min tê de navên sê mêran, temen, û malbajar hebûn. Me hevdu dît û me hevdu ecibandin. Dûre bi guleyekî di serî de ew hat kuştin. Heke divê ez herim girtîgehê, ez ê herim. Ez tenê dixwazim vegerim welêt.

  • ´Hanneke´ ji Holendayê, jinebiyê.