Kampa Eyn Îsa ya kesên koçberkirî, yeka ji sê kampan Human Right Watchê dît ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokan ji wan weke leşkeran werdigirtine daku di leşkeriyê de beşdar bibin, Pûşber 2017. © 2017 Chris Huby/Le Pictorium/Barc/Barcroft Media bi riya Getty Images

(Beyrût) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG), endamên herî mezin ên hevpeymaniya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakurî Sûriyê, zarokan dikirine leşker, keç jî tê de, û hinekan di êrîşan de bi kar tanîne tevî sozên xwe yên rawestana kiryara han, Human Rights Watchê îroj weha got.

Agahiyên dawîn ji Neteweyên Yekbûyî (UN) bi awakî acizkerane zêdebûneke mezin di leşkerkirina zarokan ji aliya YPG ve di sala dawî de nîşan didin. Divê grûpa çekdar yekser zarokên di nava refên xwe de ji erk derxîne û leşkerkirina wan rawestîne, ji nav de zarokên malbatên li kampên koçberiyê yên di bin kontrola wan de. Qanûna navnetewî li ser grûpên çekdar yên nedewletî qedexe dike tu kesî binî 18salî weke leşker werbigirin, û qeydkirina zarokan binî 15salî tawaneke şere.

“YPG, tevî peyvlixwegirtinên rawestana bikaranîna zarokên leşker, hîn zarokan werdigire ji bo rahênan leşkerî li deverê ew kontrol dike,” Priyanka Motaparthy rêvebera demkî ya beşê rewşên awarte di Human Rights Watch de got, “Tiştê bi taybetî tirsnak e ew e grûp zarokan ji malbatên şkênbar li kampên koçberiyê weke leşkeran werdigirin bêyî zanîna dêbavên wan û bêyî ta jî agahdarkirina wan bê zarokên wan li kû ne.” Hukmeta Dewletên Yekbûyî (USA), ya ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dike, divê zext li grûpê bike daku dawî li bikarînana xwe ya zarokan bîne, Human Rights Watch got.

Human Rights Watch hevpeyvînan bi heşt malbatan re li sê kampên koçberiyê li bakur-rojhilata Sûriyê. Wan jî got ku yan kesên din ên leşkerkirî ji YPG an jî efserên Asayîşê (ewlekariya hundirîn) li kampê qewîtî dan zarokên wan daku xwe tevlî leşkeriyê bikin. Malbatên han agahî da ku şeş keç û du kur navbera 13 û 17 salî tevlî bûne. Têkiliya piraniya malbatan bi zarokên xwe re nîne ji dema ku ew hatin laşkerkirin û tenê hindek ji wan bi riya desthilatan zanî ku zarokên wan di rahênanê de bûn. Lêbelê jinekê got ku kurê wê, 16salî bû dema tevlîbûnê, bi erkeke şerker rabû û mir dema grûpê şer dikir bo vegirtina bajarê Reqeyê. Keçekê ku leşkerkiriya berê bû got ku wê keçên navbera 15 û 17salî li rahênanê dîtin.

Rapora NY (UN) ya salane li ser zarokan di pevçûnên çekdar de 224 halet dîtin yên leşkerwergirtina zarokan ji aliyê YPG û yekîneyên wan yên jinan ve di 2017an de, yanî hema pêncqat bêhtirî par bûye. Heftê û yek ji zarokan, teqrîben siyeke ji wan, keç bûn. Bi kêmanî di sê haletan de, grûpê zarokan revandin daku wan tevlî refên xwe bike.

Malbatên ku Human Rights Watchê bi wan re hevpeyvîn kir teva got ku zarokên wan bixwebexşî tevlî bûn. Di hin haletan de, zarokan destûra çûnê bi malbatên xwe re hevaxaftin kirin, wan jî qebûl nekir, lê dîsa zarok tevlî bûn. Xwîşk-birakan an jî zarokin din li kampê dîtin bi efserên Asayîşê re derdikevin, û yan rêveberên kampê yan jî efserên Asayîşê ji wan re piştrast kir ku zarokên wan ji bo rahênana leşkerî hatibûn birin, dêbavan weha got.

