Skip to main content

(Duhok) – Evroj rêxistina Human Rights Watchê a mafên mirovan û koma Yazdayê ya piştgiriyê got ku şûnên gorên bikomel li bakurî Îraqê yên ku vê dawiyê bûne gehînbar têne têkvedan û dibe xerab bûbene bo çi dadgehkirinên ayendeyî sebaret bi tawanên ku digihin asta jînosîdê li dijî gelê Îzîdî.  Divê desthilat hingavin bilez bavêje daku şûnên goran li derûdora çiyayê Şingalê biparêzin, ewên ku bûne gehînbar piştî ku hêzên kurdî dever vegirt ji destê koma tundûtîj Dewleta Îslamî ya ku weke DAÎŞê jî tê nasîn.

Şûngeh û agahiyên destpêkî yên çend gorên bikomel û şûnên kuştarên pê hatibû ragihandin li dora Çiyayê Şingalê, Îraq, 30yê rêbendana 2016an   ©2016 Yazda

Amajepêdan: “HRW nikare bi awakî serbixwe ji hin agahiyên ku Yazda di nava nexşeyê de idîa dike teqez bibe, lê HRW bi çend zindîmanên ku salixa hinek ji heman şûn û rûdanên idîakirî dan hevpeyvîn çê kirin. Xêza ku eniya şer navbera hêzên kurdî û DAÎŞê dinimîne bi texmînî piştî ku hêzên kurdî devera başûrî çiyayê Şingalê vegirt di nîvê çiriya êkê 2015an.”

 

Tê bawerkirin ku bara bitir a termên li van goran ên Îzîdiyan in, ewên ku bûne qurbaniya kuştinên bi pîveya mezin dema ku DAÎŞ dest danî ser deverê di Tebaxa 2014an de. Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî a Herêmdarê Bilind a Mafên Mirovan dibêje ku dibe ku ew kuştar gihiştibin asta jênosîdê.

“Dadî bo qurbaniyên Îzîdî yên kuştara DAÎŞê li ser parêzkariya şûnên goran li çiyayê Şingalê tên girtin,” wiha Joe Stork cîgirê rêveberê Rojhilata Naverast a Human Rights Watchê dibêje. “Divê desthilatên kurdî delîlan di van şûnan de biparêzin û binixêvin daku bêtirî vê têk neçin bi encama keşûhewayê û giyanweran.”

Dadî bo qurbaniyên Îzîdî yên kuştara DAÎŞê li ser parêzkariya şûnên goran li çiyayê Şingalê tên girtin. Divê desthilatên kurdî delîlan di van şûnan de biparêzin û binixêvin daku bêtirî vê têk neçin bi encama keşûhewayê û giyanweran.
Joe Stork

cîgirê rêveberê Rojhilata Naverast

Human Rights Watch û Yazda dibêjin ku divê desthilatên Îraqî pisporin tawanzaniyêyên navdewletî yên bêlayen vexwîne, di nav de ewên ku  pisporiya wan a berê bi karê ligel dadgehên tawankariyan heye daku alî bikin bo parastin, şîkirina delîlan di gorên bikomel yên ku nuh bûne gehînbar. Divê paredanerên navdewletî alî bikin bi riya paredanê jibo parêzkarî û şîkirina delîlan ên dibe ku zaf girîng bin bo kirdarên ayendeyî yên xwemalî û navdewletî bo berpirsyarîxwastin û çespandina tawankariyên navdewletî yên cidî.

Di tebaxê de, Human Rights Watch serî li heft şûnan da li bakurî çiyayê Sinjar ê ku Îzîdî weke Şingal bi nav dikin, cihê ku tê bawerkirin ku şervanên DAÎŞê bi dehan Îzîdiyên îraqî îdam kirine. Hêzên Kurdî dever di berfanbar (kanûna biçûk) a 2014an de vegirt. Ji dema ku hêzên kurdî devera başûrî çiyayê Şingalê di nîvê çiriya êkê 2015an de stend, tîma bibelgehkirinê ya Yazdayê, ew jî rêxistineknavenda wê li  Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ye kar dike bo piştgiriya kêm ayînenijada Îzîdî, li 35 şûnan lêkolîn çê kirin di nava serîlêdanine berdewam: 19 ji wan de piştrast kir ku şûn ya gorên bikomel e, 3 şûnên din navên wan hatibû dayîn lê hîn weke gorên bikomel nehatine teqezkirin, 3 şûn navên wan hatibû dayîn lê hîn serîlêdana wan rû nedane, û 10 şûnên gorên bikomel ên negehînbar di deverên bin destê DAÎŞê de ne. Human Rights Watch û Yazda herdiwan an kêm an hîç parastin bo wan şûnan û parêzkarî bo delîlan dîtin.

Di nava seredanên xwe de, Yazda dît ku şûn hîç neparastî ne, û kesên vegeriyayî û rojnameger şûn têk vedidin û ta jî tiştine ji şûnan radikin. Yazda di şûnekê de bi hêzên kurdî re axivî û navbirî got ku wan bûldozer bo nixaftina şûnê bi axê bi kar anî daku nehêlin avên zivistanê bermayiyan bidin ber xwe.

Di heft şûnên bakurî çiyayê Şimgalê de yên ku Human Right Watch di tebaxê de serî lê dane, niştecî an jî desthilatên deverê bermayiyên mirovî rakiribûn. Desthilatan  dibêjin ku di kêm cihan de dema ku wan karîbûn qurbanî nas bikirana, wan bermayiyayn radestî malbatên wan kiribûn bo naştinê.

