“Dawûd” got wî xwast şer bikira ji bo “tolhilanînê” piştî ku Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê bi ser qezayê Şingalê de di Tebaxa 2014an de girt, û bi hezaran ji kêmayetiya bawermendên ola Êzîdî kuştin û hîn bi hezaran jî bêtir dîl girtin.

Malbata Dawûd debara derketina xwe kir, wan da rêya revê yaku ji aliya Hêzên Parastina Gel (HPG) ve hat vekirin, ew jî baskê çekdar ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Wan hêz çek û rahênan dan milîşyayekê Êzîdî, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ). Piştî şeş mehan, Dawûd ê ku ji bo silametiya wî navê wî yê rastî nehat bikaranîn, tevlî milîşyaya han bû. Hîngê temenê wî 15 bû.

Rêxstina Human Rights Watch (HRW) 29 haletan bi belge kirin ku tê de grûpên çekdar yên girêdayî PKK ne, li Şingalê û Herêma Kurdutana Îraqê zarokan weke leşker wergirtibûn-tevî ku komandarên grûpê peyv li xwe girtibûn ku dawî li kiryara han bînin.

'Tawaneke Şer'

Êzîdiya û Kurda çewisandineke erjeng kêşa. Lê di rencên xwe de bo parastina gelê xwe, komandar bi xwe tundekariyên xwe pêk tînin dema zarokan weke leşkeran bi kar tînin. Bedela vê ba zarokan dibe ku paşeroja wan be, û carina jî jiyana wan.

Ne yek ji 29 zarokên ku me haletên wan bi belge kirin bi darê zorê hatin leşkerkirin, lêbelê li gorî qanûna mafên mirovan a grûpên çekdar bikaranîna zarokan qedexe ye, ta jî heger wan “xwe bexş kir” bin. Û heger zarok di bin temenê 15 salî bin, mesele dibe tawaneke şer.

Rê ji zarokan re nehat danîn daku bi awakî asayî bi malbatên xwe re têkilî deynin. Malbateke kurd li Helepçeyê, bajarê ku Sedam Hisên di 1988an de bi çekê kîmawî êrîş berdayê, got ku fermandarên PKK hewldanên wan bo têkilîdana ligel kurê wan ê 16 salî red kirin ji dema ku ew beriya bêtirî salekê derket daku tevlî grûpê bibe.

Sebaret bi Dawûd, guleyek lê ket dema wî li Şingalê şer dikir. Wî di nava neh mehan de tenê du car ji Sûriyê telefonî malê kir, cihê ku lê derman dibû. Wî qet ji malbatê re negot ka çi qewimî bû, wî weha got.

Kurekî din ê Êzîdî li pêşiya çavê xwe dît çawa hevalekî wî yê 16 salî di şer de hat kuştin. Ne yek ji wan piştgiriyeka psîkolojîk wergirt piştî ku ew vegeriyan kampên koçberan cihê ku malbatên wan lê dimînin.

Kû ew tevlî bûn, rê ji hin zarokan re nema hat danîn daku dev ji wan berdin. Di haleta herî xirab de yaku HRW dît, govanan salix da çawa şervanan keçeke Êzîdî ya 13 salî dîsa dîl girt û bi hovane lê da, piştî ku keçê û komandarê xwe bi devkî rabûn hev û keç hewl da ku bireviya.

Di Reşemiyê de, niştecihên Serdeştî, bajarokeke li Şingalê, ji Human Rights Watch re got ku wan keç dît li ser rê bi lingekî şkestî dikuliya, û dikire hawar. Wan hewl da alî wê bikira, lê rêhevalên wê yên çek ên berê dan dû wê û ew birin.

Hin zarokan got ku wan perwerdeyeke nefermî ji komandarên xwe stand, lê gelek ji wan, weke Dawûd, dev ji dibistanê berda û hîç lê venegeriyan. Piştî ku perwerdeya xwe ji ber dest bide, xelata zarok bo erkê xwe yê leşkerî bi piranî jiyaneke di xizaniyê de ye.

Dawûdê ku niha vegeriya kampeke kesên koçberkirî, li karekî ku pîşebaziyê nevê digere. Kurekî din li kampeke din got ku ew tevlî milîşîya Êzîdî bû dema ew 14 salî bû daku “hin DAÎŞiyan bikuje” û ta nêzîkî du salan şer kir, lê aniha, “Min karek nîne. Û tu hizir ba min nîne ka ez dê çi bikim.”

Reva ji Barûdoxên Bêçare

Ji bilî tolhilanînê, dibe ku zarok hewl bidin tevlî grûpên çekdar bibin daku ji barûdoxên bêçare birevin. Li kampan, malbat jiyaneke demkî bi awakî her dirêjkirî li ser alîkariyê didomînin.

Li Şingalê, aborî di şêlûbêlê de ye, û rewş di heman astê de an jî xirabtir e. Tenê heşt ji 225 dibistanên Îraqî yên giştî yên berê li qezayê kar dikir di Rezberê de, rêveberê dibistanekê weha got.

Li bajaroka Xanesorê, Yekîneyên Berxwedana Şingalê dibistaneke berê kiribûne baregeha leşkerî. PKK mamosteyine xwebexş şandibûn dibistaneke din a vala, lê yekî ji wan lîse ne xwedibû. Sala borî, milîşiya partiyê hin ji şagirtan weke leşker wergirtin.

Wergirtina zarokan weke şervanan kêşeyên wan girantir dike, neku sivik bike. Di hevpeyvînan de, Êzîdiyin li Şingalê dubare û sêbare û ji xwe serê grûpa kurdî û DAÎŞê dan ber hev di mijara leşkerkirina zarokan û dest nîşan kir ku êdî Hêzên Parastina Gel germiya ku pê hatibû pêşwazîkirin ji ber dest dide.

Bavekî li Şingalê got ku kurê wî derketibû berî 18 mehan tev grûpeke kurên 16 salî daku tevlî bibin. Bav ji fermandarên partiyê daxwaz kir ku kur vegerînin, lê ew hat redkirin, û êdî ew nizane bê kurê wî sax e yan jî miriye.

“Ew hîn zarok e,” bav weha got. “Wî got ku ew dixwaze bibe bijîşk, ew di dibistanê de gelek baş bû.”Wî got ku bikaranîna zarokên leşker metirsîna “derketina şerekî nava Êzîdiyan” û grûpa çekdar derxist holê.

Nava malbatên ku HRW hevpeyvîn bi wan re kirin, leşkerkirina zarokan dil û cegerên wan dişkîne û wan bêçare dihêle, û buhaya wê li ser zarokan gelekî giran e. Divê fermandariya PKK ew kiryar aşkere tawanbar bike, û divê grûpên pê ve girêdayî hemû zarokan ji nava refên xwe derxînin.