“Em xizan in, weha wan ji keça min re got ku dê pere û cil bidinê,” dayika keçek 13salî got. Tevî ku wê ji keça xwe re got ku tevlî mebe, keçê weha kir û vaye mehek ne xuyaye, dayikê wha got.

Malbatan got ku desthilatan qebûl nekir derbarê zarokên wan tiştekî aşkere bike an jî rê bide bi wan re têkiliyê deynin. Malbatan bo maweyeke heta bi şeş mehan bi zarokên xwe re ne axivîn. Dayika keçeke 16salî got ku wê $300 amerîkî mehane werdigirtin li ser esasê tevlîbûna keça xwe, lê nikarîbûn bo şeş mehan têkilî pê re deyne. Wê got: “Ez çûm dergeha sereke [ya kampê] û min ji rêveberiyê derbarê wê pirsî. Wan got ku ew baş e, lê min ji wan re got ez wêneyekê an jî nameyek deng dixwazim. Lê em tiştekî derheqê wê nizanin, tenê mûçeya wê.”

Dayika keçek 17salî got: “Tu telefon ji min re nehatin, û min tu awa nebû daku [bi keça xwe re] bi axivim. Em tenê dixwazin zanibin gelo sax e yan jî miriye. Ez dixwazim ji kampê derkevin, malek min li Şamê heye. Ez dixwazim herim wir. Lê ez dixwazim li ser keça xwe bizanim.” Dêbavin din jî got ku wan xwest ku ji kampên koçberiyê derketana lê ew ditirsîn weha bikirana ji ber ku zarokên wan wê nezanîbin çawa xwe bigihînin wan.

Dayika kurekî 16salî yê ku di şerê Reqayê de hat kuştin wêneya kur bi cilên leşkerî ve, çek hilgirtiye, û belgehek fermî ya ku temenê wî piştrast dike şanî Human Rights Watchê da. “Wî got, 'Ez dixwazim mala xwe biparêzim daku malbata min bikaribe vegere,'” dayika wî weha got. “Wan ew tenê li turimpêlê siwar kir... û berê xwe da eniyên şer ên Reqayê.” Berpirsên leşkerî seredana wê li kampê kir û jê re gotin çawa kurê wê mir, wê got.

Human Rights Watch nameyek şand di 29ê Pûşbera 2018an de, bo grûpê û komîteya cihbicihkirinê ya Rêveberiya Xweser a bi serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demokratîk, tê de şalixa şêwazên leşkerkirina zarokan da, û daxwaza agahiyan kir sebaret bi pîvanên bicihkirî ji bo rêgirtina li leşkerkirin û bikaranîna zarokan di çalakiyên şerî de, û pirs kir heke grûpê erêkirina dêbavan hebû û rê didin malbatan bi leşkerkiriyên binî 18î têkilî deynin.

Rêveberiyê di 26ê Tîrmehê de bersiv da û tê de diyar kir ku malbat tên agahdarkirin dema zarokek tevlî dibe lêbelê dibe ku zarok bê erêkirina dêbav tevlî bibe. Name piştrast dike ku zarokên bi temenê 16 û 17salî dikarin tevlî bibin, lê ew dibêje ku ew di rolên şerker de nayên danîn. Li şûnê, name dide zanîn, “ew di cihin taybet de tên bicihkirin û li wir rahênana çandî û pîşeyî distînin.” Hat gotin ku keçên ji kampên koçberiyê dawa parastinê ji hêzan kir daku ji zewaca zû birevin, acizkirinê, û tecawizê, û ku yekîneyên jinan penageh û parastin ji wan re dabîn kirin.