Human Rights Watch dibêje ku derxistina bermayiyên mirovî bêyî pisporên tawanzaniyê dikare delîlên herî vebir têk bide û naskirina kesayetiya terman aloz bike.

Di tebaxa 2014an DAÎŞê hêriş bir ser civakên Îzîdî li derûdorî bajarê Şingalê di parêzgeha Nînewayê ya Îraqî de, li gorî raporan bêhtirî 1,000 kesî kuştin. Gelek gorên bikomel hatine dîtin piştî ku hêzên kurdî deverên bakurî çiyayê Şingalê vegirtin di berfanbara 2014an de. Dema hêzên Kurdî bajarê Şingalê vegirt di nîvê Sermawez (Çiriya Êkê) ya 2015an de, serbazan, Îzîdiyên vegeriyayî û rojnamegeran çend şûnên din ên kuştinê û gorên bikomel ên berbiçav dîtin.

Agahiyên ku Human Rights Watch û Yazda ji hev cuda dixebitîn daku wan   werbigirin  ji govan û karmendîn fermî yên ku bi kolandina li şûnên bermayan peywendîdar bûn, ew agahî  nîşan didn ku bi kêmanî li şûnên cuda qurbanî xwedî pêdawîstiyên taybet bûn (asteng) û wekî din bi kêmanî li sê şûnan termên kalepîran hebûn. Human Rights Watch mirovên astengbûyî hê rastî xetereyên zêde bûne dema pevçûnê û koçberkirinê. DAÎŞê mirovên temenmezin an jî astengbûyî girtin û dûre kuştin, xuyaye piştî ku wan kesan nekarîbûn bireviyan û xwe xelas bikira.

Memûd Hecî wezîrê Hukmeta Herêma Kurdistanê a karûbarên şehîd û enfalkirawan (qurbaniyên jenosîda li dijî kurdên îraqî di dema Sedam Husên de) di Sermawezê de ji Human Rights Watchê re got ku Hukmeta Herêmê dê bixêrhatinê bike bo alîkariya navdewletî ya zor pêwîst bo parastin û şîkirina tawanzanî ya van şûnan.

Wezareta Şehîd û Enfalkirawan di rezbera 2014an de Lêjneya Bilind bo Naskirina Tawankariyên Jînosîdê li dijî Nişteciyên li Derveyî Herêma Kurdistanê saz kir, peywira wê berhevkirina delîlan û biryardansebaret bi şêweyên parastin û şîkirinê bû. Dadwer Eymen Mustefa rêveberê lêjneyê, di nîsana 2015an ji Human Rights Watchê re got ku du şûnên gorên bikomel yên ku hînga di bin destên hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê de bûn hatibûn kolan û ku bermayî bo mirîgeheke li Duhokê hatbûn hinartin, tevî şûneke din li navçeya Zummarê li ser gola Mîsilê ye cihê ku DAÎŞê lê 23 paleyên Îzîdî kuştibûn.

Wî got koma ku term derxistin hinekî xwedî rahênan bû lê belê “ne ew çendî pispor bû”. Wî lê bar kir ku wan daxwaza alîkarî û serperiştyariya navdewletî dikir, lê ew daxwaz bê bersiv man. Di tebaxê de, du polîsên ku bi lêjneyê re kar dikir bo tomarkirin û rakirina delîlên bercestî, tevî bermayiyên mirovî, ji heft şûnên li bakurî çiyayê Şingalê, ji Human Rights Watchê re got ku wan hîç nehatibûn rahênan lê wan hemû tişt û bermayiyên mirovî yên ku dîtin tomarkirin û delîl radestî peymangeheke tawanzaniyê li Duhokê kirin bo parastineke ewle.

Gelek rêxistinên xwemalî tawankariyên li dijî civaka Îzîdî bibelgeh dikin, lê rêxistinên xwemalî û desthilatan ji Human Rights Watchû Yazdayê re got ku şiyana wan sînordar e. Bi qasî ku Human Rights Watch û Yazda dizanin tu tawanzanên navdewletî li deverê kar nekirine, ji bilî piştgiriya siyasî bo şandeyekê weke vê ji aliya gelek welatan ve, Dewletên Yekgirtî û Almanya tê de ne.

Human Rights Watch dubare û sêbare han daye Îraqê daku bibe endama Dadgeha Tawankariyan ya Navdewletî (DTN) daku rê veke bo dadgehkirina tawanên şer, jînosîd û tawanên li dijî mirovahiyê ji hemî aliyên ku beşdarî pevçûnê bûne. Deshilatên dewletê dikarin mafê dadgehkirinê bidin DTNê li ser gelek tawankariyên girîng ên ku li Îraqê hatibûn encamdan ji dema ku peymana DTNê hatibû çalakkirin di 1êtîrmeha 2002an de. Di 24ê rezberê e, Yazdayê delîlin li ser tawana jenosîdê li dijî gelê Îzîdî nîşanî DTNê kir û daxwaz kir ku dadwerê dadgehê dest bi lêkolînê bike.

“Ji bilî derbirîna hevdiliyê bi zindîmanên Îzîdî re, divê paredanerên navdewletî piştgiriya wan bikin di daxwaza wan de sebaret bi bicihkirina dadê bi riya alîkariyên bo parêzkarî û şîkirina wan delîlan”, wiha got Matthew Barber rêveberê raperanker ê Yazdayê.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country