Di sê ji nava haletên ku Human Rights Watch belgeh kirin, dêbavan an jî endamên civakê got ku şidetên malbatî an jî kêşeyên curbicur li malê hiştin keçik tevlî bibin. Human Rights Watch wekî din hevpeyvînek bi endameka yekîneyên jinan re kir ya ku bi ser 18salî bû û got ew ji ber kêşeyên li navmalê tevlî bû. Heger zarok tevlî hêzên çekdar dibin ji ber zewaca zû an jî şidetên malbatî, an jî daku debara lêçûna malbatên xwe bikin, divê Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser wan nexe nav leşkeriyê û li şûnê divê wan ji tadekariyên bi vî rengî bi riya pîvanên sivîl biparêzin, Human Right Watch weha gotiye.

Weke mînak, divê ew parastinê ji jin û zarokên şkênbar di penagehan de dabîn bikin, keysan bidin nişteciyan daku ji kampê derkevin weke perwerdeya sivîl û kar li şûna leşkerwergirtina wan nava grûpên çekdar. Weke hevpeymaneke sereke ya van hêzan, divê DYA (USA) qewîtî bi YPG bide ku dawî li hemû leşkerwergirtin û bikaranîna leşkerên zarok û piştgirî dabîn bike bo alternatîvan. DYAyê piştgirî bi riya rahênanê û çekan daye Hêzên Sûriya Demokratîk, ên ku niha YPG endama wan a herî mezin e. Qanûna DYAyê, Qanûna Nehêlana Leşkerên Zarok, qedexe li DYAyê dike ku alîkariya leşkerî bide hukmetên zarokan dikin leşker û bi kar tînin. Divê DYA heman rêbazan li ser grûpên çekdar yên nedewletî yên ku ew piştgirî dike bîne cih, Human Rights Watch weha got.

Human Rights Watch hîn bi nîgeran e derbarê “kategoriya ne-şerker” ya grûpa çekdar ji bo zarokên 16 û 17 salî. Sala 2014, grûpê Banga Genevayê ya Peyvlixwegirtinê navîşand (îmze kir), li gorê grûpên nedewletî peyv li xwe digirin ku bi gorî standardên qanûna navnetwî yên mirovî tevbigerin ji nav de leşkerên zarok wernegirin, lê têbîniyek lê zêde kir ku dê li ser qebûlkirina kesên 16 û 17salî berdewam bike lê peywirên leşkerî naxe destên wan. Di Pûşberê de, Banga Genevayê ragihand ku grûpê dê rêziknameya xwe ya hundirîn biguherîne ku tenê wan kesên 17 salî û bi jor de dikarin bên tevlîkirin.

Divê grûpê têbîniya xwe bi carekê ve rahêje, û leşkerwergirtina her kesî binî 18î rawestîne, Human Rights Watch got. Protokola Vebijêrane ya Peymanê li ser Mafên Zarokan di tevlîbûna zarokan di pevçûnên çekdar de qedexe dike grûpên nedewletî yên çekdar zarokên binî 18î bo çi armancan bi kar bîbin, rahênan leşkerî jî tê de. Li gorî qanûna asayî ya navnetewî ya mirovî û Peymana Romayê ya Dadgeha Tawankariyê ya Navnetewî (ICC), ew dibe tawankariya şer e bo endamin ji hêzin çekdar an jî grûpên çekdar ên ne-dewletî zarokên binî 15an tevlî xwe bikin an jî wan di çalakiyên şerker de bi kar bînin.

“Hetanî heger zarok ji ber tadekariyên navmal an jî xizaniyê direvin, YPG wan bi riya tevlîkirina wan nava refên hêzên xwe ve naparêze, ” Motaparsîyê got. “Heger ew li ser alîkirina van zarokan cidî bin, divê ew li ser peyva li xwe girtibû bimînin û alternatîvan peyda bikin daku teqez bibin ku zarok ne paşeroja xwe ne jiyana xwe ji ber dest bidin.”